Kayıtlar

BELGEFÎLMA DR. ŞIVAN (Seîd Kirmizitoprak)

Resim
Dr. Şivan û Feqî Hisên Sagniç li Başûr Malpereka hêja û kêrhatî di der barê jiyana yek ji lehengîyên kurd, Dr. Şivan (Seîd Kirmizitoprak)  û serpêhatîyên  wî  de; Kesên ku agahîyên wan di der barê Dr.Şivanî û jiyana wî a birûmet de kêm bin û ku bixwazin serpehatîyên wî, gotar û berhemên wî bixwînin, divê serîyek li vê malperê bidin û rûpeleke veşartî ya dîroka nêz a kurd, bi hemû qewimînên wê ve bibînin. DR. ŞIVAN LI GEL HEVJÎNA XWE Wek ku tê zanîn, Dr. Şivan, li gel raman û nêrînên xwe ên azadîxwaz û civakî, her wiha bi hestên xwe ên neteweyî tê naskirin. Qetilkirina wî û sedemên vê bûyera trajîk û dilêş, hê jî bi temamî nehatîye ronîkirin. Hê jî perdeyeke nenas li ser wê bûyera trajîk heye an jî bi zanabûn li ser vê qewamê hatîye û hîn jî  tê girtin. Ji bo lêkolîna dîroka me a nêz û her wiha ji bo pêşveçûna ramanî, jiyan û çalakîyên Dr.Şivan û nêrînên wî, ji bo gelê kurd pêwîst in. DR. ŞIVAN LI BAŞÛR  Belgefîlmeke têr û tije, li gel r...

PIRA MALA BADÊ Û DEWLETA KURD A MERWANÎ...

Resim
Pira Mala Badê, weke ku ji navê wê jî tê fêmkirinê, li ser navê Bad ê Dostik hatîye avakirin, ê ku damezirênerê Dewleta Kurd a Dostkî - Merwanî (985-1096) ye... Bad,( an jî Baz) di sala 991-an de, di şerekê li gel Hemdanîyan pêk hatîye da hatîye kuştin û xwarzîyê wî Hesen ê Merwan ketîye şûna wî û sinorên dewleta xwe berfirehtir kirîye... Di dema Bad da, navê dewleta wî ne Merwanî ye, piştî Hesen ê Merwan, navê dewletê dibe Merwanî... Lê siltanên Merwanî, bapîrê xwe, Bad ê mezin ji bîr nakin û di dema Nasiruddewle Ehmed ê Merwanî de, vê pira bêhempa, a ku ji hêla mîmarîyê ve li seranserê dinyayê nav û deng daye, li ser navê wî ava dikin. Tarîxa avakirina wê jî, derûdora salên 1040 û 1050-an e.. Li ser vê pira bê hempa lêkolîneke me ye berfireh heye û di demeka nêz de bête weşandin. Hêjayî gotinê ye ku, navê dewletê Merwanî ye, dibe ku ji hêla cînarên wan ve wiha hatibe binavkirin, lê malbata Merwanîyan di civaka kurd da, wek " Mala Badê " têne naskirin û her ...

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Resim
Wek ku Mamoste Qanadê Kurdo gotîye; "Zargotina kurdî,, kanîya edebiyata kurdî ye..." . Û dîsa em dizanin ku mixabin gelek stran, kilam, çîrok û gotinên zargotina kurdî ji ber xwedîderneketinê, winda bûne, negihiştine nifşên nû. Ew berhemên kevnar û hêja, bingehên zimanê kurdî ne jî her wiha. Ji ber vê yekê, parastina zargotina kurdî, parastina zimanê kurdî ye û baş e ku di van salên dawî de gelek kedkar û xebatkarên zimanê kurdî, hewla tomarkirina van berheman de ne. Mamoste Dilawerê Zengî jî yek ji wan xemxwar û berhevkarê berhemên kevn ên zimanê kurdî û zargotina kurdî ye. Pirtûka " Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan " jî yek ji wan xebatan e... Pirtûkekî têr û tije ye û bi ravekirina qewimînên Botan ve jî, her wiha pirtûkeke dîrokî ye. Beşa Elo Dîno ê navdar bi taybetî di pirtûkê da cihekî giring digire û kesên ku navê vî mêrxasî yê binavûdeng bi tenê bihîstibin û di der barê wî de agahiyên wan kêm bin, dikarin kurtejiyana wî û serpêhatiyên wî li jêr ...

Kurdên Êzdî di arşîva Gertrude Bell de

Resim
                           Mîrê Êzdîyan Mîr Elî Beg û Kurdên Êzdî - 1909 Gertrude Bell, arkeolog, dîplomat û sixûra  îngilîz a binavûdeng, di rêwîtîya xwe a li seranserê Kurdistanê ya destpêka sedsala 20-an, berê xwe daye Çiyayê Şengalê û Baadrê jî, ên ku herêmên kurdên êzdî ne. Tarîxa çûyina wê, Gulana sala 1909-an e. Bell, li ser reya xwe a ber bi Şengalê ve, rastî eşireke kurdên êzdî tê û ji rêberê xwe Fattuh pirsan di der barê kurdên êzdî de dike û bersivên Fattuh ê rêber, ji bo wê gelek balkêş in.... Dixwaze bi wan kurdan re hinek biaxive û agahiyên berfireh di der barê wan da bigire. Kurdên êzdîyên wê eşîrê, dibêjin  divê Bell here Baadrê, Lalîşê û Şêxan ji bo mezinê kurdên êzdiyên wê demê, Mîr Elî Begî bibîne û pê re biaxive. Peşniyara çûyina wê a  li wan deverên xwe yên pîroz dikin. Gertrude Bell-ê jî, ji ber ku pir dixwaze wan deveran û Kurdên Êzdî yên wê herêmê bibîne, dikeve r...

Kurtedîroka Komeleya Xoybûn-ê

Resim
Danasîna Komela Xoybûnê Dilawerê Zengî Piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îdê kal di sala 1925 an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa şer, hişk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kuştin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘eşîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewşenbîrî) Bi sedhezaran kurd dûrî welêt xistin. Kurdistan kirin dojeh. Gelek ji wan siyasetmedar û welatparêzên kurd penaberî Sûriyê, Îraq, Îran û Ewropayê bûn. Lê digel van karan tevan jî dewleta tirkan nikarîbû viyan û hêviyên kurdan ji hest û hizrê wan yê neteweyî bibire û rehên agirên serhildan û berxwedanên wan vemrîne. . Ew agirê ko li Çiyayên Cabikcûr, Farqîn, Sason û Agirîyê vêxistî mabû di şerê xwe de berdewam bû. Dema ko welatperwerên kurd yên penaber bi çavên serên xwe dîtin bê çi bi serê gel û welatê wan hat û dijmin di hovî...

Dîroka Kurdistana Sor

Resim
Gotareka têr û tije, di der barê dîroka Kurdistana Sor de ji pênûsa Mamoste Mihemed, li gel çavkanîyên kêrhatî û balkêş... Ev gotar, divê ji hêla kesên ku agahîyên wan di der barê Kurdistana Sor de kêm bin û bixwazin dîroka wê baş bizanibin, weke belgeyeke dîrokî ye: KURDISTANA SOR Mamoste Mihemed Guhertinên dîrokî çawa girîngiya xwe ya neteweyî hene wiha jî di çaroveya welatek de girîngiya xwe hene. Guhertinên dîrokî ew in, ku nexşeya (xerîte) cîhanê diguherînin û bandora xwe li ser paşeroja polîtîkaya navnetewî dikin. Di encama van guhertinan de hin dewlet têne herifandin û hinên din derdikevin holê. Bi gotineke din, sîstema pêwendiyan a li navbera dewletan tê guhertin. Guhertinên di çarçoveya welatek de bi tenê rola xwe di qedera wî miletî ku li ser xaka wî welatî dijî de dilîze. Di vê nivîsê de em dê bi tenê li ser guhertinên dîrokî yên di sedsala bîstem de çêbûne rawestin. Êdî pirs ev e, ku gelo di vê sedsalê de çend guhertinên dîrokî pêk hatine? Ji kêmbextiyariy...

Şîretên zêrîn ên Mîr Celadet Bedirxan

Resim
“ Xorto!… Armanca te rizgarî ye. Rizgarîya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e. Kurdanî ye. Tu lê dinhêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parxan, her tiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berepaş diçit. Laş di cîyî xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. Ji ber kû ji alîkî ve pêş ve, ji alîyê din paşva tête kişandin. Tu zanî çira xorto..? Lewra kû her dû ling ne yekin. Navbera wan da yekîtî nîne. Divê tu bixebitî van herdû lingan bi alîkî ve bilivînî.”  *************** "Xorto! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje, ma girtina kevroşkê jî tiştek e.   Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê...." *********** "Xorto ! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî..." ************ "Xorto ! Wekî ko dixebitî dexisker ji dora te kêm nabi...