Çarșemiya Sor, Zadika Hesarê û Ostern
Çarşemiya Sor, Zadika Hesarê û Ostern
Fergîn Melîk AYKOÇ
Ev cejna bi aliyê gelek bawerî û gelan ve tê pîrozkirin.
Bingehê wê diçe digîhîje baweriyên herî kevn yên Mezopotamiya û Kurdistanê.
Peyva „OSTERN“ a ku Alman bi kar tînin, revîzekirina
peyva "Astar /Îştar" e. Di vî derberî de Elliot j. Waggonner wiha dinivîse:
"Peyva Ostern rasterast ji peyva chaldäî „Îştar“ tê, bi navê
din Astarte …Îştar xwedawendeke Babilonan e…." (Elliot J. Waggoner, The Present
Truth, 27. Juli 1893)
Her çendî ev roj îro wek baweriyeke xiristiyanî tê
pîrozkirin, xiristiyan vê rojê wek roja rabûn û derketina ezman ya Îsa dibînin
jî, di rastiyê de ne wisa ye. Di încilê de, ev roj wek rojeke baweriyên ne rast
û paşverû tê dîtin. Ji Încilê mînakek:
"Eger hûn dixwazin bi hemû dilê xwe ve vegerin ser ...
YAHUWAH, divê hûn xwedayên biyanî û Astarte li cih bihêlin, bila dilê we tenê
ji bo Yahuwah lê bide…" (1. Samuel 7,3)
Di Ensiklopediya Britanika jî ev mijar tê vekirin.
"Wekî Noelê Ostern (Çarșemiya Sor) diçe digîhîje baweriyên
kevnên xwezayî. Têkiliya xwe bi bihar û sembola zayîni kêvroşk hêkê re heye".
(Encyclopaedia Britannica, unter "Church Year", Bd. 4, S. 605), belê.
Bi gotineke kurt gelek belge destnîşan dikin ku ev
baweriyeke ji Mezopotamya û Kurdistanê ye. Lê baweriyên din ev wergirtine.
Têkiliya vê baweriyê rasterast bi guhertina xwezayê re heye.
Bi vê ve girêdayî bingehê Noelê
Di van salên dawiyê de li ser Noelê lêkolînên gelek bingehîn
û zanistî hatin weşandin. Bi dehan belgeh hene.
Em ji bo têgîhîştinê tenê
dîtinekê bigirin:
"Ji kerema xwe bala xwe bidin vê kevneşopiya ku têkiliya xwe
bi baweriya xwedayê agir (Nimrod, Saturn, Kronos, Molech und Baal) re heye" (The Two Babylons, von Alexander Hislop, Seite 231)
Li ser dara Noelê jî di fableke babîlonî de wiha tê gotin: "....ji dareke tim kesk a ku li ser qurmeke hişk vekişyaye (heşînbûye) !"
(Walsh, Curiosities of Popular Customs, p. 242).
Di vî derbarî de tişta herî baş tê zanîn ev e: Ji vir
5000-6000 sal berê di baweriya Mîtraîzmê de rojeke wiha ji bo vegera Xweda
Mîtra (Şêşims) dihate pîrozkirin. (Baweriya bi agir û rojê ya di nava kurdan de
ji wê demê maye. Lewre Mitraîzim jî ji baweriyên Kurdistanê ye). Ev kevneşopî di
baweriya kurdên Êzdî de hetanê vê roja me hatiye. Cejna Şêşims, Xwidan
raste-rast bi vê mabestê tê pîrozkirin. Dîsa pîrozbahiya Gaxend (Dêrsim), qirdik(deşta
Mêrdîn û Ruha), Kalo pîrê û Bûka baranê (Serhed) bi vê baweriya ji kûrahiya
dîrokê tê re têkildar e.
Di dema baweriya Babîlonan de baweriya Mardûk serdest bû
(formeke baweriya Sumeran bû). Babîlan bawer dikirin ku xweda Mardûk di nîvê
meha kanûnê (berfembar) de ev cihan rip û rût bê zindî, ango bê jiyan
afirandiye. (ev di tevahiya baweriyên Mezopotamya û Kurdistanê de heye) Di
baweriya kurdên Êzdî de Cejna Êzî jî li ser vê bingehê afirandinê tê
pîrozkirin.
