NETEWNAVÊ ‘KURD’ Û NAVÊ WELATÊ WAN DI ÇAVKANÎYÊN DÎROKÎ YÊN DEMÊN CUDA DE




PÊŞGOTİN

Xwendevanên hêja;

Weke ku tê bîra we, demeke berê gotara min a “Navê kurd û Kurdistanê di dîrokê de”, bi du beşan li Kovara Sormey-ê û li Dîrokurd-ê hatibû weşandin. Ew gotar, bala gelek hezkir û baldarên çand û dîroka kurdî, bala gelek  rewşenbîran û bi taybetî jî, ya pisporan kişandibû. Piştî xwendina wê, mamosta Ezîz ê Cewo jî, ê ku pisporekî kurdzanîyê ye û bi pirsên ziman û zimanzanîya kurdî û dîroka kevnar ve mijûl e, pêşniyar kir, ku ew gotar wergerîne li  rûsî...

Ji boyî min ev peşnîyar û qedirdayîn cihê kêfxweşîyê bû û min bi erênî wê pirsê nihêrî. Û dema mamosta dest bi wergerê kir, di wê pêvajoyê de gelek pirsên wî jî çê bûn, wek ku ewî bi xwe digot, di sêrî de, “wek xwendevanekî gotarê”, paşê jî wek pisporekî... Û demeke dirêj em di nav pêwendîyan de bûn, me şêwir dida – distand, me ji hêlên cuda ve pirsên heyî hildida dest, ew dinirxandin, pirsên çavkanîyên nû bi hev ra dinihêrî û di encamê re heman gotar bi şêwazekî nû ve derket pêşîya me...

Dema şêwazê vê gotarê yê rûsî amade bû û hate weşandin, ew di nava xwendevanên rûs da jî hêjayî baldarîyeke germ bû... Ji ber vê yekê, min dîsa ji mamosta Ezîz ê Cewo daxwaz kir ku, heger dem û derfeta wî hebe, vêca ev “gotara me a nû a hevpar” biwergerîne li kurdî û wisa jî ji min re bişîne, da ku ez bikaribim sûd jê werbigirim û mijar berfirehtir bikim. Ji lew re min dizanibû ku, êdî ev gotar hîn dewlemendtir û kêrhatîtir e.. Mamosta, tevî ku nexweş bû, diêşîya, dîsa jî ez neşikandim û kurdîya gotara nû ji min re şand. Piştî vê, min bi çavekî nû gotar li ber çavan re derbaz kir, anegorî dane, zanîyarî û nêrînên nû û her weha bi alîkarîya mamostayî hêja Ezîz, veguhart, hin tişt lê zêde kir û min biryar girt, ji boyî ku xwendavanên me jî bikaribin sûd jê werbigirin,  bi şêwazekî nû pêşkêşî bala xwendevanên hêja bikim. Hêjayî gotinê ye ku, ev ked û xebat, bi hevkarîya mamosta Ezîz ê Cewo  pêk hatîye û ji boyî min ev hevkarîya li gel mamosta, wek xwendekarekî wî yê salan, tenê serbilindî ye. Ji vir, sipasîyên xwe yên taybet ji mamosta Ezîz re dişînim, bila her hebe, mala wî her ava be;

(Xerzî Xerzan)


____________________


NETEWNAVÊ ‘KURD’ Û NAVÊ WELATÊ WAN DI ÇAVKANÎYÊN DÎROKÎ YÊN DEMÊN CUDA DE

Xerzî Xerzan

(Edîtorê zanistî: Ezîz ê Cewo)


Di derbarê çêbûna netewnavê ‘kurd’, weke ku di derbarê piranîya navên netewên kevnar de, di wêjeya zanistî de nêrîn, şirove û ravekirinên cuda rastî mirov tên. Bi vê mijarê, di cîhana zanistê de gengeşî ranawestin. 

Û ev xwezayî ye, ji lew re, zanîyarîyên di derbarê çêbûna êtnogênêza kurdî de diçin digihîjin kûrahîya dîroka kevnar a şaristanîya cîhanê...

Di çavkanîyên cuda yên dîrokî kevnar de zanîyarîyên di derbarê protokurdan (pêşîyên rastedêr ên gelê kurd) û welatê wan de hatine parastin... Û, xwezayî ye, di wan çavkanîyan de nav û têrmîn ji hevûdinê cuda dibin, ji lew re  ewana di serdemên dîrokî yên cuda de hatine nivîsîn, lê yên ku ew nivîsîne nûnerên gel û şaristanîyên cuda bûne.

Di vê gotarê de, ya ku em pêşnîyarî bala xwendevanên hêja dikin, şêwazên destpêkî yên cuda yên netewnavê “ kurd” û navê “Kurdistan” ên serdemên dîrokî yên cuda û bi zimanên cuda tên nirxandin...

Ji bo ku mirov bikaribe sînorên Kurdistanê diyar bike, divê di sêrî de peyva “kurd” bi zanîna êtîmolojî rave bike, lewra ku hemû şêwazên nave Kurdistanê li ser bingeha wê saz bûne;  an paşdaçeka  “-stan” an jî tiştekî dinê lê hatine zêdekirin û bi wî awayî têgeha welatê kurdan hatîye zanîn, lewra ku jixwe êdî berê ên kurd bi peyva “kurd” xwe bi nav kirine û cînaran jî bi wê rêyê ew wisa nas kirîye. Jixwe paşdaçeka  ‘-stan” jî destpêka xwe ya hindewropî ya giştî heye û digihîje peyva avêstî ya “stan”, ango, “rawestgeh”, “cî”, “herêm”, “welat”. Ev peyva bi heman wateyan wisa jî di zimanên dinê yên hindewropî de heye. Mînak, di îngilîzî de şêwazê  “stay”, di rusî de ‘stan’. Di zaravê kurmancî yê zimanê kurdî de wisa jî şêwazê “star” heye, bi wateya cîyê ku mirov lê bihêwire, star bibe. Ango, em dikarin bi bawer bibêjin, ku ew peyvana di sêrî de di nav kurdan de hatine bikaranîn, ji bo dazanîna têgehên konkrêt (‘kurd’ û ‘Kurdistan’) û her pey re di nav gelên cînar de belav bûne, an jî bi zimanê wan hatine wergerandin; bi sûmêrî, asorî, latînî, yewnanî, farsî, erebî, ermenî û yên dinê... Û lewra ku di zimanên cuda de di wan peyvan da guhartinên cuda çê bûne (û ew jî xwezayî ye!), hema ew jî bûye sedem, ku hinek mirov wan ji bo armancên cuda bi şêwazên spekûlatîv rave bikin. Ewana, ew bi şêwazên ne rast guhartine û ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar anîne.

Ji demên kevnar ve di çavkanîyên cuda yên bi zimanên dinê de şêwazên peyva “kurd” rastî mirov tên. Zanîyarîyên destpêkê yên di derbarê kurdan de di çavkanîyên sûmerî de rastî mirov tên. Di nivîsên bizmarî yên sûmerî de, zanîyarîyên pênc hezar sal berê hene. Wek ku tê zanîn, piştî peydabûna nivîsê dest bi nivîsîna dîroka şaristanîya mirovahîyê dibe... Lê ew her tenê destpêka dîroka bi nivîskî ye. Lêbelê, dîroka mirovahîyê gelekî ji pênc hezar sal kevntir e, şaristanîya mirovahîyê hîn di dema şoreşa neolîtîk de çê bûye û şêwaz girtîye, û vekolanên arkêolojî govenîya wê didin, ku wê serdemê di Kurdistanê de civakeke pêşketî hebûye, bi hemû nav-nîşanênên xwe yên çanda rewanî ve... Ji hêla zanîyar-arkêologan ve, di Şikevta Şanîdarê û Perestgeha Xerabreşkê de, li Girên Helefê, Kortikê û Başûr, li beravên Çemê Hilanê û Newala  Çorîyê û li Çermo gelek peymahîyên dîrokî hatine û hîn jî tên dîtin.

Ew bermahîyên arkêolojîk, ên ku li wan deveran hatine dîtin, di derbarê wê de dibêjin, ku hîn 7 – 10 hezar sal berê Kurdistan dergûşa şaristanîya mirovahîyê bûye...

