Rastîyên qewama Kurdistana Sor û sedema hewlên dûrkirina kurdên êzdî ji kurdbûnê
DÎROKA ÎRO DI
PAŞILA DÎROKÊ DA...
Korda Mad (Ezîz
ê Cewo)
PÊŞGOTINA R’OJNAMEYA “K’URDISTANA AZAD”
Van demên dawîyê agahî gihîştin destê me, ku di
Ermenîstanê da Parlamênta wê k’omara
Sovêtê ya berê, ya ku piştî hilweşandina Yekîtîya Sovêtê serxwebûn bi dest xistîye,
bi fermî k’urd
û k’urdên
êzdî ji hev cuda kirine û êzdî wek net’eweke
ji k’urdan
cuda, zaravê kurmancî jî, yê ku bi giranîya K’urdistanê r’a ew pê diaxivin, wek zimanê
êzdikî p’ejirandine.
Bi r’astî,
em ji vê bûyerê matmayî û zendegirtî man: tiştekî ne nêzîkî heş û aqilan e!
Çawa dikare?
Em berbirî r’ojnamevan
– helbestvan Ezîz ê Cewo bûn, ku ew, wek welatîyekî wê k’omarê yê demekê, pisporê k’urdzanîyê, vê bûyerê şîrove
bike.
Mamosta Ezîz ê Cewo xwe ji şîroveyan r’a amade nedît, ji ber ku,
anegorî gotina wî, ev biencambûna pêvajoyeke siyasî ye, ku ji sala 1988an va di
Ermenîstanê da dest pê bûye û mirov nikare bi gotineke biç’ûk binirxîne.
“Ji bo ku ev t’am bê têgihîştin, divê
nirxandineke k’ûr û berfireh pêk bê, – mamosta got. – “Di dema xwe da, 12 sal berê min wek
bersiva gotarekê, ya ku rojnameya Partîya Daşnakan a “Azatamart” da hatibû weşandin,
nivîsîye: di wê da min nirxandinek
berfireh kiribû û ew ji heman r’ojnameyê
r’a şandibû. Lê r’êvebirîya wê r’ojnameyê du mehan weşandina wê
îro-sibê xist û ew neweşand. Min gotara xwe ji bal wan hilda û wisa jî bê weşandin
di arşîvan da ma. Piştî van bûyeran min ew derxist, ji nû va xwend û dît, ku di
wê da bersiva hemû pirs û pirsgirêkên wan lîstokên siyasî heye, yên ku bi
biryara Parlamêntoya Ermenîstanê ya vê dawîyê va biencambûnê… Fermo, bersiva
hemû pirsan jî hûn dikarin di wê da bibînin… Ew ji
bo xwendin û weşandinê amade ye, min êdî ew ji ermenî wergeranîdya k’urdî.“
Me jî bi spasdarî gotara mamosta Ezîz ê Cewo hilda û em
wê pêşk’êşî
xwendevanên xwe dikin.
Wek ku tê zanîn mamosta Ezîz ê Cewo k’urdzan – zimanzan e, helbestvan
û r’ojnamger
e. Ew di cîhana r’ojnamevanîyê
da bi nasnavê wêjeyî – “Korda Mad” tê naskirin. Dema ew
êdîtorê r’ojnameyên
“Botan” (bi zimanê ermenî – Yêrêvan, 1993-94.) û “Axîna welat” (bi rûsî-kurdî –
Moskova, 1995-98) bûye, ewî hem r’ojname,
hem jî helbest û gotarên xwe bi navê Korda Mad binnûs1 kirîne.
Weha, gotara Korda Mad li ber we ye, bixwînin û bi xwe
jî binirxînin...
AŞ BI XIYALEKÊ, AŞVAN BI XIYALEKÊ...
1. Laçîn: lêgênd[2]û r’astî
...Piştî hildana bajarê
Şûşîyê, dema di derbarê vebûna r’êya Laçînê da agahî belav kirin, têlêvîzîyona
R’ûsîyayê, li ser agahîyên ji Ermenîstanê gihîştine destê wê, r’agîhand, ku li
herêma Laçînê di navbera hêzên Adirbêcanê û k’urdan da şer’ekî giran dimeşe...
Piştî demekê dîsa wê têlêvîzîyonê, vê carê jî li ser agahîyên ku ji Adirbêcanê
gihîştibûn destê wê, agahîyên berê r’ed kirin. Heya r’êportyorê adirbêcanî got,
ku li dijî ermenîyan di nav leşkerên Adirbêcanê da lezgîn, t’aliş, k’urd û
nûnerên gelên din şer’ dikin... Li ser van daxuyanîyan, xudanê vê gotarê r’êplîkek
di r’ojnameya “R’êspûblîka Armênîya” (“K’omara Ermenîstanê” – bi zimanê r’ûssî,
27. 05. 1992 s.) bi sernivîsa “Provokatsîyona r’agîhandinî, yan windakirina bîra
xwe” weşand. Lê piştî çendekî r’ojnameya “Hayk’” da (bi zimanê ermenî, 02. 06.1992
s.) li ser r’ûpelê pêşin, li cîyekî ber ç’avan, bi tîpên mezin daxuyanîya R’êvebirîya
T’evgera Ermenîyan a Hemnet’ewî hate weşandin. Em wê daxuyanîyê wek ku heye, r’aberî
xwendevanên xwe dikin:
“Di Laçînê da di navbera k’urd û adirbêcanîyan da p’evçûn
dernek’etine.
Anegorî agahîyên ku T’evgera Ermenîyan a Hemnet’ewî ji
çavkanîyên pêbawer girtine, dibêjin, di Laçînê û wê herêmê da p’evçûnên k’urd û
adirbêcanîyan çê nebûne.
Agahîyên di derbarê, xwedêgiravî, p’evçûnên “giran” ên di
navbera k’urd û adirbêcanîyan da, ku hatine weşandin, nayê zanîn, k’a, gelo ji
çi ç’avkanîyan hatine girtin”.
Di çapemenîyê da gotinên
nûnerê Qerebaxê Mêlîk’-Şahnazaryan jî hatine weşandin.Ew dibêje, ku Laçîn wan
hildaye, ewê jî wî di bin destê xwe da xweyî bikin. Pişt r’a xerîteyên Qerebaxê
yên cihêreng, gotar û belgeyên din hatine weşandin.
Karlenê Çaçan û Wekîl Mustafayev li Kurdistana Sor |
...9-10-ê hezîranê di
Laçîna dagerkirî û wêrankirî da civîna damezirandina T’evgera K’urdî ya
Azadîxwez li dar k’et. Di vê civînê da Daxuyanîya ji nû va avakirina dewleta k’urd
a li vê herêmê hate p’ejirandin. Lê berî wê di heman Laçînê da nûnerên r’êxistinên
civakî yên k’urdên Yekîtîya dewletên serbixwe civîneke hevbeş pêk anîbûn û bir’yar
dabûn, di nav r’êxistineke giştî-T’evgera K’urdî ya Azadîxwez da bibin yek. Û
divê armanc û hedefa vê T’evgerê jî ji nû va avakirina dewleta k’urd be, a ku
salên 1923-31-an di nava sînorên Adirbêcana Sovêtî da hebûye,ya ku ji navçeyên
Laçîn, K’elbecar, Qubatlû, Zengîlan û Cebraîlê pêk hatibûye.
10-ê hezîranê di navenda
Laçînê da li ser avayîyê “Biryargeha” T’evgera K’urdî ya Azadîxwez ala net’ewî
ya k’urd hate bilindkirin. A ku piştî çend r’ojan bi destê fîdayîyên ermenî
hate xwarê...
Wê r’ojê li wir, wek ku
fîdayîyên li wir amade bûn, digotin, ku dema ew k’etine vê herêmê, di navbera
wan û k’urdên binecî da t’u p’evçûn dernek’etin, k’urdan t’u berxwedan nedane
xuyanê. Digotin, dema ew k’etine wan gund û bajaran li wir şopên p’evçûnên germ
dîtine (teknîkên leşkerî hatibûn welger’andin û şewitandin, laşên leşker û
mirovên sivîl û h.w.d.).
Wê r’ojê em ewqasî agahdar
bûn, yek jî, me Laçîna vala, şewitî û t’alankirî
dît: dewsên p’encereyên demekê yên reş û tarî li me dinihêrîn – mîna ç’avên
dayîkên ji hovîtîyên hinekan veciniqî û tirsîyayî!..
