ZERDEŞTÎ DI EYNEYA DÎROKA K’URDISTANÊ DA
ZERDEŞTÎ
DI EYNEYA DÎROKA K’URDISTANÊ DA
DANEYÊN JIBÎRKIRÎ
Ezîz ê
Cewo (Azîz Mamoyan)
Piştî
weşana p’irtûka me a “Zerdeşt
Pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”...)”[1] gotar, name, peyam û şiroveyên xwendevanan
dan xuyan, ku di nava civaka k’urdî da helwest û têgihîştineke yekawa û
yekr’engî li hember vê mijarê nîne. Eger hinek r’ewşenbîr û mitaledarên k’urd,
wisa jî xwendevanên dilêşên dîroka net’ewî bi baldarîyeke mezin weşana wê
berhema me pêşbazî kirin, nêrînên xwe anîn zimên, lêbelê ji pirsên hinek
xwendevanan jî dîyar bû, ku, her çiqas di nava
gel da li hember pirsa zerdeştîyê r’ûdaneke hestyarî ya piştheşî
heye jî, lê dîsa, bi giştî kêmasîya zanîyarî û danayên di derbarê vê ola
pêşîyan a kevnar da xwe dide xuyan (ango, nexwendîtîyek a olî li holê ye!). Ji
hêla dinê va di vê pirsê da ew qalib, ên ku ji hêla “dîroknûsên”
sîstêmên desthilatdar va hatine danîn û hewldanên qewalên(mîssîonêr)
bawerîyên bîyanî di têgihîştina mijarê da hinek pirs derdixin holêû r’ola xwe
ya neyînî di têgihîştina wê da dilîzin...
Bi r’astî, piştî
weşana p’irtûka navborî di destpêkê da me digot, ku hemû dane û zanîyarîyên dîrokî, yên ku ji bo têgihîştina
pirsê pêdivîya wan hebûye, li ber destan in, encamên analîzên zanistî jî hene,
gelê k’urd û bîra wî ya net’ewî bi xwe li holê ne, ji vê û pêva ji bo têgihîştina r’astîyên dîrokî êdî
pêdivî bi çi dikare hebe? Lê, her çiqas em di vê zanebûna pirsê da bûn jî, dîsa
jî, ji bo ku r’ewşa wan mirovan a derûnî û hestî têbigihîjin, ên ku di navberê da mane, me bi xwe hewl da,
xwe daynin şûna wan, û hewl bidin, bi
çavê wan li wan bi xwe binihêr’im û wan r’astîyan derxin zanebûnê, yên ku di
nava wan da bêbawerîyê çê dikin...
Û di encamê da
piştî hinek analîz û nirxandinan me dît, ku ev mirovana ewqasî gunehê xwe
nînin, çiqas ku ew propaganda ji hêla hinek komikên bi hinek derdorên îslamîya
siyasî va girêdayî hewl didin mejîyê wan t’evlihev bikin. Lewra jî em dem
bi dem dîsa vediger’yan ser vê mijarê û di nava dîroka derbazbûyî da dane û
r’astîyên dinê jî diger’yan, ên ku, dibe ku ji bala me der mabin, an jî me zêde
giringî nedabe wan...
… Wek ku tê bîra
xwendevanên hêja, di Beşê I ê pirtûka xwe ya navborî da (r’ûpelên 15 – 21) me
di derbarê jîyan û erkdarîya Zerdeşt P’êxember û di derbarê bîrûbawerîya
zerdeştîyê da, bi giştî, zanîyarîyên dîrokî anîbûn. Me di derbarê wê bandorê da
gotibû, ya ku bîrûbawerîya Zerdeşt P’êxember li ser r’amana rewanî ya
mirovahîyê hiştye...
… Wisa jî me ji
bo agahî û zanîyarîyên dîrokî yên di derbarê pêwendîyên gelê k’urd û zerdeştîyê
da p’areke cuda veqetand. Me wisa jî di derbarê şopên wê
bîrûbawerîya kevnar di jîyana k’urdên îroyîn da nirxandin, û pirsa helwesta
taybet a kurdên hemdemî li hember ola pêşîyan nirxand.
