…ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!..



…ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!..

Ezîz ê Cewo 

“R’astîyeke tal
ji hezar derewên şêrîn şêrîntir e!”
(Gotina pêşîyan)
Helwest heman helwest e, tiştekî nû li holê nîne! Lê, dîsa jî…
Piştî weşana nivîsa ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’[1] a Hoşeng Broka min hinek nirxandin di gotara xwe ya “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan”[2] da li ser wan helwest û nêr’înên wî biraderî kiribûn, ên ku di wê nivîsê da dabûn der.
Û kekê Hoşeng li ser van nêr’înên min gotareke ji heyşt beşan bi sernivîsa Ezîzê Cewo û „Çîroka Xwedayekî Sextekar“[3] dinivîse û şûna ku dîtinên min bi zanistî binirxîne, şiroveyên xwe bîne, eger tiştek jî hebe, bi zanistî gotina xwe bibîje, li r’û erdê çi buxdan, şer’ û şilt’ax û t’ewanbarî hene û t’unene, davêje p’êsîra min û hewl dide, dîsa berê me bide “Êzdaname” û “Çîroka ’Xwedayekî sextekar’”, a ku, wek ku ew bi xwe dinivîse, ewî, “hem wek „şahidekî“ vê pirtûkê û Xwedayê wê yê „sextekar“, hem jî wek pisporekî Êzîdînasiyê” xwe mecbûr dîtye, ku hindekî ji çîrok û dîroka „Êzdanamê“ vebêje...
Û bi vê r’êyê evî biraderî çi karibûye, ew jî gotye. Lê ev serpêhatya wî û ya wan e, yên ku bi hev r’a ev pêk anîne,...lê ew di nîvê r’ê da ji xwe p’oşman bûye, ...ji ber ku derk’etye holê, ku Xwedayê wî û yê wan ne yek in, xeta wî ya sofîtî-îslamîkirina êzdîtîyê derbaz nebûye û lewra jî, wek ku di nav gel da tê gotin, piştî şêr’ bi gef û gur’ dike qêr’în: “Hela min berdin!”
Ev jî bi serê xwe ne ku zanist û zanîyarî ye, lê dibe mîna şer’ekî neheq, êrîşeke bê bingeh...
Wekî dinê, jixwe têgihîştin û helwesta wî li holê ne, û hîç pêdivî jî nîne, ku mirov careke dinê bi hûrbînî li ser wê p’irtûkê r’a derbaz bibe! Û, ji bilî vê, nêr’îna min a di vê derbarê da jixwe di gotara min a navborî da li holê ye: “...eger mirov dest davêje pirsekê û xwe r’ast û destûrmend (competent) dibîne, divê ferqa di nava xwe (wek lêger’îner) û yên dinê da (wek siyasetmeder) bibîne. Erk’ û jêderên helwestên van herdu katêgorîyên kesan cuda ne. Siyasetmeder ji bo bi r’êyên siyasî çareserîya pirsgirêkên gelê xwe bibîne, r’ê û r’êbazan diger’e, lê lêger’îner jî, ji hêla bi zanistî bi k’arê wan r’a bibe alîk’ar, bi berpirsyarîya xwe r’adbe.
Ev herdu divê hev t’emam bikin, ne ku r’abin dijî hev û bi hev r’a bêne gulaşê…
Di jîyanê da hîç tiştek jî ji sedî sed (absolyût) nine, divê mirov ewqas jî li ser ra’stbûn û destûrmendîya xwe ferz neke, ji ber ku, yê ku divê wê bibîne û bip’ejirîne jî, civaka kesên pispor bi xwe ye...”
Hew!
Lê, wek ku tê xuyanê, kekê Hoşeng hem ji hêlekê va dîsa ewê helwesta xwe dide pêş, dîsa dixwaze k’arê ku wan bi hev r’a pêk anîne, û ewî bi xwe di nîvê r’ê da berê xwe jê guhastye, bi me bide nirxandin û nêr’îna xwe li me bide ferzkirin...
Çima?
Û, her çiqas ew xwe derveyî siyasetê bide xuyan jî, ev bi serê xwe helwesteke siyasî ye! Lewra ku, wek ku tê zanîn, “bêsiyasetî” jî şêwazekî siyasetê yê sergirtî ye! Ji ber wê jî, li ber ç’avan e, helwesta vî biraderî ji bo wî bi serê xwe bûye wek îdêya-fîk’s (fixed idea), û, yek e, ew li hemû r’astîyan di eyna xar da dinihêr’e û anegorî wê jî wana dinirxîne û r’avedike.
Lewra jî, ez li vir dixwazim, t’enê hinek tiştên bingehîn binirxînim – ew jî, ne ewqas ji bo wî biraderî (yek e, ew li ser ya xwe ye!), çiqas ji bo xwendevanên hêja. Û bila xwendevan bi xwe bibînin, k’a r’astî di çi da ye!
Di sêrî da bibêjim, ew, ku kekê Hoşeng gelek tiştan nabîne (an dide xuyan, ku nabîne?!) ew ji ber wê ye, ku bingehên têgihîştinên me herduyan ên vê mijarê ji hev cuda ne. Ya yekem ew e, ku ew li ser dîtinên biêzîdîkirina (bixwîne: îslamî-sofîkirina) êzdîyan gihîştye-mezin bûye, lê min di nava êzdîyan da ç’avê xwe vekirye, di nava êzdîyan da mezin bûme. Û ev êzdî jî, ne bi giştî be jî, ji wan pêvajoyan, der mane, yên ku bi hatina Şêx Adî û piştî “r’êformên” wî di nav civaka êzdîyan da r’û dane... Ango, em du mirov in, ên ku ji nav civakên ji hev cuda, olên ji hev cuda hatine (ew êzîdî-sofî ye, ez êzdî me!), û ji bo wê jî dîtin û armancên me ji hev cuda ne: ew hewl dide êzîdîtîya sofî li ser r’edkirin û t’unekirina êzdîtîyê li civakê ferz bike, lê ez dibêjim, ku êzdîtî bi serê xwe oleke kevnar a gelê k’urd e, û t’u p’êwendîya wê bi sofîtîya (sûfîzm) îslamî r’a nîne (û, ku êzîdîtî t’erîqeteke îslamê ya sofîtîyê ye jî, ne ku ez, lê ew biradera bi xwe dinivîse!).
Ev jî mîna wê ye, em bibêjin, eger nûnerên olên xrîstîyanîyê, misulmanîyê, yehûdîyê an ên hineke dinê, an pispor-zanîyarên wan olan li ser pirsekê govtûgo bikin (bi zar be ew, an bi nivîskî!), dîtinên wana dê ji hev cuda bin. Û, pirs di wê da ye, ev nûnerên olên cuda û pisporên wan dîtinên hev dibihên, hewl didin têbigihîjin û ji bo xwe dersekê jê derxin (helbet, yên têgihîştî û ne fanatîk!), û dîsa her yek li ser ya xwe dimîne, an jî di nava goftûgoyê da her yek hewl dide, ku ola xwe kevntir an heqtir nîşan bide! Û kesek kesekî dinê r’ed nake, nabêje, ku ewên hember t’unene (her çiqas di binî va bawermendên hev ji r’êya wan diguhêr’in!). Lê kekê Hoşeng hebûna êzîdîyatîyê li ser t’unekirina êzdîtîyê ava dike û vê xeta xwe jî li hemûyan ferz dike...
Belê, ew bûne êzîdî-sofî, wek ku ew bi xwe dinivîse: “Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e (bi k’urdî: sofî/sofîtî. – E. C.), ku bingeha wê jî ji islamê wêdetir e. ...Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e, û ji dînnasiyê jî bihtir irfannasî ye, û ji Xwedanasiyê jî bihtir mirovnasî ye. Lewre, Hisên Bin Mensûrê Hellac (858-922) digot: „Ez heq im.. û ji xeynî Xwedê jî di bin cubbê de tune!”
