Belgeyeke
girîng der barê Cangîr Axa de
Xerzî Xerzan
Cangîr Axa, wekî ku tê zanîn, yek ji lehengên dîrokî yê kurdên êzdî yên
Serhedê ye… Di şerê cîhanê yê yekemîn de, li gel peya û xweşmêrên kurdên êzdî,
ewî li ber Îttîhadîyan li ber xwe da û bi hezara kurdên êzdî û bi wan ra ew
çend jî ermenên sîvîl ji qirkirinê xelas kir, wan derbasî axa bin desthilata
Rûsyayê kir. Bin fermana wî de, seda xortên kurdên êzdî hebûn û bi hev ra li
hember Osmanî tê dikoşîyan. Artêşa Rûs jî, dixwest kurd li cem xwe bigire û di
destpêka şer de, mezinahîyên kurd, bi taybetî Mîr Evdirezzaq Bedirxan, Ismaîl
Axa yê Şikakî (Simko) û Şêx Ebdulselam Barzanî jî, di wê alozîyê de rêyên
hevkarîyê li gel Rûsya digerîyan, da ku bikaribin hemû kurdan ji bindestîya
Osmanî, nemaze ji zilma Îttîhadîyên faşîst û kûjer xelas bikin. Armanca tevan
yek bû, Kurdistaneka azad û serbixwe…
Lê ev yek, ne bi dilê Taşnakîyan bû û ji ber ku bi armanca mezinahîyên
kurdan serwext bûn, û ev armanc, li ber daxwaza wan a siberojê re asteng bû,
ewan dest bi propagandayê reşkirinê kir û hemû rêberên kurdan li ber çavê Rûsan
reş kirin. Mîr Evdirezzaq, li Tiflîsê bi fen û fûtên Taşnakan teslîmî tirkan
hat kirin û mixabin hate bidarvekirin, piştî
rê li ber Şêx Ebdulselam jî hate girtin, Şêx Ebdulselam ji ber bêgavî
vegerîya başûr û kete destê Silêman Nazîf ê Walîyê Musilê û mixabin ew jî bi heman
qedera Mîr Evdirezzaq re rûbirû ma. Simko ê Şikak jî çû rojhilat û li ber xwe
da, di dawîyê de piştî şerê mezin 12 sal, ew jî kete destê persan û hate
şehîdkirin, mîna hevrêyên xwe… An ku her sê mezinahîyên kurdan, bi destê
dagirkerên Kurdistanê hatin şehîdkirin…
Piştî van agahîyên dîrokî, ez dixwazim belgeyeka balkêş pêşkêşî xwendevanan
bikim û bi vê yekê, em tev bikaribin analîzeka tekez a dîrokî pêk bînin.
Mamosta Aso Zagrosî, wek ku tê zanîn, li ser dîroka gelê kurd xebatên bêhempa
dike û di gotareka xwe a bi tirkî de, cî daye belgeyeka balkêş û hêja, û ev
belge ji boyî zelalkirina nêrîn û ramana Taşnakîyan li kurdan gelekî girîng e.
Bi taybetî, hevokên di der barê Cangîr Axa de, pir balkêş in.... Nêrîna
Taşnakîyan li hemû kurdan yek e û Cangîr Axa, wê serdemê, li gel birayên xwe
yên kurd, bê ferqûmêlî, ji bona armanca hevpar, an ku ji bona Kurdistana
Azad, bi hevkarî tevgerîyaye... Wergera
beşê gotara Mamosta Aso Zagrosî, li jêr e...
Kerem bikin;
“…..Weşana
Partîya Taşnak a bi navê DROSCHAK, sala 1916-an li Cinêvê, der barê “Têkoşîna
Wanê” de pirtûkeka bi Frensî belav kir....
Di vê
pirtûkê de, Partîya Taşnak, bang li Partîya Îttîhad û Terakkîyê, ya ku bin
rêveberîya Enver, Talat û Cemal paşayan de bû, dikir û digot: “ Ne me, lê kurd
bi we re îxanet kir…!”.