Û, lewra jî, ji
ber ku k’urd peyhatîyên medên kevnar ên r’astedêr in, [2] û ola zerdeştîyê bi xwe jî di Medya kevnar da
pêk hatye û pêşkevtîye, ev jî bi serê xwe di wê derbarê da dibêje, ku zerdeştîyên
yekem med (k’urd) bûne…
–
zerdeştî,wek bîrûbawerî, di Medyayê da pêk hatye û di nav gelê wê
da belav bûye, û, bi xwezayî, yên med(k’urd)bûne
zerdeştîyên yekem;
–
ev bîrûbawerî li ser bingeha wan bawerîyan pêk hatye, yên ku êdî berî wê di Medyayê da hebûne;
–
ji wan gelan, ên ku di dema xwe da zerdeştî
p’ejirandine, t’enê k’urdin, ên
ku heya îro jî di nava wan da gelek asa
(norm) û ferzên zerdeştîyê û
nirxên r’ewanî yên wê bîrûbawerîyê bi giştî zêndî mane, her çiqas, zêdetirî
1350 salan berê bi zora şûr olek a bîyanî li stûyê gelê k’urd hatye alandin.
Mirov
dikare bibêje, ji ber ku zerdeştî, wek ol, li ser bingeha bîrûbawerîyên
gel ên berî xwe pêk hatye, ew ji bo k’urdan dîyarbûneke xwezayî ya
r’ewşa r’ewanî-hizirî bûye, lewra jî dagerkerên bîyanî ne bi şûr, ne jî bi
sotin û wêranîyan nikaribûne ewê t’une bikin, ji ber ku, wek ku di dema xwe da r’ojhilatzanê
navdar Dyakonov gotye, “… p’ir’anîya
wan bawerîyan û dirozgeyên ayînî zerdeştîyê jinûva ji ber xwe dernexistine, ewê
ew ji nava bawerîyên gelêrî yên berî xwe hildane, yên ku wê demê kêm-zêde êdî
amade bûne... ”[3]
Û,
dibe ku, ji ber wê jî, hê di k’ûrahîya demên kevnar da gelek fîlozof-ezdazanan
Zerdeşt wek r’êformatorekî gewre û fîlozofê mîstîk nas kirine, yê ku şêwazekî abstrakt ê
felsefî daye ola îranî ya kevnar…
Û,
dibe ku, lewra jî, di nava wan gelên cîhanê da, yên ku di dema xwe da zerdeştî
p’ejirandibûne, t’enê di nava gelê k’urd da ye, ku wisa bi xwezayî
mêla wana li hember zerdeştîyê heya îro jî wisa zêndî maye...An jî, dibe ku
mirov bikaribe bi awayekî dinê bibêje, ku zerdeştî di nava k’urdên
îroyîn da dengveger’a cîhana r’ewanî ya pêşîyên wan e.
Dibe
ku lewra jî heya naha di cîhana îslamê da k’urdan wek misulmanên “ne r’ast”
dihejmêrin, an jî wan hîç wek misulman jî nap’ejirînin, û dibêjin, ku mirov
t’enê wê demê dikare k’urdan misulman nas bike, eger li r’û cîhanê hîç
misulmanek jî nemîne. Ewana vekirî k’urdan zerdeştî nav dikin, ên ku, bi
gotina wana, hîç p’êwendîyeke wan bi bawerîya Xwedê r’a nîne û divê bê
hêvişandin, “bêne t’unekirin”...
Helbet,
mirov evê helwestê heya r’adeyekê dikare tê bigihîje, lewra ku, wek ku me li
jorê jî git, di nava k’urdan da gelek asa (norm) û ferzên
zerdeştîyê û nirxên r’ewanî yên wê bîrûbawerîyê bi giştî zêndî mane, û ev
jî nahêle, ku k’urd heya dawîyê dêmê xwe yê net’ewî di nava girseya îslamî da
winda bike...
