Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr




Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr

Ephrem-Isa YOUSIF*

Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan

Îro, ez ketim pey şopa xeyala Mezopotamyaya jorîn û lehengên wê. Min hew xwe dî, ez di dawîya sedsala dehan, an ya rasttir, di sedsala yanzdehan (piştî zayînê) de bûm. Ev yek, wekî rakirina lehîyê ji hêla pêlên deryayê yên serdema me ya ber bi serdemeke dî ve bû, a ku hin warên ji hêla dîrokê ve dewlemend û veşartîmayî derdixist meydanê.

Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî)  de, herêma berfireh a Diyar Bekr bi rê ve dibir.

Çalakîyên wan ên ronak, hêza wan a hikimdar, serketina wan a bicoş, efsaneya wan a leheng dê careka dî çawa bê dîtin? Ewan,  ji bo damezirandina dewleteke nû û xanedaneka ronak,  dema  xwe derbas kir, di wê serdemê de, ciwanî, hostatî, wêrekî û jîrîya xwe bi camêrî xerç kir.

 Cizîrê

Diyar Bekr (peytexta wê Amedê ye, îro bi fermî Diyarbakır), yek ji her sê herêmên Cizîrê bû, a ku ji hêla zanyarên dema antîk ve wekî “girav” dihat pênasekirin, di nav herêma berfireh a Tîjle û Ferata jorîn de cîyê xwe digirt. Cizîrê, herêma Diyar Rebîa (peytexta wê Musil bû) û Diyar Mûdar (peytexta wê Reqqa bû, li hêla çepê ya Feratê dima) jî di nav xwe de dihewand. Ev herêm, îro di nav sinorên her sê dewletên Sûrî, Îraq û Tirkîye de hatîye dabeşkirin.



Kurdên ku  bi koka xwe ve Îndo-Ewropayî ne, li gel gelên din li herêma Diyar Bekr a li ser sinora Bîzansê û ji Bexdayê dûr, a ku ji bilî Amedê hin bajêr û erdên weke; Xerzan, Farqînê, Heskîfê (îro Hasankeyf), Xelatê, Melazgirdê û herêmeke li bakûr-rojhilatê Gola Wanê de dima jî dihewand, bi hev re dijîya.

Destpêka Xanedana Merwanî

Bûyêrnûsê Cizîrî yê sedsala XII Ibn’ul Ezraq ê Farqînî, nivîskarê Ereb Ibn’ul Esîr û bûyêrnûsên Asûr Elîas ê Nisêbînî û Mihaîl ê Gewre, bi kêfxweşî qala dîroka Merwanîyan kirîye.

Damezîrenerê xanedanê, gavanekî Kurd ê bi navê Ebû Şûca Bad ê Dostik bû. Ewî dest ji gavanîyê berda, çêkên xwe wergirtin û bû serokekî wêrek ê şer, ê ku nav û deng veda. Dema hikimdarê xanedana Îranî ya Bûweyhan Adûd el Dewle, yê ku Împaratorîya Îslamê bi rê ve dibir, di sala 983-an de mir, Bad bajarê Farqînê ya ku li bakûrrojhilatê Amedê dima, zevt kir. Berê de navê wî bajarî Martîpolîs bû û îro wekî Silîvan tê binavkirin. Ewî (Bad) her wiha Amedê, Xelatê û Nisêbînê jî bi dest xist.

Bajarê dî, ê ku li başûrê Çiyayên Tûr Abdîn dima (îro Nisêbînê, li Tirkîye) xwedî dîrokeke antîk bû.  Ew bajêr, di nav bera herêmên Sasanî û Bizansê de qada sinor bû her wiha ji bo karwanan, dergeha derbasbûnê bû. Ji hêla Ereban ve di sala 639-an de hatibû zevtkirin. 