Û ew li ser vê bingehê û ji vê jî zêdetir, êrîşên xwe yên derûnî didomîne:
“...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê”. – Helbet pirsa gunehk’arî yan negunehk’arîyê wê hê derê ber ç’avan, lê ez li vir dixwazim ji vî biraderî bipirsim – k’a, gelo, ew qonaxa sûfîst a here berz çawa dikare di êzdîtîyê da hebe? Eger li ser bingeha sûfîzma îslamî terîqetek bi navê êzîdîtîyê (ne êzdîtî!) avakirine, çi p’êwendîya wê bi êzdîtîyê r’a heye, ya ku xwedî dîrokeke çar-pênc hezar salan e?!
Û, ew bi xwezayî, vê sofîtîya îslamî bi gotinên Ebû Ebdullah el-Huseyn îbn Mansûr el-Hellac şirovedike, yê ku ezdazan (t’êolog) û mîstîkê îslamî û nûnerekî sofîtîyê bûye...
Eger kekê Hoşeng sofîtîyê wek êzîdîtî r’avedike (an, berovajî wê, êzîdîtîyê – wek sofîtî!), êdî pêdivîya gotinan namîne. Mirovekî, ku p’ir’î-hindikî bi îslamê r’a nas be (êdî ez di derbarê oldarên îslamê û pisporên vî warî da nabêjim!), wê ji dîroka îslamê û sofîtîyê (sûfîzm) bizanibe, ku sofîtî an bi erebî: t’esevûf (تصوف) şaxekî sofîtî-mîstîkî ye di îslamê da, yek ji şaxên sereke yên felsefeya îslamî ya klasîk e. Û yên ku dû vî şaxê îslamê diçin, ji wan r’a sofî (sûfî) dibêjin. Û evê r’astîyê jî, dê hîç ji kesî r’a li hev neyê, ne r’ed bike, ne jî veşêre!
Belam, tiştê ku nayê têgihîştin û p’ejirandin jî, ew e, ku ew vê îslamyetîyê bi êzdîtîyê va girêdide, an, r’asttir dibû, mirov bigota, ewê datîne şûna êzdîtîyê... Û ev jî t’u p’êwendîya xwe ne bi zanistê, ne bi r’astîya dîrokî û ne jî bi ol û olzanîyê r’a heye. Ev siyaset e û siyaseta zordarîyê ye, ya ku, eger ewî bi xwe li ser vê nirxandin bikirana, dê ji sedî sed ew faşîzm navbikira! Lê ez vê faşîzm nav nakim. Ew pêvajoyeke dîrokî ye – dema olek tê û oleke dinê t’une dike û şûna wê digire... Ev baş be, an – xirab, pirs ne di wê da ye. Ev li civaka mirovahîyê ne xerîb û awart’e ye: yek hatye, ya dinê t’une kirye! Û pirs jî hîç ’ne di wê da ye, k’a k’îjan ji wana xirab e û k’îjan – baş! Başî û xirabî di nava p’êwendîyên demê û mercan da hene. Mînak, heman t’unekirin ji bo wan, ên ku t’une dikin, tiştekî baş e, lê ji bo wan, ên ku tên t’unekirin, xirab e. Ji vira jî – helwestên wana yên ji hev cuda!
Lê...
Wek ku tê xuyan, t’unekirina êzdîtîyê, ya ku 950 sal berê destpê bûye, hê t’am neçûye sêrî...ji bo wê jî ev pêvajo îro jî didome!
Û ji bo ku evê helwesta xwe veşêre, kekê Hoşeng, min di nat’sîonalîzmê û meşandina “şer’ê sar” ê dema Sovêtê da t’ewanbar dike... Ango, bi gotina wî, eger yek dibêje – ez ez im, lê tu tu yî, navê min û yê te ji hev cuda ne, ola min û ya te ji hev cudane, ew wî di nat’sîonalîzmê, faşîzmê, şer’ê sar da t’ewanbar bike... Û ew, ku êzdîtî û êzîdîtî ji hev cuda ne, ew bi xwe jî piştr’ast dike. K’a, careke dinê gotinên wî bi bîr bînin: “Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e...”, “Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e... ”, “Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de...” – Belê, ev êzîdiyatî, ya ku ev biradera dibêje, t’erîqeteke îslamê ya sofîyan e, ya ku nikare êzdîtî be!... Lewra jî divê êzdîtî bê r’edikirin û t’unekirin, ku ew t’erîqat hebe û li şûna êzdîtîyê bê p’ejirandin?!
Ya ku ji destpêkê heya naha hatye kirin jî, ev bûye û îro jî ev e...
Û ji bilî vê, balk’êş e, gelo ew êzdî, yên ku kirine êzîdî-sofî, haş ji vê hene? Ji bo wê, bila xwendevanê hêja bi xwe van r’êzên qewleke êzîdîyan bixwîne û bersîvê jê derxe:
“Ya melek’ Fexredîn te em xundîne li hizretê,
Tu me bisit’rînî ji dirba xerqe,
Ji, Şerî’etê, ji terîqetê;
Şikir te em avêtine ser pişka sinetê!”
Û, ew, ku kirasekî îslamî-sofîtî li stuyê êzdîtîyê pêç’ane, ne t’enê êzdî têgihîştine, her weha gelek zanîyar û ezdazanên bîyanî jî ev dîtine, têgihîtine û şiroveyên xwe dane.
Weha, di derbarê wê da, k’a çi hatye serê êzdîyan û êzdîtîyê, zanîyar-r’ojhilatzanê bi nav û deng O. L. Vîlçêvskîy çi dinivîse: “...Têrmînologî û sazûmanîya sofîtîyê (sûfîzmê) ewqasî k’etye nava êzîdîtîyê, ku carna dijwar e, ku mirov bikaribe di bin qalibê bawerîya Şêx Adî ya abstrakt û bi aşkereyî ji êzîdîyan r’a bîyanî (xerîb) da şopên bîrûbawerîyên kevn bibîne”.[4]
Û, lewra jî, dema kekê Hoşeng hewar û hêwarzeyekê dadixe, nak’eve heşê mirov! Eger ew gengeşîyên zanistî, cudahî û dijberîya r’aman û nêr’înan wek “şer’ê sar” nav dike, ez ji wî û yên dinê r’a bibêjim, eger p’êwendîyên Şêx Adî hê di dema zar’otîya wî da bi civaka êzdîyan r’a nînbûna, êzdîyan ew nas nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va wek “mirovê xwe” bê p’ejirandin,[5] û bi zarê xwe yê şêrîn ewî xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şêrîn maran ji qulê derdixin! ”), û, ya here sereke, r’ewşa êzdîyan a giran û bêç’are nînbûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê berxwebidana, wê xwe bidana kuştin, lê S’targeha ola xwe ya navendî wê nespartana wî û dê îro jî ne di vê r’ewşê da bûna...
Binihêr’in, şûna ku ev biradera tiştekî bi zanistî r’avebike, wan pirsan (bi zanibûn be, an – na!) bi siyasetê va girê dide: “Helbet bersiv (ji kêmanî ji aliyê min de) diyar e. Ew jî ji ber ku siyaseta nivîskariya birêz Cewo ji siyaseta vê pirtûkê û saziya wê ye, ku yek ji saziyên Êzîdiyan yên rastûxo ser bi siyaseta PKK ve ne. Helbet siyaset û siyasetşêkirin ne sûc e, belê mafek ji mafên mirovan e, lê sextekirina Xwedayekî jibo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî din, ne ji mafê ti kesî ye. Ev zor e; zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê tê binpêkirinê”.
Li vira mirov çi dikare bibêje?