Helbet, peykerên nivîskî girîng in, lê dîroka şaristanîya mirovahîyê ji dema peydabûna nivîsê ve dest pê nabe. Vekolînên arkêolojî yên wan deverên Kurdistanê jî gelek peymahîyên dîrokî yên hêja yên di derbarê şaristanîya mirovî ya berî peydabûna nivîsê de dane cîhana zanistê...

Em li vira bibêjin, ku di hinek cîyan de di derbarê mak-welatê kurdan de hinek nêrînên dij zanistî rastî mirov tên, ên ku di bingeha xwe ve spekûlatîv in û di bingeha xwe de hîç tiştekî zanistî nîn in.
Hinek dîrokzanên bîyanî, bi taybet jî ew, yên ku nûnerîya zanista fermî ya wan welatên mêtînger dikin, ên ku welatê kurdan – Kurdistan, di nav bera xwe da dabeş kirine, welatê kurdan di herêma çîyayên Zagrosê da bi sînor dikin û hewl didin, “pişrast bikin” ku, qaşo, mak-welatê kurdan hema di wê herêmê de ye. Helbet, ev heya radeyekê rastî ye, lê her heya radeyekê; Çîyayên Zagrosê û herêmên derdorhêla wan beşekî welatê kurdan – Kurdistanê ne. Lê, tenê – beşek! ... Bêyî destnîşankirina qeraxên Ferat û Tîjleyê, Çîyayên Torosê yên başûrrojhilatê, derûdora Gola Wanê heta bakurê wê, an ku bêyî nivîsîna Medyaya Piçûk û Mezin a kevnar,  ev hewl û helwest nikare tu kesî bide bawerkirin û em dikarin bibêjin, ku ev hewl di bingeha xwe de tu rastîyeke zanistî nîne û tenê ji boyî nenaskirin û jiholêrakirina rastîyên dîrokî ye. Armanca yekê, destdanîna ser ax û erdên gelê Kurd e û di ser de jî, hewla dizîna çand û dîroka wan a kevnar e. Ev yek tevkujîya çandî û dîrokî ya neteweyekê ye. Gunehkarîyeke mezin û bêsêncîyeke nebînayî ye. Ev zanyar, ên ku  ji sênca zanistê dûr û bêpar in, van karan bizanebûn û mebest dikin, lê bê feyde ye…

Rastîya dîrokî li holê ye: gelê kurd, zimanê kurdî û welatê wî yê kevnar – stargeha wî – Kurdistan, wek zengînîya dîroka mirovahîyê, mîna laboratuarîake xwezayî ya zêndî li ser pêyan e…
Û armanca wan hewlan jî her ew e, ku çand û dîroka kevnar a gelê kurd li ser xwe binivîsin û bikin hebûna gelên xwe. Û evê jî, mirov nikare bi şêwazekî dinê bi nav bike, eger ne – tevkujîya çandî-dîrokî ya netewekê! Ev bi xwe sûcekî giran e li dijî şaristanîya mirovahîyê! Ev hewlana wisa jî ne anegorî çand û sênca lêgerînên zanistî ye. Ma ne, rastîya dîrokî li ber çavan e: Kurdistan, wek dergûşa sazbûna êtnogênêza kurdî, mîna laboratorîayek a xwezayî ya dîroka şaristanîya kevnar a mirovhayê ye – li vira zimanê kurd çê bûye û çanda kurdî,  wek beşekî şaristanîya mirovahîyê ya giştî, pêş ketîye, li vira gelek bûyerên dîrokî yên dramatîk pêk hatine, yên ku paşê çarenûsa gelek netew û xwehermendîyên vê herêmê guhartine û diyar kirine...

*
**
Wek ku li jorê hate gotin, di çavkanîyên kevnar de, nav û têrmîn bi şêwazên xwe ve ji hev cuda rastî mirov tên, lewra ku, xudanên wan nûnerên gelên cuda bûne, hem jî ew nav û têrmîn di serdemên dîrokî yên cuda de hatine nivîsîn, lê di bingeha wan hemû şêwazên kevnar de ji  bo dazanîna têgehe‘kurd’ ev awazên bêdeng hene: ‘K-R-D/T’, û bi zêdekirina awazên dengdar ên ‘A’, ‘O’an ‘U’, ew peyva dikare wek ‘kard’,‘kord’ an‘kurd’ bê bilêvkirin.

Naha em binihêrin, ka peyvên ‘kurd’û‘Kurdistan’ di çavkenîyên serdemên cuda de bi çi şêwazan ve rastî mirov tên.

1. Di çavkanîyên sûmerî de

Peyva ‘kurd’ di çavkanîyên sûmerî da wek ‘kur-tî’ rast tê û tê wateya ‘gelê jorîn’, ‘gelê çîyayî. Kurdzanê navdar Vladîmîr Mînorskî (1877 – 1966) di gotara xwe ya “Yên Kurd” de, ya ku di Ansîklopedîya Îslamê de hatiye weşandin, dinivîse, ku Fransûa Tiyûro-Dangîn(François Thureau-Dangin – 1872-1944), ê ku di qada lêgerînên zimanê sumerî de zanyarê herî navdar û hîmdarê sûmerîlojîyê ye, li ser du tablêtan (kevirên nivîskî)ên sumeran, û dema nivîsîna wan digihêje herî kêm du hezar salan berî zayînê, rastî gotina ‘Welatê Kar-da-ka’ hatiye (1). Wek ku Fransûa Tiyûro-Dangîn û Sor Godfrî Rols Drayvir (Sir Godfrey Rolles Driver – 1892–1975) dinivîsin, ev welat li başûrê Gola Wanê ye (2), ango, li qeraxên çemên Botan û Tijleyê ye…



Ev agahî pir girîng in, lewra ku, sûmeran di gelek nivîsên tablêtên xwe de niştecihên Welatê Kar-da-ka-yê wek ‘kur-tî’ dane nasîn. Di zimanê sûmerî da peyva ‘kur’ an ‘ur’ tê wateya ‘çîya’, ‘bilindcî’. Ango, ‘kur-tî’ tê wateya ‘çîyayî’, û bi vê peyvê niştecîyên wan çîyan, çîyayê ji Sûmer ber bi bakûr ve... Gelê kurd, wek ku pênc hezar sal berê, îro jî di wê herêma çîyayî da dijî, cînarê Sûmera kevnar e, û nirxên xwe yên netewî û rewanî parastîye.

Û peyta here mezin a vê têzê ew e, ku ‘kur-tî’ kurdên kevnar in û Kar-da-ka jî beşekî Kurdistana îroyîn e… Û ew herêm, a ku Fransûa Tiyûro-Dangîn destnîşan dike, ji Amedê dest pê dike û ber bi  Silîvan, Batman, Xerzan, Mêrdîn, Cizîr, Bidlîs, Botan, beşekî Serhedê (Mûş) hildigire nava xwe û li Hekarîyayê diqede. Tevahîya vê herêmê herî kêm berî çar – pênc hezar sal berê, beşekî makewelatê gelê kurd bi xwe – Kurdistanê bûye. Beşekî pêşîyên gelê kurd – Protokurdan, berî çar pênç hezar sal, li beşekî Bakurê Kurdistanê bi navê ‘kurtî’ jîyane û navê welatê wan jî ‘Kardaka’ bûye. Û ew bi zimanê sûmerî hatîye wateya ‘welatê ‘kurt-î-yan’, ango, welatê kurda – Kurdistan…
Ji bo ku hemû herêmên Kurdistanê di nava vê govekê de binirxînin, em naha jî bala xwe bidin herêmên başûr û rojavayê wê.Di heman serdemê de, an ku berî pênc hezar sal, di destpêka dîroka nivîskî ya Sumeran de, îcar di hin tomarîyên wan de em rastî navê neteweke bi navê ‘ku-ti’ an ‘ko-ti’ tên, li ba lêgerînerên hê dereng – bi şêwazê ‘guti’.