 Bûyêrnûs Elîas ê Nisêbînî û Ên Merwanî

Bûyêrnûsê Asûr û Metropolîtê Nisêbînê Elîas, şahidekî xelatkirî ya peydabûna Merwanîyan bû. Di nivîsarên xwe de,  ewî pesinê van mîrên zana û xweşbîn dide; “ Ma ew (Merwanî) nizanibûn pêwendîya birûmet, rêzdar û dostanî  li gel zanayên Asûrên rojhilat (ên Nestûrî) û Asûrên rojava (ên Yakûbî) deynin, ên ku li bajarên Mîrnişînîya wan bi piranî diman û li gel kurd û ereban di nav aramîyê de dijîyan? “
(D’après C. Hillenbrand.  Beşê “Marwanides – Ên Merwanî”, Encyclopédie de l’Islam, N.E, tome VI, Brill 1991, P. 611-612)

Asûr kê bûn? Nevîyên Asûr, Babil û Aramên kevnar… Ewana bi zaravayeka Aramî diaxivîn, a ku ew zarava kiribûn zimanekî zanayî û zanyarî bi navê Zimanê Asûrî.  Ewan, di destpêka serdema me de (destpêka Mîladê ve) çûne li ser dînê Xristîyanîyê. (Di wê demê de) Riha û hawirdora wê, navendeka Evangelîzmê (belavkirina Incîlê )ya çalak bû.


                                Nivîsara bi destan a Asûrî
Incîl. Peymana Kevn û hin rûpelên Peymana Nû. Mezopotamya, Sedsala VI – VII. Parchemin.BNF, Manuscrits orientaux (Syriaque 341)

Elîas ê Nisêbînî, ê ku wekî Elîas Bar Şênaya jî dihat zanîn, di Sibata 975-an li bajarokê Şêna hatîye dinyayê, ev bajarok li cîyê ku Tîjle û Zapa Mezin digihîjine hevûdin dimîne û ji destpêka sedsala VIII ve navenda Metranîya Asûrên rojhilat e. Elîas li wir dibe keşe. Di 19 salîya xwe de dibe keşeyekî payebilind û pişt re li Dêra Abba Şemûn tê tayînkirin, a ku ji bajarokê Şêna ne pir dûr bû. Ewî dîsa jî li Dêra Mezin a Ezîz Mikhaîl a nêzî Musul perwerdeya xwe didît,  ew herêma ku dêr  tê de dima ji hêla nivîskarên ereb ve, ji ber rezên wê yên binavûdeng pir dihat ecibandin. 

Di sala 1002-an, Elîas ê Nisêbînî bû metranê Beyt Nuhadhre a li herêma berdar a Dihokê dima û pişt re jî di sala 1008-an de bû metropolîtê Nisêbînê.

 Di destpêka sedsala XI, bajêr (Nisêbînê) bi avahîyên xwe yên delal, bi mizgefta xwe, bi himam û dar û zevîyên xwe yên dewlemend ve pir xweş û dilkêş bû. Bi hêla siyasî û rêvebirîyê ve girêdahîyê Mîrê Diyar Bekr bû.

Ji demên kevnar ve Nisêbînê navendeka olî ya girîng bû.  Di nav de, dibistaneke binavûdeng a ji hêla Metran James ê Nisêbînî ve di sedsala IV hatibû avakirin, hebû.

Di sedsala V de, weke navenda olî ya Beyt Erebayê, Nisêbînê jî bi navê Beyt Qardû xwedî çend metranîyan bû, mînak;  Cizîr a Beyt Zapdaî, Miks a ku di herêma nav bera Gola Wanê û Ava Botan de dima, Xerzan a raserî bakûrê dûava Botan û Tîjleyê…  Di serdema Elîas de Herran, Reşan, Beled û Şengalê jî girêdahîyê navenda Nisêbînê bûn. 