Laçîn!..
Cara duyem em di navbera
mehên hezîran û tîrmehê da çûne Laçînê. Dîsa ew Laçîn bû – bê hêz û bê taqet, şil
û seqet (felş) bûyî. Dîsa wek berê şikevtên p’encereyên avayîyên şewitî, wêran
û t’alankirî, dîsa wisa pelişî û tirsîyayî, melûl li me dinihêr’în... T’enê tiştek
hatibû guhar’tin: Li ser k’ûça navendî ya bajêr li der-dorê cîgeha komêndat
girseyek a mezin a p’enaberên ji navçeyên Qerebaxê yên Şahûmanyan û Mardakêrtê
hatibû û li ser hev berev bûbû. Her yekî, li k’u r’a gihîştibû, xwe avêtibû
erdê: r’ûniştibûn, an vezelîyabûn – jin, zar’ok, kal, pîr. Li ser dêmên hemûyan
mora tirsê, westîyanê, birçîbûnê hebû...
Penaberên ji Laçînê |
Van mirovan r’êya ber bi
Ermenîstanê girtibûn, dixwestin demekê berî demekê van deran bit’erkînin, lê bê
hêz bibûn. Digazinîn: alîk’arîyek a bi r’êxistinî nîn e, ya ku tê jî, di r’ê da
belav û dêrs dibe, lê di k’etina navçeyên xwe da jî destê xiyanetê didîtin...
Çi jî hebe, mirov in – diaxivin, digazînin, mat’mayî û hêrs dibin.
Êvarê, dereng nûnerê
Ermenîstanê hat, bi gel r’a axivî, ber dilê wan da hat, soz da, ku alîk’arîya
yekem, va ye, wê zûtirekê pê r’a bigîhîje...
Li ser van dîmenan û di
nava wan r’a k’urdên Laçînê hatin ber ç’avê min – di nava du agiran da. Ji hêla
Ermenîstanê va bi destê hinek r’êvebirên T’evgera K’urdî ew xapandibûn, gotibûn
ku leşkerên ermenîyan wê wan azad bikin, ç’irûska hêvîyekê vêketibû û wan ber
xwe nedabûn. Heger wan ber xwe bida, wek ku fîdayîyên ermenî digotin, lingê
ermenîyan li wir nediket. Jixwe leşkerê Adirbêcanê ne ku t’enê r’evîyabûn, wan
jî ji hêla xwe va, çi ji destê wan hatibû, anîbûn serê k’urdan... Û dîrokê xwe
dubare kiribû – k’urd vê carê jî bûn qurban – qurbana şer’ê ermenîyan û
adirbêcanîyan, û bê war, bê dost û kes wêran û t’alan bûn, hatin zêrandin û
qetilkirin...
Bersiva vê k’îyê bide?
Cîhana bê wîjdan û bê
exlaq, û dema hovîtîyê! K’urdên bê serî û bê t’evger!- Van mitalan t’avetî
nedidan min.
Temamîya şevê p’enaberan
di k’ûçeyên Laçînê da bihurandin (gelo laçînî naha li k’u êwirîne? – hate serê
min), t’enê, çiqas derfet hebûn, hinek kal, pîr û zar’ok li biryargehên k’oma
sînorp’arêzên ji Gorîsê û Partîya Xrîstîyan –Dêmokratan da bi cîh û war
kirin... Şervanan xurekê p’ara xwe li wan beş kirin û heya sibetirê êvarê birçî
man. Hinek ewr li esmîn li hev civyabûn, baranek a sivik borizand, p’enaber li
hev çûn-hatin, hewl dan xwe ji baranê bip’arêzin, lê st’ar nedîtin... Baş bû,
ku baranê zû bir’î, an- na... Heger bajarê Laçînê û gundên dorê nedabûna devê
êgir, dibe ku ewan p’enaberan jî bikaribûna demekê star bibûna... Kal, pîr û
jinan gazinê xwe dikirin: “Baş e, – digotin, – t’alan kirin, em têgihîştin,
qanûna şêr’ a nenivîsî ye, em jî t’alan kirine, çima agirdûdayî kirin, mirov jî
şûnwarên ku hiltine, bişewitîne?! Tiştekî dinê ye, ger ew ji destê dijmin va berdana... ”
Ezîz ê Cewo li Kurdistana Sor |
R’oja veger’a me li ber
kanîya li ser k’ûça navendî ya Laçînê êdî p’enaberên ji gundê Çaylûyê (yê
Qerebaxê) hatibûn û li ser hev berev bûbûn: ew jî wê şevê peya hatibûn û berbangê
bi zor û cefayekî xwe ji Laçînê r’a gîhandibûn.
Laçîna şewitandî, t’alankirî
û felşbûyî nikaribû wan jî sitar bike.
Wê sibê nobedarê cîgeha komêndat
sînorp’arêzê ji Gorîsê Anûşavan Hayrapêtyan divê r’êberîya me berbi bakûr
bikira – ber bi gundên Laçînê yên milê K’elbecarê va. Anûşavan ji gundê Aravazê
bû, yê navçeya Gorîsê ya Ermenîstanê, fermandarê bêlûka sînorp’arêzên ji gundê
xwe bû. Wek ku wî ji me r’a got, têk’ilîyên wan bi gundên k’urdan ên cînar r’a
berê jî hebûne. Digot, ku heya piştî p’evçûnên ermenî – adirbêcanîyan ên salên
1988-an jî têk’iilîyên wan û gundîyên herêma Laçînê, her çiqas êdî lawaz bibûn
jî, lê r’anewestîyabûn. Wek ku wî digot,
k’urdên wê herêmê bi têgîhîştinî li doza ermenîyan a azadîxwez dinihêr’în
(û ev jî xwezayî ye), digot, ku çi ji destê wan hatîye, alîk’arî dane hev. Bi
gotina wî têk’ilîyên ermenîyan û k’urdan t’imê jî ên dostane bûne. Heya
serhatîya hevaltîya xwe û P’irxanê ji gundê Garak’êşîşê ji me r’a vegot – wek
ku mirovekî cîhaneke nû veke!
–Hûn dizanin? – P’eyvên wî yek bi yek li dû hev ji devê wî r’êzdibûn, –
gelekan li van deran xwe wek t’irk didan xuyanê (ermenîyên wan deveran
adirbêcanîyan r’a “t’irk” dibêjin), çawa bikirana, hûn r’ewşa wan t’exmîn jî
nakin! Ez bi gelekan va çûme-hatime, bi wan r’a bi t’irkî axivîme, min hew
dîtye, ewan di nav xwe da bi zimanekî din axivîne. Min pirsîye, derk’etîye, ku
bi k’urdî diaxivin, ew bi xwe jî k’urd in... Û ji wê r’ojê va danûstandinên me
yên k’ar werguhêzîyên hevalatîyê, dostanîyê bûn... Ewana bawerîya xwe bêht’ir
bi me tanîn! – Di dawîyê da Anûşavan li ser da zêde kir.
...Mîkrootobûsa ÛAZ-ê ya r’engê
k’eskê tarî em berbi bakûr va dibirin. Em herdu gundên destpêkê derbas bûn. Wek
ku Anûşavan gotibû, divê li wan deveran teknîka zirî ya şewitî mabûya, ya ku
demên p’evçûnan k’urdan welger’andibûn û şewitandibûn. Bi gotina wî OMON-ên (t’îmên
t’aybet) adirbêcanî li wan deveran di bin t’ehdîda ç’ekan da k’urd neç’ar
kirine, ku bi wan r’a her’in, û ji ber ku k’urdan li ber xwe dane, nexwestine
her’in, beşekî wan bê hêvşandin, qet’il kirine. Bi gotina Anûşavan, dema êrîşa
ermenîyan k’urdên binecî bi OMON-an r’a p’evçûne û berbi bakûr va meşîyane –
ber bi K’elbecarê, lê OMON – ber bi başûr, berbi Qubatlîyê va. Digot, ku k’urdan
xwestîye piştî K’elbecarê, li ser Qazêx r’a ji Adirbêcanê derên û berbi R’ûssîyayê
va her’in.... Li wan deveran em r’astî cilên mirovên kuştî hatin, ku di nav xwînê
da mewicî bûn, cî-cîna jî xwelî avêtibûn ser û ew nixamtibûn. Laşê mirovan
nemabûn. Hinekî wê da cîyê teknîka şewitî, parç’eyên wan ê belavbûyî vî alî–wî alî
k’etibûn, li dora wan jî fişekên gulekirî yên vala hebûn, ji her cîyan bîna k’izûr
dihat. Deşta şer’... wek deşta şer’! Anûşavan ji dûr va gundên di qefên ç’îyayên
bilind û hasê da, ên ku wek hêlûnên teyrên baz xuya dikirin, nîşanî me dan. Li
wî alî wan ç’îyan navçeya Gorîsê bû. Ç’îyane p’ir’ hasê bûn.