Nûnerên vî gelî di destpêka hezarsala sêyem a berî serdema me de, ji Zagrosên rojhilat berjêrî welatê sumeran bûn û weke 150-200 salî li wira desthilatdar bûn. Û peyva ‘ko’ di zimanê sumerî de dîsa wateya çîya û bilindayî dide zanîn, û ev jî careke dinê piştrast dike, ku peyvên ‘kur-tî’ û ‘ko-tî’ hemwate ne.

Em serî li zaravê kirmanckî-zazakîyê zimanê kurdî bidin. Û îro jî peyva ‘ko’ di vî zaravî da tê wateya ‘çîya’, dide û bi bawerîyeke mezin ew peyv ji sûmerî derbazî kurdî bûbe, an jî, berovajî vê, ji kurdîya kevnar derbazî nava sûmerî bûbe... Her çi jî bûbe, hebûna vê peyvê di kurdîya îroyîn de careke dinê govenîya vê dide.

Piranîya rojhilatzan û kurdzanên navdar di wê bawerîyê de ne, ku peyvên ‘kur-tî’ û ‘kо-tî’ xwedî heman wateyê ne...

2. Di çavkanîyên asorîyan de

Ji dîrokê tê zanîn, ku piştî Sûmer û Akkadê, Dewleta koledearîyê ya Asoristanê derketîye ser sehneya dîrokê, ya ku derdora du hezar salî maye(XXIV  – VII). Ew di dîroka mirovahîyê de împeratorîya yekem bûye û  heta 130 salên xwe yên dawîyê (750– 609/612) wek împeratorî maye… 
Ji ber ku ev împêratorî û mak-welatê kurdan – Medya di heman herêmê da bûn, lewra jî, bi xwezayî, di navbera Asoristanê û kurdan da pêwendîyên cihêreng hebûn. Û, bi xwezayî, di çavkanîyên asorîyan da di derbarê wan pêwendîyan da zanîyarî û agahî mane. Lêbelê, di wan zanîyarîyan da netewnavê ‘kurd’û navê welatê kurdan anegorî taybetmendîyên zimanê asorî yê wê demê hatine nivîsîn... Aramî û asorî ji welatê kurdan ra ‘Bet Kardu’gotine, ango, mal/mesken/welatê kurdan, ango, Kurdistan.

Koledarên asorî ji bo ku koleyên jîr û jêhatî bi dest bixin, berê xwe dane welatên bakûrî, bi taybet jî, ‘Bet-Kardu’– Kurdistanê. Û, ji boyî heman armancê jî, ewana gelek caran  li hember welatên bakûrî êrîş tevger kirine. Wek ku V. Mînorskî bi bîr tîne, padişahê asorîyan Tiglat Pilaser ê II (Tukulti-atal-Êşarra yê II 967—935 berî sala mîladî) nivîsîye, ku ew li Çîyayên Azû di şerê li hember gelê ‘kur-tî’ de bi ser ketîye û ji wir gelek kole û  xenîmetên şer birîye. Ew Çîyayên Azû heman war in, ên ku di derbarê wan de di nivîsarên sûmeran ên ser tabletan da tê gotin. Û di nivîsarên (têkst) sumeran da ew deverana wek welatê ‘kur-ti’-yan tê bîranîn, û wî welatî ‘Kardaka’ bi nav dikin, yê ku li başûrê gola Wanê ye. Mînorskî li ser bingeha dîtina asorîzan Drayvêr G. R. (Driver G.R.) wê nêrînê tine zimên, ku piştî hezarê salan heman gel di heman waran da dijî (li xerîta jorê binihêrin!) (3). Û ya balkêş ew e, heman ‘kur-tî’ wisa jî dikevin nava konfederasyona xald û ûrartîyan û bi hev re li hember êrîşên asorîyan radiwestin. Welatê  wan li derûdora beravên Tîjleyê, Gola Wanê û wan deveran bûye, yên ku me li jor destnîşan kirîye.



Û rastîya van zanîyarîyên Drayvêr û dîtinên Mînorskî îro jî di Kurdistanê da dertê holê; ew Çîyayên Azû, ên ku di derbarê wan da ew bi bîr tînin, îro jî di Kurdistanê de wek Çîyayên Hezûyê navdar in û di nav herêma Xerzan û li nav sinorên Bajarê Batmanê  dirêj dibin, diçin-digihîjin navbera Sasûn û Mûşê. Ev çiya, çîyayên bilind û hasê ne.

Her weha Çîyayê Meretoyê yê binavûdeng jî di nav wan çîyayan de cihê xwe digire. Çîyayên din ên rêzeçîyayên Hezûyê ev in: Kermeleh, Hêlkis, Qoram… hwd. Ev hemû di nav sîstema Çîyayên Torosê de ne û li bakurê çemê Tîjleyê ne. Her weha, şaxên Tîjleyê yên fireh wek çemên Xerzan û Batmanê jî ji wan çîyayên bilind dest pê dikin û li başûr wek çemên Bedlîsê û Botan tevî ava Tîjleyê dibin.

Ev zanîyarîyên dîrokî di wê derbarê de dibêjin, ku beravên çemê Tîjleyê yên bakurî û başûrî, ji destpêka dîroka nivîskî ve makewelatê kur-tîyên arî bûye û welatê peyhatîyên wan – kurdên îroyîn dîsa li wir e...

3. Di çavkanîyên romî û yewnanîyan de

а) Serdema Medyayê.

Di sala 612an a berî serdema me de, dawî bi wê desthilatdarîyê tê, ya ku ji Sûmerê dest pê bibû û gihîştibû dema koledarîya Asoristanê. Ew pergala koledarîyê bi beşdarîya pêşeng a medan tê rûxandin, ên ku beşekî “çîyayîyan” in û wek pêşîyên kurdên îro tên zanîn. Yên med û kur-tî hem ji hêla nijadî ve, hem di warê erdnîgarîyê de û hem jî ji hêla dîrokî û çandî ve digihîjin ev. Û yên med beşekî ku-ti/ko-tiyan in, yên ku wek ‘niştecîyên çîyayî ’dihatin zanîn û di çîyayên Kurdistanê da dijîyan. Ewana bi taybet jî di rojhilatê welêt da pir bûne... Û, dîsa jî, hebûna gelê kurd a îro di vê herêmê de, û navê hinek berekan û herêman dibin sedem, ku mirov bi awayekî dinê pirsê binirxîne(4).

Lê belê, divê bê gotin, ku ew şeş berekên medan, ên ku Hêrodot di “Dîrok”-a xwe da navê wan tîne (bûsî, paretekanî, strûxî, arîzanî, bûdî û magî), wek ku em dibînin, navên wan berekan ji navê herêmên wan tên. Û îro jî gelek berekên kurdan bi navên herêmên xwe tên zanîn. Mînak:  Silîvan – silîvî, Botan – botî, Hekarî – hekarî, Şêrwan – şêrwî… hwd. Û, anegorî vê, bereka bûdî, a li bal Hêrodot heye, ew bi xwe bereka botî ye, ya ku îro di herêma Botan a Kurdistanê da îro jî dijî – di bajarê Sêrtê heta Dihê, Cizîr, Şirnex, Hekarîyayê û herêmên derûdorê wan da jîyana xwe didomînin, û ev jî herêma Botan e. Îro jî di nava kurdên êzdî de bereka bûdî heye. Wisa jî bereka strûxat (a li bal Hêrodot) – ew heman bereka kurdan a bi navê stûrkî ye, û yên stûrkî îro derûdora herêma Şêrwanê ya Sêrtê û heta digihêje Gola Wanê jîyana xwe didomînin û ji wê herêmê re, ya ku lê dijî, dibêjin Herêma Stûrkan. Lê bereka arîzant – ew niştecîyên herêma kevnar a Arzanîyayê ne (di çavkanîyên sedsalên navên ên ereban û ermenîyan da – Arzan – Erzan), ev jî heman herêma Xerzan a îroyîn e. Û, anegorî vê jî, kurdên ku di vê herêmê da dijîn, xerzan –xerzî – xerzanî tên binavkirin (wek ku tê xuyan, peyva arîzant – şêwazê bilêvkirina yewnanî ya peyva Xerzan e!). Û ya ku van her sê herêmên Kurdistanê digihîne hev, ne tenê ew e, ku ew hemû bi zaravê kurmancî yê zimanê kurdî diaxivin, lê wisa jî, ew, ku ew di navenda Kurdistanê de ne û wek beşên gelê kurd, her yek ji wan îro resenîya kevneşopîyên xwe diparêzin...