Elîas ê Metropolît, heta koça xwe ya dawîn a 1046-an de, li vî bajarî jîya û hebûn û jiyana xwe diyarî xebatên zanyarî kir. Bi zimanê Asûrî û Erebî baş dizanibû û her wiha bi çanda Îslamê jî xweş serwext bû. Ewî, li dû xwe gelek xebatan weke bûyernameya xwe, Gramera Asûrî, ferhengeka Erebî-Asûrî, qesîde û beytan, şîretên metranî û hin nameyên bi zimanê Asûrî hatibûn nivîsandin, hişt. 
Elîas ê Nisêbînî, hin xebatên xwe yên teolojîk û sincî bi erebî jî nivîsîne. 

Hin sernivîsên wan li jêr in:

- “Pirtûka Tefandina Kelecanîyê” (Weşana Constantin Al Bacha, li Kahîreyê)
- “Gotinên kêrhatî ji bo rih û bedena mirov” (Weşana P. Sbath, Kahîre – 1936)
- “Peymana Kêfxweşîya jiyanê ya di siberojê de” (L. Şêxo, Bîst Peyman û Berevanîyên Nivîskarên Ereb Yên Mesîhî, Kahîre 1929, r. 129-132)                            

                                                                                                              
Bûyêrnameya wî ya 1018-an, hîn jî ji bo dîroka Kurdan pir girîng e, ji lew re nivîskar di der barê jiyanên hikimdarên Merwanî yên destpêkê û têkilîyên zanyarên Asûr û Kurdan de gelekî hûrgilîyên hêja dide me.

Trajedîya Mîr Ebû Alî El Hesen ê Merwan

Elîas ê Nisêbînî, bi kurtî qala jiyana Ebû Alî El Hesen dike.

Piştî mirina mamê wî Bad, kurê mezin ê Merwan hate Heskîfê, bi jinebîya serokê şêrvan ê kal (Bad) re zewicî. Bi Hemdanîyên dawîn re şer kir, wan ji hev belav kir û ji nû ve hemû kelehan zevt kirin. 

Elîas bala xwe daye li dawîhatina biêş a vî mîrzayî, ê ku li Amedê di sala 997-an de ji hêla niştecihên serhildêr ve tê kuştin. Birayê wî Ebû Mensûr Seîd, bi nasnavê Mumehhîd El Dewle, dikeve şûna wî.

 (Ji bo wergirtinan, min xwest ku forma nivîsandina navan, yên ku ji hêla wergêrên tekstên Asûrî ve hatine pejirandin, bi kar bînim):

 “Pişt re, Mîr Ebû Alî ê kurê Merwan çû Amedê û niştecih ber bi wî ve hatin. Dema ji dergeha bajêr derbas bû û kete nav bajêr, zilamekî bi navê Ebd El Barr ew kuşt, serî hilda û bajêr jî zevt kir. Ebû Mensûr Seîd ê kurê Merwan, wê çaxê walîyê Cizîrê bû. Dema bi kuştina birayê xwe hesîya, bi şûn de ber bi Farqînê ve bazîya û destpêkirina serdema xwe di heftê Dulqada de, roja pêncşemê (11-ê Mijdara 997-an P.Z.) ragihand. Ji wê gavê vir ve, pênaseya “Mumehhîd El Dewle” wergirt.”.
 (“Bûyêrnameya Elîas Bar Şênaya, Metropolîtê Nisêbînê”, ji hêla L. J. Delaporte ve hatîye wergerandin û weşandin, Parîs – 1910 – r. 138)

Mumehhîd El Dewle Seîd û Boxtîşo ê Bijiîşk

Mumehhîd  ê dîplomatê şareza, dikaribû armancancên Bîzansê, ya ku  li bakûrê Anatolê desthilatdar bû, ji bo berjewendîyên xwe bi kar banîya. Têkilîyên vî mîrzayî li gel împaratorê Bîzansê Basîl ê II (976-1025) pir dostane bû. Dema Basîl bi kuştina Davîd ê şahê Gorzan (Gurcistana Jorîn) ê ku berê de bi peymanekê, welatê xwe radestî Bîzansê kiribû hesîya, sefera xwe ya ber bi Sûrî ve, a ku ji bo xwepiştrastkirina ji îteata emîrên ereb dabû destpêkirin, rawestand. Welatê David zevt kir, sond li bindestên xwe da xwarin, ên ku wekî Mumehhîd Dewle hatibûne ba wî û “li ser xalîçeya wî rûniştibûn”, -sala 999-an-:

