Brahîm Paşa yê Milî di pirtûka Mark Sykes de

BRAHÎM PAŞA û MARK SYKES - 1904



Wek ku tê zanîn; Mark Sykes, dîplomat, sixûr û leşkerekî binavûdeng ê ingilîz e. Ewî bi taybetî , bi Peymana Sykes-Picot tê naskirin. Siyaset û stratejîya Rojhilata Navîn a Brîtanya, di dema şer de, ewî bixwe bi rê ve dibir. Berê herba cîhanê yê yekemîn , du-sê car li seranserê Kurdistanê gerîyaye, bi sedan mirovan û bi mezinahîyên kurdan ên wê serdemê re hevpeyvîn û hevdîtinan pêk anîne,  not û analîzên xwe jî heb bi heb tomar kirine.  Û ev tomarî, sala 1915-an, di pirtûka wî a bi navê The caliphs‘ last heritage, a short history of the Turkish Empire (Mîrateya dawîyê ya  Xelîfe, kurtedîroka Împeratorîya Tirk) de hatine weşandin. Di wê pirtûkê de, em dibînin ku, gelek pêşeng, serokeşîr,  mezinahîyên kurd, raman û nêrînên xwe li gel Sykes par ve kirine. Her wiha, hêjayî gotinê ye ku, Sykes di wê pirtûkê de, hemû êl û eşîrên kurd ên wê serdemê yek bi yek qeyd kirine û heta hejmarên malên wan jî nivîsîye. Sedem her çi dibe, bila bibe, ev agahî ji boyî dîroka Kurdistanê daneyên bêhempa ne… Sykes, li gel Şêx M. Sadik ê kurê Şêx Ubeydullah, Xelîl Axa yê Mûşî, Mûsa Beg ê Ebasî û Şêxên kurdên êzdî yên li Şengalê re jî hevdîtinan kirîye û cîyekî berfireh daye Serokê Mila;  Brahîm Paşa yê Milî… Di vî beşî de, 5 rojên xwe yên li ba Brahîm Paşa, roj bi roj nivîsîye û agahîyên  hêja gihandîye me. Sala hevdîtinê 1904-an e... Lêkolîner-nivîskar Mûrad Ciwan jî, ew beş wergerandîye û bi destûra wî, em wê wergera hêja pêşkêşî xwendevanên Dîrokurd-ê dikin:

**************************

Îbrahîm Paşayê Millî

Sir Mark SYKES 

Wergera ji ingilîzî li kurdî: Mûrad CIWAN

(The caliphs‘ last heritage, a short history of the Turkish empire, by Lt. Col. Sir Mark Sykes, London, 1915, Rûpel:  316-327)

Rêwîtiya siwariya hespan a roja dîtir di esasî de wekî ya roja berê bû, lê belê piştî ku em têra xwe di nava erdên bin desthilatdariya Paşa de bûn, karwanên piçûk ên bi du sê keran bala meriv dikêşan û merivên ku em li ser rê rastî wan dihatin ji xwenêzîkkirina me nedireviyan. Ew pirtir bazirgan û firoşerên wiha bûn ku ji bo kirrîn û firotinê di navbera eşîrên konfedersyona millîyan yên cuda de diçûn û dihatin, yan jî hin gundiyên ermenî yên Wêranşarê bûn ku mijûl bûn bi raguhaztina xurek û rûnê nîvişk ji bajaran ber bi waran û ji wir jî ber bi aliyê din ve. Qasî ku ez ji van merivan têgihîştim, her çendîn li ser hidûdan ew ji bal anaze û şemerên başûr ve dibûn hedefên şelandin û diziyê, piştî ku diketin nava hidûdên millîyan îdî di ewleyiyê de bûn, bi têkiliyeka xweşbînî û rêzlêgirtinê dihatin pêşwazîkirin.

Em di ser gellek warên konan ên kurdan re derbas bûn, lê me hema hema qet agehî ji bal xelkê ve bidest nexistin ji bilî nûçeyên ku hevalên Miss Shattuck (Mîsyonereka ciwanik a li Urfayê) ji bal beraziyan ve hatine şelandin û li ser gilîyê wê gellek meriv hatine zîndankirin. Pişt re wextê êvarê ji hin siwarên çekdar ên bi çekên dewletê em hîn bûn ku warê konên Paşê ne zêde li dûrê ye. Li dora piştî saetekê em rastî komeka konên li biniya girekî vegirtî hatin û hîn bûn ku ev warê Îbrahîm [Paşa] ye.