Ew
“kurdên xayin” kî bûn? Li vira, em gotin ji birêvebirên Taşnak-ê re bihêlin;
“ Di serî de, di destpêka şer de, yên ku ji ber dijmin revîyan û îxanet li desthilatdarîyê
(li Hikûmeta Îttîhadê) kirin, kurdên xwînxwar in… Ev yek, di zevtkirina Bazîdê
de hate îsbatkirin. Piştî, firar û revên nû çê bûn. Mezinahîyên kurdan, bi
awayekî eşkere tev li vê helwestê bûn; Evdirezaq, Mistafa Beg, Hisên, Sadem
Beg, Osman û Necîb Beg û em li vira serokê êzdîyan Cangîr Axa jî qeyd bikin. Li
Ebexê, me bilindkirina wan a ala Kurdî ji bîr nekir. Ew al, di nav xwe de,
slogana “Kurdistana Serbixwe” dihewand…” (Rûpela 26-an)…”
(Wergera li kurdî; X. Xerzan)
(Evdirezaq, Mistafa Beg,
Hisên, Sadem Beg, Osman û Necîb Beg, tev de welatparên kurd in û piranîya wan
ji malbata Bedirxanîyan e…)
Ji vê
belgeyê jî xweş tê famkirin ku, hemû kurdên zana, pêşeng û pêşdîtî, bi hevkarî
tev digerin lê mixabin, ev yek ne li xweşê hin derûdoran (Taşnakan) e û bê şerm
û heya, piştî qirkirina ermenan salekî, ewan rabûye, fesadîya pêşîvanên kurd,
li ba kûjerên gelê xwe an ku li ba kûjerên ermen kirîye û bi vê yekê, xwestine
xwe li ber çavên wan şîrîn bikin….
Ma
hewceyî şîroveyê ye, ev tenê bêrûmetî ye û bi tenê dijminahîya gelekî ye…
Binavkirina van kurdên birûmet, yên ku li hember Osmanî ji bona azadîya gel û
welatê xwe li ber xwe dane, wek “xayin”, tenê cîyê fihêtê ye. Û ji boyî Cangîr
Axa yê leheng jî… Cangîr Axa ji destpêka şer heta dawîyê li ba Artêşa Rûs li
hember Osmanî li ber xwe daye, ji bona parastina kurdên êzdî û bi wan ra
parastina gelê ermen jî… Û ev wek “îxanet”
tê binavkirin… Mirov tenê matmayî dibe… Helwesteke ecêb û dûrû û her wiha
nankorî..
Wek encam, daxwaza Kurdistaneka Azad û Serbixwe,
ji hêla Taşnakîyan ve “îxanet” e… Û ev dijminahî dibe sebebê sê mezinahîyên
birûmet ên gelê kurd…. Ez wisa dixwînim, ji lew re, ev propaganda, her wiha ji
Rûsan re jî dihat kirin lê bi awayekî dinê… Vêca “îxanet” berê xwe digerand û
li hember Rûsan rû dida…!! An ku, bi dûrûtîyeke ecêb, armanc tenê biçûkxistin û
bêîtibarkirina van mirovên mezin bû… bi her awayî… Û mixabin, dîrok piştrast
dike ku; Taşnakî di vê hêlê de bi ser ketine û sê leheng, bi destê dijminan
hatine şehîdkirin…. Heta sixûrtîya Cangîr Axa jî kirine, lê baş e ku wê demê
Cangîr Axa neketîye destê Îttîhadê û xwe parastîye… Ji boyî wan ev helwesta
hevpar a pêşengên kurdan (çi êzdî, çi mislman), “îxanet” e lê ev belgeya hanê,
ji boyî tevahîya gelê kurd, rûpeleka zêrîn a dîrokî ye. Xwedê hemû têkoşerên
azadîya Kurdistanê, bi dilovanîya xwe şa bike…
Yorumlar
Yorum Gönder