Baş tê zanîn, ku ji bilî destanîn û p’arstin mafên gelê k’urd (êzdî, misulman, xrîstayn, yehûdî, yan ên dinê!) û k’urdistanîyan, siyaseteke PKK-ê ya dînê nine. Li hember êzdîyan jî, bi t’aybet, ew e, ku ew di nav civaka K’urdistanê da bi çand, ol, kevneşopîyên xwe û berxwedanîya xwe ya bêhemp’a ya dîrokî va bên naskirin (ango k’urd bi wê p’arç’eyekî dîroka xwe nas bikin û lê xwedî derk’evin!) û ew bi vê bibin cîhê şanazîyê û bibin xwedî maf. Hew! Û hemû dîroka vê r’êxistinê û bûyerên ku di Şengalê da r’û dan û pêvajoya piştî wan bûyeran jî li ber ç’avan in û govenîya vê ne! A, ev jî xeta bir’êz Abdullah Ocalan e, ya ku ewî bi zanistî, li ser lêger’înên dîroka mirovahîyê, ji şûmêran (sûmeran) girtî heya serdemên nû, destnîşan kirye...
Lê, wek ku tê xuyan, a ku ev biradera dixwaze, ne ev e– armanca wî tiştekî dinê ye! Eger ew di derbarê “...sextekirina Xwedayekî ji bo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî din” da diaxivya, divê bizanibûya, ku di r’astîya xwe da ev hemû anîne serê êzdîyan (ne êzîdîyan!) û Xewdayên wan. Û îro jî ew bi xwe bi t’undî vê xetê dimeşîne. A, ya zor jî ev e, û ev jî, wek ku ew bi xwe dinivîse, “zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê da tê binp’êkirinê”, ango, mafên êzdîyan û Xwedayên wan tên binp’êkirin! Wek ku tê xuyan, ew, ku bi “r’êformên” Şêx Adî êzdîtî (wek bawerî, wek felsefe, wek têgihîştina cîhan û jîyanê!) heya dawîyê ji holê r’anebûye, ev ne bi dilê hinekan e: “Çawa dibe?!” – Ew di hindur’ê xwe da diqîrin...
Lê naha jî di derbarê wê da, k’a ev helwesta k’urdan bi giştî ya li hember êzdîyan bingeha xwe ji k’u digire.
Bi r’astî bibêjim, evê pirsê ne ku îro, lê hê jizûva bala min k’işandye û ez mijûlkirime.
Ji bo ku ev bê têgihîştin jî, analîzeke heşmendî me divêt, ji bo wê jî ezê wê hinekî ji dûrva destpê bikim.
Weha, havîna 1993-an meyê li K’omara Adîgêyê ya Fêdêrat’sîyona R’ûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya k’urdên Sovêtê lidarbixista (wê demê jî min ne PKK û ne jî bir’êz Abdullah Ocalan nasnedikirin!). Wî çaxî ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên k’urdên misilman bûn... Û li wir tiştekî bala min k’işand: dayîkên van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê R’ojê!”, “Ez bi vî nanê germ û t’exte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma, ev ji k’u tê? – Min bi xwe ji xwe dipirsî.
Lê eger em sondên di nav me- êzdîyan da binihêr’in?- “Ez bi vî Şemsî!”, “Similayî!” (ango, “Bismilayî!”), “Ez bi milyak’etan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi Şêşims!”- Ma, ev ji k’u tên? – Dîsa min dipirsî...
Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyan, di nav beşekî k’urdên misilman da hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine p’arastin, ne ku li bal k’urdên êzdî.
...Ev tiştên ku min dîtin, t’avetî nedidan min, piştî demekê min di derbarê wan da nêr’în û nirxandinên xwe di gotara xwe ya “Êzdîtî!” da nivîsîn.[6]
Û ev pirs a “Ma, ev ji k’u tê?” hert’im bi min r’a bû. Û peyr’a ez çûme K’urdistanê, di nav k’urdên me yên misulman da bûm mêvan (li herçar p’arç’eyên Welêt), r’oj bi r’oj ev pirs, çiqas diçû, şêwazekî xwe yê bersîvxwaz digirt: “Ev ji k’u tê?!”
Helbet, paşê, hê dereng, li ser hinek pirsên bi vê mijarê va girêdayî di gotara xwe ya “R’ojekê em divê ji hev r’a r’astîyê bibêjin?” da min nirxandin pêkanîn.[7]
Ç’avdêrî û lêger’înên min ez gîhandim wê dîtinê, ku di nav k’urdên misulman da şopên bingehên êzdîtîyê bêhtir hatine p’arastin, ne ku di nav wan da, yên ku bi “r’êformên” Şêx Adî werger’yane û bûne êzîdî.
Çima?
Eger k’urdên misulman bi destê zorê, bi şêwazî îslam p’ejirandine jî, lê di k’urahîya bîra wan, di nava felsefe û têgihîştina wan a jîyanê da gelek deremên êzdîtîyê hatine p’arastin. Lê ya wan, ên ku Şêx Adî û bîrûbawerîya wî p’ejirandine, bi p’ir’anî bawerîya wan a kevnar ji nav bîra wan hatye paqijkirin-şûştin û li şûna wê bingehên sofîtîyê (an ên sunnîtîyê?!) lê hatine barkirin…
Û, tiştê balkêş jî ew e, ku dagerkerên welatê me evê r’ewşê ji hinekên di nav me da baştir tê digihîjin... Ewana k’urdan k’afir (ango, ne îslam) nav dikin û dibêjin, k’urd ne misulman in! Ku ew t’enê wê demê dikarin misulman bên hejmartin, eger di cîhanê da hîç misulmanek jî nemîne! Dibe ku ev bû sedema bingehîn, ku dema t’evkujîya Helebçeyê ya k’îmîyabaranî pêk hat, zîrveya bilind a welatên îslamî derbaz dibû, lê demgek jî ji wan dernek’et...
A, em careke dinê veger’in ser wê, k’a kekê Hoşang bi xwe di derbarê Şêx Adî û sofîtîya wî da çi dibêje: “...çanda Şêxadî wek irfannas û sufîstekî mezin bi Erebî jî bûye…”, an: “Ma gunehê Şêxadî çi ye, ku wî xwe Êzîdî naskiriye, lê çanda wî bi Erebî bûye?” – Çawa dibe?! Ev çi absurd e, ku Şêx Adî xwe êzîdî naskiribe, lê çanda wî erebî be. Lê ew gotina oldarên êzdîyan, ku êzdî t’enê ji dêya xwe wek êzdî dibin, ku mirovekî ji oleke dinê nikare bibe êzdî, li k’u ma?!..
Helbet, ev wisan e, lê ya ku kekê Hoşeng dibêje, ne êzdîtî ye, ew t’erîqeteke îslamî-sofîtyî ye (ewê jî, ew bi xwe dinivîse!), ya ku Şêx Adî bi xwe sazkirye (û ne ku êzîdîtî berî wî hebûye, û ewî jî xwe êzîdî naskirye)! Û ew bi xwe jî ne ku bûye êzîdî, lê ewî êzdî biêzîdî kirine– ji xwe êzîdîtî ew bi xwe bûye!
Wek ku ev biradera bi xwe dibêje, ku Şêx Adî sofî bûye, ulmê wî sofîtî bûye, çima nanivîse, ku sofîtî şaxekî îslamê û felsefeya wê ya klasîk e? Nizane, yan ji hinekan vedişêre? Û t’u p’êwendîya sofîtîyê jî bi ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyê r’a nikare hebe, ji ber ku ew du olên ji hev cuda ne!
Belê Şêx Adî hatye nava êzdîyan (herç’ên ku mabûne), êzdîtîya wan bi êzîdîtîya xwe guhar’tye… Helbet, ev jî bi carekê va pêk nehatye, ew pêvajoyeke demdirêj bûye û îro jî, her çiqas Şêx Adî nîne jî, yên ku wê didomînin, li holê ne...
Û ev pêvajo bi bir’yar didome û, eger berê t’enê têrmînolgîya êzdîtîyê guhartibûn, îro êdî heya r’eng û şêwazên pîrozgeh û qubeyên êzdîtîyê bi îsalamî dikin: êdî bûye moda li ser tûjikên pîrozgehên êzdîyan nîşana ola îslamê – hêkerê (hîva kerî) datînin, û gel gav bi gav hînî sembolên îslamê dikin (li fotoyên jêrê yên 1, 2 û 3 binihêr’in)...