Dîsa her wisa li gor baweriya Mardûk xwedê di meha Newrozê
de jiyan afirandiye Roja Çarşemiya sor qedandiye.
Û Çarşemiya Sor
Berê mijara Kêvroşkê û hêşînahî yan jî XAS
Min di destpekê de destnîşan kiribû ku xiristiyan li gel
hêkan (sembola jiyanê) kêvroşkê jî wek sembol li gel hêka datînin. Her wisa ew
wek remza zayîn, bereket û zêdebûnê de tê dîtin. Li gel wê di civaka me de hin
kevneşopiyên pir kevn hene. Kurdên Êzdî xas naxwin, Yarsaniyên bakur (qizilbaş
/ Elewî) jî kêvroşkê naxwin. Di baweriya hemû gelan de te gotin ku kêvroşk ji
xas hez dike. Yanê têkiliya xas û kêvroşkê bi hev re heye. Min carê li ser vê
mijarê xwendibû, lê niha baş nizanim ji ku, lê digerim nabînim. Ez ne şaş bin,
dibe ku Minorskî behsa mijareyeke wiha bike.
Dibejin; dema birêz Zerdeştê Roştî ji deh salên îzdîvacê vedigere,
tê bajarekê pêşiya wê deşteke bê dar û devî ye, hewl dide ku gelê wê herêmê
vexwîne ser baweriya xwe. Lê rêberê baweriya herêmî û dîndarên wan êrişê
Zerdeşt dikin, Zerdeşt bo xwe ji destê wan rizgar bike, berê xwe dide deşte,
dîndarên baweriya berê serî didin ser wî, dixwazin wî bigirin û bikujin.
Zerdeşt di dawiyê de dikeve nava zeviyeke lê xas hatiye ajotin. Ni nav zeviya
xas de cihekî avê çalkiriye û xasa li dore ji juniyekê zêdetir bilindbûye
dibîne û neçer xwe serzikî davêje wê çalê, di nava xas de wenda dibe. Wê kêliyê
kêvroşkek bi tirs ji wê çala Zerdeşt xwe avêtiyê çeng dide û direve. Rêbere wê
baweriya herêmî, diqêre û dibêje: "Kuro wî sêhr kir, xwe kir kêvroşk, li pey
kêvroşkê baz bidin, kêvroşkê bigirin!“
Eger ev çîrok rast be, wê çaxê kevroşk û xas ji ber vê
alîkariya wan a Zerdeştê roştî veşartine, pîroz hatiye dîtin, lema nexwarine. Û
ev bawerî hetanê vê roja me di nava Kurdên ku îslamiyet nepejirandine de maye.
Bi dîtina min dibe ku têkiliya kêvroşka xiristiyan bi kar tînin, bi vir ve jî hebe.
Em dizanin ku Newroz li tevahiya Rojhilata Navîn wek
destpêka rojên vejînê, destpêka biharê hatiye pîroz kirin. Li welatê me deverên
çiyayî ne tê de, vejîna xwezayê bi giranî di navbera 21 Adarê û 18 Nîsanê de pêk
tê.
Em vê jî dizanin; di çanda Kurdan de du çileyên zivistanê
hene, li pey wê meha Newrozê tê. Çileya yekem ji yekê rêbendanê (çile) destpê
dike hetanî dehê sibatê (reşemeh) dikudîn. Çileya dudyan jî ji dehê sibatê
destpêdike hetanî 20 Adarê diçe. Meha Newrozê roja 21 Adarê destpêdike, hetanê
roja Çarşemiya Sor (16 -18 nîsanê) wek meha vejînê didome. Bi qasî 28-29 rojan
dikudîne. Piştê wê Meha gulanê dest pê dike.
Ango Vejîn bi Newrozê re dest pê dike, roja Çarşemiya Sor
diqede. Wekî sipasiyeke ji bo Yêzdanê cihane ev roja dawiyê di destpêkê de
hatiye pîrozkirin û di pêvajoya salan de wateyên din wergirtiye.
Ji ber ku rêzdar Îbrahîm Osman mijara pîrozkirina Çarşemiya
sor ya di nava kurdên Êzdî de baş zelal kiriye ez ê nekevim nava dubarekirinê.
Çarşemiya Sor pîroziya nûvejînê di kesayetiya gelê me yê
Êzdî de li tevahiya mirovahiya pêşverû pîroz be.
Yorumlar
Yorum Gönder