Belê, mirov heya
radeyekê dikare ewê têbigihîje, lê ya here balk’êş, ya ku mirov matma dike, û
dilê wî pê dêşe jî, ew e, ku îro ne ku t’enê nûnerên îslama siyasî û “faşîzma k’esk”li dijî
bîrûbawerîya zerdeştîyê ne, ya ku
mezinahîya wê ji hêla bîrewarên gewre yên mirovahîyê va bilind hatye qîmetkiri
(bi hûrbînî di beşê yekem – “Pêxemberê Xwedê”yê p’irtûka navborî da bixwînin!)
, lê wisa jî di nava gelê me da hinek mirov derk’etine, yên ku vekirî heya dijî
wê gotinê t’enê jî dertên,ku gelê k’urd di dîrokê da p’êwendîya xwe bi ola
zerdeştîyê r’a hebûye.[4]
Piştî
wê, ku di tîrmeha ala 2015an da gotara meya “Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê t’unekirin û ji
holê r’abe?”[5] r’onahî
dît, gelek xwendevanên me di nameyên xwe da helwesta xwe ya matmabûnê dîyar
kirin: “...Em nikarin bawer bikin, ku
ew kes, ên ku helwesteke weha li hember zerdeştîyê didin xuyan, p’êwendîya xwe bi êzdîtîyê r’a hebin, ewana bêhtir
krîpto-ereb in (erebên veşartî. – E. C.) û li dijî r’amana net’ewî û
zêndîkirina xwetêgihîştina net’ewî ya gelê me derdik’evin”. –
Helbet, wê demê meji bo wan wek bersîv nivîsî,
ku, ji bo wê, ji bo ku mirov nêr’îneke weha li ser vê pirsê bîne zimên, ne merc
e, ku ew ereb be, ku di cîhanê da erebên wisa jî hene, yên ku bi awayekî dinê
r’aman dikin, ku ne hemû ereb misulman in, ku di cîhanê da wisa jî erebên
xrîstîan hene... Ku nêzîkbûneke wisa r’ûdana helwesta misulmanîyê ye, hem li
hember ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyê, hem jî, li hember zerdeştîyê...
Helbet,
eger gotina van mirovan ne ku di derbarê êzdîtîyê, lê di derbarê êzîdîtîyê
(yêzîdîzm) da ye, wek şaxê sofîtîyê yê îslamê, wê demê, belê, ewana heya r’adeyekê r’ast in.
Em dibêjin – “heya r’adeyekê”, lewra ku, her çi jî di dîrokê da hatye
serê êzdîtîyê, kirasê îslamê jî li stûyê wê danîne û ew kirine êzdîdîtîya
(yêzîdîzm) sofîtî jî, lê dîsa şopên zerdeştîyê di nava vî şêwazê
dawîyê da jî hatine p’arastin. Mînak, di nava qewlên êzîdîtîyê da heya
îro jî qewlek bi navê“Qewlê Zerdeşt” heye (ew jî – derdorê 140 r’êzî!), ew jî, wek ku tê
xuyan, hê berî “r’êformên” bi
navê Şêx Adî va girêdayî di êzdîtîyê da hebûye...
Lêbelê,
ji nivîsara vê qewlê tê xuyan, ku bi demê r’a ew wisa werguhar’tine, ku di wê
da gelek têgeh û ferzên doktrîna êzîdîtîyê (yêzîdîzmê) hene. Û ew jî
heşmendî ye, lewra ku di şaxê sofîtîya îslamê da ewê qewlê divê kirasê
wê wergirta (gotinê Hoşeng Biroka tên bîra we, yê ku yek ji îdêologên wî şaxî
tê hejmartin? Bala xwe bidinê, k’a ew çi dinivîse: “...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî
Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û
sînorên wê nas nedikirin, bike, ...”[6])...
Her
çi jî hebe, k’a em bi hev r’a çend r’êzên ji wê qewlê bixwînin:
... Zerdeşt got:
«Ya Xwedê tu xwedayî!
Tu layîqê medih û senayî,
Tu kesê bê kesayî,
Tu mefera bê meferayî!
Tu Xwedayê neĉar û bê ĉareyî,
Tu Cebarê șikestiyayî,
Tu ĥekîmê kul û derdayî!»
Zerdeşt bi sit’ara ji bê xwe naskirî,
Bi şev û ȓojê difikirî,
Ya Xwedayê minî ji e’wil ĥeta axirî.