Lê, wek ku min êdî di derbarê wê da nivîsye, gelek malbetên êzdîyan (yên ku nebibûne êzîdî!) ji ber t’evkujî û t’unekirinan hê 200-250 salî berê neç’ar mane, welatê xwe bit’erikînin, ewana êzdîtîya xwe p’arastine… Her paşê qewal û erkdarên sîstêma Şêx Adî ji navê Lalişa pîroz xwe gîhandine van jî û têgeh û têrmînên îslamî di nav wan da belavkirine. Erê, gelek tişt k’etye nava wan jî, lê ew tişt wisa jî bi şêwazî mane. Mînak, pêşîyên me jî 200 salî zêdetir e, ku hatine vê herêmê, gundê xwe (P’ampa K’urdan) avakirine, lê di nav wan da şêx t’unebûne, t’enê p’îrên wan hebûne… Îro jî mirîdên êzdî hîç tiştekî jî ji qewlên şêxan tênagihîjin (helbet, bi p’ir’anî şêx bi xwe jî tê nagihîjin, k’a çi dibêjin!)… Û dibe ku ji ber vê ye, ku pispora êzdîzanîyê Xanna Omerxalî ya hêja di p’irtûka xwe ya “Yêzîdîtî. Ji k’urahîya hezarsalan” da dinivîse, ku: “... her çiqas, bîrûbawerîya wî (ya Şêx Adî. – E. C.) di k’arê r’êformkirina êzdîtîyê da r’oleke girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa ye...”[8]
Divê bê gotin, ku di nav van êzdîyan da têgihîştina ne êzdîbûna vê sîstêmê ji berê va hebûye û îro jî bi t’aybet xurttir bûye. Yek ji sedemên vê yên sereke jî ew e, ku di nav qewlên wê da gelek tiştên erebî-îslamî hene. Ez t’enê li vir çend mînakan ji wan qewlan bînim, û bila pispor û oldar bibêjin, k’a ev çiqasî û çi “êzdîtî” ye, yan jî, çi p’êwendîya wan bi ola êzdî r’a heye:
Ya R’ebî,
Êla şanek, û Êla mik’anek, û Êla sult’anek!
Ya R’ebî, tuyî K’erîmî, tuyî R’ehîmî!
Ya R’ebî her tu Xudayî!
Her tuyî layiqî medh û senayî!
***
Bi qudreta Melik’ê celîl!
Lalişa Nûranî, Qudis û Xelîl, Mek’a û Medîn
Ew jî li ser min diger’in r’ûyê vê dinê bi sebîl!
***
Hûn bidine xatira Ezrayîl, Cebrayîl,
Mîk’ayîl, Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl,
Her heft melek’ên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
Di destên wan da, mifte û k’ilît
Li hizreta melek’ê celîl.
***
Ew bûn Melek’ên sekinîne,
Ji nûra îlahî ne,
Xwarina wan elhemdilla û şik’rîne.
***
Ezdîd r’esûl allah!
Seydî seded hizretê r’esûl!
Qurbane qebûl!
Navê bikrê Sult’an Êzdîd da, Alêk’im selam!
(Ev nimûneyên qewlên êzdîyan ji p’irtûka: T’êymûraz Avdoêv a “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî va” hatine hildan[9] ).
Û ji bilî vê em çend nav û têgehan jî hemberî hev bikin, ên ku îro di nava êzdîyan da tên bik’aranîn:
ên erebî: k’urdîia wan:
Ellah, R’ebb, Xuliqellah, Xweda/ê
R’ebbilalem/R’ebê Alemê
r’uh r’ewan
cunnet bihuşt
cehnime dojeh
fikir r’aman
melek’/milyak’et firêşte
dîn ol
Şems R’oj
înşallah! bi hêvîya Xwedê.
Û ev jî bûye sedem, ji bo gelek êzdî bibêjin, ku hemû şêx û Şêx Adî bi xwe jî ereb bûne… Lêbelê, ev nêr’în ji r’astîyê dûr e, Şêx Adî k’urd bûye, k’urdekî misulman û erkdarê îslamê bûye, bi xwe jî ji Hekkarîyê (Colemêrgê) bûye, ji bo wê jî di dîrokê da ew wisa jî wek Şêx Adî bên Misafir el Hekkarî tê zanîn. Îro jî gor’a wî li Colamêrgê heye. Cîhê ku gor’a Şêx Adî lê ye, wek ku dibêjin, berê gundekî Colamêrgê bûye, navê wî gundî jî Gulîr’esh bûye, niha ew bûye t’axeke bajêr, navê wê jî t’axa Binqesirê ye. K’urdên misulman Şêx Adî wek mirovekî pîroz ê ola îslamê nas dikin û diçin li ser gor’a wî, dua-drozgên xwe pêktînin (li fotyê jêrê yên 4,5,6,7 binihêr’in). Lê şêx jî ji bilî hinekan, bi bingehîn p’îrên êzdîyan bûne, yên ku piştî derk’etian sîstêma olî ya Şêx Adî erka şêxtîyê dane wan... Lê ew p’îr, ên ku mane jî, yek e, di nav gel da wek sembola paqijî û pîrozîyê bûne.
...Dema di gundê me da yek diçû ber dilovanîya Xwedê, gazî p’îrê me dikirin, û hinekan digot, ku ew dirozgeyan zêde nizane, k’a em ji gundê cînar gazî şêxekî jî bikin, r’ûspîyên me digotin, ev p’îrê me ye, ew pîroz e, bila hema li r’ex mirîyê me bisekine, bila tiştekî jî nebêje, besî me ye!
Û piştî dehsalan min heman nêr’în di derbarê pîrên êzdîyan da di p’irtûka erkadarekî ola ermenî-xrîstîyanîyê Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên êzîdî” da dît. Ew p’irtûk 105 sal berê hatye weşandin. Û xudanê p’irtûkê di derbarê êzdîyan da wisa dinivîse, tê xuyan, ku ew bi xwe di dema xwe da di nav êzdîyan da maye, yan mezin bûye, cînartîya wan kirye, di warê ol, çand û kevneşopîyên wan da lêger’în pêk anîne... Û gotinên wî, yên ku ewî wê demê nivîsîne, bi p’ir’anî r’astîya ola êzdî, sazîya hîêrarşîk a oldarîya (r’ewanîya) wê derdixe holê.
Weha, ew çi dinivîse: “...Her çiqas r’adeya şêxan û şêxtîyê bilind e, lê p’îr, wek mînaka r’astîn a bawerîya olî, pîroztir e, ew tê hezkirin û nêzîkî dil û îdêalên gel e...
P’îr di t’omerîya xwe da tê wat’eya pîroz, paqij, dilovan. P’îr bi giştî ji hêla hemûyan va tê p’erestin (hebandin), ji ber exlaq û bi şan û şerefbûna xwe, weke hev ji hêla hemûyan va bi heşmendî hêjayî r’ûmetdayînê û şanazîyê dibe”.[10]
Ji bo ku ev gotinên oldarê xrîstaynî baş bên têgihîştin, divê mirov bizanibe, k’a bi giştî ewî êzdîtî çawa naskirye û helwesta wî li hember wê çi bûye. Weha: “Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê –dewleta demekêye gewre (Medya. – E. C.), kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye xwezayp’erest da bi zorekê xwe ji t’evkujîyên xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemk’arîyên bêwijdan ên xrîstîanan, p’arastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi ç’avkorî wek gelê bê ol hatine p’ejirandin...” [11] – Û, divê bê zanîn, eger di destpêka dewra XX da, dema li ser bingeha jihevzivêrî û hevnep’ejirandina olî serê mirovan dihatin fir’andin, evî mirovê hêja tiştên weha di derbarê êzdîtîyê da nivîsye, bizanibe dîtinên wî yên zanistî xwedî bingeheke k’ur û xurt bûne...