Divê bê gotin, ku ev her sê herêm jî, heta berî dused sal, bawerîyên kevnar ên gelê kurd ên êzdîtî û yarsanî bi awayekî zêndî di nav çanda xwe de xwedî dikirin, lê piştî 1820an bi zordarîya Osmanî û bilindbûna radîkalîzmê di Kurdistanê re, ev bawerî hêdî-hêdî ji holê rabûn û vê gavê em dikarin tenê hinek şopên wan ên biçûk li van herêmên dîrokî bibînin…




Ji van navên van berek û herêman em dikarin bi hêsanî bibêjin ku yên med ji destpêkê ve ne tenê di rojhilatê Kurdistanê de, lê, her weha, li bakur û navenda Kurdistanê jî hebûn, û sê berekên bihêz û kevnar, ên ku konfederasyona Medî ava kirine, ji herêma kur-tî-yên kevnar in, ango, ew herêma kur-tî-yên ku berî çar-pênc hezar sal di belgeyên sumeran û asoran de dibihurin û li derûdora Tîjleyê û Gola Wanê mane. Ev hersê berek-herêm (Bûdî, Arîzanî û Strûxî – Botî, Xerzanî, Stûrkî) ji demên kevnar ve li derûdora kevana Tîjleyê û li newala Botanê hebûn û îro jî hene. Hinek zanyar dibêjin, ku gelê Kurd ê îroyîn, wek netew, ji koma berekên xwedî çand û dîrokeke hevpar pêk hatîye. Lê ev nêrîn hem kêm e, hem jî şaş e. Ji lew re, ji bo neteweyekê di serî de zimanekî hevpar pêwîst e, û, her weha ev ziman bi xwe re neteweyeke hevpar jî diafirîne. Tiştê bi zanabûn tê jibîrkirin jî, ev yek e: çand û dîrok heger bi zimanekî neyên sêwirandin, bingeha neteweyekê nikare bê danîn.




Dîsa ji lêkolînên di warê zimanên kevnar ên vê herêmê diyar dibe, ku zimanê Kurdî yê îroyîn, bi hemû zarav û devokên xwe ve, encama pêvajoya pêşketinên dîrokî ye… Gelê med jî bi çanda xwe ya rewanî ve beşekî vê civaka zimanî ye…Û Êkbatana paytexta Medyayê (Hemadana – Ekbatana), ango, Hemedana îroyîn, navenda herêma ko-tî-yên kevnar bûye. Med ji wir derketin û yekîtîya xwe li gel berekên weke xwe arî û proto-kurdên weke xaldî/ûrartan, ên wek kur-tî-yên derûdora Tîjleyê û başûr û bakurê Gola Wanê ava kir û rêxistineke gewre tevger kir. Dîsa di nav konfederasyona eşîran a Med de kur-tî û, her weha, ko-tîyan bi tevahî cihê xwe girt. Armanca wan a hevpar têkoşîna li hember koledarîyê bû. Ev yekîtî çandeke nû û şêweyekî nûjen ê jîyanê li ser axa Kurdistanê afirandîye. Êdî pergalên koledarîyê hatine têkbirin û jîyaneke nû, bi biserketina li hember Nînovayê re dest pê kiriye – bi navê Newrozê, ango, nûrojê, roja nû… Lê ev çanda azadî û wekhevîyê zêde nedomîya û piştî demeke kin, pey 70-80 salî re, Medya bi destê nevîyê Îştûvêgû/Astîagê padişahê xwe, lawê vassalê fars û mîrdot Mandanê, bi hevkarîya xayînên gelê xwe têk çû û desthilatdarîya pergala azadî û wekhevîyê, a ku pergaleke nû li hember koledarîyê ava kiribû, bin ket û serdemeke dijwar li Kurdistanê dest pê kir.

b) Serdema pey Medyayê re

… Piştî sala 550î ya berî serdema me heya serdema îslamê netewnavê kurd û nave welatê wan li bal rêwîger û dîroknûsên romî û yewnanî bi şêwazên cuda rastî mirov tê, anegorî taybetmendîyên bilêvkirina zimanê konkrêt…

Di nava çavkanîyên dîrokî yên antîk de, di berhema dîrokî ya “Anabasîs”(yewn. kevnar – ἀνάβασις - “hilger//veger”) a serfermandar û dîroknûsê yewnanî sedsala V berî s.m. Ksênofon de zanîyarîyê dîrokî yên balkêş hene. Di vê berhemê de di der barê vegera komeke leşkerên yewnanî ya ji 10 000 kesan pêk tê, tê gotin. Ev koma leşkerên bi kirê beşdarî şerê navxweyî yê li Farsistanê dibe. Ev şer, bi berberîya satrapê (walî) Lîdîyayê, Frîgîyayê û Kapadokîya Gewre Quruşê Ciwan li hember birayê xwe yê mezin, padişahê Farsistanê, Artaxşassayê II (Artaksêrksês ê II) dest pê kiribûye, bi armanca wî ji ser text biavêje. Di vî şerî da Quruş tê kuştin, lê koma leşkerên bi kirê yên yewnanî, yên ku ji hêla wî ve beşdarî şer bibûn, paş ve vedikişin û dixwazin vegerin welatê xwe...  Û Ksênofon, ê ku fermandarê ariêrgarda (paşenî) koma 10 000an bûye, di pirtûka xwe de bi hûrbînî di derbarê wê paşvekişînê de dinivîse...  Di pirtûkê de di rêza wan welatan de, yên  ku rêya vegera ber bi welêt di wan re derbaz dibe, wisa jî navê welatê kardûxan heye...



Li vir rêya wan li beravên rojhilatê yên çemê Tijleyê re derbaz dibe, ber bi jor ve, berbi çavkanîyê çêm va diçe...

Artêşa bi kirê ya yewnanîyan, a ku bi çîyayên bilind û hasê re paş ve dikişe, rastî kardûxan tê. Wek ku ew vedibêje, ew çîyana çîyayên Kurdistanê yê îroyîn ên Gebarê û Botanê ne. Û, wek ku Ksênofon dinivîse, piştî pevçûn û şerên bi kardûxan re, ewana xwe bi çemê Kêntrîtîsê– çemê Botanê yê îroyîn re digihînin. Ew bi hûrbînî di derbarê kardûxan da dinivîse, di derbarê wan de wek gelekî bi hêz, şervan, dewlemend vedibêje, dibêje, ku ewana xwe nespartine şahên persan û azad û serbixwe jîyane. Ew dinivîse, ku di şerê bi kardûxan re ewana nagihîjin tu encamê, windayên wan çêbûne, û neçar mane, bi wan ra peymanekê girê bidin. Dîsa jî kardûxan ew şopandine heya rexê çemê Botanê. Û her piştî wê, dema ew ji çêm derbas bûne, bîna wan hatîye ber wan û piştî derbasbûna ji çem, hîn bîna wan derketîye...

Li bakurê Çemê Botanê jî satrapekî arî yê bi navê Orontes desthilatdar e û ew jî rê dide wan, ku ew rêwîtîya xwe ya ber bi welatê xwe ve bidomînin. Ksenefon dîsa destnîşan dike, ku Satrapê Armenîayê Orontes (bi zimanên arîyanî yê kevnar Eurant an ku Êran), torînekî arîyanî ye û di artêşa wî de şervanên ermen, xaldî û mard hene. Behsa xaldî û mardan bi berfirehî dike û weke kardoxan, pesinê şervanîya xaldî û mardanjî dide (5).