– Dibînin, çi ç’îyane hasê
ne, - Anûşavan got, -
heger gundên k’urdan nîn bûna, heger p’evçûnên k’urd û adirbêcanîyan nîn bûna, me dijwar bikaribûya Laçînê hildin. Hûn bi
xwe binihêr’in, heger t’avîyên (mewzî) xwe baş bigirtana û ber xwe bidana,
k’îyê bikaribûya li wan ç’îyan r’a derbas bibûya?
Bi gotina Anûşavan, heya
hatina hêzên ermenîyan, hê di mehên adar û nîsanê da li van deveran bûyerên
dramatîk pêk hatine.
... Em li van deveran r’astî
t’u laşî, yan p’arç’eyên laşên kuştîyan nehatin. Bi gotina Anûşavan wan bi xwe
t’u term binax nekirine, veneşartine. Windabûna laşên kuştîyan wî weha şîrove
dikir. Bi gotina wî, di van daristanan da hê jî xortên k’urd mane. Û, k’urd jî,
di çi mercan da dibe, bila bibe, kuştîyên xwe bê ç’alkirin nahêle...
Dîmenekî p’ir’ melûl bû –
gundên wêran ên vala, li derdorên r’êyan zît’olên cilên kuştîyan ên di xwînê da
mewicî, p’arç’eyên teknîka leşkerî, pêlîstikên zar’okan, tiştên navmalê... Li
van deveran trajêdîya mirovî hatîye lîstin û hemû p’erde û lîstikvanên wê hîn
ne dîyar in!
Demê bi xwe her tiştî di
cîyê wan da dayne, û dîmenên vê trajêdîyê wê bi hemû dêtayên wê yên kêm va
t’emam bibe... K’î dizane k’engê?
...Vê carê em di Laçînê da
şopa k’urdan diger’îyan: tiştên navmalê, t’aybetîyên wan ên k’urdî, p’irtûk,
name, belge û tiştên din. Wek ku tê zanîn, wargehê k’urdî ya demekê – bajarê
Laçînê, bi siyaseta serdarîya Adirbêcanê ya bêk’urdkirinê, êdî dema dagerkirina
wî ya ji hêla ermenîyan va ji sedî 80%-ê binecîyan bibûn adirbêcan. Her çiqas
k’urd di bajarê xwe da bibûn kêmanî, lê dîsa jî ji hemû k’urdên herêmê yên here
aktîv di vî bajarî da jîyane: di malên wêran û şewitî da me nameyên k’urdan, ên
ku wan ji serokatîya Sovêtê r’a şandibûn – ji bo ew bêdadîya dîrokî bê r’akirin û mafên wan ê otonom li
wan veger’înin – bi dehan û sedan binnûsên k’urdan va, bersivên wan, ên ku ji
“jor” va hatibûn. Êdî di derbarê gundên k’urdan da nabêjin. Dertê holê, yên ku
haya wan ji tiştekî nîn bûye, dîsa em bûne. Li wir di navbera k’urdan û
serdarîya Adirbêcanê da nak’okî û p’evçûn hebûne, k’urdan ji bo mafên xwe yên
net’ewî têk’oşînek meşandine, bêyî dengderxistineke zêde... Di mala yekî da me
hejmarên rojnameya “R’ya t’eze” yên li hev berevkirî û dirûtî dîtin. Ji bo her
salekê cûda ji salên 70-î û vir va – r’ojnameya ku di Yêrêvana p’aytexta
Ermenîstana Sovêtî da r’onayî dibîne! Bi dehan p’irtûkên k’urdî û yên di
derbarê k’urdan da, çapemenîya bîyanî. Ji belgeyên ku me dîtin, dida xuyan, ku
navê xudanê malê Bendalî Bendalîyêv bûye – r’ewşenbîrekî k’urd, welatp’arêzekî
dilsoz. Di maleke din da me p’irtûka dîroka Adirbêcanê ya ji bo dibistanên r’ûsî
dît, a ku sala 1977-an hatibû weşandin. Hinek r’ûp’elên vê p’irtûkê qat kiribûn
û cîh – cîna hinek tişt jî bi qelemê k’ivşkiriibûn. Ew agahîyên di derbarê
herêma Qerebaxê û k’urdan da bûn. Di derbarê van da em ê hê biaxivin.
...Em bi dilekî kul û
kovan veger’îyane Yêrêvanê. Gotinên ç’ekdarên ermenî: Vanîk û Anûşavan
Hayrapêtyanan, Slavîk, Artyom û yên din hîn jî li ber guhê me bûn, ên ku li ser
axa K’urdistana Sor a dagerkirî weke xwedî dimeşîyan û li ser bûyerên
dagerkirina Laçînê gotinên xwe digotin. Gelo çiqasî r’ast dibêjin? Lê heger
hemû ç’îr’ok in? R’astî li k’u ye? Lê gotina t’erefê dine li k’u ye? K’urdên
Laçînê çima bêdeng in? Pirs in,…pirs in, … pirs!
2. K’î divê dersê bide k’ê?!
...Em hê jî bi derûnî di bin bandora bûyerên
Laçînê da bûn – tiştên ku me li wir dîtibûn:danûstandin, vegotin û dîmenên cuda.
Em hê jî ikaribûn fêrî jîyana Yêrêvanê bibin, a ku bi r’û va aram, bê xem û ji
şêr’ dûr dihate xuyan. Jîyana wê ya r’ojane hê em di nava xwe da nedabûn jibîrkirin,
dema hevalekî min du hejmarên r’ojnameya “Azatamart” (bi r’ûsî, hejmara 26/69,
26-ê hezîranê – 2-ê tîrmeha 1992-an û hejmara 27/70, 3 – 9-ê tîrmeha 1992-an) dirêjî
min kir û got: “Binihêr’e, di van da tiştên balk’êş ji bo te hene!”
Min her du hejmarên r’ojnameyê per’kirin: di
her hejmarekê da r’ûp’elekî r’ojnameyê (bi giştî – du r’ûp’el) gotarek bi
sernivîsa “Ên kurd” hatîye weşandin û xudanê wê jî Gar’nîk Asatiryan e.
Helbet, min hîç hêvî jî nedikir, ku G.
Asatiryan jî dê, wek k’arbixêrên ermenî yên wextekê, di çarç’oveya hêz û
derfetên xwe da, li ser t’aybetmendîyên k’urdan ên net’ewî, çand û hunera wan
r’aweste. Lê ku armanca gotara wî dê ew be, ku nîgara gelê k’urd wek a dijmin binitirîne,
min ev jî hêvî nedikir. Ev tiştekî nû nîn e, Gar’nîk Asatirîyan (ji vir û pêva: G.A.) agahîyên
di derbarê dîrok, ziman, çand û hunera gelê k’urd da lêp[3] û berovajî dike, me ew ji zû va dizanibû. Lê
ku ew ê wan t’evan ji bo armancên xwe yên gemar û k’etî bi k’ar bîne, …? Her çi jî hebe, em binihêr’in, k’a
ew çawa nîgara dijmin dinitirîne û bi xwe jî paşê, xwedêgiravî, “hewl” dide,
ku xwe “efû” bike: “Ev gotinanên han nayên wê
wat’eyê, ku xudanê van r’êzan dixweze r’engan tîr û tarî bike – nîgara k’urdan
wek a dijminê ermenîyan ê qanî-qan ji nû va vejîyan bike, an jî, Xwedê neke, ji
bo k’în û nefretekê li dijî k’urdan gur’ bike.” (“Azatamart”, hejmar
27(70), r’ûpel 10).