Û, ji bo ku zanînên Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan ên di derbarê êzdîyan da bi giştî bên tê gihîştin, ezê li vira hinek agahîyên balk’êş di derbarê vê p’irtûka wî da bînim. Ewî bi xwe p’irtûka xwe “Kurmanjên yêzîdî” nav kirye. Ango, ji bo xudanê p’irtûkê nûnerên vê civaka êt’nîkî-bawerî kurmanc in. Lê kurmanc jî, wek ku tê zanîn, beşê gelê k’urd ê herî mezin e (zêdetirî 70%), yên ku bi zaravê kurmancî yê zimanê k’urdî diaxivin. Di vê p’irtûka xwe da ew navê vê civaka êt’nîkî-bawerî bi 9 şêwazên cuda dinivîse û bi giştî 150 caran bi k’ar tîne: yêzdî – 44 caran (ev têrmîna zêde nêzîkî xwenavkirina êzdîyan bi xwe ye – êzdî), k’urd – 24 caran, kurmanc– 17 caran, yêzîd – 8 caran, kurmancên yêzdî – 5 caran, yêzîdên kurmanc – 4 caran, yêzîdên medyayî – 1 carê, k’urdên yêzdî – 1 carê û kurmancên yêzîdî – 1 carê. Û, ji bilî vê, ew van hemû navan dem bi dem bi p’eyv û p’eyvebendên dinê, yên weke “peyhatîyên medên kevnar”, “peyhatîyên Êkbatanê”, “peyhatîyên medîyaîyan” û yên dinê r’a bik’artîne...
Ev – bi giştî, ji bo xurtkirina têgihîştina t’êza kekê Hoşeng a sofîtîya Şêx Adî û “têk’ilîya” wê bi êzdîtîyê r’a!
*
* *
Wek ku min di gotara xwe ya “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan” da di derbarê nivîsa Hoşeng Broka ya ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’! da gotibû, ku “...mijar û pirsgirêkên nêzîk û dûrî hev wisa di nav hev da tên r’adestkirin, ku dîtina bersîveke yekgirtî û yekawa dijwar bikaribe derê holê...”[12], heman r’ewş di vê nivîsa vî biraderî da jî didome û desthilatdar e. Lê, dîsa jî min hewl da, hinek pirsên sereke û girîng, ên ku di nav vê gotara wî da cuda dibin û dik’evin ç’av, ji nav wê vebijêrim û bersîvên wan bidim.
Weha:
1. Pirsa zerdeştîyê û êzdîtîyê.
Binihêr’in, k’a kekê Hoşeng vê carê evê pirsê çawa berovajî dike: “... ji bo ku Êzîdî tam bibin Êzîdî, gereke (li gorî vê têzê) di serî de ew tam bibin Kurd! Pirsa ku li vir dikare were kirinê ev e: Gelo di dema Êzîdiyatiyê de, ku dîrokawê vedigere 4-5 hezar sal, Kurdiyatî û fikra nasyonalîzma bi Kurdî hebû?...” – Helbet, ew ji gotinên min wan encaman derdixe, yên ku li wir nînin...
Fermo, binihêr’in, k’a min di gotara xwe ya navborî da ji bo vê pirsê çi gotye “...Belê, êzdîtî ne zerdeştî ye. Û hîç kes nikare vê r’ed bike! Lê ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek tişt hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî, mîna êzdîtîyê, oleke k’urdan a Medyayî-K’urdistanî ye, û di derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene… Û ev jî bûye (û îro jî dibe) sedem, ku hinek van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin hev. Helbet, bi vê cîhanê wêran nebe! Dibe ku ev jî r’êyek e, ji bo ku di nava t’omerîyekê da bingehên êzdîtîya r’esen a kezî bên dîtin (hîç nebe, li ser asta zanistî!). Û bi dîtina gelek k’urdên êzdî yên têgihîştî, ev ji wan têgeh û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî hatina Şêx Adî (Şîxadî) û bi “r’êformên” wî êzdîtî pê xeşivandine û kirasekî îslamî li stuyê wê danîne û ew kirine êzîdîdîtî...”.
Lê, dîsa jî, yek e, ev biradera ya xwe dajo ne bes e, hela ser da jî, gotinên min berovajî dike û dema li ser êzîdîtîyê (sofîtîya îslamî!) diaxive, wê, wek ku êdî li jorê ate gotin, bi gotinên Ebû Ebdullah el-Huseyn îbn Mansûr el-Hellac r’avedike, yê ku di dîrokê da wek ezdazan (t’êolog) û mîstîkê îslamî û nûnerekî sofîtîyê tê naskirin. Û ev jî xwezayî ye: ew nikare û wê ji wî r’a li hev neyê, ku sofîtîya îslamê bi zerdeştîyê r’avebike. Lê ya ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyê, dibe, lewra, ku bingehên wê û zerdeştîyê yek in (pîrozîya r’ojê-êgir, axê, avê, hewayê...). Û heya oldarekî xrîstîan vê dibîne, lê ev biradera – na! Binihêr’in, eger xwendevanê hêja bala xwe dayê, Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, ê ku asta wî ya zanistê anegorî ya doktorê t’êologîyê bûye, r’astîya ola êzdîtîyê ya xwezayîp’erest dîtye û naskirye...bi wê fir’nax bûye û gotye, ku “... ewana (êzdî. – E. C.) bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in...”
Belam, ev biradera evê nabîne û naxwaze jî bibîne û dîsa strana xwe ya kevn dibêje, dîsa berê xwe dide k’urdîtîyê, me di nat’sîonalîzma k’urdî da t’ewanbar dike,...ji ber ku em dixwazin dîroka xwe ya kevnar nas bikin, r’ehên xwe yên net’ewî bibînin.
Min di gotara navborî da li ser van t’ewanbarîyên wî nivîsîbû: “...Çima gelê k’urd nikare li dîroka xwe, çanda xwe, olên xwe (wek beşekî çanda net’ewî!) xwedî derk’eve?! Ma, ev guneh e?! Ma, ev, çi ku anîne û îro jî tînin serê gelê me qederî ye, sûck’arî ye, ku heya r’ojên wî yên dawîyê, ew divê wek t’oqekî di stuyê wî da be?..
Binihêr’in, di Japonîyayê da du olên sereke hene sîntoyatî (sînto/sîntoîzm) û bûddayî (bûddîzm) û yên ku van herdu olên sereke dip’arêzin jî, derdorê 96 % -ê hemû japonîyan in. Ew hinekên dinê jî xaçp’arêz an misulman in. Lê p’ir’anîya japonîyan xwe heman demê hem sîntoyî, hem jî bûddayî dihejmêrin... R’ojên cejn û merasimên olî r’êvebirîya vî welatî diçe qubeyên (p’erestgeh) herdu olan jî û dirozga xwe pêk tîne...
Û ev jî, mala Xwedê ava, p’ir’ başe, bi vê ew Yekîtîya xwe ya net’ewî dip’arêzin!” –
Lê, gelo, ev camêra çi ji vî gelî r’a dixwaze?! Ew çima ç’avên xwe li ber r’astîyan digire û vê helwesta xwe didomîne?
Çi dertê olê? Wê demê hemû zanîyarên gelên dinê, yên ku dîroka xwe ya kevnar vedik’olin, nat’sîonalîst in? Lê ew zanîyar-lêger’înerên bîyanî, yên ku bingehên dîrokên kevnar ên gelên dinê yên bîyanî vedik’olin, ew nat’sîonalîstên k’ê ne?
Û li vir helwesta wî ya absûrdê dertê asta xwe ya jor: ew şêwrê dide k’urdan, ku ew Quranê bikin k’urdî, lê bi xwe dijî wê ye, ku êzdîtîyê (yan, em bibêjin, hema bila ew êzîdîtîya wî ya sofîtî-îslamî be jî!) veger’înin ser bingeha wê ya r’esen, an bikin k’urdî!
Çima?...
Wek ku tê zanîn, p’ir’anîya gelê k’urd îro misulman e, lê çiqas kes, gelo, di nav wan da hene, yên ku dibêjin – hûn çima pirsa êzdîtîyê dikin? Eger hinek bibêjin jî, dê ne r’ast bin! Lê, binihêr’in, ev biradera û hinekên weke wî li dijî vê r’ap’er’înê dikin. Çima? Ji ber ku êzdîtî ola gelê k’urd e!?..