Û ev hemû di derbarê wê de dibêje, ku ji her du alîyan v, li beravên çemê Botan – bakûr û başûr- pêşîyên kurdan mane, û kurdên îro – peyhatîyên wan ên rastedêr, îro jî li wira dijî.
Em li vir bibêjin, ku hinek lêgerîner dinivîsin, ku xald û ûrart yek in, û dibêjin, ku hê wê demê nave ûrartan xald bûye. Lê mard beşekî konfêdêratsîona berekên medan bûne, lê ew herêm, li ku ew yekgirtî jîyane, nave xwe Mardastan (Mardîya) bûye. Ev herdû gel jî wek proto-kurd hatine pejirandin, û ermenî heya îro jî hem medan, hem kurdan wek mar bi nav dikin (ji peyva mard). Weha, peydabûna peyva mar di zimanê ermenî da zimanzanê kurd Ezîz ê Cewo Mamoyan bi êtîmolojî çawa şîrove dike:

“… çima ermenîyan med wek mar (մար) navkirine (û îro jî nav dikin), û anegorî wê jî ji Medîyayê ra Marastan dibêjin?

Di dema xwe da, dema ermenî ji Frîgîyayê tên û di wan herêmên li ser sînorên Medyayê da dihêwirin, wek ku çavkanîyên dîrokî yên kevnar govanîyê didin, ewana bi medan û welatê wan ra ji wî milî va pêwendîyan datînin û wan nas dibin, li ku mard mabûne (li xerîteyên Ûrartûyê binihêre, rû. 268 – 269). Û, ji ber ku ermenîyan, cînartî bi mardan ra kirine û bi wan ra pêwendî danîne, ji ber wê jî hemû gelê Medyayê wek mard pejirandine, lê tevahîya welatê wan, Medya jî – wek Mardastan. Her paşê, bi rêya pêvajoyên peyvguhêrîyê dengê -d, ji peyva mard weryaye, û ew peyv werguhêrî mar bûye, lê peyva Mardastan bûye Marastan… Divê bê zanîn, ku li vir rêya pêvajoyên peyvguhêrîyê di zimanên dinê yên hindewropî da jî li ser vê bingehê pêk hatine. Ji ber wê jî navên dinê yên medan û Medyayê (hem di zimanê kurdî, hem jî di yên bîyanî da) ew şêwaz in, ên ku ji peyva mard sazbûne. Bi rêya bişavtina dengê –r di peyva mard da peyva kurdî ya med û şêwazên dinê yên wek mēdoi, maδ, māda, midi û ji eva dawîyê jî – peyvên rûsî yên Mîdîya (Мидия) û mîdyanê (мидяне) saz bûne, yên ku Mînorskîy behsa wan dike…

Divê bê zanîn, ku li vir rêya pêvajoyên peyvguhêrîyê di zimanên dinê yên hindewropî da jî li ser vê bingehê pêk hatine. Ji ber wê jî navên dinê yên medan û Medyayê (hem di zimanê kurdî, hem jî di yên bîyanî da) ew şêwaz in, ên ku ji peyva mard sazbûne. Bi rêya bişavtina dengê –r di peyva mard da peyva kurdî ya med û şêwazên dinê yên wek mēdoi, maδ, māda, midi û ji eva dawîyê jî – peyvên rûsî yên Mîdîya (Мидия) û mîdyanê (мидяне) saz bûne...”(6)




Naha jî em vegerin ser netewnavê kurd û şêwazê wî yê kevnar ê kardûx – li bal Ksênofon.
Eger embi baldarî wan hemû şêwazan binirxînin, ên ku me li jorê behsa wan kirîye, em ê bibînin, ku di bingeha van hemû peyvan de ev rêzeawazên bêdeng hene: ‘K, R, D/T’ û, ka ji van awazên dengdêr di nav bera wan de kîjan hatîye bilêvkirin: ‘A’, ‘O’ yan ‘U’, anegorî wê jî ev şêwazên hanê çê bûne: ‘kurd’, ‘kord’ an‘kard’. Ji vana şêwazekî berbiçav li bal Ksênofon heye: ‘kard-ux’. Du hezar sal berî Ksênofon di çavkanîyên sûmerî û asorî da kurd wek ‘kur-tî’, ‘ko-tî’, ‘kard’ tên bîranîn. Eger mirov van şêwazan hemberî peyva  ‘kardûx’a li bal Ksênofon bike, li ber çavan e, ku ev hemû şêwazên peyvê xwedî bingeheke hevbeş in: ‘krd’. Her sê şêwaz jî tên heman wateya netewnavî. Û, çi balkêş e, di van hemû çavkanîyan da jî heman herêma êwirîna (welat) kurdan a kevnar tê destnîşankirin. Û welatê kurdan herêmên Hekarîyê heya Amedê werdigire nava xwe û diçe digihîje beravên çemên Ferat û Tijle. Û ev herêma, wek ku hezarsalan berê warê pêşîyên kurdên îroyîn bûye, îro jî beşekî xaka netewî ya Kurdistanê ye.

Helbet, û pey Ksênofon ra jî di çavkanîyên romî û yewnanî da netewnavê ‘кurd’ û nave ‘Kurdistan’rastî mirov tê, wek ku li jorê hatîye gotin, anegorî bilêvkirina wan zimanan a wan serdeman.

Yek ji wan bîrewaran dîroknûs û erdnîgarzanê Yewnanistan kevnar Strabon e (s. 64ana berî s.m. – s. 24an a s.m.). Pirtûka wî ya “Erdnîgarî” bêhempa ye. Di wê de ew ne tenê bi hûrbînî welatên cuda yê cîhana kevnar dide nasîn, lê her weha di derbarê çand, kevneşopî û dîroka gelên wan welatan de jî vedibêje. Li vira wisa jî, dema ew di derbarê Medyayê û welatê cînarên wê de dinivîse, wisa jî welatê Gordîênê/Gordîyaê niştecîyên wê – gordêyan (7) û Çîyayên Gordêyî bîr tîne, û mabesta wî Çîyayên Toros bûye. Weha, ew di wê derbarê da çi dinivîse: “... lê li wî berî çemî Feratê milê başûr ve çîya hene, yên ku ji rojhilatê Kapadokîyayê û Komogênîyayê ve dirêj dibin, beşê wan ê destpêkê navê xwe Toros e, yê ku Safênayê û Armênîya dinê ji Navçemkê (Mêzopotamyayê) cuda dike.  Hinek wan çîyan wek çîyayên Gordîêyî bi nav dikin” (8) Û, çi balkêş e, Strabon dide xuyan, ku gordîya heman kardûxên kevnar in. Wiha, ew çi dinivîse: “Herêma gordîyan nêzîkî çemê Tijleyê ye, ji wan ra di demên kevnar da kardûx digotin” (9). Û, eger mirov vî welatî bi vegotina Strabon bide nitirandin, ew herêma derdorê Wanê, herêmên Mûş û Amedê, beravên Tijleyê û çîyayê Gordîyêyî (beşekî Torosan) werdigire nava xwe.



Eger mirov peyvên ‘Kur-tî’,‘Kar-da-ka’, ‘Beth Kardû’yên di çavkanîyên sûmerî û asorî da anegorî peyva ‘kardûx’a li bal Ksênofon û peyvên‘Gordîênê/Gordîyaê’ yên li bal Strabon bike (û strabon bi xwe jî dinivîse, ku di demên kevnar da ji gordîya ra kardûx gotine!), dertê ber çavan, ku di bingeha wan hemû peyvan de awazên bêdeng ên k-r-d hene, û bi lêzêdekirina dengdêrên а, о an u di zimanên cuda da ew peyva bi şêwazên cuda tê bilêvkirin: ‘kûrt’, ‘kard’, ‘gord/kord’ an jî‘kûrd’.
Û pirseke dinê ya ne kêm girîng jî: li bal Strabon wisa jî netewnavê ‘kurtî’ rastî mirov tê (10). Dibe ku, ev şêwaz jî encama bilêvkirina zaravî-devokî ya heman peyvê be, wek îro kurdên zaza li şûna peyvên kurdî an kurmancî, zaravê xwe wek kirdkî an kirmanckî bi nav dikin.