Wek ku tê xuyanê G.A. bi xwe jî hîs dike, k’a çi bîn ji nivîsa wî tê û, ji bo wê jî...
Her çiqas jî ew, xwedêgiravî, xwe “efû” dike,
lê hema di wê “efûkirinê” da û bi wê ew ne r’astedêr ji xwendevan r’a dibêje –
çi ku min nivîsîye, hûn hema wisa jî têbigihîjin.
Her çi jî bûbe, em binihêr’in, k’a G. A. çawa
bi “zanistî” “nîgara dijminê qanî-qan ji nû va vejîyan” dike, û ji bo gelê
mijara gotinê, wek net’ew, çarç’oveya mafê jîyanê datîne û di nava wê t’evlîhevîya
“zanistî” ya wek girara qereçîyan da “serk’êşîyê” ji gelê xwe r’a dike, û berê wî dide k’u?..
“Dertê holê”, ku heya G. A. di Ermenîstanê da
di derbarê k’urdan da “helwesteke sade û r’omantîk” hebûye. “...Dibe ku, ji ber ku di dema
Sovêtê da li hember pirsa net’ewan nêzîkbûneke t’aybetî hebûye, bi giştî di
derbarê k’urdan û çêbûna wan, dem û r’ewşên belavbûna wan a di Ermenîstanaê da,
bi t’aybetî helwesteke sade, r’omantîk hebûye, ne ku îdêolojîyeke zanistî ya bi
belgeyan va ”. Û piştî vê: “Bêagahîbûn,
an jî, dibe ku, kêmasîya biwîjdanîya zanistî digîhîne wê, ku gelek caran
têkilîyên ermenîyan bi k’urdan r’a digîhînin... demên Tîgranê Mezin[4]. Pirs
di wê da ye, ku ji Înç’îç’yan û Lêo[5] destpêkirî,
di nav r’ewşenbîrên me da ew t’exmîneka çewt belav bûye, ku marên[6] kevnar
pêşîyên k’urdan in...”
Di sêrî da divê bê gotin, ermenîyan ne ku t’exmîn
kirine, ku mar (med) pêşîyên k’urdan in, lê p’eyvên mar (med) û k’urd ji bo wan p’eyvne yekwat’e
bûne: ermenîyan gotine k’urd, med têgihîştine, gotine med,
k’urd têgihîştine. Li ser vê em ê hê bi hûrbînî biaxivin… Û, ya duyem, hûn
tê digihîjin, “dertê hole”, ku berê ermenîyan cînar û dost û dijminên xwe ji
hev cuda nekirine, gelek tişt çewt tê gihîştine, û G. A. jî, nizanî ji k’u derk’etîye,
r’abûye, meydanê dixwîne û “dersê” dide gelê ermenî?!
Mirov nizane bik’ene, an bigirî!..
Ev êdî çend sal in, ku G. A. hewl dide, gelê
ermenî bi “îdêolojîyeka zanistî” (belê, belê, hema wisa – “îdêolojîyek a
zanistî”, ango –ya dijk’urdî) p’erwerde bike û ji bo wê jî “destk’evtîyên
zanistê yên vê dawîyê ji xwe r’a dike bingeh”. Û kesek nîn e, ku ji vî mirovî
bipirse: “Gotina te di derbarê k’îjan zanistê da ye? Çima li vir pirs di
derbarê zanistên xwezayî, yên r’asttirîn da ye, di derbarê xêt’an, şûmêran
(sûmer), an gelên din ên dîrokî da ye? K’urd hebûne, hene û îro jî bi cînartîya
ermenîyan û Ermenîstanê, hene, û, heya di hinek cîyan da jî her du gel di nav
hev da dijîn. Û gelê cînar jî (heya du birayên cînar, bav û kur’ên cînar),
heger ew cînarên hev in, wê di navbera wan da hem p’êwendîyên qenc hebin, hem
jî yên xirab. Û ev jî ji berjewendîyên wan, an jî bi destê dijminê her du
alîyan û cehş û k’irêkirîyên wan dijminan ên xwefiroş û k’irêt tê. Divê herdem
tiştek bê zanîn(û dîroka mirovahîyê evê ji me r’a dibêje!) ne gelên yekawa bêsûc
hene, ne jî yên yekawa sûck’ar: divê
mirov di nav xwe da wêrekî û paqijîya mirovî ya sade bibîne û bikaribe di nav
gelê xwe da hem wê bibîne, hem jî a dinê – hema ji bo xatirê dihatûya gelê xwe
û berdewamîya wî.
Lêbelê, hema di çapemenîya ermenîyan a dawîya
sedsala XIX û destpêka sedsala 20-î da, ya ku G. A. behsa wê dike, di derbarê
têk’ilîyên k’urd
û ermenîyan da r’ûpelên r’onî – çiqasî bixwezî, hene… Hema divê mirov xwe şûnakoran
daneyne, bibîne, binase û bide nasîn. Û ew jî ji herdu gelan r’a weke hev
pêwîst e. An na, di gotara G. A. da wek tayekî sor xêzek derbas dibe, ya ku
xwendevan ji r’êya r’ast dûr dixe û dixalifîne. Her çiqas ê dizane, jixwe dizane,
hema hinekên bê agahî dikarin bik’evin bin bandora wan derewan, ji ber ku ew li
ser r’ûpelên çapemenîya fermî hatine weşandin. Divê bê gotin, ku ev gotara bi
serê xwe yeke t’enê nîne, ku G. A. ji sala 1988-an û vir va bi hevp’ar û hevk’arên
xwe yên ji r’ojnameya “P’yûnîk” va bi t’evayî diavêjin meydanê û bi wan hest û
hîsên gelgur’dikin û bi wan dilîzin, ên ku bêyî wê jî hatine tez û t’evlihevkirin
û… Baş e, ku yên vî r’engî di nav civaka ermenîyan da kêm in. Dîsa baş e, ku
lîstikên weha li vir pêk tên, an na, heger ew di nav civakeke fanatîk da pêk
bihatana, bi “dua-drozgeyên” asatirîyanan
naha ji zû va!..
3.
Nexwendîtî, femkorî, yan..?
Siyaseta ku xwestine dutîretîyê bikin nav gelê k’urd
û wî ji hev p’arç’e bikin, nû nîn e. Ew siyaset ereban, farisan û t’irkan ji
berê va bi k’ar anîne. Lêbelê, îro tiştekî balk’êş li vira heye: li vira vê
siyasetê, ya ku xelkê ji zû va avîtine ser k’ulîkê dîrokê, G.A. û yên mîna wî, xwe
pê r’a gîhandine, ew r’evandine, p’îne
kirine û li ser xaka Ermenîstanê didine lîstikê. G. A. k’etîye k’uç’e û kolanan
gewrîya xwe diqelêşe, k’axizokan tenî dike, ji ç’ermê xwe dertê, ku “îzbat” bike,
xwedêgiravî, “êzdî û zaza ne k’urd in”. Û ji bo wê jî mînakek tîne, ew jî ew e, ku hinek êzdî dibêjin,
em ne k’urd in. Berê pêşin ew hewa siyasî, ya ku bi saya yên mîna G. A. di
Ermenîstanê da çê bûye, baş e, ku êzdî dibêjin – em êzdî ne, û dest ji
wê jî bernadin û nabêjin, ku ew ermenî ne.
Her çiqas, k’î dizane, dibe ku ew dem jî bê!
...Lê, dîsa jî balk’êş e, ku ew wê nêr’îna dûrî heş
û aqilan, a ku dibêjin, xwedêgiravî, zaravê kurmancî yê zimanê k’urdî, yê ku k’urdên
êzdî jî pê diaxivin, êzdikî ye,
nap’ejirîne û ji wan r’a dibêje yên k’urdîzarav (bi ermenî –k’rdalêzû).
