Di şerê cîhanê yê yekem de mihacirbûna kurdan
Mesela mihacirên kurd di navbera salên Şerê Giştî yê Yekem de
Seîd Veroj
Mesela mihacirên kurd di navbera salên Şerê Giştî yê Yekem
de
Ji berîya Şerê Giştî û ji wê şûn ve, tehcîra di nav sînorên
Dewleta Osmanî de, koçberîya mecbûrî, “mubadele” yan jî koçberkirina komeyên
dînî û neteweyî, hemû bi siyaset, biryar û rêxistinên legal û îlegal ên bi
dewletê ve girêdayî çêbûne. Divê rol, hewldan û tevgerên rêvebir û aktorên
herêmî jî di nav vê çarçoveyê de bêtin nirixandin. Lewra ji bo pêkanîna îskanê,
ji alîyê hikûmet û desthilatdarîyên wê demê ve qanûn hatine çêkirin û bi
hikûmetê ve girêdayî teşkîlatên nû hatine damezirandin.
“Di serê sala 1914 de bi Wezareta Daxilî ve girêdayî,
Îskan-î Eşaîr û Mudurîyeta Mihaciran tête damezirandin. Di nîzamnameya vê
teşkîlata bi girêdayî Wezareta Daxilî de, wezîfeyên vê mudurîyetê weha hatine
nivîsandin: Lêkolîna li ser rewşa giştî û taybetî ya eşîretan û bicîkirina wan;
sewq û îskan û pêkanîna îaşeya mihacirên ku ji der ve bêne; girtina tedbîrên
pêdivî ji ber koçberîya ji bo derveyê welat… Ev midurîyet di 13yê Adara 1916yê
de, bi navê Mudurîyeta Giştî ya Eşaîr û Mihaciran dîsa hate nûkirin û ji bo
mudurîyetîya vê sazîyê jî, di 15yê Adara 1916yê de Şûkrî Kaya hate
wezîfedarkirin.”[1]
Şukrî Kaya, ji sê
endamên Komîteya Îcra ya Îtîhad û Terakî yek bû û vê komîteyê di tehcîra
ermenan de jî roleke sereke leyiztîye. “Mudurîyeta Giştî ya Eşaîr û Mihaciran,
di dema Şerê Giştî yê Cîhanê û ji wî şûn de, bi biryara hikumatê, kar û barê
sewq, îskan, îaşe û hemû meseleyên mihacir û multecîyên rûm, ermen, ereb û kurd
re mijûl dibûn.”[2]
Li gor dîtina Robert Kohl; “Armanca tetbîqkirina ji nû ve
îskankirinê, pêkanîna hakîmîyeta li ser herêmekê ye. Ji nû ve îskankirin, wek
wesîteyeke guherîn û paqijkirina nifûsê, di pêvajoya ji împeratorîyetîyê
derbasbûna netewe dewletan de tête bikaranîn”[3]
Em dikarin bêjin ku wê demê polîtîkayên îskanê jî, bi
biryara hikûmet û bi rêya dezgehên dewletê hatine tetbîqkirin û di rastiyê de
armanc û hedefa wan polîtîkayan ev bû ku “nasnameya neteweyî ya tirk bête
afirandin û li ser baqîyeya Dewleta Osmanî netewe-dewletek bête damezirandin.”[4]
Berîya Şerê Giştî yê Cîhanê dagirtina beşekî Kurdistanê ji
alîyê artêşa Rûsya ve û ji wê şûn ve jî di pêvajoya çar salên Şerê Giştî yê
Cîhanê de, qasî ermenan miletê kurd jî xusarek mezin dît; bi derxistina qanûna
îskanê, ji war û welatê xwe hatin dûrxistin, nefîkirin û rastî sefaleteke
nedîtî hatin. Sûreya Bedirxan dibêje: “Li gor wesîqeyên rêvebirîya giştî ya
koçberîya derve ya Stenbolê, 700.000 kurd hatine koçberkirin.”[5] Di
wan şertên ku cografyaya Kurdistanê ji alîyê Rûsya ve hatibû dagirtin û Antolya
jî di bin tehdîda wan de bû, Enwer Paşa ji Celadet Bedirxan re dibêje: “Ji
alîyê tirkan ve metirsîya kurdan, ji metirsîya Rûsya mezintir e.”[6] Wê demê tehcîra kurdan û encamên wê,
babeteke girîng a çapemenîya hundir û derve bû. Ev rewşa hanê, di rûpelên
çapemenîya kurdî ya wê demê de jî bi zelalî hatîye nivîsandin û destnîşankirin.