Dîroknûsekî dinê yê kevnar, yê ku zanîyarîyê berfireh di derbarê ‘Gordûênê’ û ‘gordûênîyan’ de hene, ew nivîskar û fîlozofê yewnanî yê kevnar Plûtarxûs e(Lucius Mestrius Plutarchus, derdorê s. 46 – derdorê s. 127an a s.m.). Di pirtûka wî ya “Jînenîgarîyên hemberhevkirî” de, ya ku dîroka rayedarên navdar ên siyasî yên Yewnanistan û Romayê ye, di wê da zanîyarîyên balkêş di derbarê gel û welatên Ewropayê, Asya biçûk, Navçemkê (Mêzopotamyayê) û Kafkasyayê de hene. Di beşê pirtûka navborî, yê ku di der barê jîyan û şûxulvanîya serfermandar û rayedarê siyasî yê Romayê Lukûllus (Lucius Licinius Lucullus –salên 117—56an ên berî s.m.) de ye, dem bi dem di derbarê gordîyan, welatê wan –Gordîênê, di der barê Zarbîên ê padişahê Gordîênê de, di der barê hêzên (çekdar ên) gordîênîyan de, di wê der barê de, çawa Lukûllus dema binaxkirina termê Zarbîênde, ew wek dost û hevpeymanîyê gelê romî bi nav kirîye (11). Û piştî hatina serdema îslamê jî Kurdistan bi şêwazên cuda li ser sehna dîrokê maye – bi şêwazê dewleta serbixwe, an nîvserbixwe, an a vassal, an jî di bin mêtîngerîya romîyan, partan an sasanîyan da, lê, yek e, hatîye parastin û maye.
Lêbelê, divê bê gotin, ji demê dewleta Romayê heya serdema îslamê Gordîênê (Beşekî mezin ê Kurdistana îro), dibe qada dijhevseknandina hêzên gewre yên wê demê û, wek bibêjî, dibe sînorekî xwezayî di navbera wan dewletan de. Lewra jî beşekî gelê wî, ji bo ku xwe ji tevkujîyan rizgar bike, ji herêmeke welêt direve beşekî dinê û neçar dimîne, di rewşa giran da bijî. Û ev welata, yê ku di dîrokê da wek welatê kurdan – Kurdistan tê zanîn, zêdetirî pênc hezar sal berê di encama pêvajoyên dîrokî de derketîye ser sehna dîrokê, û xaka wê ji Firatê heya Hemedanê (Êkbatana kevnar) û ji Serhedê heya Kerkûkê ye. Û di wê derbarê de çavkanîyê dîrokî govanîyê didin. Û, wek ku berî serdema îslamê, wisa jî di vê serdemê de, dîsa Kurdistan xwe û resenîya xwe û taybetmendîyên xwe yên netewî diparêze.

.4. Di çavkanîyên serdema îslamê de

Di wê derbarê da, ka di çavkanîyên dîrokî de kengê cara yekem navê Kurdistanê hatîye bibîranîn, nêrînên cuda tînin zimên, lê carna zanîyarîyê dîrokî lêpovajî û çewt dikin.

Li jorê me êdî diyar kir, ku nave welatê kurdan – Kurdistanê ji hêla nivîskarên bîyanî va an bi şêwazê lêpovajîkirî, an jî anegorî bilêvkirina zimanê xwe tê nivîsîn, û gelek cara ewana wî navî wisa diguhêrin, ku nayê têgihîştin ka ew yê kê an yê çi ye... Rewşeke weha di serdema îslamê da jî domîya. Û di çavkanîyên erebî-îslamî da jî navê welatê kurdan – Kurdistanê weke têgihîştina xwe û anegorî taybetîyê zimanê erebî ya navê welatê konkrêt didin nasîn.




Di destpêkê da navê Kurdistanê anegorî têgihîştina erebî ya wê peyvê dinivîsin – Erz’ul Ekrad//ارض الاكراد, ango Xaka kurda (erebî: erz – ارض – xak, ax, xwelî, el-akrad –الأكرا– piranîya peyvaكردي–kurd). Şêwazê Bakarda jî rastî mirov tê. Lê kurd bi xwe welatê xwe Kurdistan bi nav kirine û îro jî bi nav dikin. Û ev jî xwezayî ye. Tê zanîn, ku gelek caran xwenavkirina gelan bi xwe û binavkirina wan ji hêla cînaran an bîyanîyên dinê ve li hev du nagirin. Mînak, wek ku zimanzanê kurd Ezîz ê Cewo Mamoyan dinivîse: “... alman bi xwe ji xwe ra dibêjin doyçê (Deutsche), ji welatê xwe ra – Doyçland (Deutschland), lê rûs ji wan ra nêmêts (немец) dibêjin û ji welatê wan ra jî – Gêrmanîya (Германия), hinek gel ji wan ra gêrman dibêjin, hineke dinê dibêjin alman, û ji welatê wan ra jî – Almanîya. Kurd heya îro jî ne bi fermî, bi zimanê gelêrî ji Tirkîyayê ra dibêjin “Rom” (“Roma reş”). Û ev jî anegorî wê rastîyê ye, ku tirk hatine, xaka Vîzansê dagerkirine, ya ku di nav kurdan da wek Rom dihate zanîn (ji navê Împêra-torîya Romayê ya Rojhilatê), û li ser navê wê da rengdêra “reş” zêde kirine, ji ber ku zulm û zora wê împêratorîyê, ne ku ji hine-kan guhbihîstî bûne, lê li ser xwe hîskirine. Ermenî bi xwe ji xwe ra hay (հայ) dibêjin, gurcên cînarên wan ên hezarê salan ji wan ra somêxêbî dibêjin, ji welatê wan ra jî – Somxêtî, rûs ji wan ra armyanê (армяне) dibêjin, lê ji welatê wan ra – Armênîya (Армения), lê gelên dinê ji wan ra an ermeni an Armeniens dibêjin. Gurc bi xwe ji xwe ra dibêjin kartvêlêbî (ქართველები), ermenîyên cînarên wan ji wan ra dibêjin vratsî (վրացի), rûs ji wan ra grûzînî (грузины) dibêjin, lê gelên dinê – Georgians, an gurji…” (12)

Anegorî dîroknûsîya fermî ya Tirkîyayê, navê Kurdistanê cara yekem di destpêka sedsala XII da ji hêla Sencerê (1086 - 1157) sultanê sêlcûkan va hatîye bîranîn, û di nava sazîya dewleta sêlcûkan da wek herêmeke xweser hatîye destnîşankirin. Hinek lêgerînerên kurd jî li ser vê nêrînê ne.
Helbet, agahîyên di wê derbarê de, ku Kurdistan di nav sazîya dewleta sêlcûkan da statûseke xwe ya xweserîyê hebûye, ev rastîyek e, lê ew bîranîna navê Kurdistanê ya yekem nîn bûye. Û agahîyên weha yên lêpovajîkirî bi zanabûn ji bo wê têne dubarekirin, ji bo ku rastîyê veşêrin. Û ji bo van hemûyan jî sedemên xwe hene, yên ku pêdivîya xwe bi şirovekirinê hene.

Di destpêka sedsala X da bi lewazbûna desthilatdarîya Ebbasîyan re, li ser xakên Kurdistanê wek ku mîrtîyên biçûk û mezin derdikevin, wisa jî dewletên mezin û bi hêz çê dibin. Di nava wan da yê zêde binavûdeng ev bûne: yên Merwanîyan, Şeddadîyan, Rewadîyan, Hesenwêhîyan û Mirdêsîyan...

Merwanîyan di beşekî berfireh ê bakûr û rojavayê Kurdistanê de, Şeddadîyan di beşê din ê jortir ê bakûrê Kurdistanê de, Hesenwêhîyan û Rewadîyan di tevahîya başûr û rojhilatê Kurdistanê de, Mirdêsîyan jî di beşekî rojavayê Kurdistanê de serbixwe bibûn û azadîya xwe bi dest xistibûn.
Lê di beşê mezin ê Kurdistanê de rewşa aştî û aramîyê bi êrîşên tirk û teteran hate teribandin, û desthilatdarî ji destê kurdan derket û di wan herêmên Kurdistanê da sêlcûk bûne desthilatdar… Helbet ji bo vê rewşê hem sedemên objêktîv hebûn, hem jî yê sûbjêktîv... Lê sedema sereke tunebûna yekîtîya netewî bû: eger serok û rêvebirên wan mîrtîyan û dewletên Kurdistanê bi îdêayên yekîtîya netewî bi karê xwe yê rêvebirîyê rabûna û ji boyî berjewendîyên netewî giştî tevbigerîyana, eger ewana hay ji dîroka pêşîyên xwe hebûna û wana ji cêribandina konfederalîya Împeratorîya Medyayê ya di ware rêvebirîyê da ders derxistibûna, dîrokê bi şêwazekî dinê hatibûya nivîsîn...
Lê, ji ber ku di nava wan da prênsîba “Bila biçûk be, lê bila ya min be!” serdest bû, kurdan, wek netew, ew fersenda dîrokî ji destê xwe berdan. 