A din, ma yên wisa di nava
k’îjan gelî da t’une ne?! Em hema hildin ermenîyên kat’olîk, ên ku xwe “fr’ang”
nav dikin. Ev hevtê sal e, Ermenîstan wek k’omar heye, siyaseteke net’ewî ya
yekgirtî tê meşandin, dibistanên net’ewî hene, lê hê jî fr’ang
(ermenîyên kat’olîk) p’ir’ bêyî dilê xwe hal û zewacê bi ermenîyên grîgorîyan r’a
pêk tînin, ew xwe fr’ang dihjmêrin, lê
ên dinê – ermenî, ji zaravê xwe r’a, yê ku ew û beşekî mezin ê ermenîyan va pê
diaxivin, nabêjin ermenî, dibêjein fr’angî (bi ermenî –fr’angêrên),
hema em hemû jî dizanin, ku ew r’engekî ermenîyan in. Êdî ez di derbarê
ermenîyên hemşî da nabêjim, ên ku misilman in.
Heger çend êzdî di bin
bandora wê hewayê da, ya ku asatirîyanan di Ermenîstanê da saz kirine,
ji xwe r’a nabêjin k’urd, nayê wê wat’eyê, ku êzdî ne k’urd in. Wê demê em
dikarin wan k’urd hesab nekin, lê bi giştî nikarin êzdîyan k’urd nebînin, ji
ber ku di cîhanê da net’eweke wisa nîn e, êzdî t’enê di nav k’urdan da hene, di
welatê me K’urdistanê da hemû êzdî, bi zîyareta xwe Lalişê va, bi r’êberîya xwe
ya olî va weha dibînin: “Ê ku ne
k’urd e, ne êzdî ye, yê ku ne êzdî ye, ne k’urd e!”. An: “Heger êzdî ne k’urd e, êdî k’î k’urd
e?!” Di Ermenîstanê da jî cîyê ku k’urdên êzdî xur’û di cîyekî da dijîn
(di gundên xwe da), vê dibêjin, ên Gurcistanê jî vê dibêjin…
A dinê, divê r’ûyekî mirov
hebe: ew çawa dibe, ku heman G. A. di hevp’eyvîna xwe ya “Kurdistan prêss”-ê da dibêje, ku di
Ermenîstanê da “60 hezar k’urd” dijîn (“Kurdistan prêss”, № 87 (17-18) 26. 12.
1990, r’ûp’el 13), lê heman hevpeyvîn bi werger di r’ojnameya “P’yûnîk” da (№
2(10), 16. 02. 1991 r’ûp’el 24) bi zimanê ermenî tê weşandin û “60 hezar k’urd”
dibe “çend hezar k’urd”. Û îro jî wek berê hewl dide, “îzbat” bike, xwedêgiravî,
di Ermenîstanê da “... heya bûyerên
sermaweza 1988’an der-dorê li wir 5-6
hezar k’urd dijîyan... Naha di Ermenîstanê da,dibe ku, ne zêdeyî
700-1000 k’urdî mabin...”. Tu
ji mirovê weha r’a çi bibêjî?! Ew bi xwe bawer e, wek ku heye, wisa jî maye –
îro weha pêwîst e, weha dibêje, sibê cûr’ekî din pêwîst be, wê tiştekî din
bibêje...
Di gotara xwe da G. A. di
derbarê wêje û çanda k’urdî da agahîyên salên 50-60-î tîne, demên jîyana
klasîkên wêjeya k’urdî ji 3-4 sedsalan vir va tîne, hîç gotinekê jî li ser
çanda k’urdî ya kevnar nabêje.
Di wan du hejmarên r’ojnameyekê
da pey hev gotara “Yên k’urd” hatîye weşandin, ew jî di bin r’ûbrîka (sernivîsa
giştî) “Cîhana hawîrdora me” da, û mirov tiştekî bingehîn ê nêzîkî têgihîştina
mirov di wê da nabîne. Ji wan bîna “k’axezokên”şer’ û şilt’axên herêmî
yên sedsalên navîn tê.
Helbet, di r’ojên me da jî
mirov dikare mînakên weha di hinek deverên dinê da, li bal şer’lat’anên
“dîrokê” yên din jî bibîne, lê li vir mirov ji tiştekî mat’mayî dimîne: G. A. belge û îzbatîyên dîrokî nayne, nanirxîne, û
paşê r’ed nake; ew dibêje, ji bo ku bibêje, ji bo nêr’înekê di nav civakê da biçîne.
Wek ku tê xuyanê, ewî dersa xwe ji Gêbêls baş girtîye, ê ku di dema xwe da gotîye:
“Dereweke sed carî bê dûbarekirin, wê li şûna r’astîyekêbê p’ejiranddin!”.
Her çiqas G. A. digazine,
ku “...derfetên
weşana r’ojnameyê bi sînor in”, lê, eger gotineke mirov hebe, du r’ûp’elên
r’ojnameyê jî bes in, ku mirov bikaribe, çawa bixweze, wisa jî her net’ewekê nîşanî
xwendevanan bike..
Çi dibe, bila bibe, gotin avîtine meydanê, û ew
divê bê bersiv nemînin.
G. A. dinivîse, ku di vê serdema bilindbûna
xwetêgihîştina k’urdan a net’ewî û k’ombûna wan da, xwedêgiravî, hewl tên
dayîn, ku hinek berekên (eşîr) îranî, yên wek zaza, lûr û gûranan (ew navên
‘lor’ û ‘goran’ bi wan şêwazan dinivîse! – K. M.) di nav xwe da bihelînin.
Berê pêşin, eger ew yekîneyên îranî yên cuda
ne, ew çima wana berek (eşîr) û ne ku gel bi nav dike. A din jî, çima bi
bawerîya G. A., ji bo van berekan, ên ku yên k’urdî ne, t’enê di vê serdemê da
hatîye zanîn? Hîn di destpêka sedsala XX da zimanzanê ermenî yê navdar Hraçîya
Aç’ar’îyan,
dinivîse, ku zaza xwe k’urd nas
dikin (û divê bê zanîn, ku zimanzanê binavûdeng ew agahî hê ji mêj va bi dest xistibûne).
Û G. A. xwe di vê lîstika xwe da ewqasî ji bîr
dike, nabîne, ku her çiqas bi xwe li cîyekî navê berekê wek “gûran” dinivîse,
li cîyekî din “herêmek a ne eşîrî” bi “goran” nav dike (li şûna ‘û’, ‘o’ dinivîse), dîsa jî nikare mirovê şareza û
pispor bixapîne. Ew dinivîse: “Her weha k’urdên bê eşîr jî hene, yên
bajarî, herêmên ku gundîtîyê va mijûl dibin û yên din, ên ku “kurmanc”,
“miskîn”, an “goran” tên navkirin: – Li ser vê me dixwest, ku G. A.
navên “kurmanc” û “goran” hemberî navên zaravên k’urdî yên “kurmancî” û
”goranî” bikira, û ewî bi xwe jî dê bidîta, k’a ew “r’astîya” wî çi qasî r’astî
û zanistî ye. Paşê, ji bo ku van bêheşî û sewdaserîyên xwe “îzbat bike” ew dinivîse:
“... Wek ku zaza, her weha lûr û gûran (mabesta wî ‘lor’ û ‘goran’ in.-
K. M.), hema-hema bi t’aybetmendîyên xwe yên êt’nografîk va yekîneyên îranî yên
ji k’urdan cuda ne”. – Min ê li vir şêwir bida “k’urdzanê” nûpatî, ji
bo ku ew biçûya mûzexaneya êtnografîk a Sardarapatê (Serdarava) û bidîta, k’a
ermenîyên herêmên cuda (yên Stembolê, Hemşênê, Qerebaxê, Sasûnê, T’iflîsê,
Yêrêvanê û yên din) çiqas bi cil û libasên xwe va mîna hev in, bi van ermenîyan
r’a biaxivîya û bidîta, k’a ew û wan va (an jî ew bi xwe di nav hev da) çiqasî
ji hev fêm dikin. Her çiqas ev êdî 70 sal in, ku “siyaseta” xwendin û p’erwerdeya
zimanekî wêjeyî tê meşandin, lê hê jî di Ermenîstanê da çend zaravên ermenî
hene dijîn(û wê hê jî hebin!) û gelek caran jî di navbera wan ermenîyan da, yên
ku zimanê wêjeyî nizanin, divê yan wergêrek hebe, an jî divê her du ermenî bi
zimanekî din ê duyemîn bi hev r’a biaxivin, ê ku herdu jî dizanin. Bi giranî jî
evê r’olê zimanê r’ûssî dilîze. Û ev jî xwezayî ye, mirovê zane û xwedî t’erbîye
ji bo vê ne mat’mayî dimîne, ne jî vê yekê ji bo xirabîyê bi k’ar tîne...
