ROJA ROJNAMEGERÎYA KURDÎ PÎROZ BE



Îro di dîroka çapemenîya kurdî de, rojeke pir girîng e. Îro roja rojnamegeriya kurdî ye. Berê 120 sal îro, di 22 Nîsana 1898-an da, rojnameya pêşî ya bi kurdî, bi navê “Kurdistan“ ,,li Qahîreya Misirê, ji hêla kurê Mîr Bedirxan ê Mîrê Botan, Mîqdat Midhat Bedirxan ve hate weşandin. Tiştê balkêş ew e ku, ew karê pîroz, derxistina rojnameya pêşî ya kurdan, li sirgûnê pêk hatibû.

 Mîqdat Midhat Bedirxan Beg, di nivîsa xwe a yekem de, sedema weşandina wê rojnameyê û wazîfa wê wiha rave dikir:

 “ Dema me a îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurdên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”



Pêşî de biryara derxistina ev rojnameyê wek du mehan carek hatibû girtin, lê ji ber rewşên aborî û kêmbûna nivîskaran, ew biryar pêk nehat û li tevî bê derfetiyan dîsa jî Mîqdat Midhat Beg pênç hejmar li Qahîre-yê derxist û belav kir. Ji ber zordestiyên ku Hikûmeta Osmanî li wan u li Misirê dikir, derfeta weşandina rojnameyê pir lewaz dibû. Ji lew re, Abdilhamîd ê II nedixwest ev rojname bê weşandin. Miqdat Midhat Beg, bêgav ma û birayê wîEvdirehman Bedirxan Beg, li Ewropa-yê weşandina rojnameya Kurdistanê domand.

26 hejmarên dinê jî,  bi hewla Evdirehman Bedirxan Begî va  hatin weşandin. Rojname, li Qahire-yê, li Şam-ê, li Edenê, li Amedê û gelek bajêrên dinê dihat belav kirin. Lê ji ber qedexekirina belav kirina rojnameyê ji hêla Abdilhamid ve û girêdahiyê rewşên aborî û zagonî ên rejîma Îsdîbdadê, rojnameya “Kurdistan”-ê,  piştî 31 hejmaran weşanên xwe rawestand.



Rojnameya Kurdistan di dîroka çapemeniya kurdî de xwedî cihekî taybet û girîng e . Ji lew re rojnameya pêşî a bi kurdî ye. Wek Mîqdat Midhat Bedirxan Beg gotîye, mabesta wî agahdarkirina kurdan ji qewimînên dinyayê ye, nîşandayîna reyên zanistî û merîfetê ye, û teşwîqkirina nivîsandin û xwendina kurdî ye. Em îro jî dibînin û dizanin ku, mabest berê 120 sal çi be, îro jî ew e. Erka pêşxistin û pêşvebirina zimanê kurdî, nîşandayîna reyên zanistî û merîfetê, pêşî de , divê  mabesta her rojnameger û nivîskarê kurd be…. Rêya Mîqdat Midhat Bedirxan Beg, divê rêya hemû ronamegeran bibe…


Roja rojnamegeriya kurdî, li me û hemû kedkarên çapemeniya kurdî pîroz be…..

(DÎROKURD)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)