A, li vir e, ku mirov dixwaze ji vî biraderî bipirse: “Ma ev ne siyaset e?” – Belê siyaset e û, her çiqas ew siyaseteke sergirtî ye jî, lê ne li dûrî têgihîştinê ye!
Pêşîyê me dê bigotana: “Bextê me k’urdan bi me r’a ye!”
Û dema ez helwest û têgihîştina vî biraderî absûrd nav dikm, ew xwe dixeydîne!
Binihêr’in, yên ku hemberî gelê me têr’ora dewletê meşandine û îro jî dimeşînin, dema gelê me dest li ber xwe hiltîne, ji bo ku xwe ji t’unekirinê bip’arêze, ewana me di t’êrorê da t’ewanbar dikin. Heman tişt li vira dertê pêş: dema hinek dixwazin her çend êzdîyên ku êzdî mane, bikin êzîdî-sofî-îslamî, û ew jî berxwedidin, dibêjin – na, em êzdî ne! – evana êzdîyan di nat’sîonalîzma k’urdî da t’ewanbar dikn!
K’a, bibêjin, ma êdî zordarî çawa dibe?!
Agahîyek ji bo vî biraderî û xwendevanên hêja: di Ermenîstana Sovêtî da ziman, wêje, çand û huner û zanista k’urdî pêş k’etine û gulvedane, û ji sedî heyştêyê wan kesan, ên ku ji bo wê pêşxistinê xizmet kirine jî, k’urdên êzdî bûne... Û ewana çiqasî li k’urdîtîya xwe xwedî derk’etine, ewqasî jî – li êzdîtîya xwe... Û, çi ku wana sêwirandiye, û ew bi xwe jî pê r’a, hemû jî dewlemendîya r’amanî û r’ewanî ya gelê k’urd û K’urdistanê ne!..
2. Pirsa zerdeştîyê, dewleta Medyayê û gelê k’urd!
... Di sêrî da divê bê gotin, ku, bi têgihîştina îroyîn a olên dewletan ên fermî, wê demê olên fermî yên dewletan nînbûne, eger binemalê p’adişahayan û derdorên wan olek jî p’ejirandine, dîsa jî di nav sînorên dewleta wan da gel û berekên dinê hebûne, yên ku olên wan cuda bûne. Her paşê desthilatdaran ew ol di destê xwe da kirine hêmaneke r’êvebirin û berfirehkirina desthilatdarîya xwe...
Lê li vira jî kekê Hoşeng dîroka gelê k’urd weke xwe, bi ç’avên bîyanîyan dibîne, r’astîyan bi şêwaz û anegorî wê dîrokê dixwîne û dinirxîne, ya ku bi destê bîyanîyan hatye nivîsîn, û her tiştî datîne ser r’êya r’edkirina hemû hêjayî û nirxên k’urdî. Weha, ew di nivîsa xwe ya mijara vê gotinê da çi dinivîse:
“...Rast e, Zeredeşt wek pêxemberî Medî bi koka xwe ji Rojavayê Îranê (Îrana kevn) bûye, lê ola wî di herêmê Medan de, li rojavayê Îranê, wek oleke „bi Kurdî“ fêrmî, rojeke bi tenê jî, di dîrokê de nehatiye qebûlkirin û hebandinê. A rast, Zerdeştiyatî li seranserî dîrokê hertim wek ola Farisan a netewî hatiye hebandin û qebûlkirinê. Li seranserî dora 645 salan Zeredeştiyatî bi berdewamî wek dînê fêrmî yê herdu imperatoriyên Farisî; Imperatoriya Haxamanîşî (550-330 b.z.) û Imeperatoriya Sasanî (226-651 z.), hatiye qebûlkirinê. Hizra ku dibêje Zeredeştiyatî ola Kurdan a neteweyî ye, ne tenê hizreke bêbingeh, belê ew hizreke li derveyî dîrokê û rastiya wê ye jî…”
Li vira ne t’enê ner’astîya pêkhatîyên dîrokê li ber ç’avan in. Û ev jî tiştekî nû nîne.
Lêbelê, divê bê gotin, ku bi prênsîpî şaşîya hemû lêger’îneran, ên ku bi zimanê k’urdî, dîrok û çanda k’urdî va mijûl bûne û îro jî mijûl dibin, di nav wan da, wisa jî, yên ku bi olê va mijûl in, ew e, ku ewana li hemû tiştên k’urdî di bin prîzma farsî da nihêr’îne û îro jî dinihêr’in.
Çima?
Dibe ku ew ji ber wê ye, ku berî wana hemû analîzên di warê dîrok, ziman, wêje û çanda k’urdî da hatine kirin, ew li ser bingeha matêrîalên farsî û di bin prîzmaya wan da pêkanîne. Ji ber ku wê demê di bin destê wan da mînakên dinê nînbûne?! Wisa hêsan bûye?! An?..
... Lê, di r’astîya xwe da, çanda farsan a r’ewanî di nav çarç’oveya çanda medyayî ya giştî da pêşva çûye, û, berî her tiştî, gelek t’aybetmendîyên wan ên hevbeş dikarin encama pêşveçûna li ser bingeha destpêkî ya medyayî-giştî bin. Wek ku tê zanîn, dema Qurûş bi derbeya hundur’în kalkê xwe p’adişahê Medyayê ji ser t’ext davêje, ew tiştekî nû, sîstêmeke dewletê ya nû, zimanê r’êvebirîyê yê fermî yê nû saz nake. Ew bi xwe jî di qesra kalkê xwe, padişahê Medîyayê da mezin bûye û p’erwerdeya xwe li ser çanda medîyayî dîtye. Hemû sîstêma zerdeştîyê, bi sîstêma mogan (r’ahîb) va maye û domyaye, mogên zerdeştî-medyayî beşdarî r’êvebirîya dewletê bûne (û ev hemû jî ji Medyayê derbazî wan bûye!). Û ew ku ola zerdeştî di Medyayê da sêwirye û êdî wek oleke bi t’evger û r’êk û pêk derbazî nav dewletên farsan bûye, agahîyên dîrokî hene (her çiqas, mirov dijwar bikaribe, wana dewletan ên xur’û yên farsan nav bike! Demeke dirêj piştî derbeyê jî, ew dewlet wek ya med û farisa hatye naskirin).
Û, ji bilî wê û ya here sereke, ne r’ahîban û ne jî malmezinên medan hatina Qurûş a li ser t’extê p’adişê ne ku wek guhar’tina dewletê, lê wek guhar’tina padşê dîtine, guhar’tineke malbetî ya hindur’în – nevî (t’or’in) kalkê xwe ji ser t’ext avîtye û hatye şûna wî... Ango, ew hatine xapandin, xiyanet li wan hatye kirin!
Di ç’avkanîyên kevnar da agahîyên balk’êş ên pêbawer hene, ku p’adişahê Medyayê Kavî-Vîştaspa mirovê yekem bûye, yê ku dostê Zerdeşt P’êxember bûye, li wî xwedî derk’etye, bi xwe jî r’abûye ser r’êya r’astîyê, li dû bawerîya Yê R’izgarîdar (Zerdeşt) çûye û Bîrûbawerîya wî di nav gel da belavkirye.
Weha, di “Gatên Zerdeşt” da çi tê gotin:
“Divê mirov berê pêşin dostê wisa baş nas bike? – Zerdeşt Pêxember bi xwe pirsa hrêtorîk dide û bi xwe jî bersîva wê dide. – Helbet, ew piştovanê padişahî ye, ew serok (kavî) Vîştasp e.
Ez bi pesnbêjîyên Ahûra-Mazda û bi R’amana Qenc ji bo wî dibêjim”. [13]
Û, ku k’urd heman med in, wê tenê ew bi xwe nabêjin û nanivîsin. Ewan ji hêla gelên cînar va ne t’enê wek peyhatîyên medan hatine zanîn, lê p’eyvên med û kurd ji bo wana hemwet’e bûne.