Bi gîhaştina me, Paşa, ku berê jî ez bûbûm mêvanê wî, derket derva ku pêşwazî li me bike û li gora adeta bedewiyan ez himbêz kirim û ser milê min ê rastê ramûsa. Pêre pêre ez hatim vexwendin bin konekî mezin, ku li ser 100 sitûnan hatibû vegirtin û pahnayiya wî 1.500 yard çargoşe bû. Piştî ku em ji bin tava rohnî ya çavçimên a nîvê rojê hatibûn, di destpêkê de gellek dijwar bû ku meriv karibe bi zelalî bibîne bê ka li quncikên vî konê fire yê dewasa çi heye û çi nîne. Lê pişt re xwiya bû ku ji min wêdetir qasî 150 meriv li dora dîwana nizm a ku ciyê rûniştina Îbrahîm [Paşa] bû, rawestiyabûn. Wî ez birim wê dîwana ku bicîhkirî bû li pêşiya agirê ji pişkulê devan û û wekî her gav çend gumgumên qahwê li serê bûn.

Brahîm Paşa ê Milî (pirtûka Mark Sykes de)


Paşa merivekî tenik î bejinzirav bû, rûyekî kurdînî yê safî yê difnmezin ê kuftikî û çavên xwedan awirên gellekî tûj ê bi meraq, eniyeka pahn a hilkirî û devekî mezin li serê bûn. Di sakiniya ruyê wî de îfadeyeka gellekî bêyom a meşûm a ji bal biruyên rabûyî(pîjbûyî) pêkînayî, di nava rûniştiyên konan ên bin tava berriyê de gellek adetî û belav bû; ji bal birîneka şûran a bin çavan ku qapaxa binî ya çavan dadixist xwarê vî awirê haşîn ê hizirtijî ji zarîfiyê dihat bêpar hiştin . Lê belê di sohbetê de bişirîna wî ya misêwayî ya vekirî û dilxweşker û edayên wî her dem dostane bûn. Bi vacayiya balkêş a ruyê wî, dest û piyên wî ji heddê wêdetir piçûk û zarîf bûn.

Di dema sohbeta xwe de, wî zanîneka fewqelade ya di derbarê kar û barên Awrûpayê, têkiliyên Îngiltereyê yên li gel Îrlandayê û gellek buyerên din nîşan da. Xuya dibû ku çavkaniyên wan agahiyan, ji rojnamên tirkan pirtir bûn. Bêşik çavkaniyên wiha li cem wî boş(pirr) û dagirtî bûn.
Qelebalixa xelkê ya ku li dora wî civiyabû ji însanên ji gelek bawerî û qewmên Tirkiyê pêk dihatin, pirranî ji bo kar û bar hatibûn. Yên ku hatibûn ew kes bûn ku ji bo safîkirina dawe, doz û bac û xeracên xwe hatibûn, bazirganên rûn, hirî û kincan û yên tiştên din bûn ku ji bo Paşayî lazim bûn. Xusûsiyeta lîsteyeka wan kesên ku bi tesadufî min li gel wan axaft wê karibe fikrekê bide.

1. Êzîdiyekî(tabiê melekê nebaş) ku piştre bûbû misilman.
2. Doktorekî tirk ê ku bi ser biryargeha Paşayî ve bû, yekî sirgûnkirî bû.
3. Hemawendiyekî ku berê zabit bû ku ji postexaneya Îskenderûnê 2000 mecîdiye (330£) şelandibû, 150 sal hebis dabûnê, lê di hevsê de tunelek kolabû û reviyabû hatibû xwe avêtibû Paşayî.
4. Dizekî ku li nêzî Helebê çar mêr û jinek kuştibûn.
5. Ermeniyekî xancî yê ku barhildêrê diyariyeka ji devan bû û ji bal kurdên karageçî ve hatibû hinartin.
6. Dizekî ku min bi xwe ew du sal berê li nêzî Nisêbînê girtibû û niha firoşer bû.
7 Erebekî şemerî ku hatibû ku safîkirina dozeka xwînê ya di nava eşîra xwe de pêşkêş bike.
8. Hemîdiyeyekî heyderanî yê ji Wanê.
9. Begekî çerkez ku di xizmetê de amade bû.

Paşayî, ji ber hebûna van merivên kêmrûmet dawa lêborînê kir û got ku adet û qanûnên çolistanê wî mecbûr dikin ku kesên xwe davêjin bextê wî, wan bihewîne. Têra xwe para rastiyê di vê de heye, lê belê rîayetkirina Paşayî a di vî warî de bi wî awayî pêk tê ku bilindbûn û nizmbûna wan kesên keftîyên qederê dikeve destê hamiyê wan û ew dibin peyayên wî yên har ên ku rohnî di çavên wan de namîne. Li aliyê din ji bo Xwedê divê bê gotin ku rabûn û rûniştina van merivan di nava hidûdên Paşayî de têra xwe rast û durust dibe, tu kes ji wan nabe ji wan tîpên ku ji bal polîsên îngilîz ve wekî “gunehkarên fêrbûyî” tên naskirin, an go nikarin xwe ragirin û neşelînin.