G. A. armancek daye pêşîya xwe û ew armanc li pêşîya
wî k’etîye, ewî jî çavê xwe girtîye, devê xwe vekirîye û daye pey, dimeşe...
Weha, anegorî “t’êza” G. A. a “zanistî” k’urd
di destpêka sedsala 19’an (1813, 1828) ji herêmên Îranê yên bakûr-r’ojavayê
hatine ser axa Adirbêcanê.”
Di sêrî da divê bê gotin, ku her çiqas ne di
destpêka sedsala 19-an, ne jî heya damezirandina K’omara mûsafatan, ne jî ji bo herêmeke erdnîgarî
(cêografîk) a dinê, ne jî ji bo herêmeke xweser navê Adirbêcan nehatye gotin,
lê dîsa jî di wan herêman da k’urd hê ji mêj va hebûne. Weha di p’irtûka
“Dîroka Adirbêcanê” ya bi zimanê r’ûsî da, ya ku me di maleke Laçîna wêrankirî
da dîtibû (xwedîyê malê cî-cîna bi pênûsê hinek agahî k’ivş kiribûn û p’elên wê
jî qat kiribûn) agahî hene, yên ku hem nezanîya G. A., hem jî armanca wî ya nep’ak
derdixin holê. Weha:
Di r’ûp’elê p’irtûkê yê 36-an da belgeyek
hatîye weşandin, di wê da tê gotin:
“Vegotina dîroknivîsê ereb ê sedsala dehan El
Îstaxrî di derbarê bajarê Bardayê da.
...Li ber dergehên Bardayê, yên ku wek “Dergehên k’urdan”
dihatin binavkirin”...
Lê di r’ûp’elê 37-an da
§10-an a beşê V, di bin sernivîsa “Avabûna
dewletên fêodalî” da tê gotin:
“...Salên 70-î yên sedsala X di herêma Gencayê da dewleta
k’urdan a Şeddadîyan ava bûye. Serdarekî vê dewletê Barda û Şek’î hildane û
gîhandine aqarên di bin serdarîya xwe da. Şeddadîyan derbeke giran gîhandine
Qezeran û bi wê yekê dawîya êrîşên wan anîne... Di dema desthilatdarîya
Şeddadîyan da li ser ç’emê Erez p’ira hatîye çêkirin, bingeha diravbir’înê û
dergehên hesinî yên Gênceyê yên bi navûdeng hatine danîn”...
Lê cîguhastina k’urdan a
girseyî ya ji Îranê ber bi Başûrê Kafkassîyayê va– li ser xaka Adirbêcana îro
bi fermana Şah Abbas pêk hatîye – ji bo ku sînorên dewleta xwe yên bakûrî bi
hêz û mit’în bike.
Ev hê hemûşk nîn e: dema
G. A. navên herêmên k’urdan di Îranê da li pey hev r’êz dike navê “Ostana
K’urdistanê” (bi farsî: “Ostanê K’ordêstan”) ‘ji bîr dike’, ya ku li
ser her xerîteyeke Îranê ya fermî jî heye.
...Û weha, mirov dikare bi
r’êzê her “îsbatîyek” G. A. “îsbat” bike.
Di gotara G. A. da her
weha beşê “Darayî” jî heye: bi giştî ji çend r’êzikan e. Li vir jî armanca vî
mirovê hanê ew e, ku k’urdan tenê wek gelekî k’oç’er û r’êncber bide nasîn.
Helbet, heger tiştekî wisa hebûya jî, tu şerma wê nîn bû (her çiqas, anegorî
agahîyên pêbawer, ji 100-î 40 %-ê binecîyên K’urdistanê zêdetir bajarî ne.)...
Mirov divê ewqas femkor nîn be,ma ji bo gelên cîhanê yên here pêşkevtî k’î r’êncberîyê
dike? Ma, gelên ku di nav wî da hem jî r’êncber nîn bûn, hene, gelo?
A din jî, eger k’urdan r’êncberî
kirine jî, ya xwe kirin, û ew jî r’êyeke t’ek-t’enê bûye, ji bo ku azad û
serbixwe bijîn û xulamtîya bîyanîyan nekin. Û ji xêynî wê, di cîhanê da gelê
xur’û r’êncber, xur’ê k’arker, xur’û bazirgan hene, gelo? Lê ji bo ku “gotina”
xwe îzbat bike û xwendevanan bide bawerkirin, G. A. gotineke k’urdî ya gelêrî
“dibîne” û wek mînak tîne: “Şivantî-mêrantî”. Wek tê xuyan, G.
A. helbestên helbestvanê ermenî yê mezin Hovhannês T’ûmanîyan nexwendine (wê li
k’u bixwenda?!..). Eger xwendibûya, wê dîtibûya, k’a T’ûmanîyan çawa pesnê
lehengîya “lawikên şivan” dide... Û ji bilî vê, eger ji bo şivantîyê bi r’astî
jî mêrxasî pêwîst nake, çima her mirovek nikare şivantîyê bike – bi berf û
bager û tavî-teyrokê r’a her’e şêr’, gur û çeqela û dizan bide r’evandin!..
Xwe wisa hêsa nîne?!..
Lê dîsa jî!
Eger mirovê ku xwe ewqas
zaneyê r’abûn-r’ûniştina gelê k’urd dibîne, divê ji bîr nekira (dibe ku wisa
pêwîst bûye!), ku gotineke gelê k’urd a din jî heye, ya ku hê bêht’ir t’aybetmendîya
gelê k’urd a net’ewî derdixe holê:
“–K’ê dinê dot?
–Yê k’ir’î – firot!
Dîsa negihîşt Xeta cot!”
Weha, ev e formûla gelê k’urd
a bextewarîya mirovî...
Êh, çi bikî, eger mirov
bixweze, wê bikaribe her tiştî “bibîne” û berovajî bike, t’enê dimîne, ku ew
bikaribe, wek mirov, destûrê bide xwe, ya din pirsa têknîkê ye...
Piştr’a jî G. A. dîsa bi
wê “pisporîya” xwe, ji bo pirsa ku di ç’avkanîyên ermenîyan ên sedsalên navîn
da navên k’urd û med
(bi ermenî –mar) yek dihatin dîtin, r’ed dike û wek îsbatîya bingehîn
van gotinan tîne: “...Berbangê zû ên med hatin, ên ku
k’urd tên binavkirin” (Arîstakês Têvkants, Hayêrg, T’îflîs,
1882, r’û 175-180, bi zimanê ermenî). Bûyera mijara gotinê, ango hatina med-k’urdan
a ber bi dêra T’spinê, 19-ê gulana 1426-an pêk hatîye. Her çiqas ev gotin îzbatîya
yekwat’ebûna p’eyvên k’urd û mad//medin,
dîsa jî G. A. anegorî şanê xwe yê mirovî û zanistî hewl dide, ku yekwat’etîya
van p’eyvan, ango medbûna k’urdan, an k’urdbûna medan r’ed bike.
Û vê jî çawa dike?! Dibêje, ku, xwedêgiravî, ew “hinartineke wêjeyî” ye. Û li
vir jî ew bi xwe weke xwe dimîne. Ew bi “hostatîya” xwe ya lêpokîyê (sextek’arîyê)
ç’avkanîyeke ermenîyana din dide jibîrkirin. Eger mirov gotinên wê ç’avkanîyê
jî bi bîr bîne, wê p’erdeya vir’ekî û şer’latanîya G. A. ya “zanistî” biçir’e.
Bixwînin û mat’mayî nebin:
“Binecîyên wê cîhanê (ango – wî welatî. – K. M.), yên ku k’urd in, med tên navkirin”.
(Matênadarana Ermenîstanê[7], destnivîsa № 1495, r’û. 142b û
142-an; t’emenê vê destnivîsê 400 sal e!).
Li vir li ber ç’avan e, ku
ermenîyan gotine“med”, “k’urd” têgihîştine, gotine “k’urd”,“med”têgihîştine.
Em dibêjin, piştî ewqasî êdî şîrove pêwîst nakin, û delîl û p’alpişt jî pêwîst
nakin, ji ber ku, yên ku di vê cîhanê da bi cînartîya k’urdan û di nav k’urdan
da jîyane, û k’urd ne bi gotinên hinekên dinê nas kirine, ermenî bûne. Ermenîyan
jî heya sedsala şanzdan k’urd wek med û med jî wek k’urd
nas kirine (û ji bo vê jî delîlên nivîskî hene!)...