Lê belê, wek ku dibêjin, di dîrokê da mercê egerî nîn in, û dîrok şaşîyên mirov naborîne mirov!
Lê di serdema desthilatdarîya sêlcûkan da, piştî wê, dema serdarî dikeve destê Sencar (1097), di nava sazîya dewletê da werguhartinên bingehîn tên pêkanîn. Û dewleta sêlcûka dabeşî ser herêmên cuda dibe, û yek ji wan herêman jî Kurdistan bûye. Lê li vira nave Kurdistanê tiştekî mercî bûye, lewra ku ew herêm tenê beşê Kurdistanê yê rojhilatê werdigire nava xwe, ne ku tevahîya Kurdistanê. Û, hem jî, tenê sê-çar bajarên rojhilatê Kurdistanê bi navçeyên derdorên xwe ve dikevin nava wê... Tenê beşekî Kurdistanê bi navê tevahîya welêt bi nav kirin, dê ne ku tenê hebûna Kurdistana mezin red bikira, lê wisa jî dê hewl bidana di bîra gel da li şûna tevahîya welêt her tenê beşekî wî bidin pejirandin...

Li jorê êdî hate gotin, ka çawa gelek caran gelên cînar, an jî rêwîgerên bîyanî welatekî konkrêt bi nav bikin, û ew nava ne anegorî xwebinavkirina wî gelî bi xwe be, lê, dîsa jî, zanîyarîyên pêbawer di wê derbarê de hene, ku di destpêka sedsala XI da navê Kurdistan di çavkanîyên dîrokî tên bîranîn.
Di “Bûyernameya”dîroknûsê ermenî yê sedsala XII, Mattêos Ûrhayêtsi (13), wisa jî di der barê bûyerên nîveke sedsala X de dinivîse, yên ku, wek ku ew bi xwe dinivîse, ewî ji “wan bihîstÎye, yên ku pir berê hatine cîhanê û gelek tişt li ber çavên xwe dîtine û di pirtûkên dîroknûsên kevn de xwendÎye...” Û li vira zanîyarîyê balkêş di derbarê bûyerên sala 1032an ên diramatîk da hene, yên di Kurdistanê de, li derdorên Rihayê pêk hatine.

Mattêos Ûrhayêtsî gotinên ji nameya parazvanê Rihayê, fermandar Reîs Bal (Bal el-Reîs) tîne, ya ku ewî ji Siltanê Merwanîyên Farqînê Nasirûddewle re dişîne: “Ez di rewşeke pir dijwar de me û bi min re – hemû Kurdistan…!” – Di wê nameyê da tê gotin (14).




Helbet, ji hêla zanistî ve hîç jî girîng nîn e, ka nûnerên gelên dinê welatê kurdan çawa bi nav kirine: Kar-du-ka, Bet Kardu, Karduxiya, Gorduene/Korduene, Erz’ul Ekrad,Bakarda, Korduk an Kurdistan, yek e, wek ku ewana pênc hezar sal berê welatê kurdan destnîşan kirine, îro jî wisa destnîşan dikin, û di bingeha wan hemû şêwazan de netewnavê kurd heye, yê ku di çavkanîyên cuda û di serdemên cuda de ev şêwazên xwe hebûne: kard, kord/gord an kurd.

Û, her çiqas daneyê dîrokî yên weha hene, di zanistê de “zanyar” peyda bûne, yên ku bi her awayî hewl didin,“piştrast bikin”, xwedêgiravî navê Kurdistanê (ango, welatê kurdan!) her tenê di sedsala XII a s.m. de tê bîranîn, û hinek wek-zanîyar jî hewl didin, di derbarê daneyên dîrokî yên pêbawer da bi giştî “ji bîr bikin”, yên ku di çavkanîyên kevnar û yên sedsalên navîn de hatine parastin...  Yek ji mînakên weha jî weşana “Bûyernameya” navborî ya Mattêos Ûrhayêtsî ya bi zimanê tirkî ye. Ev berhema sala 1962an hatîye weşandin (ew ji ermenîya kevn Hrant Têr-Andrêasyan wergerandîye li tirkî) û êdî pê re jî gîhandîye, dubare du caran jî bê weşandin, lê di wê de bîranîna di derbarê Kurdistanê de nîn e, ya ku di weşanên wê berhema giranbuha ya fransî (werger: a Êdûard Dûlariyê)û ya înglîzî da (werger: a Ara Êdmond Dostûryan) da hatîye parastin. Lê di wergera înglîzî ya A. Ê. Dostûryan da gotina“gelê kurd” bi “gelê tirk” hatîye guhartin... 

Dema em analîza zimanzanî-êtîmolojî ya van peyvan tomar dikin: ya ‘Kur-tî’,‘Kor-da-ka’, Кар-ду-ка’,‘Beth Kardû’yên di çavkanîyên somerî û asorî de, şêwazê kardux’ yê li bal Ksênofon û ‘Gordîena’//‘Gordîêya’ yên bal Strabon (ên ku ew bi xwe di derbarê wan da dibêje, ku di demên kevnar de ji wan ra ‘kardux’ gotine!), şêwazên erebî yên ‘Erz’ul Ekrad//ارض الاكراد’ – Xaka kurdan (ereb. ‘al-akrad –الأكرا ’– piranîya peyva‘kurdi –كردي’-‘kurd’) û Bakarda’,wisa jî şêwazê‘Kurdistan’ê li bal Mattêos Ûrhayêtsî û sultan Sencar, digihîjin wê encamê, ku di bingeha wan hemû şêwazan de awazê bêdeng ên k-r-t/d hene, û di wan de di zimanên cuda de anegorî taybetmendîyên wan awazên dengdêr ên ‘a’,‘o’ an ‘u’ li wan zêde dibin, û bi şêwazên cuda tên bilêvkirin: ‘kard’, ‘gord’, ‘kurt’ –‘kurd’.

Ango, hemû şêwaz jî li ser bingeha xwenavkirina ‘kurd’pêk hatine... 

Û li vira ya here girîng jî ev e!

Lê ew, ku peyva‘kur-ti’di sûmerî de tê wateya ‘gelê jorîn’,‘gelê çîyayî’, ew, wek ku tê xuyan, dive mirov bi wê şirove bike, ku yên kurd ji sûmeran re ‘gelê çîyayî’ bûne, a paşê peyva ‘kurd’ (‘kur-tî’) di zimanê wan da wateya ‘gelê jorîn’, ‘gelê çîyayî’ werdigire, ji vir jî – ‘kur’ – çîya. Di vê derbarê de wisa jî ew rastî dibêje, ku di zimanê sûmerî de peyveke dinê ya ‘kur’ jî heye, bi wateya ‘cîhana binerd’, û hatîye pejirandin, ku wan herdu peyvan yek bihejmêr in(15).  Lê ji hev dûrbûna weha ya wateyan (‘çîya’ û ‘binerd’) dibe bingeh, ku em wan du peyvên cuda bihejmêrin, û ew ji bingehên cuda tên.  Eger, em bibêjin, peyva‘kur’, bi wateya ‘binerd’ peyveke sûmerî ye, û, dibe ku ji hêla bilêvkirinê ve ev şêwazê wê hebûye: ‘kur’ (hemberî peyva kurdî ya ‘k’ur’ bike!), lê şêwazê ‘kur’, bi wateya ‘çîya’(16), divê pêwendîya xwe bi peyva ‘kurd’ ra hebe. Û di der barê vê de rastîyeke dinê jî dibêje: “ev peyva di sûmerî de gelek car ji bo destnîşankirina çîyayên Zagrosan ên ji Sûmer ber bi rojhilatê ve ye, hatîye bikaranîn”(17), lewra ku ev çîyana jî ji bo sûmeran bi navê   ‘kurd’ re têkilîdar bûne.