Axaftina Îbrahîm [Paşa] ya destpêkê gellek balkêş bû: Gelo bi rastî jî konferansa Algecirasê hatibû birrîn? Gelo rast bû ku xîveta şanogerî ya seyyar a Sarah Bernhardtê ji konê wî mezintir bû? Piştî ku me demekê li ser buyerên rojevê yên ciddî axaft ew bi min re hat xîveta min, li hundur mektûbeka taybetî nîşanî min da ku ji bal wezîrê azam ve jê re hatibû verêkirin û jê dihat xwestin ku min taqîb bike, çavê xwe ji ser min nede alî, bê ka ez çi dikim çi nakim. Pişt re wî ji min pirsî ku gelo ew çi bike. Min jê re got ku çêtir e ew rastiyê bêje,û rapor bike ku ez ji bo kêf û hînbûnê digerrim.

Di dema axaftinê de, wî behsa kurdên millî bi wî awayî dikir ku goya wekî qewm ji hemûyên din cuda ne, li gora agehiyên wî, tesîra hukmê wî ji wan eşîrên tabiên wî gellekî wêdetir diçû. Li gora ku wî digot qewmê kurd bi ser sê şaxan ve parve bûbû; şaxê millan, şaxê zîlan û şaxê baba kurdî. Ji wan şaxên millan û zîlan her tim dijminê hev bûn û tu yekê ji van baba kurdî ji farisan pêştir tiştek hesab nedikirin. Wî her wiha got ku tu ferqî û cudatî di navbera eşîrên wî bi xwe de; her wekî di navbera eşîrên Dêrsimê ên şîa û yên wî bi xwe yên Qerejdaxê de tunene. Li gora wî nehezkirin an pêşînhukmiyeka kurdan li hemberî yezîdîyên Çiyayê Sîncarê -ku ew kurdên millî bûn- jî tunebû. Jê balkêştir wî îddîa dikir ku pêwendiyek di navbera erebên caîs(Jais Arabs) û kurdên milî de heye. Lê tu delîlên vê nebûn û gûman li ser bû.

Wî çîrokeka kurt a dîroka eşîra xwe jî ji min re got, ku ji balkêşiyê ne bêpar bû:

Di destpêka sedsala nozdehê de di dewra Sultan Mahmûd de, li başûrê rojhilatê împaratoriyê sê mîrên mezin hebûn. Eyyub Beg, bavê bapîrê wî bi xwe, li ser axa Cizîrê ji Bîngolê heta Çiyayê Sincar(Li vê derê qesd ne bajarê Cizîrê ye, tevayiya erdên bakur ên Mezopatamyayê ye M.C) îdare dikir. 

Mihemmed Paşayê Rewandizî mîrê tevayiya wan erdên navbera hidûdên rojhilatê û Mûsilê bû. Li bajaran axayên mezin û eşrafan bi xwe xwe îdare dikirin. Li rexê din, li berrî û çêregehên başûr şêx Sfugî serokatiya eşîrên bedewî dikir. Ev hemû reîs û mîr, di navbera xwe de di nava şerên berdewamî yên şan û şerefê de bûn, qasî zerreyekê paxav ne bi paşayê Bexdayê ne jî bi sultanê Îstenbûlê dikirin. 

Dawiya dawîn vê şêla wan bala hukumetê kêşa û wê Reşît Paşayê mezin şand ser wan. Mihemmed Paşayê Rewandizî hat girtin û kuştin,Sêx Sfug û Eyyub Beg jî hatin derdestkirin û hinartin ji bo Diyarbekirê ku ew li wê derê mirin. Li ser vê yekê tirk demekê bi tevayî bûn desthilatdarên welêt.