“Piştî tehcîra ermenan, di 16yê Gulana 1916yê de tehcîra
kurdan jî dest pê kiribû. Rojekî li bajarê Xarpêtê, di dema kutabûna mektebê de
li ser rêya vegerê çendek memûrên hikûmetê kom bûbûn û dipeyivîn. Dema ku ez di
ber wan re derbas dibûm, ji nav gotinên wan cumleyek wisa hate guhê min “Yên ku
digotin zo tune bûn, dor hatîye yên dibêjin lo.” Wê gavê hişê min serûbin bû,
ez hatim malê û min ev peyv ji bavê xwe re gotin.
Ew şeva min di nav êş û ezabê de derbas bû. Roja dî ji alîkî
ve ders dixebitîm û ji alîyê din ve jî ketibûm nav fikara tarîtîya rojên
dahatû. Di wê hengameyê de hinek dengên dilêş min ber bi der ve birin. Min
pirtûkê avêt alîyekî û bi paqijkirina rondikên çavên xwe derketim derve. Min
dît ku di şoseya Pertekê de komeyê mirovan, bi awayekî nîzamî cot bi cot
dimeşin. Lêbelê ji bo ku meseleyê baş fêm bikim, ber bi wan ve meşîyam. Min dît
ku komeke gewre ya pêkhatî ji mirovên 50-80ê salî û zarokên taze yên 3-5 salî
ber bi nehîyeyê ve têne sewqkirin. Evan mirovan ji eşîretên cur bi cur yên wekî
Hezan, Demşan, Heyderan, Kurêşan û kurmancên Dêrsimê bûn. Ev hal û sefaleta wan
a bi vî awayî, çend hefteyek dewam kir û piranîya wan mirin.”[7]
Serpêhatî û gotinên Celadet Bedirxan jî vê rewşa hanê dide
îspatkirin;
“Dema ku ez wek zabitê îhtîyatê li Iraq, başûrê Kurdistanê,
Kafqasya û ciyên din de dixebitîm, min bi nalîn û girînê, gotar û kiryarên
dilşewat û pêkhatî yên derbarê tunekirina kurdan de dîtin. Ev cînayetên ku ji
bo miletekî fedekar û mezlûm rewa hatibûn dîtin, ji nav eserên şexsî yên
hikûmeta Îtîhadê, şaheserekî tewr mezin bûn. Walîyekî aktorê vê facîayê, ku bi
hezaran mihacirên kurd di germşewata sehraya Musilê de terkî mirinê kiribû, li
ser sendalîyeyê postê daîreyeke fermî bi dilşadî gotibû: “Wekî yê ermenan, me
kokbireke wisa anî serê kurdan ku…”[8]
Tehcîr û îskana kurdan di belgeyên rûsî de jî weha hatîye
nivîsandin:
“Di navbera salên 1915-1916yan de, ji bo îskana kurdan,
fermanek ji alîyê Sultan ve hate derxistin. Li gor vê fermanê, kurd, bi qasî ku
ji %10ê nifûsa tirkên wê herêmê zêdetir nebe, di rojavayê Anatolyayê û nêzîkî
xeta cepheyê de hatin îskankirin. Kurdên ku ji bo van deran hatin tehcîrkirin,
aqîbeta wan jî wekî ya ermenan bû. Di dema şerr de nêzîkî 700 hezar kurd bi
zorê ji welatê xwe hatin koçberkirin û ji nîvî zêdetir di rêyan de mirin. Kurd
jî bûn qurbanên polîtîkaya nijadkûjî ya dema Şerrî.”[9]
Ekrem Cemîl Paşa jî di bîranînên xwe de dibêje: “Ber bi
dawîya Şerê Yekem ve, hikûmetê qanuna îskana mihaciran tetbîq kir. Bi
tetbîqkirina vê qanunê, qetlîama ku li ser kurdan hate kirin, ji qetlîama
ermenan girantir bû.”[10] Babeta kurdên
koçberbûyî, rojeveke germ a CTKê û rêxistinên hevalbendên wê bû. Li ser vê yekê
Memdûh Selîm Beg dibêje: “Di çaçoveya hewldanên sîyasî yên CTKê de, xebatekê
tewr girîng jî, vegerandina koçberên kurd bû ku li gelek wîlayetên Anatolyayê