Ango, li vira du peyvên cuda yên yekşêwaz hene:  yek ‘kur’ – biwateya ‘cîhana binerd’, ‘binerd’ (û ew peyveke sûmerî ye!), û peyva dine ya ‘kur’–bi wateya ‘çîya’û ‘çîyayên Zagrosê’(yên ji Sûmer berbi rohilatê ve), û ev her du wate jî bi nave ‘kurdan’ ‘kur-tî’-yan re têkilîdar in.
Û ev hemû govenîya wê dide, ku ev peyvana di destpêkê de yên kurdî bûne, ewana ji hêla kurdan ve ji bo danasîna hinek têgehên konkrêt hatine bikaranîn (‘kurd’û‘Kurdistan’), û her paşê di nava gelên cînar de belav bûne û di nava sazîya wan de anegorî dengsazîya wan zimanan guhartin pêk hatine – yên zimanên: sûmerî, latînî, yewnanî, erebî, asorî, ermenî û hwd….

____________________


ÇAVKANÎ

1-) Bois Thomas, Minorsky Viladimir, Mac Kenzie D.N., Kürtler ve Kürdistan, DOZ yayınları, Istanbul – 2004, s. 41//Boîs Tomas, Mînorskî Vladîmîr,Mak Kênzî D. N., Kurd û Kurdistan, weşanên DOZ, Stenbol – 2004, rû. 41.

2-) Di heman cîyî da, rû: 42.

3-) Di heman cîyî da, rû: 42.

4-) Herodot, Tarih, Istanbul – 2006, I, 101//Hêrodot, Dîrok, Stenbol– 2006, I, 101.

5-) Ksenefon, Anabasis (Onbinlerin Dönüşü), Sosyal yayınları, Istanbul – 2010, pirtûka IV, serîyê III, 2 – 29// Ksênofon, Anabasîs (Vegera deh hezaran), weşanên Sosyal, Stenbol – 2010, Pirtûka IV, Serîyê III, 2 – 29.

6-) Ezîz ê Cewo, Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere, Amed – 2017, rû. 87 – 94//Азиз э Джаво, Эздианство: где надо искать правду о нем, Амад – 2017, стр. 87 – 94.

7-) Di heman cîyî da, Pirtûka XI, SerîyêXIV, xalên 2, 8, 15, Pirtûka XVI, Serîyê I, xalên 8, 21, 24, 25.

8-) Di heman cîyî da,Pirtûka XI, Serîyê XII, xala 4.

9-) Di heman cîyî da,Pirtûka XVI, SerîyêI, xala 24.

[1]0-) Dihemancîyî da, Pirtûka XIII, xala. 3; PirtûkaXV, SerîyêIII, xala 1.

1[1]-) Plutarch (Lucius Mestrius Plutarchus),Bioi Paralleloi, serîyê “Kimon and Lucullus”, beşê  “Lucullus”, xalên14, 21, 26, 27, 29, 30, 31, 34//Plutarx(Lucius Mestrius Plutarchus), Jînenîgarîyên hemberîhevkirî, Serîyê“Kîmon û Lûkûllos, beşê “Lûkûllos”, xalên14, 21, 26, 27, 29, 30, 31, 34.

12-) Ezîz ê Cewo, Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere, Amed – 2017, rûpelên 87 – 88//Азиз э Джаво, Эздианство: где надо искать правду о нем, Амад – 2017, стр. 87 – 88.

13-) Mattêos Ûrhayêtsî, erm. ՄատթեոսՈւռհայեցի, ango,Mattêosê ji Ûrhayê. Wisa jî wek Mattêosê Êdêsî tê zanîn. Ûrha – bilêvkirina bi ermenî a navê bajarê Ruhayê ye – di bakûrê Kurdistanê da: dema zimanê ermenî ji zimanên îranî peyvan werdigire, di wan da awazê bêdeng ê  f  werguhêrî hdibe. Mînak: frahang – hrahang (հրահանգ), fraver – hraver (հրավեր), fravartak – hrovartak (հրովարտակ), ferman – hraman (հրաման),  freştak – hreştak (հրեշտակ), Ûrfa – Urha (Ուռհա). – 

14-)  Matthew of  Edessa, Chronicle, University Press of America, Lanham – New York – London – 1993//Mattêosê Êdêsî, Bûyername, Zanîngeha çapemanîyê ya Amêrîkayê, Lanham – Niyû York – London – 1993, rûpelên 51 – 55.



17-) Li nasîya 16an binihêre.

____________________


WÊJE Û ÇAVKANÎYÊN DINÊ


Bois Thomas, Minorsky Viladimir, Mac Kenzie D.N., Kürtler ve Kürdistan, DOZ yayınları, Istanbul – 2004//Boîs Tomas, Mînorskî Vladîmîr, Mak Kênzî D. N., Kurd û Kurdistan, weşanên DOZ, Stenbol – 2004.

Kürt tarihi araştirma – 1, Osmanlı Kürdistanı Kurdistana Osmanî, Istanbul – 2011//Lêgerînên dîroka kurdî – 1, Kurdistana Osmanî (bi tirkî û kurdî), Stenbol– 2011

Evliya Çelebi, Seyahatname, İstanbul, 2010//Evlîya Çelebî, Pirtûka rêwîtîyê, Stenbol, 2010

Ezîz ê Cewo, Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere, Amed – 2017

Herodot, Tarih, Istanbul – 2006//Hêrodot,  Dîrok, Stenbol – 2006.

Hrant Der Andreasyan, Urfalı Mateos Vekayinamesi (952-1136) ve Papaz Grigor'un Zeyli (1136-1162), Istanbul – 2000//Hrant Dêr-Andrêasyan, Bûyernameya Mattêosê Ûrfayî (952 – 1136) û pêveka keşe Grîgorî (1136-1162), Stenbol – 2000.

Ibn’ul Ezrak, Mervani Kürtleri Tarihi, Koral yayınları, Istanbul – 1990//Ibn’ul Ezrak, Dîroka kurdên Merwanî, weşanên Koral, Stenbol – 1990.

Kaşgarlı Mahmut, Divanu’l Lügat-ut’ Türk, Kabalcı yayınları, Istanbul – 2007//Kaşgarlî Mahmut, Ferhenga mezin a zimanê tirkî, weşanên Kabalcı, Stenbol – 2007.

Ksenefon, Anabasis (Onbinlerin Dönüşü), Sosyal yayınları, Istanbul – 2010//Ksênofon, Anabasîs (Vegera deh hezaran), weşanên Sosyal, Stenbol – 2010.

Matthew of  Edessa, Chronicle, University Press of America, Lanham – New York – London – 1993//Mattêosê Êdêsî, Bûyername, Zanîngeha çapemanîyê ya Amêrîkayê, Lanham – Niyû York – London– 1993.

Mihemed Emin Zeki Beg, Kürtler ve Kürdistan Tarihi, NÛBIHAR yayınları, Istanbul – 2010//Mihemed Emin Zeki Beg, Dîroka Kurd û Kurdistanê, weşanên NÛBIHAR, Stenbol – 2010.

Mehrdad Izady,  Kürtler-Bir el kitabı, DOZ yayınları, Istanbul – 2004//Mehrdad Îzedî, Yên kurd. Zanîyarîname, weşanên DOZ, Stenbol – 2004.

Plutarch (Lucius Mestrius Plutarchus),Bioi Paralleloi//Plutarx(Lucius Mestrius 
Plutarchus),Jînenîgarîyên hemberîhevkirî.

Şemseddin Sami, Kamus'ul Alam, Cild 5, İstanbul – 1896, sayfa 3840-3843//Şemseddîn Samî, Ferhenga cîhanî, berga 5, Stenbol – 1896, стр. 3840 – 3843.

Şeref Xan ê Bedlîsî, Şerefname, Weşanên AVESTA, Stenbol– 2011.

Strabo,The Geography, London–1958//Strabon, Erdnîgarî, London– 1958.

Xerzî Xerzan, Navê kurd û Kurdistanê di dîrokê de, Kovara “Sormey”, 2017, hejmarên 16 – 18





Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)