Pişt re şerê bi xidîvê Misrê re, dagirkirina Sûriyê ji bal Îbrahîm Paşayê kurê Mihemmed Alî yê mezin[Mihemmed Alî Paşayê Kawalayî M.C] hat. Tîmawî Begê ku ciyê Eyyub girtibû, tu sedem jê re tunebûn ku ji tirkan hez bike, tevî misriyan bû û di bin fermandariya wan de êrîş bir ser hêzên li Mêrdînê bicîhkirî, bi wê meqsedê ku rê li ber wan bigire da ew tevî ordiya esasîn bibin. Ordî, wê demê ji Meletiyê ber bi Nizîbê ve dikişiya. Tîmawî di wazîfeya xwe de biser ket, Mêrdîn zeft kir, lê di şerekî hema piştî wê de ew bi xwe hat kuştin. Demekê pişt re vekişiyana misiriyan û ji nuh ve avakirina serdestiya Osmaniyan dest pê kir ku bi vê yekê re kurdên millî jî ketin navbera belengazî û perîşaniyeka mezin. Kesî wan tunebû ku serokatiya wan bike, xwe bi xwe şerê hevdu dikirin û her daîm ji bal erebên teyî û şemerî ve dihatin talankirin. Wan gund kavil kirin û ew ber bi Qerejdaxê ve paşve avêtin. Her di eynî demê de hêzên hukumetê jî rê li ber wan digirtin da xwe nêzî warên xwe yên Bîngolê û yên nêzî Diyarbekirê nekin. Rewşê bi vî awayî dom kir heta bavê Îbrahîm, Mahmûd Begê kurê Tîmawî mezin bû û serokatiya eşîrê girt destê xwe. Lê heta vê demê, ew ji rewşa nebaş ew qas perçe bûbûn ku wî nikaribû tiştek ji wan bikira. Kes wê li pay wî nemeşiya, loma jî wî muracaatî Paşayê şamê kir ku hin hêzan bide wî da ew xelkê xwe berhevî ser hev bike. Paşayî sed meriv danê û got de tu dikarî çi bikî bike. Bi van hêzên xwe wî teyî û şemerî paşde qewirandin û eşîrên xwe li Wêranşarê berhevî ser hev kirin. Di çend salan de ew gihîşt hêz û murefehiyeka berbiçav û cesareta wê yekê di xwe de dît ku li Wêranşarê qesrekê ava bike. Lê Umer Paşa yê ku wê wextê Diyarbekir îdare dikir zû bi zû tevgera wî şikand, Mahmûd zîndankir û qesra wî şewitand.

Îbrahîm bi xwe, wê wextê li dora huvde saliya xwe bû. Bi rênîşanderiya bavê xwe pazde mihîn girtin û reviya çû Misrê da bikaribe muhawele bike ku dilovanî û sempatiya Îsmaîl Paşayê Xidîvê Misrê ber bi Mehmûd ve bikêşe. Ji bo ku Îbrahîmê gênc di entrîkayêen serayan de bêtecrube bû, ket nav destê navberçiyekî bêwîjdan ku wî ew xapand, mihînên wî jê girtin got min dane xidîv, lê di rastiyê de wî bi xwe dest danî ser wan. Vî merivî mîqdarek pere dan Îbrahîm û got ku tiştê ku Xîdîv karibe ji bo te bike hew ev e. Piştî ku bi vî awayî hemû muhaweleyên wî yên li Misrê bêfêkî man, Îbrahîm çû şamê, bi hêviya ku pê bişêwire serî li Emîr‘l Hec da ku ew bi eslê xwe kurd bû. Vî mirovî şîret li Îbrahîmî kirin ku doza xwe bibe rasterast li ber Sultan deyne û navên hin kesên karbidest ên li paytext dayê. Gava îbrahîm gîhaşt Îstanbûlê, ji siûda wî re Xîdîv Îsmaîl [Paşa] bi xwe jî li wê derê bû, kurdê gênc firsenda wê yekê dît ku wî bibîne û pêwendiyên kevn ên milliyan û hukumeta Misriyan bi bîra wî xe. Ji xweşbextiya wî re kêfa Îsmaîl li serê bû, bi dilxweşî pêşwazî li muraceta Îbrahîm kir û ji Sultan Abdul Azîz fermanek li ser serbestberdana Mahmûd Beg girt. Îbrahîm bi wê fermanê vegeriya Wêranşarê bavê xwe da serbestberdan û di karûbarê îdarekirina eşîran de alîkariya bavê xwe kir.