Xwedayê minî Cebare,
Dawî hatibû ferware,
Ȓêya baweriyê ji Zerdeşt ȓa kiribû ferware. [7]
Û ev jî bi serê xwe t’enê nine!
Ya here balkêş hê li pêşîya me ye!
Hem di nava k’urdên zaza da, hem jî di nava k’urdên êzdî da şaxên zarkî yên têk’sta helbestî ya ç’ermkaxeta (pêrgamênt//parşumen) Silêmanîyê ya
sedsala VII hatine parastin, û di wê da jî ji bo r’ewşa bawerîya zerdeştîyê ya
giran û bêç’re tê lûvandin… Ew p’arç’eyekî berhema helbestvanekî ye, yê
ku navê wî negihîştye me. Wek ku tê xuyan, ew straneke dilkovanî bûye, ya ku di
şîn û mehêlên r’ojên heznên giran da ji bo bûyerên
trajîk hatye lûvandin, an hatye stran. Ango ev stran-lûvandinek e, di
derbarê wê trajêdîyê da, yakubi êrîşên erebên zork’ar r’a hatye serê ola zerdeştîyê![8]
Ev p’arç’eyê vê ç’ermk’axetê destpêka sedsala XX di şkevteke nêzîkî
bajarê Silamanîyê da (Başûrê Kurdistanê) hatye dîtin, li ser wî heyşt r’êzên helbestekê hatine p’arastin, ên ku bi tîpên aramî
hatibûne nivîsîn. Piştî ku zanîyaran ew werguhêzî tîpên erebî kirine û
xwendine, dîtine, ku ew bik’urdî hatye nivîsîn. Pey r’a di weşanên cuda da gotar û
agahîyên zanistî diderbarê wê nivîsarê da hatine weşandin, di wan da wisa jî
wergerên wê yên cuda jî hatine danîn.[9]
Û îro êdî di hinek weşanan da mirov dikare nimûneyên cuda yên wergera wê
peykera nivîskî ya sedsala VII bibîne… Û
her çiqas di hinek cîyan da di nav bera wan da hinek cudayî hene jî, lê ji hêla
naverokê va hemû jî yek in: di wê da xudanê wê helbestê ji bo êrîşên erêbên zork’ar dilkovanîya xwe tine zimên û ji
bo r’ewşa zerdeştîyê ya giran û bêç’are dilûvîne.
Weha, nimûneyeke têk’sta wê helbestê ya bi tîpên latînî:
Hormozgan reman, atûran kujan,
Wisan serdewe gewreî gewrekan,
Zorkar arap kerdina xapûr,
Guneî pale heta Şarêzûr.
Jin û kenîkan wê dîl beşînia,
Merd azad li ve rûî hwîna,
Rawestî Zerdûşt ra manûye bêdest,
Bêzîka nayke Hormoz ve hîç kes...[10]
Ev jî – naveroka vê têk’stê ya bi nêzîke:
P’erestgehên Hurmuz wêran kirine,
agirên wan temirandine (kuştine),
Wisa anîne sere me wan gewrên gewran…
Erebên zorkar (cîhan) li me kirine
tarî
Gundên (herêma) P’alêheta Şahrêzûrê,
Jin û keçikan wê dîl bişînin,
Reha mêran wê t’am derînin,
Bawerîya zerdeşt bê xwedî maye,
Alîk’ar nabin ne Hurmuz ne hîç kes…
Li vira divê bê gotin, ku heya orîjînala vê têk’stê careke dinê, bi baldarî neyê
lêger’andin û bi zanistî ji hemû hêlan va
neyê analîzkirin û nirxandin, li ser wê bingehê têk’stên heyî neyên sererastkirin, ev
hem têkstên heyî, hem jî wergerên wan nêzîke ne.