hatibûn belavkirin.”[11] 11yê Tebaxa 1919ê
di navbera Komîsyona Lêkolînan a Amerîka û gruba kurdên demokrat de, bi
nûnerîya Necmeddîn Huseynî û Wekîldawe Ezîz û sernivîskarê kovara Jînê
Memdûh Selîm Beg hevdîtinek çêdibe. Heyeta kurd bi tevî belge û îspatan dîyar
dike ku “ji 700 hezaran zêdetir kurd bi darê zorê hatine koçberkirin. Piranîya
wan li herêma bajarên Konya û Edeneyê, di nav tunebûn û birçîtîyê de ji bo
cîhana însanetîyê dîmenekî dilşewat pêk dianîn û wenda dibûn.”[12]Beşîkçî jî di pirtûka xwe ya bi navê Îskana
Mecbûrî ya Kurdan de dibêje: “Çawa ku di dema Şerê Giştî yê Yekemîn de
jenosîda ermenan hatîye çêkirin, zêdetirî 700 hezar nifûsê kurdan jî, ji bo
rojava û nava Anatolyayê hatine koçberkirin. Kurd di dema Împeratorîya Osmanî
de jî berdewamî hatine koçberkirin.”[13]
Celadet Bedirxan di berdewamîya nivîsa xwe ya navborî de
gotinê tîne ser rewşa koçberên Dêrsimê û her wekî ku gotinên Sabrî Suleyman
temam bike dibêje:
“Kurdên ku rastî zulm û zordestîyê hatine, em karin bêjin ku
ji nav wan yên darbeyên tewr fecî û xwînî girtine xelkê Dêrsimê ye. Li ser vê,
belgeyên musbet jî li ber destê me hene.
Xuya dibe ku mihacirên kurdan jî wekî yê ermenan rastî zulm
û zordarîyeke mezin hatine, lê mixabin alîkarîyên ku bi desteka hikûmetê ji bo
mihacîrên rum û ermenan hatine kirin, ji bo mihacirên kurdan nehatine kirin.”[14]
Rêvebirên CTKê û weşanên bi wê ve girêdayî, bi hesasîyet û
girîngîyeke neteweyî, bi hal û pirsgirêkên kurdên koçberkirî re eleqeder bûne û
ji bo vê meseleyê gelek caran bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anîne.
Herweha problem û gazîya kurdên koçberkirî, di nav rûpelên kovara Jîn,
Kurdistan û Serbestîyê de hatine ragihandin. Roja 29ê
Nîsana 1919, di rojnameya Serbestî de li ser vê babetê nameya
koçberek bajarê Konyayê bi navê Zekî hatîye belavkirin û têde hatîye gotin: “Li
vê herêmê 6000 kurd di halekî sefîl û belengaz de ne. Ji ber vê sefaletê,
malbatên kurd bûne muhtacê merhemet û alîkarîyê. Em li bendeya îcraata lezgîn a
çareserîya hikûmetê ne.”[15]
Dîsa li ser hejmara mihaciran di nav rûpelên Serbestî de
nûçeyeke wisa hatîye belavkirin: “Li gorî agahdarîya rojnameyên van rojan,
kurdên ku ji alîyê hikûmeta berê ve hatibûn mihacirkirin, 600.000ê wan amadene
ji bo vegerin welatê xwe.”[16]Memdûh Selîm
Begî, di meqaleya xwe ya bi sernivîsa “Hawar!” de, rewşa pêvajoya şer û
kurdên koçber weha tîne ziman:
“Di vî şerrî de hemû facîayên ku bi ser miletan ve hatine,
ger bi abîdeyekî bête sembolîzekirin, ez bêşik îdda dikim ku dê jina kurd a bi
wêneyê zarokê xwe yê hemêzkirî ve, bibe nîşanderê herî zindî yê vê armancê.”[17]
Di roja 30ê Nîsana 1919yê de belgeyeke girîng hatîye
belavkirin ku di nav de tenê hejmar û cedwela koçberên di sancaxa Bûrdûr û
Îspartayê de hatine lêkirin. Di nivîsa pêşekî ya vê belgeyê de dibêje: “Ev