Lê siheta Mahmûd Beg a ji ber dirêjkêşana mayina di zîndanê de xera bûbû, piştî bi serbestbûna xwe ne bi gellekî mir û serokatiya eşîrê ji Îrahîmî re hişt. Îbrahîm li ser şopa adetên eşîrê meşiya, karwan şelandin, xiristiyan parastin, talanên bazirganên Diyarbekirê bir, heta ku dizî û talankirinên wî gîhaşt dereceyeka bêtehemmuliya welê ku hukumetê ew da girtin û tevî şeş serokşîrên din sirgûnî Sîwasê kir. Li wê derê, ew qasî şeş mehan, belkî zêdetir jî di nava rewşeka dijwar de man. Piştre wî mektûbek hazir kir û şand ji diya xwe re ku wê wextê li Wêranşarê dima, tê de hêvî kir ku jê re çend mihînan bişîne da ji wê derê berê xwe bidin bi aliyekî de. Diya wî niyeta ku di serê wî de bû bicîh anî, ji hukumetê musaedeyek derxist ku karibe heft mihînan bişîne Sîwasê. Heywan gihaştin wê derê û hefsiyan îzin girtin ku derên derva, wan tehqîq bikin. Bi îşaretekê, her merivekî xwe avêt ser mihînekê û berê wê da riya esasî ya Meletiyê. Zû bi zû taqîbateka ji esker, zabit û temaşevanan li pey wan derket û qasî sê saetan bi xurtî ajot. Pişt re taqîbat her ku çû sist bû heta wê derecê ku fîrariyan dîtin ku li pey wan tenê çar esker mane ku hîn şopa wan dimeşînin. Îbrahîm û hevalên xwe ji nişkê ve rawestiyan û li benda van lipeyhatîyên aceb ahmeq man. Kurd bi ser wan de qîriyan: “Hûn çi ji me dixwazin?” Esker li ser vê pirsê ecêbmayî man, sekinîn û gotin ku ew dixwazin alîkariya wan bikin da ew di fîrara xwe de bi ser kevin. “Karê herî qenc ê ku hûn ji bo vê yekê bikin” Îbrahîm got, ” ew e ku hûn vegerin Sîwasê.” Eskeran guh dan vê şîreta wî û dev ji lipeyçûnê berdan.

Piştî demekê ew fikirîn ku çûyina di riya esasî de zêde xeter e, berê xwe dan riyên çiyayan. Vê guhertina han kêm zêde xeteriyek xist nava pîlana wan, ber bi rojava ve riya xwe wenda kirin, seranser wê şevê li palekê man bêyî ku zanibin li ku derê ne. Serê sibê dan ser şiveriyeka nenas ku ji xêra Xwedê re bi tesadufî ew ber bi aliyê rast ve dibirin. Lê ber bi nîvro mihîna Salim Begê likumî û ket erdê, nema karibû xwe bilivîne. Îbrahîm tawsiye kir ku xwe bavêjin pişt şaxên darên himbiz. Bi rastî jî bi vî awayî wan welê xwe parastibû ku hêzeka eskerî ya siwarî hat bi rewanî di ber wan re derbas bû, ew qas nêzî wan bû ku wan ji pişt daran dengê axaftina wan dibihîst. Piştî ku gava xwestibûn herrin nava gundekî, pê hesiyabûn ku esker wê îstîreheta xwe ya nava rojê li wî gundî bikin û bi vegereka bilez, bi zorê xwe ji ketina nava lepên eskeran xelas kiribûn, şeveka din jî li serê çiya derbas kirin.

Êvara dîtir taqîbat ew qas nêzîk bûbû, ew qas hal di mihînên fîrariyan de nemabû û jê wêdetir wan ew qas rê li ber xwe şaş kiribû, rewş bi her awayî bêhêvî dixuya. Pişt re fikreka curetkar a wisa hat bîra îbrahîm ku min heta niha nebihîstiye. Ji nişka ve hat bîra wî ku heke ew şopa xwe li ber lipeyhatiyên xwe wenda bikin wê karibin biçin ber bi Urfayê ve, wî cihê ku fîrariyan dixwest biçinê. Li gora vê, Îbrahîm û hevalên xwe wî gundê ku siwarên esker biryar dabûn şeva xwe lê bibuhêrin tesbît kirin û qasî mîlekê li pişt wî gundî li ser rêya ku dijminê wan tê re derbas bûbû daketin ji bo vehesiyanê. Çimkî wekî Îbrahîm jî gava ji min re maceraya xwe got bas kir, “Ji sedî sed ew ê destvala 

venegeriyana û wan ê ji bilî riya ku tê re derbasbûne berê xwe bidana her riyê. Bi vî awayî kurdan qasî pênc rojan di wî welatê nenas de şopbirên xwe wekî rêberên xwe bi kar anîn, lê li dora Meletiyê ev pîlan jî faşil bû. Çimkî lipeyçûyiyan hemû şopên rêberên xwe yên zorakî wenda kirin û sibeheka sar xwe di herêmeka nenas, di nava xelkekî nenas de bêmecal, windayî û bêkes dîtin.

Gundiyekî halxweş ê siwarê erebeyeka gayan ji hember ve ber bi wan hat. Piştî silavê wî gazî kir got “Hûn bi ku ve diçin?” Îbrahîm bi hazircewabiya xwe got ku ew hin koçer in ku li deveyên xwe yên dizîyî digerin. Yê gundî li wan vegerand: “Hûn kurd in û ez kurd im. Tu Îbrahîmê Millî yî, ez jî axayekî sînemînlî me ku ew bi eslê xwe ji milliyan e. Esker li gundan li we digerin, bi min re werin ez we veşêrim.”