Belê, wek ku tê xuyan, di vî p’arç’eyê helbestê ne ku t’enê di derbarê bûyerên tirajîk ên
wêrank’ar ên sedsala VII da tê vegotin, ên
ku di dema êrîşên ereban ên ser
Kurdistanê û Îranê r’û dane, lê wisa jî r’ewşa bêç’are ya bawerîya Zerdeşt p’êxember tîne ber ç’avan.[11]
Û li vira pirsekeheşmendî dertê pêş: “Şaxên zarkî yên vê stran-lûvandina şînî
ya li ser r’ewşa bawerîya Zerdeşt
p’êxember di nav k’urdên zaza û ên êzdî hatine parastin – çima?”
Em ê li vir vê pirsa hrêtorîk bihêlin û berê xwe bidin dîroka wan şaxên
zarkî yên wê peykera wêjeyî ya sedsala VII. Ji bo ku ev hemû baş bê têgihîştin,
em binihêr’in, ka Nûrî Dêrsimî di vê derbarê da
çi dibêje:
“... Ji sala 90î ya hîcrî va, wan art’êşên Ereb-îslamî, yên ku êrîş birin
ser r’ojhilat û bakur, li r’ojhilatê Anatolîyayê dawî li
desthilatdariya Îranê û ya gelên li Îranê anîn û di dawiyê da gelê Dêrsimê jî
di sala mîladî ya 669an de ji bin destê r’ûman k’etin bin destê ereban.
K’urdên Dêrsimî li dijî ereban li ber
xwe dan û nebûne musulman, ola xwe ya zerdeştî domandin û p’arastin. Rêvebiriya ereban li ser
Dêrsimê bandor nekiriye, lê herêmên din ên K’urdistanê bi darê zorê ji neç’arîyê îslamiyet p’ejirandine.
Heya van demên dawîyê jî di nav k’urdan da ev
stran-lûvandina li jêr di şînan da dihatin gotin:
Hurmuzgan ruman
Atiran kujan
Hoşan şarewe gevre gevregan
Zorkari arep kirdine Habur
Gihane pala paşe şarizor
Jin u kenikan ve dil beşinan
Merdi aza dilên ji ruye hevnan
Raveştê Zerdeşt maye bêdest
Bizika na kit Hurmuz ve hiç kes
Sal – 669”[12]
Em dibêjin, li vir êdî hîç
şiroveyek jî pêwîst nake, her tişt bi zelalî hatye gotin. Lêbelê, li vira tiştê
balk’êş jî ew e, ku şaxekî vê
stran-lûvandinê bi zazaye kî r’a hatye derk’etye Ermenîstana Sovêtê, lê şaxekî
dinê jî, hê berî wê, di nava êzdîyan da hebûye, û ew jî, piştî demeke dirêj bi
hinek guhar’tinan va di nava êzdîyên Ermenîstanê
da daye der.
Weha, sala 1968an zimanzanê k’urd Mak’sîmê Xemo (Mak’sîm Xamoyan) şaxekî zarkî yê
nivîsara ç’ermk’axeta Silêmanîyê ji zarê nivîsk’arê k’urd ê navdar Erebê Şemo (Şamîlov)
nivîsye. Û, eger mirov wê hesab hilde, ku Erebê Şemo bi xwe ji malbeteke şêxên
êzdîyan bûye, û, wek ku tê xuyan, wî ew têkst di malbatê da bihîstiye, hebûna
wê girîngtir û watedartir dibe.
Weha, ew:
“Li me hatin ereban
Li me kirin gewrî gewran
Birin zar, jin û qîz
Ew gewrî gewran welat li me kirin
wêran…”
Û
piştî salekê, sala 1969an heman Mak’sîmê Xemo ji zarê Tîgranê Zaza yê binecîyê
demekê yê gundê P’îran (Lûçnanaha) ê navçeya Baharmadan a herêma Amedê nivîsye,
yê ku wê demê di bin navê Tîgran Poxosyan da di bajarê Abovyanê yê Ermenîstana
Sovêtê da jîya bûye. Tîgranê Zaza ew şax dema di K’urdistanê da jîyabûye, di
nava civaka k’urdên zaza da bihîstibûye û, wek zazayekî, ew ezbere dizanibûye.