hejmar, ciyê bawerî û dîyardeyek aşkere ye ji bo destnîşankirina rewşa koçberên
kurd.” Di berdewamiya belgeyê de cedwela koçberan weha hatîye dariştin:
“Li sencaxa Bûrdûrê:
Nifûs Qafîle
Navnîşan/Cî
300 Qafîleya Abdullah
Axa
Ji
eşrafên Wanê
190 Qafîleya Kasim Axa
Ji eşrafên Wanê
220 Qafîleya Şêx Hemza
Axa
Ji eşrafên Wanê
130 Qafîleya Mehmed
Reşîd Efendî
ji xanedanên Bedlîsê
150 Qafîleya Necmeddîn
Efendî
Ji eşrafên Mûşê
150 Qafîleya Cafer Beg
Ji eşrafên Wanê
100 Qafîleya Mustafa
Efendî
Ji eşrafên Wanê
270 Qafîleya Kotas Axa
Ji eşrafên Wanê
120 Qafîleya Îsmaîl Axa
Ji eşrafên Wanê
100 Qafîleya Ahmed Axa
Ji
eşrafên Wanê
100 Qafîleya Kamîl Axa
Ji
eşrafên Wanê
(Ji mulazimên eşîretan)
60 Qafîleya
Yusuf Axa
Ji eşrafên Wanê
70 Qafîleya
Cindî Axa
Ji eşrafên Wanê
100 Qafîleya Ahmed Axa
Ji giregirên
Bedlîsê
500 Malbatên bêkes û
perekende
2675 (Yekûn)
Li sencaxa Îspartayê:
Nifûs Qafîle
Navnîşan/Cî
475 Qafîleya Nusreddîn
Efendî
Ji eşrafên Bedlîsê
150 Qafîleya Ridvan
Axa
Ji eşrafên Erzeromê
360 Qafîleya Yusuf
Axa
Ji eşrafên Wanê
(yuzbaşîyê eşîretê)
130 Qafîleya Arep Axa
Ji eşrafên Erzeromê
200 Qafîleya Şêx
Abdurrahman
Ji eşrafên Erzeromê
80 Qafîleya
Mele Mehmed Efendî
Ji eşrafên Mûşê
80 Qafîleya
Mele
Seîd
Ji eşrafên Bedlîsê
120 Qafîleya Gulşen Axa
Ji
eşrafên Bedlîsê
270 Qafîleya Sudan Axa
Ji
eşrafên Bedlîsê
90 Qafîleya
Yasîn Axa
Ji eşrafên Wanê
110 Mele Mehmed
Efendî
Ji eşrafên Bedlîsê
2070 (Yekûn)”[18]
Ev reqamên li jorê, tenê reqamên koçberên du deverên piçûk
in. Dema em bajar û derên din jî bînin ber çavan, hejmara koçberan û rewşa wan
a pirr xerab, bêtir zelal dibe û tê tesawurkirin ku di çi halî de ne. Ji ber ku
bi tevî hemû hewldan û serlêdanan, îcreateke meqamên resmî çênabe, di hejmara
5ê Gulana 1919 ya Serbestî de dîsa ev babet tête nivîsandin û
dibêje: “Ji ber bêgavîyê em dîsa neşterê li vê birînê dixin û meseleyê
tevdidin. Memûrê resmî yê ku di nava vê hefteyê de ji wê deverê ve hatîye, bi
zimanek dilşewat behsa rewşa kurdên wê derê kir. Li gorî gotina wî, her roj bi
hezaran kurd ji ber birçîtî û sefaletê dimirin.”[19] Ji
bo piştgirî û hawarhatinê gelek name ji rêvebirên kovara Jîn û
rojnameya Serbestî û kovara Kurdistanê re hatine
rêkirin. Yek ji van nameyan jî, nemeya li ser malbata xanedanekî Hekarî ye ku
roja 9ê Çirîya Paşîn a 1919yê di hejmara 8. a kovara Jînê de bûye
mewzuya nivîsa Abdurehman Rehmîyê Hekarî. Di vê nameyê de dibêje: “Ji gundekî
me yê 120 xaneyî tenê 10 kes li heyatê mane.” Nivîskar di berdewamîya nivîsa
xwe de dibêje:
“Gelo di serûwena felaketên miletek din de xwendina tiştekê
wisa mimkun e? Ez dixwazim tiştekî arz bikim: Hun tenê bazdidin hawara
felaketzedeyên ku dikarin dengê xwe derxînin! Gelo hun çima pirsa wan mazluman
nakin? Ku ji wan maxdurtir in û ketine ciyê tewr kûr ê bîra felaketê, nikarin
dengê axîn û nalîna xwe bigehînin.”[20]
Ebdurehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd
û Kurdistan” de, rexne li giregirên bertîlxwar ên Îtîhad û Terakkî û
helwesta hikûmetê digire û li ser rewşa mihacirên kurd dibêje:
“Em hîn jî nalîna gelek masûmên bêçare yên li Konya, Edena,
Eskîşehrê, quncikên li wir û li vir dibihîzin. Dermankirina derdê wan li alîkî
bimîne, xwê li birîna wan didin. Axîn û nalîna wan nebes e, dixwazin feryad û
hawara wan wek muzîkê bidin guhdarkirin. Ew pereyên ku berîkên Enwer û Talat
tije kirine, ma ne caîz e ku hinekî wan bidin ji bo alîkarîya van feqîran.”[21]
Mesela îskan û koçberkirina kurdan, babeteke esasî ya wê
demê û mesela hemû rêxistinên kurdan bû. Serok û rêvebirên kurdan weha bîr pê
dibirin ku tirk dixwazin kurdan ji cî û warê wan dûr bixin, wan bê erd û welat
bihêlin û asîmîle bikin. Ji bo ku pêşîya vê yekê bête girtin û koçberên kurd
bêne vegerandin, di hundir û derva de gelek hewldanên wan çêbûne.
“Kurdên ku bi egera ewlekarîyê ji alîyê rêvebirên osmanî ve
hatine tehlîyekirin, wan rêkirine Anatolya Navîn û Rojava. Li van deveran, bi
qasî ku hejmara wan ji 300 kesan derbas nebe û ji %5 nifûsa wê deverê nebihure,
kom bi kom hatine cudakirin û belavkirin. Her weha serokên wan jî, ji wan hatin
veqetandin (M.V. Bruinessen). Bi kurtayî, polîtîkaya ji nû ve îskankirinê, wek
parçeyekî projeya damezirandina netewe, bû tetbîqkirineke asîmîlasyonê.”[22]
Mesela îskan û koçberên kurd, di raport û tezkereyeke
Partîya Demokrat a Kurd de, ku di 31ê Tebaxa 1919yê de ji bo hikûmeta
Brîtanyayê hatîye pêşkêşkirin de weha hatîye gotin:
“Bi hezaran malbatên kurdan ji war û welatê xwe ber bi
deverên cuda yên Anatolyayê ve hatine koçberkirin. Ev multecîyên perîşan bûne
qurbanê birçîtî, tunekirin û asîmîlasyona tirkan. Hikûmeta Osmanî, li miqabilê
dubare serdan û ricayên me bersiv nedaye û xwe bêdeng kirîye. Em bi navê
însanetî û şerefa “adilbûna” îngilizan dixwazin ku hun bi qudreta xwe ya bilind
alîkarîya malbatên kurd û vegera wan bikin.”[23]
Celadet Bedirxan di nivîsa xwe ya navborî de, tehcîra li ser
kurdan wek polîtîkayeke plankirî ya Partîya Îtîhad û Terakkî dibîne û dibêje:
“Hikûmeta bihurî ya Îtîhad û Terakkî biryara tunekirina
miletê kurd dabû; beşek ji wan kuştin û beşekî din jî bi sefalet û birçîtîyê
tune kirin, çend sedhezar kurdan jî koçberê Anqera, Konya û wîlayetên dewrûberê
wan kirin, li van deran gund bi gund belavkirin. Di belgeyeke veşartî ya
Wezareta Daxîlî de, li ser tehcîrkirina mihacirên kurd weha hatîye gotin:
1- Mihacirên kurd wê paşve neyin vegerandin.
2- Di seha memûrîyetîya we de (ji bo memûrên pilebilind ên
wê herêmê) ji bo îskana kurdan çi arazî û gund hene?
3- Divê têkilîya mihacirên kurd bi der ve re tune be.
4- Di dabeşkirina mihacirên kurdan de nuqteya herî girîng ev
e, ku di ciyê îskana wan de rêjeya xaneyên kurd ji sedî deh (%10) zêdetir nebe.