Piştî çend saetan, her heft zilaman cara pêşîn xwarineka germ li oda mêvana ya axayekî qizilbaş dixwar, lê sergêjaniya wan hê xelas nebûbû. Hê erdeka sed û pêncî mîl fireh, ew ji herêma wan bi xwe veder dikirin. Û wexta ku wan bi mazûbanê xwe re munaqeşeya rê û dirba herî baş a berdewamkirina rêwîtiya xwe ya ji wir pê ve dikir, dengê trampetekê li derveyî gund hat. Ew têgihîştin ku şopberên wan careka din li ber paçika hustuyê wan in. Tevî ku li dijî adetan jî bû, yê qizilbaş mêvanên xwe li odeyên alî harema xwe veşartin û li hêviya hatina eskeran ma.
Zabitekî mifrezê ket hundur: “Selamun aleykum, ew heft meriv ma xwe li vê derê vedişêrin?”
Axa cewab da, got “Na, tu nikarî tu kesên wiha li vê derê bibînî.”

“Baş e, ev çiye?” axa bi qîrîn pirsî. Eba Salim Begê ya ji pirça devan ku wî ji lez û bezê li erdê li pey xwe hiştibû, rakir û nîşan da. Bêşansiyekê têra xwe serî hildabû. Çimkî şewqên hevrîşmîm ên Mr Lock çend li Torosan belav bin ebayên ji pirça deveyan jî ew hinde belav bûn.

“Min ji te re got” axa bersîv da, “ew merivên ku tu li wan digerî tu li vê derê nabînî. Heke tu alayekê bînî, belkî tu bikaribî li wan bigerî. Adetî, xwarin ji bo te û merivên te hazir e, li vêderê ye, kerem kin, lê heke hûn tecawuzî haremên me bikin em mecbûr in ku şerê we bikin. Heft sed çekdarên me amade ne, û em gazî bikin du hezarên me jî li ber bangkirinê ne.

Yê zabit têgihîşt ku bi bîst mirovan ew n eşê tu tiştî bike, bi rewşê razî bû, şîva xwe xwar û ajot çû. Wê şevê Îbrahîm û hevalên xwe hatin veguhaztin ji ob gundekî din, bi vî awayî her şevekê ew ji eşîreka qizilbaş teslîmî yeka din dibû, heta sibehekê wan xwe li ser peravê Feratêdîtin ku bi qonaxa du rojan a di beriyê re ji eşîrên wan dûr bû. Piştî ku ew gihîştin malên xwe bi awantaja limalêbûnê ji bo reîsan ne dijwar bû ku aştiya xwe bi hukumetê re pêk bînin û pê re lihav bikin. Wê demê şerê bi Rûsyayê re nêz dibû, hin karên hukumetê jî yên din hebûn ku ji lêgerîna hin aştîxerakirên negirîng bû. Loma jî lihevhatin zû pêk hat.

Ne bi gellekî piştî şerê rûs û tirkan bû ku Îbrahîmî derfet bidest xist ku bikêrhatin û basîreta xwe îsbat bike. Gava wî ya pêşîn ew bû ku dostaniyeka tekûz bi wê komika çerkez a piçûk lê lis er xwe ya Rasul Aynê re deyne. Pişt re şêxên piçûktir ên eşîrên dora xwe di bin hukmê xwe de civand û ji ehlên wan cuda kir, bi vî awayî her carê ewleyiya beşek ji 100 200 konan pêkhatî pêkdianî. Wî her wiha dîplomasiya xwe jî l dar xist, ku ji kurdên millî re lê hat ku cepheyewka gellek bihêz a ji her demê bêtir pêşkêş bikin. Ev hemî bi hêz û entrîkayan hat pêkanîn û rûdan a pêşveçûnan ji bal wan erebên ku bi şer û pevçûnên nava xwe mijûl bûn nehat keşîfkirin. Siyaseta îbrahîm ji wê yekê pêk dihat ku bi xurtan re heval be, bi zeîftiran re tavîzkar be û gefan li jartirînan bixwe.