Weha, ew şaxa:
Hormozgan rîman adiryan kêşyan
Wisan serdawa gewrî gewran
Zorkar arap kirdine zapûr
Gune pale taha Şeherazûr
Jinan-kenîkan vê dîl bêşîne
mêrd azat le vê ruî hîna
bê cihranahî ka Hormoz.[13]
Balk’êş e, ne!?Ew nivîsar (têk’st) a li ser wî p’arç’eyê ç’ermk’axetê, yê ku li derdorên Silêmanîyê
hatibûye dîtin, şaxê wê yê zarkî di nava k’urdên zaza da ger’yaye, ew di dema r’ojên heznan û şînan-mehêlan da
lûvandine, û ewê xwe di nav k’urdan da parastye, bi k’urdên êzdî r’a derbazî Ermenîstanê jî bûye?! –
Bala xwe bidin erdnîgarîya belavbûna wê: herêma Soran – Amed – Dêrsim
– Serhed – Ermenîstan! Û ev jî ne hemû ye!
Ev tê çi wat’eyê? Gelo ev govenîya wê nine, ku,
her çiqas hinek bawerîyên kevnar (ên wek êzdîtîyê) di K’urdistanê da xweserîyeke xwe p’arastibûne, beşekî giran ê gelê k’urd di bin zulm û zordarîyê û
metirsîya t’unekirinê da îslam p’ejirandibûne, cî-cîna k’urdan li dijî îslamê heya dereng ber
xwe daye (wek Dêrsimê), lê dîsa zerdeştî
ji bo van hemûyan nirxekî r’ewanî yê giştî bûye, û hemûyan xwe
di wê bîrûbawerîyê da dîtine?!
Gelo dem nine, ku k’urd vê r’ewşê bi zanistî wat’edar bikin?!
… Û,
eger mirov bi ç’avekî zanîyarî wan nimûneyên zargotina gelê me, dua-drozgeyên
olî, yên ku di dema xwe da hatine berevkirin û weşandin, bi baldarî bixwîne, dê
dîsa gelek şopên bûyer û pêkhatinên dîroka me yên kevnar bibîne û derxe
r’onahîyê.
Lê
îro mirov dikare bi bawer bibêje, ku ev “Qewlê Zerdeşt” û şaxên zarkî yên
têk’sta ç’erm’kaxeta Silêmanîyê ya sedsala VII govenîya wê yekê ne, ku zerdeştî
ne t’enê di Medya kevnar da li ser bingeha bîrûbawerîyên gelêrî yên berî
xwe wek ol pêk hatye, lê ew wisa jî di nava gelê k’urd da (çi êzdî, çi
elewî, çi misulman!) bi bawerîyên binecî yên xwezayp’erest r’a t’evayî di nav
gel da belav bibûye û hatibûye p’ejiriandin, û şopên wê piştî êrîşên Îskederê
Makêdonî jî, û peyr’a jî, piştî êkspansîya
erebî-îslamî jî di nava gel da zêndî mane...
Û ya dawîyê – careke dinê van r’êzan bi
baldarî bixwînin:
Hormozgan reman, atûran kujan,
Wisan serdewe gewreî gewrekan,
Zorkar arap kerdina xapûr,
Guneî pale heta Şarêzûr.
Jin û kenîkan wê dîl beşînia,
Merd azad li ve rûî hwîna,
Rawestî Zerdûşt ra manûye bêdest,
Bêzîka nayke Hormoz ve hîç kes!...
Ev tiştekî nayne bîra we, gelo?
Tuyê qey bibêjî, ew di derbarê bûyerên Kobanîyê, Şengalê û
Efînê da hatye nivîsîn!...
Ev her p’arç’eyek e – p’arç’eyekî dîroka gelê me!Lê çiqas p’arç’e, hê negihîştine ber destê me? Eger
mirov wan hemûyan berev bike, bigihîne hev, dê dîmenê dîroka gelê me ya piştî
sedsala VII derê ber ç’avan!...
___________________
[1] Ezîz ê Cewo:“Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka
“windabûyî”...)”, weşanên ARYEN – 2018
[2]Li p’ara 5ema Beşê duyem a p’irtûka navborî
binihêr’in – r’û.: 41 – 50; Wisa jî: Ezîz ê Cewo: “Ezdazanê ermenî yê destpêka sedsala
XX di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê da” – http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ezdazanê_ermenî_yê_destpêka_sedsala_xx_di_derbarê_êzdîyan_û_êzdîtîyê_da
[3]Дьяконов И.