 “Pişt re Davîd ê şahê Gorzanaens mir. Şahê Roman Basîl ber bi erdê Gorzan ve bi rê ket. Mumehhîd El Dewle hate ba wî û li ser xalîçeya wî rûnişt. Şah ew bi kêfxweşî pêşwazî kir û pênaseya Mîr dayê. Êdî li ser sinoran aştî ava bibû” (heman berhem r.138).

                                                    Ibn Boxtîşo. Kitêb el-Heyawan.

Mumehhîd El Dewle, ji bo ewlekirina desthilatdarîya xwe û ji bo avakirina sûrên peytexta xwe Farqînê, ev aştî baş bi kar anî û navê xwe jî li ser sûran da nivîsandin, ê ku îro jî ew nav li ser sûran  xweş diberiqe.

Di sala 1000-an de, ewî ji Mîrê Bûweyhan Baha El Dewle xwest ku bijişkê mesîhî Gabrîel ê Abdallah ê Boxtîşo, ê ku li nexweşxaneya Bexdayê peywirdar bû,  bişîne ba wî.  Ev kes, nimînendeyê dawîn ê malbata binavûdeng a Boxtîşo bû,  ev malbat ji serdema El Mensûr (754-775) ve di xizmeta xelîfeyên Ebasî de dima. Gabrîel, tevî ku 80 salî bû,  li gel kurê xwe çû bajarê biçûk lê xurt Farqînê, da ku peywira xwe bîne cî.  Piştî du-sê sal, li wira di nav rûmet û zengînîyê de mir.

Mumehhîd El Dewle, wekî birayê xwe Ebû Alî Hesen bû xwedî dawîhatineke biêş. Elîas ê Nisêbînî, demeke dirêj bi awayekî xemgîn û tengezar li ber mîrzayê xwe ket. Elîas, ew kesê ku “Mîrê Pîroz” ê ku di dilê wî de pir ezîz bû bi xayintî  kuştibû, wekî “Bêdîn” bi nav kir, ev pênase (Bêdîn) li ba Asûran gotineke pir xirab bû. Birayê ciwan ê Mumehhîd, Nasir El Dewle Ehmed, bi lez bi kûjerê birayê xwe re dest bi şer kir. Û Xwedê, di sala 1010-an de bi edaleta xwe serketin kir para wî:

 “Pişt re, Şero yê Bêdîn, Mumehhîd El Dewle yê Mîrê Pîroz  di şeva pêncşemê ya pêncê Gumada (14-ê Berfanbar a 1010 P.Z.), bi xayintî kuşt. Lê Xwedê serketin kir para Ebû Nasir ê birayê Mumehhîd El Dewle ûew serketin  xist nava destên wî.  Ebû Nasir ew (Şêro) kuşt û bi navê Nasir El Dewle, bû Mîr” (heman berhem r. 141).

Nasir El Dewle, Mîrê Serkeftî

Kurê sisîyan ê Merwan, piştî serdema bêaram a her du birayên xwe, li ser textê rûnişt.  Ewî, wekî siyasetmedarekî jîr, bi awayekî serkeftî bandora xwe li ser Mîrê Bûweyhan Sultan El Dewle, Xelîfeyê Fatimî yê Misirê El Hakim û Împaratorê Bîzansê Basîl ê II, xweş nîşan da. Hemûyan peyamên pîrozbahîyê jê re şandin. Ewan, Farqînê wek dewleteka tampon, ya ku di nav bera hêzên gewre de dimîne, pesend kir.