Teqrîben di vê dewrê de buyereka mezin rû da, Îbrahîm û hin serokeşîrên kurdan yên din hatin wezîfedarkirin ku bibn Hamîdîye, piştî ziyaretkirina Îstanbûlê ew bi rutba mîralaytiyê hattayînkirin û rutbeya paşatiyê ji bo wî hat dayîn. Piştî vê siyaseta wî qelewtir bû. Dest pê kir li hember anaze û şemeran li ber xwe da, gav bi gav ew paşde xistin, di encamê de herêma xwe ji beşên wan ên herî xerab malişt.Wî xiristiyan(ermenî û keldanî) han dan ku barkin werin li dora Wêranşarê bicîh bibin û bazarek li nava vê qesebê ava kir ku zû bi zû geş bû. Gava eşîr û reîsên din ermenbî talan û qetil dikirin Îbrahîm ew diparastin û cesaret dida ziristiyanên ji hemû mezheban. Qasî ku tê texmînkirin i dema komkujiya ermeniyan a mezin de wî qasî 10.000 ermenî ji tunebûnê parastin. Bi riya mahrkirina xwişka şêx wî eşîra xurt a ereb a bi navê cais(Jais) ber bi xwe ve kêşa, afdelî, baggara û şerabî li pey wê hatin.Eşîra kîkan a li dora Mêrdînê tevî wî bû, lê belê teyî, Jibbûrî, anezeyî û şemerî niha bûndijminên wî yênxedar. Ji bo siyasetmeşînekî wekî Îbrahîm gellek xeter bû ku ev bloka req a dijmin destlênedayî bihişta. bi riya îstîfadekirina ji dijminayetiyeka dûr û dirêj a navbera her du aliyên şemeran Paşa, bi libergeriyanê, ruşwetê û axaftinê şêx Curallah(Jurrallah)ê mezin ê xwedanê 1.500 konan kêşa aliyê xwe.

Di vê navberê de bi bihêzbûna Paşê dewlemendiya wî jî zêde bû, mezinbûna giringiya Wêranşarê çûnûhatina karwanan kêşa ber bi binê hukmê wî ve. Berê ji bo koçeran îtîyazek bû ku bi çavê talankirin û şantaj û gefxwarinan li karwanan binêrin, lê ni saya Îbrahîm ew bûbûn ew rûdana ku bereket û dewlemendî tanîn bajarê Wêranşarê û bi vê munasebetê pere û malên bazirganiyê tanîn warên koçerî yên wî, dîtina wî ya li ser karwanan her tişt guherîbû. Zêde tê re neçû, Qeregêçiya ku pêşveçûnên kurdên millî bi çavê xwe didîtin ji vê yekê ne kêfxweş bûn. Niha ew karwanên ku çi ji hêla Diyarbekirê çi jî ji hêla Urfayê dihatin diviyabû di herêma vê eşîrê re derbas bibin. Wan jî misêwa bi serbestiyeka bêhed ew talan dikirin. Di 1904-ê de Paşa ev yek protesto kir, lê protestoya wî hat piştguhkirin. Li ser vê wî daxwaz ji îdara Urfayê kir ku asayişê pêk bînin, lê hukumetê sersarî kir, loma jî Îbrahîm mesela Qeregêçiyan kir mesela xwe ya şexsî. Siyaseteka adetî ya hukumeta tirk e ku îhtîmala bizaveka qetî hebe jî mudaxeleyî nava lec û pevçûna eşîran bike. Vê carê jî yuzbaşiyek tevî mifrezeyeka çiyayî ya ji panzde kesan pêkhatî hat şendin ku têkeve nava her du berên çerî. Li dore Sêwrekê derketin pêşiya Îbrahîm û hêzên wî û yuzbaşî emir da serokeşîr ku vegerre welatê xwe. Îbrahîm ev yek red kir, axaftina navbera wan her ku çû req bû yuzbaşî bi bu lêdana gulleyekê hat kuştin, merivên wî hatin bêçekkirin û hinartin ji bo Urfayê, kurdên millî jî bi riya xwe de dewam kirin ku herin hesabê xwe bi djminê xwe re bib înin. di şer de piştî demeka kurt qeregêçî bi tevayî şikestin, kon û malên wan hatin birin ji bo Wêranşarê. Hinek şert li ser wan hatin ferzkirin ku ew van bi cîh bînin û di pêşerojê de tedaxulê nav karê karwanan nebin. Ji bo ev lihevhatin û aştî bê tekûz kirin du mahr di navbera biraziyên kurr û keç ên her du serokeşîran de hatin birrîn û îbrahîm ne tenê bi wî malê talankirî gelelk ji wan tiştên dest liserê danayî bi xwe re birin û vegerriya Qeregêçiyê. Û ji bo aşkirina berpirsiyarê dewletê ji ber sedemê kuştina zabit jî, karwanekî ji pênc sed barê devan yên rûn pêkhatî hat verêkiirin Îstanbûlê ji Sultanî re.