М., История Мидии, М. – Л., 1956 // Dyakonov. Î. M. “Dîroka Medyayê”, M. –L.,
1956, rû. 45 – 55.
[4]Ezîz ê Cewo,“Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî,
û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?” - http://www.amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_
t_unekirin_û_ji_holê_r_abe; û rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar: 39 – 44
– http: //www.penusanu.com; Ezîz ê Cewo, “Êzdîtî: Divê mirov
rastîya wê li ku bigere”, Amed – 2017/АзизэДжаво, Эздианство: Гденадоискатьправдуонём?,Амад – 2017, стр. 231 – 258
[5]Ezîz ê Cewo,“Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî,
û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?” - http://www.amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_
êzdîtî_bê_ t_unekirin_û_ji_holê_r_abe; û rojnameya “Pênûsa nû”, hejmar: 39 – 44
– http: //www.penusanu.com.
[6]Di heman cîyî da.
[7]Têmûrê Meso, “Newşe dînê êzîdîyan” («Езидскаярелигиознаяпоэзия») – 2018 – https://freedocs.xyz/pdf-486055056, rû. 699.
[8]АкоповГ. Б., ЕщёоСулейманийскомпергаменте – «Вестникобщественныхнаук», Ереван, 1968, №8, с. 94—108//Akopov G. B.: “Dîsa di
derbarê çermkaxeta Silêmanîyê da” – “Agahînameya zanistên civakî”, Yêrêvan,
1968, №8, rû.: 94 - 108; ХамоянМ. У., Одвухизустныхвариантахтекстасулейманийскогопергамента VII века. См. Труды Самаркандского государственного
университета имени Алишера Навои. Новая серия, выпуск № 225. Вопросы
фразеологии, стилистики и грамматического строя восточных языков. Самарканд –
1972, стр. 82 -89//XamoyanM. Û.: “Di derbarê du şaxên zarkî yên têksta
çermkaxeta Silêmanîyê ya sedsala VII da”. Binihêre: Berhemên Zanîngeha dewletê
ya Semerqendê ya ser navê Elîşêr Nevoî. Hejmara 225, Pirsên frazêologîyê,
stîlîstîkê b pergala rêzimanî ya zimanên Rojhilatê. Semerqend – 1972, rû.: 82 –
89.
[9]Divê derbarê da bi hûrbînî di gotarên Akopov G. B.
û Xamoyan M. Û. da – nasî 8.; Akopov di gotara xwe da navê van mirovan û
berhemên wan tîne, yên ku li ser vê mijarê nivîsîne: Huseyn Huznî Mûkrîanî,
R’eşîd Yasêmî, M. Kêyvan, Şêx Mardûx, Nûrî dêrsimî, M. B. R’ûdênko…
[10]Helbet,wek ku me êdî gotye, mînakên vê nivîsarê
yên bi tîpên erebî jî hene, û eger derfet çê bibûna, mirov ew û orîjînala wê ya
bi tîpên aramî hember hev bikirana, wê demê dê bersîvên gelek pirsan derk’etana
holê ...
[11]Nuri Dersimi: “Kurdistan tarihinde Dersim“. Halep, 1952,
s.: 22 - 23//Nûrî Dêrsimî: “ Dêrsim di dîroka K’urdistanê da“. Heleb,
1952, r’û.: 22 – 23.
[12]Ev r’êzên helbestê di sêrî da di r’ûpelê 23an ê
p’irtûka Nûrî Dêrsimî ya navborî da tê danîn (nasîya 11.), lê di dawîyê da,
dema êdî p’irtûk ji bo weşanê amade bûye, ew dibîne, ku di nîvsara wê da şaşî
hene, lewra jî ew di dawîya pirtûkê da (r’. 340) evî şêwazê serer’astkirî datîne.
[13]Ev erdu nimûne jî – di gotara Maksîm Xamoyan a
navborî da, nasî: 8.
27.
02. 2019
Pyatîgorsk/R’ûsîya
Yorumlar
Yorum Gönder