Weha, nûnerên gelê ermenî, yên ku yek ji cînarên k’urdan ên here kevn in, k’urd wek med naskirine, û, berovajî wê, med jî – wek k’urd. Lê, her çiqas, farsan bi r’êya derbeya hindur’în dewleta medan ji hundur’va hildane, û bi şêwazî “mîrat’xurên” dewlata Medîyaê bûne, dewleta xwe li ser bingeha wê avakirine, lêbelê ermenîyên cînar bi t’u awahî fars weke med nas nekirine û ji wan r’a negotine med û nabêjin jî.
Weha di ç’avkanîyên kevnar ên ermenîyan da di wê derbarê da çi heye:
“... Berbangê zû ên med hatin, ên ku ji wan ra k’urd dibêjin”. [14] – Ev buyer, a ku li vir di derbarê wê da tê gotin, ango, hatina k’urd-medan a ber dêra ermenîyan a T’spnê, 19 – gulana sala 1426-an pêk hatye.
Û yeke dinê:
“... Binecîhên wî welatî, yên ku kurd in, ji wan r’a med dibêjin” (ev jî – di destnivîs a dewra XVI da[15]).
Agahîyên weha heya sedsala XX jî di nav destnivîs û dîroka ermenîyan da desthilatdar in...
Û, eger em wê agahîya di p’irtûka erkdarê olî yê xrîstîanî Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan da bîr bînin, ên ku dibêjin, ku yên êzdî peyhatîyên medan ên r’astedêr in, dîmenê r’astîn ê dîroka me dertê ber ç’avan...
Û divê bê zanîn, evana agahîyên dîroknûsan in, ne ku ç’îrok û esfaneyên bê bingeh ên hinek eşîrên k’oçer in, ên ku hatine, em di welatê me da k’oçber kirine û kirine koçer û eşîr!...
3. Pirsa zar’okên Başîk û Bahzanê.
...Demekê k’urdên me yên êzdî yên Sovêtê bi mêvandarî çûbûn Başûrê K’urdistanê û li wira jî çûbûn seredana herêmên êzdîyan, di nav wan da wisa jî Başîk û Bahzanê... Dema ewana veger’yan, matmayî digotin: “Dizanî, êzdîyên wir dibêjin, ku ew êzîdî ne û ne k’urd in, ereb in! Çawa dibe?” – Bi r’astî, wê demê min ji wan r’a got, ku, dibe, ew ji wan ereban in, ên ku li dû t’erîqeta Şêx Adî ya adewî (êzîdî) hatine wê herêmê... Wisa jî min di wê da r’ola siyaseta r’êjîma Seddem Huseyn didît. Lê, dema min di gotara kekê Hoşeng da di vê derbarê da xwend, dîmenekî dinê yê r’astîn li ber min vebû. Ev biradera dinivîse: “Ma gunehê zarokên Başîkî û Bahzaniyan çi ye, ku xwe Êzîdî dinasin, lê zimanê wan bi Erebî ye? ... Xelkên „Başîk û Bahzanê“ bi Erebî (Erebiya şamî) xeber didin, lê Êzîdî ne û ji hemî Êzîdiyên din jî xwe Êzîdîtir dibînin. Gelo guneh û sûcê wan çi ye, ku Êzîdî ne, û Êzîdî bûne, lê bi Erebî xeber didin?” ...
Û, ji bo ku evê şiroveya xwe xurt bike, ew didomîne: “Ma gunehê zarokên bi sedhezaran Êzîdiyên diyasprayê çi ye, ku xwe Êzîdî binasin, lê çand û zimanê wan, ji ber rewşa koçberî û derbederiyê, Rûsî, Ermenî, Gurcî, Elmanî, Holandî, Fransî, Inglîzî, Siwêdî, Danmarkî yan jî Nerwîçî ye?”
Na, birayê delal, t’u gunehê wan nîne, û hîç kesek jî wan gunehk’ar nabîne û nake jî! Pirs di wê da ye, ew ne ku t’enê bi erebî diaxivin (ew jî erebîya şamî – Şam li k’u Başîk û Bahzan li k’u?), lê, pirs di wê da ye, ku ewana erebbûna xwe p’arastine (her bijî ji wan r’a!)... Û li vira hîç ne di cîh da ye, ku pirsa wan zar’okên êzdîyan tînî, yên di p’enaberîyê da zimanê xwe jibîr dikin û bi zimanên welatên bîyanî diaxivin. R’ewşên van û ya wan ne yek in. Ma ew zar’okên Başîk û Bahzan li dûrî Kurdistanê dijîn? Ma ew li Şamê dijîn, ku bi erebîya şamî diaxivin? Na, ewqasî ew ereb in û berovajî gelek êzdîyên me zimanê xwe yê dê p’arastine û bibir’yar erebbûna xwe jî didomînin.
Na, ev ne xirab e, ev tiştekî p’ir’ baş e, û em jî ji vê hinek dersan derxin!
4. Sedemên fermanên êzdîyan çi bûne?
Di dîrokê da t’evkujîya gelan hevr’êwîyê mirovahîyê bûye. Û li ser van t’evkujîyan mirovahîyê serê xwe êşandye û îro jî dêşîne, ew dixwaze sedemên pêkhatinên wana tê bigihîje. Û di vî warî da nêr’înên cihêr’eng hene.
...Mînak, îro di nav ermenîyan da hinek daxwaza veger’a xwe ya ser ola xwe ya kevnar a agirp’erestîyê dikin. Ewana bi lêger’înên zanistî gelek tiştên wê olê vejinandine, diçin p’ersestgeha wê ya kevnar Gar’nîyê êgir dadidin, merasimên xwe yên olî pêk tînin... Û di nav wan da nêr’înek derk’etîye pêş: ewana dibêjin, ku t’evkujîya mezin a yekem a ermenîyan ne ku sala 1915-an, lê sala 301-ê pêk hatye, dema wana xrîstyanî p’ejirandine...[16]
Ev jî nêr’înek e! Û ne dêra ermenîyan, ne dewlet û ne jî yekî dinê nakin hewar û hêwarze...
Lê ya me?
Kekê Hoşeng dinivîse, ku: “...Di dîroka Êzîdiyan de, 74 feraman bi ser wan de hatine, ... Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine”. – Ango, ew t’enê fermanên li ser êzîdîyan dibîne û li me dide dîtin... Li vira pirs dertê holê, k’a gelo berî Şêx Adî t’evkujîyên gelê me nînbûne? Ma ji destpêka êrîşên Umer bên Xettab heya îro ev t’evkujî û ferman li ser k’ê bûne? Ma, ewên ku bi t’unekirinê r’a r’û bi r’û mane, û bi neç’arî misulman bûne, k’î bûne? P’ir’anîya wana ne êzdî bûne? Ew, ku serî fir’andine, gund û bajar wêran û t’alan kirine, û bi zora şûr, bi sotin û t’evkujîyan em werger’andine, ev ne ferman bûne? Ma, van hemûyan li me didin bîrkirin?
...Û, wek ku tê zanîn, gel jî wê demê dimire, dema ew dîroka xwe jibîr dike!
Û, ya dinê jî, lê eger sedemên hinek ji wan fermanên ser êzdîyan (an êzîdîyan) nak’okî û şer’ên di navbera t’erîqetên îslamê da bûne, û êzdî ne ku te’nê werger’andine- kirine êzîdî-sofî (an sunnî?!), lê her weha, kirine qurbanîyên şer’ û p’evçûnên di navbera t’erîqetên xwe da?...
An na, çima “...Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî” pêkhatine? Ma, kekê Hoşeng bi xwe nanivîse, ku Şêx Adî sofî bûye? Wê demê...
Û, ji bilî vê, helbet, ev tişt, ên ku pêk hatine, p’ir’ xerab in, dijmirovî ne, lê gelo ew di nav gelên dine da pêk nehatine û îro jî pêk nayên (xrîstyan, misulman...!)? Ma k’urdên misulman, û k’urdên êzdî bi xwe hev nekuştine? Belê, ev sûcê wan e, yên ku ew pêkanîne, û ev jî tirajêdîya gelê me ye! Lê, gelo ev tê wê wat’eyê, em jî îro li dû r’êça wan her’in! Wê demê di navbera me û wana da êdî çi ferq heye?