Lê di derbarê wê yekê da,
ku G. A. bereka k’urdan a r’ojkî ya ermenîyan dihesibîne,em dihêlin ser wîjdanê
wî yê “zanistî”, lêbes, dîsa jî min ê bixwesta r’astîyê li ber
xwendevanên xwe vekin. Di heman gotara xwe da (dibe ku, bêyî ku wê têbigîhîje)
ew bi xwe wê “t’êza” xwe vala derdixe, dema li r’ex p’eyva ‘r’ojkî’ di
nav cotkevanan da dinivîse: “(her weha, ‘r’ûzakî’)”. – Divê bê gotin, ku p’eyva
‘r’ojkî’ ji p’eyva k’urdî ya ‘r’oj’ tê, şêwazên vê p’eyvê yên kevn jî: ‘r’oz’
an ‘r’ûz’ îro jî di hinek deverên K’urdistanê da hatîye p’arastin (em vê hemberî
p’eyva farisî ya ‘r’ûz’ jî bikin, ango, ‘r’oj’). Û, eger G. A. dixweze p’eyva
‘r’ojkî’ bi navê malbata ermenîyan a “R’ştûnyan” va girê bide, wê demê divê ew
di sêrî da îzbat bike, ku p’eyva ‘R’iştûnî’ ji p’eyva ‘r’oj (r’ûz)’ tê?!...
Bêç’aretîya G. A. û bêwat’etîya
“t’êza” wî li ber ç’avan e!
Bi van “îsbatîyên” xwe yên
vala, bi “meşa” xwe ya “r’edkirinê” va G. A. digîhîje pirsa ji hêla k’urdan va
avakirina dewleta net’ewî, û “dide xwîyan”, ku k’urdan di dîroka xwe da dewleta
net’ewî ava nekirine... Eger ev yeka mirovekî bigota, yê ku bi ç’avkanîyên ermenîyan r’a nas nîn bûya,
mirov dikaribû ev yek, wek bêagahî û nezanîya vî mirovî bip’ejiranda. (Û li vir
G. A. ç’avkanîyên ermenîyan li hêlekê hîştîye û çûye hewcê r’êwîger’ê t’irk Evlîya
Çelêbî bûye. Dibe ku wî ji bîr kirîye, ku heman Evlîya Çelêbî di derbarê
ermenîyan da jî nivîsîye, lê divê em ne bi devê wî bi hev r’a biaxivin). K’urd,
çiqas dewlet û mîrtîyên wan jî hebûne, her çiqas di welatê xwe da dagerkirî jî
bûne, lê di welatê dagerkirî da jî t’ucar bê dewlet nîn bûne. Her çiqas k’urd
di bin bandora hinekan da jî bûne, ew bindestî bi şêwazî (şiklî) bûye, t’enê
xerc dane û serbixwe mane. Û ew nîvserxwebûna wan jî bi destê berdestî û
xulamokên serdarîya t’irkan hatîye t’unekirin (em dibên, G. A. divê di vê
derbarê da ji bîr nekiribe, ji ber ku bi hemû hêza xwe va hewl dide, xeta wan
berdewam bike). Ji bilî vê, wek ku tê zanîn, G. A. nikare, yan jî naxweze tê
bigîhîje, ku p’eyva ‘emîr’ bi k’urdî ye, ango, ‘mîr’, ‘p’adişah’, ‘qral’, ‘şah‘
(emîr<êmîr < ê mîr), û her mîrekî k’urd xwe wek şahekî (qiralekî) hîs
kirîye.
Ji bo ku ev t’evlihevîya
çêbûyî ji hev bê vebijartin û ava zelal bik’eve, dibe ku pêwîst bike, bi dehan
p’irtûk bên nivîsar. Lê em bi ewqasî t’êr bibin û li ser lêytmotîva siyasî a G.
A. r’awestin.
Di beşê gotara xwe ya
yekem da (“Azatamart”, № 26 (69)) di nav wê t’evlihevîyêr’a, ya ku wî bi xwe bi
destê xwe çê kirîye, G. A. wê nêr’înê diavêje meydanê, xwedêgiravî “k’urdên
Başûrê Kafkasîyayê bi sekna xwe va t’imê bi mêla (t’angîrîya) adirbêcanîyan va
k’etine ç’av, berovajî êzdîyan, “...ên ku di nava sedê salan da di mêla wan a
ber bi ermenîyan da t’u guhar’tin çê nebûye...” (Weha, ji bo çi ew
ewqasî hewl dide, ji ç’ermê xwe dertê, ku “îzbat” bike, êzdî “ne k’urd in”! – K. M.). Helbet,
tiştên weha ji bo me nû nîn in, li ber ç’avan e, ku ew sparîşa hinek derdorên
siyasî pêk tîne. Ewî berê jî di gotarên xwe da êzdî wek yekîneyeke êtnîkî ya ne
k’urd a serbixwe dayê xuyanê, lê bi wê yekê heya di nav hinekên xalifî û ç’avtirsîyayî
da jî helwesta dijber hişîyar kirîye. Û ji bo vê jî ev yek ji pisporê “êzdîbazîyê” xweş
nehatîye, û ew berê xwe dide şêwazên nû yên bandorkirinê. Bi wan gotinan
dixwaze bibêje: “K’urd dostên
dijminên me ne (ango, ên adirbêcanîyan û t’irkan), û, ji bo wê jî, eger hûn xwe
k’urd bibînin (an bi nav bikin) hûnê jî bik’evin r’êza dijminên me”.
Fermo, de bibêjin, eger ev
ne t’êr’ora derûnî (psîkolojî) ye, lê çi ye?
Pey vê r’a bi vê germahîyê
di beşê duyem da (“Azatamart”, ,№ 27 (70)) G. A. berdewam dike:
“Naha jî çend goitn di derbarê wê da, k’a dîaspora
k’urdan, wek navenda bingehîn a amadekirina îdêolojîya net’ewî, hemberî
ermenîyan xwedî çi helwestê ye.
Vê dawîyê, bi giranî jî piştî dagerkirina Laçînê, ewana
hewl didin, bidine xuyanê, ku k’urdan bi xwezayî di derstpêkê da jî mêla
ermenîyan kirine û, bi xwezayî, dijî t’irkan bûne. Helbet, ev ç’îr’ok berê jî
dem bi dem dihate r’aberkirin, ew, xazma, p’ir’ baş di çarç’eveya
întêr’nat’sîyonalîzma lêp da bi cîh dibû”.
Mirov li vir çi dikare
bibêje? Ev gotina mirovekî ye, yê ku her tiştek kirye heşê xwe, û hewl dide bi
her awahî wê bide p’ejirandin. Lê dîsa jî, ji bo xwendevanan divê hinek tişt
bên r’avekirin û r’onîkirin.
Berê pêşin, dagerkirina
Laçînê çi têk’ilîya xwe bi întêr’nat’sîyonalîzma navborî r’a heye? Naha
demne nû hatine, yên ku bi gotarên yên weke G. A. tên makkirin. Û, ya duyem,
divê hê mirov bikaribe îzbat bike, ku dagerkirina Laçînê di xewn û xiyala k’urdan
da hebûye û k’urdan xwastine, ew pêk bê.
T’u kesek jî naxweze, ku
welatê wî bê dagerkirin... Û hûrbînîyên here girîng di p’eydabûna vê gotara G.
A. da, ên ku hemû derewên wî vala derdixin, ev in: gotara wî ya “Yên
k’urd” 26-ê hezîranê dest pê kirîye bê weşandin, em bibêjin, bila ew 10
r’ojan berê gihîştibe r’êdaksîyonê (+ -) û dîsa em bibêjin, ku wî ev gotar 10 r’ojan
berî şandina r’êdakt’sîonê dest pê kiribe binivîse, bi vî awayî, 5-ê hezîranê
dertê holê. Lê Laçîn 18-ê gulanê hatîye dagerkirin, û di Ewropayê da di derbarê
wê da, em bibêjin, wê piştî r’ojekê-duyan agahdar bûbin. Lê r’êaksîyona
dîaspora k’urdan piştî 9-10-ê hezîranê dîyar bûye (dema Daxuyanîya jinûva
avakirina dewleta k’urdan hatîye p’ejirandin) û wana nikaribûn bi r’êya
“felvekirina k’oç’ekan” pêş da tê derxista, ku amadek’arîyên dagerkirina Laçînê
tên kirin û piştî wê jî wê hewar-hêwarezeya asatiryanan destpê bibe, ku...