A ev ew wext bû ku ku herkes di wê fikrê de bû ku hêza Îbrahîm diheje û wê dawî li rojên wî yên bi debdebe werin. Wî kurrekî Sultan kuştibû, hemû zabit û esker bûbûn tîhniyên xwîna wî. Diviyayî tenê bi gotinekê hebû, hemû çekdarên ku li herêmê di eskeriyê de xizmet dikirin amade bûn ku êrîşî ser wî bikin. Tam di vê demê de bû ku Îbrahîm bi cesareteka mezin hat Urfayê, merkeza hukumetê ku çend rojên dawiyê yên Remezanê li wê derê derbas bike. Telgrafeka taybetî ya ji Îstanbûlê emir kir ku bi başî pêşwazî lê bê kirin û ew xweş bê ezimandin. dijminên wî yên ku hê berî bi çend rojan li benda ketina wî bûn, niha ketibûn bin tayeka mezin û di halekî gellekî nexweş de welê man heta ku Paşa bi qeflê lipeyhatiyên xwe piştî çend rojan ji bajêr derket çû.

Siyaseta Paşa niha ew e ku êrîşî wan gundên wiha bike ku di binê hukmê wan kesan de ne ku ne dijminê wî ne jî mittefîkên wî ne, her wekî yên beraziyan, bi wê hêviyê ku belkî rojekê desthilatdariya wî qebûl bikin. Di dema ku ew j misilmanên bin destê hukumetê re texsîr nake, ew kêm caran xiristiyanan diêşîne. Wî li hemî qeseban casûs hene, di warê xwe de penagehek ji bo rêbirr û xerabkaran ava kiriye bi wî şertî ku gava werin herêma wî hay ji xwe hebin xirabiyan nekin.
Îbrahîm Paşa xwediyê karakterekî gelek seyr e. Bêgûman rêberekî tebîî yê peyayan, xwedanê xusûsiyetên hemû merivên ku di tecrubên curbecur ên jiyanê re derbas bûne, hêzeka mezin a bi xwe baweriyê ye, û tevî wê jî wekî zarokekî nazdar ê nazik e. Ji bo min ew bi her awayî ji bo lêhûrbûnê blakêş e, çimkî di wî de ji bo min merivekî welê xuya ye ku wekî Warwîckê ku di Îngîlterê de hat û çû û her wiha li Tirkiyê jî wê jê re cih nemîne. Ez di wî de baronekî feodal despotekî rojhilatî û serokekî koçar dibînim. Di nav konê wî de meriv dikare hin ramanên jiyana kon û warên Tîmûr û Atîlla peyda bike; di hilhatina wî ya ber bi hêzbûnê de îlhamên serkeftinên destpêkê yên osmaniyan, di zeîfî û hêziya wî de hin xeta û bikêrhatiyên Mithridatiyan diyar dibin.

Di dinyayê de tu xelk nîne ku qasî vanên şAsyayî meyildarê perstina lehengan e. qatilekî herî jar gellek caran dibe xwedanê hurmet û rêzlêgirtinê, rêbirekî herî newêrek bilind dibe dikeve dereca Robin Hood. Esasên wiha ne ku rê li ber hilhatina zilmerivan vedike.

Û gava bi qezayî merivek dertê ku hêza wî tenê li ser qurnaziya wî ya siyasî bilind bûye, piştre meriv diyardeyeka fewqelade ya yekî bêhêz malûl ê wekî Îbrahîm îdareya girseyeka gelekî perçebûyî yê li dervayî zeftê dike.

Roja dîtir a piştî gîhaştina me ya wê derê, Paşa fcerman da ku kon bên rakirin û koç bi rê keve. Tevayiya wê koça ku ji barê 2.00 heywanan ne kêmtir bû ji destpêka fermandayinê di du saet û nîvan de amadeyî birêketinê bû. Ev wext piçekî ji wextê ku meriv karibe vê koçê deyne û konan vegire zêdetir bû. Di meşa karwan de Paşa li ser dallulekê(deveyeka rewan) di serê karwan de diçû, li dora wî 50 siwar ên mihafizên wî yên şexsî û komeka ku teqrîben ji 15 cot tajiyan pêkhatî li dora wan bû. Vê dîmenê bi hevre tabloyeka balkêş a harîka derdixist meydanê.

Di seranseriya mêvaniya min a pêncrojan de a bi Îbrahîm re kar û bar berdewamî di wî konê mezin de dihatin meşandin. Siwarên bi mesaj, name û raporan li ser her awe karan misêwa dihatin û diçûn. Paşa bi suratek gellek mezin karên wan bicîh dianî, hîç ji bo fiirînê navber nedidayê û her gav ji hafizeya xwe gellek emîn bû.

Me di 14-ê mehê de sibehê zû konê Îbrahîm bicî hişt û em ber bi rasul Aynê bi rê ketin….


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)