Ev belgeya veşartî dide xuyakirin ku armanca vê sîyasetê
tunekirina miletê kurd e.”[24]
Ji bo piştgirîya mihacirên (koçberên) kurd, hem di çapemenî
û hem jî pratîkê de ji alîyê navenda Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û dezgehên wê
ve, gelek hewldan têne kirin. Di civîneke meha Nîsana 1919yan de, biryarek
girîng ji bo sêvîyên koçberên li Stenbolê tête girtin. Di vê civînê de, ji bo
bicîkirina zarokên sêwî yên koçberan, biryara damezirandina sêvîxaneyek tête
girtin û dest bi tesbîtkirina zarokên sêvî dikin, di encam de 500 zarok têne tesbîtkirin.
Lêbelê bêyî ku li benda damezirandina sêwîxaneyê bimînin, ev zarok yek bi yek
li ser malbatên kurdan têne belavkirin. Di daxuyanîya Cemîyetê de bangewazîyek
ji bo xêrxwazan tête kirin û dibêje, em muteşebbûsan tebrîk dikin û dixwazin
malbatên kurd tevlî vî karê xêrdar bibin.[25]
Ev hejmarên ku li jorê ji bo mihacir û koçberan hatine
dîyarkirin, tenê rewşa 20-25 salên berîya damezirandina komarê dîyar dikin.
Dema em koçberî û îskana dema tevgera Koçgîrî (1921), Şêx Seîd (1925), Agirî
(1927- 30) û Dêrsimê (1938) jî bînin ber çavê xwe, trajedî û hejmara kurdên
koçberkirî û kuştî, ne kêmî yê ermena ye. Sûreya Bedirxan dibêje: “Di navbera
salên 1925-26, 1926-27, 1927-28an de zêdeyî 500 hezaran kurd, ji bo wîlayetên
rojavayê Tirkiyê hatin koçberkirin.”[26] “Beşekî
zêde yê koçberên kurd di rêya koçberîyê de ji ber birçîtî, serma û nexweşîyê
mirin; beşekî din jî bi çek û bivirên çete û cendirmeyên tirk hatin kuştin.
Beşek gelek kêm jî bi awayekî bêtaqet, lawaz û perîşanîyê vegeriyan war û
welatê xwe.”[27]
Hatanî îro babeta koçberî û îskana kurdan, bi awayekî ciddî
nehatîye rojevê û li ser vê yekê xebatên pêdivî yên berfireh nehatine kirin.
Wekî ku muhterem Evdirehîm Efendî gotîye: “Bi berdewamî behsa tevkûjî û tehcîra
ermenan dibe, lêbelê kes behsa yê kurdan nake.”[28]
Bi kurtebirî, dema em bala xwe bidin van bûyer û polîtîkayên
derbareyê tehcîr û îskankirina grubên neteweyî yên di nav sînorên
desthilatdarîya Împeratorîya Osmanî de, wisa xuya dibe ku piştî damezirandina
komarê jî, ev polîtîkayên Îtîhad û Terakkî, ji alîyê rêvebirên komarê ve jî,
her carê bi çarçoveyeke nû û berfirehkirî, ji nû ve hatine tadîlkirin û
domandin. Qanûna Îskanê, ji dema sereke ya çêbûnê bigire hetanê dawîyê, gelek
caran hatîye guhartin û çarçoveya wê ji nû ve hatîye berfirehkirin. Tehcîr û
îskan, di politikaya demên dawî yên desthilatdarîya sîyasî ya Osmanî û Komara
Tirkiyê de, bûne unsûrek girîng ê têkbirina tevgerên neteweyî û civakî ya kurd
û ermenan. “Tetbîqkirina qanûna îskanê ya bi hejmara 2510an, tenê nebûye
wesîleyeke têkbirina serhildanên li Kurdistanê. Hedefê sereke yê vê qanûnê, ji
bo tirkan peydakirina dayikwetanek bû.”[29]
[1]24 Mayıs 1920 Tarihli
Raporuna Göre Aşair ve Muhacirin Müdüriyet-i Umumiyesi ve Faaliyetleri” İstanbul
Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Güney-Doğu Avrupa Araştırmaları Dergisi,
Sayi 19, 2011, sayfa 111-181.
[2]J. b.
[3] Joost Jongerden,
Türkiye’de İskân Sorunu ve Kürtler, Vate yayınları, Stenbol,
2007, r. 35
[4] Joost Jongerden,
Türkiye’de İskân Sorunu ve Kürtler. Vate yayınları, Stenbol, 2007, r. 3
[5]Dr. Bletch Chirguh, Kürt
Sorunu, Avesta yayınları, Stenbol, 2009, r. 50
[6]Hasan Hişyar Serdî, Görüş
ve Anılarım: 1907-1985, Weşanên Med, çapa duyem, Stenbol, 1994, r. 140
[7] Sabri
Süleyman, Tarihten bir sayfa [Rûpelek ji dîrokê], Kurdistan, no: 5,
3yê Nîsana 1919
[8] Celadet Alî
Bedirhan, Kürdler ve ittîhad siyaseti [Kurd û sîyaseta îtîhadê],
Serbestî, no: 209, 22yê Sibata 1919
[9]Sovyetler Birliği
Bilimler Akademisi Doğu Bilimleri Enstitüsü, Yeni ve Yakın Çağda Kürt Hareketi, Jîna
nû yayınları, 1991, Sweden, r. 109
[10]Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejîyana
Min, Wşanên Bîr, çapa 3., Dîyarbekir, 2007, r. 27
[11]Memdûh Selîm Begî, Kürd
kulübünde bir söyleşi, wergera M. Emîn Bozarslan, Jîn, no: 21, 1ê Hezîrana
1919, Cild: V, Weşanaxan Deng, Sweden, 1988
[12] Jîn, no:
23, Cild: 5, wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, 1985, Sweden, r. 985
[13]Îsmaîl Beşîkçî, Kürtlerin
Mecbûri İskânı [Îskana Mecbûrî ya Kurdan], weşanxaneya İBV, 2013,
Stenbol, r. 11
[14]Celadet Alî
Bedirhan, Kürdler ve ittîhad siyaseti [Kurd û sîyaseta îtîhadê],
Serbestî, no: 209, 22yê Sibata 1919
[15]Kürd Muhacirleri
[Koçberên kurd], Serbestî, no: 480, 29 Nisan 1919
[16]Kürd muhacirlerinin
durumu [Rewşa koçberên kurd], Serbestî, no: 496, 15yê Gulana 1919yan
[17]Memdûh Selîm Begî, Îmdad!
(Hawar!), wergera M. Emîn Bozarslan, Jîn, no: 19, 22yê Gulana1919, Cild:
IV, Weşanaxan Deng, Sweden, 1988
[18] Serbestî,
no: 481, Kürd muhacirleri hakkında, 30 Nisan 1919
[19]Serbestî, Kürd
muhacirleri, no: 486, 5 Mayıs 1919
[20]Jîn, Kürd
Göçmenler ne Durumda (Rewşa Koçberên Kurd Çi ye?), no: 8, Cikd: 2, wergera
M. Emîn Bozarslan, weşanxaneya Deng, 1985, Sweden, r. 416
[21]Ebdurehîm Rehmî
Hekarî, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, No: 483,
2yê Gulana 1919
[22] Joost
Jongerden, Türkiye’de İskân Sorunu ve Kürtler. Vate Yayınları,
Stenbol, 2007, r. 257
[23]Ahmet Mesut, İngiliz
Belgelerinde Kürdistan (1918-1958), Doz yayınları, Stenbol, 1992, r. 96-97
[24]Celadet Alî
Bedirhan, Kürdler ve ittîhad siyaseti [Kurd û sîyaseta
îtîhadê],Serbestî, no: 209, 22yê Sibata 1919
[25]Muhacir Kürd
yetimleri [Sêwîyên kurdên mihacir], Serbestî, no: 481, 30 Nîsan 1919
[26]Dr. Bletch
Chirguh, Kürt Sorunu: Kökeni ve nedenleri, Weşanên Avesta, Stenbol,
2009, r. 69
[27]J. b., r. 50
[28]Sabri Suleyman, Tarihten
bir sayıfa, Kurdistan, no: 5, 3yê Nîsana 1919
[29]Joost Jongerden,
Türkiye’de İskân Sorunu ve Kürtler, Vate yayınları, Stenbol, 2007, r. 251
(Çavkanî: Kovara Bîr)
Yorumlar
Yorum Gönder