Ma, divê em di dîroka xwe da r’astîyan neger’in, nebînin û ji wan dersan dernexin?.. Ew r’astî çiqas tal dibin, bila bibin!
Heya k’engê?..
5. ...Dîsa pirsa faşîzmê!
Min di gotara “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan” da li ser pirsa nat’sîonalîzmê hinek nirxandin pêkanîbûn û gotibû, ku helwesta gelên bindest ne natsîonalîzm e, ku “...ew helwesteke xwezayî ye – li hember bindestî, stemk’arî û mijovdarîya faşîzm û natsîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest. Ango, ew r’êaksîona xwep’arastinê ye…” Û, eger kekê Hoşeng berê hemû kirên r’êvebirîya Herêma Başûrê K’urdistanê sûcdar dikir, ew sûc faşîzm nav dikir û ev jî dikir milk’ê gelê k’urd, û min jî bersîva wê dabû, (di derbarê vê da bi hûrbînî – di gotara min a navborî da!), vê carê ew r’astedêr berê xwe dide t’ewanbarîyên bêsînor û dibêje: “Faşîzm ne tenê „jor“, belê „jêr“ e jî”. – Ango ew t’evahîya gelekî t’ewanbar dike...
Û ev jî êdî sîmptomên paranoîayê ne!
Wek ku tê zanîn r’îjîma faşîst a hîtlêrî di nîveka yekem a dewra XX da di Almanîyayê da li ser desthilatê bû. Ewê r’êjîmê di dema xwe da wêranî, t’evkujî û t’alan ji t’evahîya cîhanê r’a anîn. Lêbelê, kêm mirov di vê da gelê alman t’ewanbar nakin...
Çawa dibe, ku mirov jî t’ewanbarîyên weha li hember t’evahîya net’ewekê bibêje? Mirov jî bi r’êya dijminahîya gelekî, di nav wî da hewayeke jihevzivêrî û hevnep’ejirandinê ava bike û bibe sedema nak’okî û dutîretîya nû?..
Ev ji k’u tê?..
Ev biradera çima ewqasî ji naskirina êzdîtîyê ya li ser asta zanistê, ditirse. Çima? Ji ber ku, eger gel r’astîyan bibîne, wê xwe nas bike. Û eger xwe nas kir, evê jî dijî t’êza van camêrana ya „Êzîdî ne k’urd in!“ derê...
Baş e, bila êzîdî ne k’urd bin, bila ew miletekî cuda bin, lê li vira gunehê êzdîyan çi ye, ku ew êzdî ne, û navê wan û yê êzîdîyan ji hêla bilêvkirin-deranînê va hinekî mina hev in! Çima, ên ku duh na pêr ji derva hatine û hê t’am şêwaz jî negirtine, mafên wan heye, ew hebin, lê ya êzdîyan nine? Ma li vir faşîzm, r’asîzm û nat’sîonalîz k’îjane? Ev e, yan ya ku ev biradera dibêje?
Û – ya dawîyê!
Di beşê 3. ê gotara xwe ya “Êk’spansîya bierebkirina K’urdistanê didome?” da min fotogalêrîya wan wêneyan danîbû, yên ku xwendevanan bi hinek şiroveyan va ji min r’a şandibûn. Di nava wan wêneyan da wisa jî yê Seddem Huseyn – banga wî ya ji bo êzîdîyan jî li ser, hebû. Xwendevan pirsîbû: “Banga Seddem ji bo k’ê ye – ji bo êzdîyan, an êzîdîyên xwe?!” (Li fotoyê jêrê yê 8. Binihêr’in!).
Û wê demê min di bin vê pirsa xwendevan da nivîsibû: “Binihêr’in, ew r’ûvîyê pîr ji êzîdîyên xwe r’a dibêje, ku ew xwe ji k’urdan bip’arêzin, ku ew hindik in, ewê têk her’in!
Çima?
Seddam mirovekî sade nînbûye, di bin destê wî da ewqas zanyar, siysetmeder, oldar, ezdazan (t’êolog) û pisporên dinê k’ar kirine, ma ewî nizanibûye, k’a k’î k’î ye? Bersîva vê pirsê jî em hêvîya zanyar û lêger’îneran dihêlin!
Balk’êşe, yên ku evê banga Seddam li Almanîyayê di nav ciwanên k’urd ên êzdî da belav dikin, k’î ne û armancên wan çi ne?!” [17]
Wê demê ev pirsek bû, ya ku benda bersîva xwe bû...
Lê îro, li vira her tişt gihîşte xala xwe ya heşmendî. Bersîv bi xwe dert’ketin holê!..
Mirov li vir çi dikare bibeêje?
– Nizanim, mirov yekawa nikere tiştekî bibêje, lê li ber ç’avan e, ku di pirsa biîslamî û erebkirina êzdîyan û dijberîya gelê k’urd da ew di gelek xalan da digihîjin hev...
Wê demê?
– Her çiqas Sedem ji vê cîhanê çûye, lê yên ku bangên wî di nav ciwanên k’urd ên êzdî da belav dikin û pêk tînin, li holê ne!?
___________________
[2] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_ bêsînor_a_asta_absûrdê_û_ nedîtina_r_astîyan ; http://www.mezopotamya.gen.tr/…/helwesta-bsnor-a-asta-absrd- nedtina-rastyan-h2250.html
[4] Вильчевский О. Л. Очерки по истории езидства. — «Атеист», 1930, № 51; Vîlçêvskîy O. L., “Di derbarê dîroka êzîdtîyê da”, kovara “At’êîst”, 1930, № 51.
[5] Feqî Huseyn Saxniç, “Şêxadî”, binihêr’e: kovara “Laliş”, 2004, № 21, r’û. 24 – 26.
[7] R’ojnameya “Pênûsa nû”, hejmar – 24 û 25 – http://www.penusanu.com
[8] Ханна Омархали, «Йезидизм. Из глубины тысячелетий», С.-Петербург, 2005, стр. 45.// Xanna Omarxalî, “Yêzîdîtî. Ji k’urahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg, 2005, r’û. 45.
[9] Теймураз Авдоев, Историко-теософский аспект езидизма Приложене №15 к журналу «Апокриф», май 2011// T’êymûraz Avdoêv a “Êzdîtî – ji hêla dîrokî-têosofî va”, pêveka №15 a kovara “Apokrîf”, gulan, 2011.
[10] Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, «Եզիդի կուրմանժ», Ախալցխա, 1910, r’û. 14 – 15// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên êzîdî”, Axalt’sxa, 1910, bi zimanê ermenî, r’û. 14 – 15.
[11] Di heman cîhî da, r’û. 5 – 6.
[13] Гаты Заратуштры. Перевод с авестийского, вступительные статьи, коментарии и приложения И.М. Стеблин-Каменского, Санкт-Петербург, 2009, с.123.//Gatên Zaratûştra. Wergera ji zimanê avêstî, gotarên pêşekî, şirove û pêvek yên Î. M. Stêblîn-Kamênskîy, Sankt-Pêtêrbûrg, 2009, r’û. 123 û 153.
[14]Արիստակես Տևկանց, «Հայերգ», Թիֆլիս,1882, էջ 175- 180.//Arîstakês Têvkants, “Hayêrg”, Tîflîs, s. 1882, rû. 175 – 180, bi zimanê ermenî.
[15] Հայաստանի Մատենադարան, XVI դարի ձեռագիր, №1495, էջ.էջ. 142ա և142բ. //Matênadarana Ermenîstanê – Înstîtûta destnivîsên kevnar, destnivîsa dewra XVI, №1495, rû. 142a û 142b, bi zimanê ermenî.
[16] http://www.hayary.org/wph/?p=1393 ; http://www.aravot.am/2015/02/02/537893/
Rojnameya “Pênûsa nû”, hejmarên 31, 32, 33 – http://www.penusanu.com
Hezîrana sala 2015-an
P’ampa K’urdan
ÇAVKANÎ: Amîdakurd

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)