Wesîyeta Qazî Mihemed ji bo Gelê Kurd

Dema ku dadgeha Îranê biryara bidarvekirina Qazî Mihemed digire, cenabê wî, wek daxwaza xwe a dawîn, dixwaze wesîyetekê ji bo gelê xwe binivîse. Ew wesîyet, belgeyeke dîrokî ye û ji arşîvên Îranê hatîye bidestxistin. Gotinên cenabê wî ji bo gelê kurd û ji bo her kurdekî, wek şîretên zêrîn in.Temamîya wesîyeta cenabê Qazî Mihemed li jêr e ; Wesîyeta Qazî Mihemed ji bo Gelê Kurd Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan; Gelê minê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure. Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekît...