Bermahîyeka girîng a Kurdên Merwanî li Qudsê

 


Bermahîyeka girîng a Kurdên Merwanî li Qudsê

Xerzî Xerzan

Ên kurd, di pêvajoya dîrokê û her weha serdema me ya îroyîn de, bi taybetî di qada xweşbînî û bihevrejiyînê de mînakeka berbiçav in. Ev rastî, îro jî  ji hêla gelek rewşenbîr, dîroknas, fîlozof û nivîskarên xwedîujdan ve, bi hêsanî tê qebûlkirin. Ji lew re, do jî û îro jî, ên kurd, deverên ku lê desthilatdar bûne, ti carî ferqûmêlî nexistine nav bera hemwelatîyên xwe û tim bûne mînaka bihevrejiyînê. Em vê rastîyê, îro xweştir û zelaltir dibînin. Cîyên ku kurd êdî bûne xwedîgotin û birêvebirî destê wan de ye, di Rojhilata Navîn de cîyên herî ewle, cîyên herî aram in. Helbet, ev yek ne tenê raman û pratîka îro ye. Ên kurd, xwedî hişmendîyeke kevnar, mirovî, zengîn û xweşbîn in. Ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, em baş tê digihîjin ku, ev mîrateya hezara salan e û ev mîrate hîn jî di kod û mejîyên kurdan de veşartî ye û îro bi awayekî zendî dijî…

Ji Xaltî (Ûrartû) û Medên kevnar, heta serdema Merwanî û Mirdêsîyan, û ji wan heta Mîrnişînîyên kurd ên serdema navîn, ev kodên civakî hîç neguherîne. Tim bi şêwazeka xweşbîn, azadîxwaz û aram, di demajoya dîrokê de xwe domandine. Ev çanda hezkirin û xwezaperest wisa kirîye ku, ên kurd ti carî erd û axên xelkê dagir nekirine û li welatê xwe, li hember hemû bawerî û neteweyan bi rêzdarî tevgerîyane. Yek ji piştrastkirina vê rastîyê, hebûna Dewleta Merwanîyên Kurd û tevgerên wan ên di dîrokê de ye.

Sinorên Dewleta Merwanî


Merwanî, ji serdema Baz ê Dostik ê bavpîrê xwe, hetanî hilweşîna wan ji hêla Selçûqîyan ve, di cîhana Îslamê de û her weha di nav bûyernûs û dîroknasên Mesîhî yên wê demê de, her bi rêzdarî û hezkirinê hatine tomarîkirin (1). Merwanî, ji ber ku xwedî çand û toreyeke dîrokî ya bêhempa bûn û di warê xweşbinîyê de mînaka sereke bûn, piştî hilweşîna wan, gel û hemwelatîyên li dewleta wan dijîyan, xwestine ku dîsa Merwanî bibin desthilatdar,  bi caran bang li endamên xanedana Merwanî yên mayî kirine lê mixabin ew ronahîya mirovahîye careka dinê pê neketîye, tefîyaye (2). Kurdistan, ji wê rojê heta serdema me, mixabin di tarîtîyê de ma û bindestê hovan de, li gel hemû hemwelatî û pêkhateyên xwe, dike nalenal...

Dema behsa Merwanîyan tê kirin, şûn de avasazîyên bêqisûr, pir û mizgeftên muhteşem, nexweşxane û weqfên binavûdeng têne bîra mirov. Ji lew re, Merwanî, berê hemû desthilatdaran, li herêma xwe avahîyên bêhempa lê kirine, bi dehan pir û mizgeftênên bêkêmasî ava kirine, heta nexweşxane û weqfên nebînayî damezirandine(3). 

Pira Malabadê ji hêla Nasir el Dewle Ehmed ve, li ser navê Bad ê Dostik hatîye avakirin


Ev tevahî, ji bona rehetî û aramîya hemwelatîyan bûye. Dîsa hêjayî gotinê ye ku, Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan , an ku kurê Merwan ê sisêyan, ê ku di nav siltanên Merwanî de kesê herî temendirêj e, di serdema desthilatdarîya xwe de (1011-1061/63), di warê lêkirina avahî û piran de, binavûdeng bûye.  Pira Malabadê, Nexweşxaneya bêhempa ya Farqînê, Pira Enbarê ya li ser Çemê Tîjleyê,, Mizgefta Merwanî ya li Amedê, hin beşên sûrên Farqîn û Amedê, rêyên avê û coavan li bajaran, di serdema wî de hatine lêkirin û avakirin. Ev serdema zêrin, hîn jî bi rêzdarî û minetdarî tê nivîsandin û bîranîn (4). Mijara me ya vê gotarê jî, dîsa pratîkeka avasazî ya Nasir El Dewle ye. Lê vêca, em ê herin Qudsê û li wî bajarî, yê ku ji Kurdistan pir dûr e, em ê rêwîtîyeka dîrokî û şanazî pêk bînin.

Bajarê Qudsê - 1870




Anegorî belgeyeka kevirî ya li Qudsê hatîye dîtin de, vêca em dîsa dikarin bi hêsanî van gotinên xwe piştrast bikin, bê şîrove û bê zêdekirin…. Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan, Mîrê Serkeftî, sala 1054-an a mîladî, ji bona hemû hemwelatîyên xwe, li Qudsê du xanîyên mezin lê dike (an jî dikire) û ev xanîyana , li ser navê bavê xwe “Seremîr Merwan”, dike weqf û ji bona parastina wan, li ser kevirekî mermerî wisa dide nivîsandin;

“ Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Ev (her du xanî), ji hêla Emîr ê rêzdar û xizmetkarê dewletê ve, li ser navê bavê Nasir Ehmed ê Merwan,  li ser qewîtîya (wesîyeta) olî ya bavê wî Seremîr hatine lêkirin û ji boyî xêra bavê wî hatine avakirin.  Xwedê, van ked û xebatên wî xelat bike, û çawa ku di vê kitêbeyê de û derbarê xêra wî de jî hatîye nivîsandin; Xwedê, van her du xanîyên li cem hev, sinor û mafên wan, ji bo hemû kesên ku ji Diyarbekirê tên, biparêze. Û Xwedê, xezeba xwe li ser wan kesên ku cîyê wan biguherîne an ji cîyê wan rabike, bibarîne. Ev (her du xanî), Remezana 445an-koçî-  (Remezana 1054an a  mîladî) hatine avakirin.”kevan yên me ne(5) (Wergera ji Ingilîzî Xerzî Xerzan)

Kevirê mermerî yê Weqfa Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan - 445 koçî, 1054 mîladî 


Ev nivîs, li ser kevirekî mermerî, bi zimanê erebî û bi alfabeya kûfî hatîye neqişkirin û ev kevir, demeka nayê zanîn de li derûdora sûrên Qudsê, hatîye dîtin. Dîsa anegorî çavkanîya me (6), ev kevirê mermerî yê ev her du xanîyan ve zeliqandî,  li ber derîyê Hîtta (Bab el Hitta an jî Hutta), yê ku li sûrên bakûr yên Harem-î Şerîf a Qudsê dimîne, hatîye dîtin. Ew xanî u weqf, mixabin îro ne li meydanê ne, hatine tinekirin lê ev kevirê mermerî (38cm. firehî û 58 cm. dirêjahî), mîna rojê diberiqe, hîn jî hawirdora xwe ronî dike, peyama Siltanê Kurd Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan zendî dihêle. Ji lew re, nîşaneya çanda bihevrejiyînê, xweşbînîye û mirovahîyê ye. Nasir El Dewle, li ser navê bavê xwe vî karî pîroz kirîye, wesîyeta bavê xwe anîye cî, an ku ev çand ji pêşîyên wî jê re mîrate maye. Ew çanda hêja, ew çanda hezkirin û wekehevîyê. .. 

BAB EL HÎTTA / DERÎYÊ HÎTTA LI BER SÛRÊN QUDSÊ


Belê, vêca em ê sedema van gotinên xwe binvîsin;

Nasir El Dewle, kurdekî misilman e. Ji mezheba Şafiî ye. Lê, ev her du xanî û weqfa wan, ne tenê ji bo hemwelatîyên xwe yên misilman, lê ji boyî hemû hemwelatîyên xwe (çi misilman, çi cihû, çi mesîhî) ava kirine û damezirandine. Ji lew re, Bajarê Qudsê, ji bo ev her sê dînên Brahîmî bajarekî pîroz e. Cihû û Mesîhî heca xwe li Qudsê dikin. Do jî, îro jî wisa ye. Ji bo misilmanan jî, Bajarê Qudsê, qibleya yekemîn e. Bajarekî pîroz e, peyxemberê Îslamê Hz. Muhammed li Qudsê derketîye Mîracê. Piştî Mekka û Medînayê, Quds bajarê herî pîroz ê dînê Îslamê ye. Hecîyên Misilman,wê serdemê li ser rêya xwe û bi taybetî di rêya vegerê de,  piştî Mekka û Medînayê, berê xwe didan Qudsê û li wir jî diman. Bi vî awayî heca xwe temam dikirin.

Bajarê Qudsê - Harem ê Şerîf


Cihû û Mesîhî jixwe li Qudsê heca xwe dikirin. An ku her sê dîn jî, çand û bawerîyên xwe de, Qudsê wek bajarekî pîroz tomar kirîye. Û em baş dizanin, li welatê Merwanîyan, an ku li beşekê mezin ê Kurdistana Bakûr, wê serdemê mesihî, cihû, êzdî û misilman bi hev re dijîyan. Û tev de hemwelatîyên Dewleta Merwanî bûn. Nasir El Dewle, ji ber ku siltanekî dadmend bû, ji ber ku wekehevîyê û xweşbînîyê kiribû destûra xwe, ne li bajêrên Mekkayê û Medînayê, yên ku tenê ji bo misilmanan pîroz bûn, lê li Qudsê, ya ku ji bo hemû bawerîyan pîroz bû, ev weqf damezirandîye û du xanîyên mezin li gel sinora wan, li ser vê weqfê tomar kirîye. Xwestîye ku ti ferqûmêlî nexe nav hemwelatîyên xwe, hemû hemwelatîyên xwe razî bike û dilê ti kesî nehêle. Di vî warî de jî bi ser ketîye . Ji lew re, ev hevoka li ser vî kevirê mermerî, pir girîng e; “ji bo hemû kesên ku ji Diyarbekirê tên…”. Hemû kes…. An ku hemû hemwelatî, hemu hecî….Hem hecîyên misilman, hem hecîyan Mesîhî, hem jî hecîyên Cihû…. Nîşaneya xweşbinî, wekehevî û bi gotina serdema modern; Nîşaneya Demokrasîyê û piştrastkirina mafê mirovan…

Nasir El Dewle li gel bijîşkê xwe Ibn Butlan ê Asûrî


Û dîsa, Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan, çavkanîyeke hêja dîyarîya me dike. Ew jî, navê resen ê Amedê ye. An ku, ew jî piştrast dike, Amed ne Diyarbekir e û Diyarbekir jî ne tenê navê bajêr e. Li ser wî kevirî, Nasir El Dewle welatê xwe wek “Diyar Bakr” an ku wek Diyarbekir daye nivîsandinê. Ji lew re, weke em dizanin û hin gotarên xwe de jî me da piştrastkirin ku (7), Diyarbekir (Diyarê Mala Bekir a nijadereb), ne navê bajêr lê navê herêmeka berfireh e. Diyarbekir a wê demê, ji Botan û Hekarîya heta Xarpêt û Urfayê, heta Xelat û Melazgirê cî digirt. Nasir El Dewle, dikaribû bigota ji bo kesên ku ji Amedê tên, lê gotîye ji bo kesên ku ji Diyarbekir tên… An ku Diyarbekir, ji bajarên Amedê, Farqînê, Arzanê,  ji herêmên Xerzan, Botan û beşek ji Serhedê pêk dihat… Do jî wisa bû, îro jî wisa ye.  Ev kevirê mermerî yê dîrokî, her weha belgeyeka bêhempa, bersiveke xurt e…. Ji boyî xêrnexwazên sondxwarî û manîpûlatorên dîrokê, her weha çavkanîyeke bêalî ye….



Ez dixwazim, vê gotara xwe, bi hevokên destpêkê yên gotara lêkolînerê Asur ê hêja Ephrem-Isa YOUSIF bi dawî bikim. Bi çav û nêrina ronakbîrekî xwedî sinca zanistê û xwedî ujdan… Rêzdar Yousif, gotara xwe ya bi navê Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr” de, raman û nêrînên xwe yên der barê Merwanîyan de, wisa dinivîsîne;

“Îro, ez ketim pey şopa xeyala Mezopotamyaya jorîn û lehengên wê. Min hew xwe dî, ez di dawîya sedsala dehan, an ya rasttir, di sedsala yanzdehan (piştî zayînê) de bûm. Ev yek, wekî rakirina lehîyê ji hêla pêlên deryayê yên serdema me ya ber bi serdemeke dî ve bû, a ku hin warên ji hêla dîrokê ve dewlemend û veşartîmayî derdixist meydanê. Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî)  de, herêma berfireh a Diyar Bekr bi rê ve dibir.

Çalakîyên wan ên ronak, hêza wan a hikimdar, serketina wan a bicoş, efsaneya wan a leheng dê careka dî çawa bê dîtin? Ewan,  ji bo damezirandina dewleteke nû û xanedaneka ronak,  dema  xwe derbas kir, di wê serdemê de, ciwanî, hostatî, wêrekî û jîrîya xwe bi camêrî xerç kir...”

______________________________________

ÇAVKANÎ

 

1-) https://dirokurd.blogspot.com/2019/03/mirzayen-merwaniyen-kurd-u-zanyaren-asur.html

 2-) Dîroka Kurdên  Merwanî, İbn’ul Ezrak ê Fariqî (1117-1181)

3-) https://dirokurd.blogspot.com/2017/12/ji-hela-buyernivisen-bizansi-ve.html û her weha çavkanîya 1. Û 2.

4-) Kurd û Kurdistan, The Encyclopaedia of Islam, Kurds, Kirdistan (Ensîklopedîyaya Îslamê, Beşê têkildar; Kurd û Kurdistan, amadekar: Thomas Bois, Viladimir Minorsky, D.N. Mac Kenzie, çapa wê ya Tirkî: Weşanên Dozê, çapa duyem, 2004, wergera ji Îngilîzîyê bo Tirkîyê:  Kamuran Fıratlı). Her weha lêkolîna Thomas Bois a bi navê Diyarbekir Merwanileri İslami Ortaçağ'da Bir Kürt Hanedanı / Die Merwaniden Von Diyar Bakr – Weşanên Avesta û her weha  Dîroka Kurdên  Merwanî, İbn’ul Ezrak ê Fariqî  (1117-1181)

5-) http://islamicart.museumwnf.org/database_item.php?id=object;ISL;pa;Mus01;50;en 

Teksta Ingilîzî;

“ In the Name of God, the Most Gracious, the Most Merciful. This is what has been endowed and made into a religious bequest by Amir al-Sayyad al-Ajal […] al Daula and its support Dhu Saramir [?], the father of Nasr Ahmad Ibn Marwan. May God reward his good deeds and bless these two adjoining houses, their delimitations, and their rights for all who come from Diyar Bakr as is (mentioned) in the book and the endowment, and those who change it or replace it, may the curse of God be upon them. This is on the [date] Ramadan, in the year 445.”

 6-) Binihêre çavkanîya 5an.

7-) https://dirokurd.blogspot.com/2020/05/bi-daneyen-zanisti-nav-u-wateya-amede.html

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)