Li vir mirov dikare her tiştekî
bibêje: “Gelê k’rud dijminatîya xwe
bi t’u gelî r’a jî nîn e, gelê qenc û xirab nîn in, hene r’êjîm û mirovên
xirab, ên ku nanê xwe bi k’arê xwe yê k’irêt û gemar dixwun. Hema li ser van
gotinên G. A. gotineke gelê r’ûs tê bîra mirov: “Her kes weke p’îstîya xwe
têdigîhîje...”.
Weha, di bin bandor’a vê
hewayê da li hemberî k’urdên Ermenîstanê helwestek tê amadekirin, a ku mirov
nikare bi cûr’ekî dinê bi nav bike, eger ne wek hewla jênosîda (t’evkujî) derûnî.
Û bi nêr’îna min, ev tiştên weha wê hê paşê berhemên xwe yên “pêwîst” bidin,
eger mitaledarîya (r’ewşenbîrîya) ermenîyan bi xwe di nava xwe da qîmetekî nede
van hemûyan (em bi bîr bînin, k’a cihanê piştî bûyerên Almanîyayê yên pey sala
1933-an r’a “berhemên” çawa tem kirin). Ji bo wê jî, ez, wek welatîyekî
Ermenîstanê, deynê xwe yê mirovî dibînim, ku hemû alîyên van bûyeran ên r’eş û tarî
r’onî bikim.
Di dema xwe da, dema hê nû
lîstoka “êzdîbazîyê” dihate
gur’dikirin, dema êrîşên derûnî danîn ser k’urdên êzdî, ku ew xwe, wek net’ew,
ne k’urd hesab nekin, G. A. digot: “Îro weha pêwîst e, em weha dibêjin, sibê
cûr’ekî din pêwîst be, emê tiştekî din bibêjin!”
Û ev lîstokên k’etî û k’irêt
di nava civaka wan mirovan da, yên ku p’ir’î-hindikî haya wana ji dîrokê heye, pirsan derdixe pêş:
– Eger ev gelan dijmin
bûne, wan çawa dikaribûye zargotineke hevbeş û hevp’ar bisêwirînin. (Binihêr’in:
“Êmînîyan azgagrakan joxovatsû”//“Berevoka êt’nografî ya Êmînî” – bi zimanê
ermenî!).
– Ew çawa ye, ku lawên
gelê ermenî yên welatp’arêz û mezin bi hezkirineke mezin bi ziman, wêje, dîrok,
çand û hunera k’urdan va mijûl bûne, yên wek Abovyan, Orbêlî, Îsahakîyan û
Dêmîrç’îyan, Hraçîya K’oçar û yên dinê. Gelek t’êmayên (mijar) k’urdî ji bo
afrandinên nivîsk’arên ermenî yên mezin bûne bingeh: H. Tûmanîyan destana xwe
ya “Hildana kela T’imûkê” li Cavaxk’ê ji kalemêrekî k’urd bihîstîye, ç’îrokên
Hr. K’oçar ên destpêkê bi mijarên k’urdî bûne, Komîtasê hunermendê mezin mijara
dîploma xwe di Bêr’lînê da li ser sazbendîya k’urdî nivîsye û p’arastye... û
“Dilê yaman” straye, îro jî gelek stranên k’urdî di nav ermenîyan da tên gotin...
Û ev xwezayî ye. Ew wisa xwezayî ye, wek ku em – k’urd jî, yên ku di nav
ermenîyan da jîyane û dijîn, ji çanda wan bi bandor bûne...
Li vir êdî çi k’arê “întêr’nat’sîyonalîzma
lêp” heye? Lê, ger di derbarê wê da bê gotin, divê bê zanîn, ku wê “întêr’nat’sîyonalîzmê”
ewqas zîyan gîhandîye me, k’urdan, ku negîhandîye t’u kesî. Di serdema vê
“întêr’nat’sîyonalîzmê” da bû, ku di Ermenîstanê da gunehên ku Împêratorîya
Osmanîyan li hember gelê me û ermenîyan kiribû, dane bê, berê têk’oşîna gel ji
armanca r’ast guhar’tin û k’urd kirin armanc, r’oj bi r’oj dilsarî kirin nava her
du gelên cînar û dost, r’oj bi r’oj r’ûp’elên dîroka her du gelan ên r’onî
hatin girtin û bûyerên bi destê dijmin û xayînan bi yekalî derxistin holê û
kirin p’ara netewekê. Ma xayînên k’ê nînbûne û îro jî nîn in? Ev tişt, ê ku îro
tê kirin, gelo ne xayîntî ye?
Dîrokê van hemûya
bidarizîne!...
Bi gotinekê, yên ku dîroka
gelê me feşû lêp kirine, p’ir hebûne, û ew îro jî hene, yek kêm, yek zêde – xem
nîne. Dîsa jî em hêvîdar in, ku di Ermenîstanê da, ên ku wê pey vê xetê her’in,
wê kêm bin, her çiqasî jî yên weha îro bi helandayînên r’êxistinên siyasî
hewayeke ne baş çê dikin...
Her çi jî hebe, tiştê ku
dilê mirov şad bike, nîn e: yê ku wê gotara G. A. bixwîne, wê di nav wî da
hîsên t’evlihev hişîyar bibin û wê mat’mayî be û bi xwe jî ji xwe bipirse:
– Sert’aca nezanîyê ye ev,
an bi bir’îyar xwe li r’êyek a nep’akgirtin e? Û li ser wê r’êyê armancek a nep’ak şopandin e? – Dibe ku her du
jî – bi hev r’a! Her çi jî hebe, dixwînî û naxwezî bawer bikî, ku di van r’ojên me da gotareke vê r’adeyê
dikare p’eyda bibe, ew jî ya bi destê mirovekî hatibe nivîsandin, ê ku dixweze
xwe wek xebatkarekî zanistê bide xuyan û di r’ojnameya partîyek a siyasî da
hatibe weşandin!
– Gotara G. A. di nav
xwendevanan da “wat’eya” r’oleke
mêrxasekî mûltfîlma (fîlm-karton) a “Maûglî” hişyar dike, ya ku bi t’êma ç’îr’oka
R. Kîplîng hatîye k’işandin:– “Eger têk’ilîyên hemûyan ber bi başîyê va diçin,
bê gotin, ew li yekî xweş nayê!..”
– A din jî, ku mirov mat’mayî
dike, ew e, ku piştî gotarên weha helwesta r’ewşenbîrên (mitaledarên) ermenî p’ir’
kêm tê xuyan (heya sata t’unebûnê!).
– ...Propaganda
dijminatîya net’ewî û net’ehmûlkirinê tê meşandin û “berhemên” wê (bila, piştî
dehsalan be jî!) dê bigîhîjin.
– Gelo, yên ku wan
berheman tem bikin, dê kî bin?
Korda Mad (Ezîz ê Cewo)
Laçîn – Yêrêvan Tîrmeh
– 1992.
__________________
Nasî:
1. Binnûs – îmza, qol.
2. Lêgênd – efsane.
3. Lêp – feş, sexte, qelp.
4. Tîgranê Mezin – Tîgranê
II ê mezin, padişahê Ermenîstanê yê sedsala I b.z. (s.s. 95-56, b.z.).
5. Înç’îç’yan û Lêo –
dîroknasên ermenî yên sedsala XIX.
6. Mar – Ermenîyan pêşîyên
k’urdan mad/medan r’a ‘mar’ gotine, ji welatê wan r’a jî- Marastan.
7. Matênadaran – Înstîtûta
destnivîsên kevnar a Yêrêvanê.
___________________________________
Ev gotar di r’ojnameya
“K’urdistana azad” da hatye weşandin, a ku bi zimanên r’ûssî û k’urdî li Moskovayê r’onayî dibîbne – hejmarên 7
(tîrmeha 2004-an) û 9-an (r’ezbera 2004).
Yorumlar
Yorum Gönder