                                                        Bircên Farqînê

Elîas ê Nisêbînî dibêje; “Mîrê Serkeftî” Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan, Amedê, ya ku ji bo herêma wî pir girîng bû û ji hêla Ibn Dîmne yê bindestê wî ve dihat birêvebirin, di sala 1011-an de careka din zevt kir:

 “Pişt re, Nasir El Dewle yê Mîrê Serkeftî, ji bo dorpêçkirina Amedê bi rê ket û Ibn Dîmne xiste nav tengasîyê. Dema Ibn Dîmne dît ku rêya xelasbûnê nîn e, serî li ber Nasir El Dewle tewand. Hin karmendên fermî yên bajêr û hin peywirdarên ku bac didan hev, bajêr bi rê ve bir û ewan hêza xwe zêde kir – Pişt re Ibn Dîmne hate kuştin.  Hin niştecihên Amedê ew kuşt. Nasir El Dewle careka din bû xwedîyê Amedê" (heman berhem r. 141). 

Anegorî çavkanîyên dî,  Nasir El Dewle Ehmed  di sala 1024-an de careka dî Amedê zevt kirîye.

                                           Mizgefta Merwanî – Amed (avakirina wê: 1056-an)

Ewî bi Împaratorîya Konstantînapolîs re peymana şernekirinê û aştîyê  girê da lê carekê an du cara li dijî vê peymanê tevgerîya.  Nav û dengê vî mîrzayî kurd ê misilman, dema ku li rojavayê, niştecihên Rihayê (Edessa) ji bo ku bikaribin xwe ji serokê xwe yê ereb xelas bikin, banga hatina wî (Nasir El Dewle) li bajarê xwe kir, bilindtir bû. Nasir El Dewle ê Merwan, derûdora  1026-27-an de Rihayê zevt kir û ew bajêr li ser erd û milkên xwe zêde kir. Nivîskarê binavûdeng ê Asûr ê Rojavayî Ebû’l Fereç Bar Hebraûs (1226-1286), ev şer wisa rave dike:

Di heman salê de,  mezinê Diyar Bekrê Nasir El Dewle ê Merwan, bajarê Rihayê, a ku di destê zilamekî nezan û xerab ê bi navê Atîra de bû,  zevt kir. Xelqê Rihayê, ji bo bajêr radestî wî bikin,  nameyek ji Nasir El Dewle re şand. Nasir El Dewle, fermandarekî xwe yê bi navê Zengî ku li Amedê dima, ber bi Rihayê ve bi rê kir. Zengî bajêr zevt kir û Atîra kuşt.”
(Bar Hebraûs, “Bûyernameya Gerdûnî-Giştî”, Mûxtasar El Dûal, Beyrût, r.180)

Axir, Nasir El Dewle Riha bi dest xist, lê bajêr di sala 1031-an de ji hêla Împaratorê Bîzansê ve bi şahî careka dî hate standin. Gelo, ev yek di dîroka Xrîstîyanîyê de ne xwedî cîyekî taybet bû?
Serdema dûvûdirêj a Nasir El Dewle, wateya asta herî bilind a hêza Merwanîyan dide. Ewî, li ser girekî Farqînê, ê ku Dêra Meryemê jî li ser bû,  keleheka nû ava kir, her wiha pireyan û himamên giştî bo xelqê xwe ava kir. Rasatxaneyê tamîr kir. Di mizgehtên Amedê û Farqînê de pirtûkxaneyên mezin ava  kirin.

Pira Mala Badê ya li ser Çemê Batmanê, derûdora 1040-50-an ji hêla Nasir El Dewle ve,  li ser navê Bad ê Dostik hatîye avakirin (Xerzî Xerzan)

Desthilatdarîya wî ya gewre, dadmend û xweşbîn;  zana, zanyar û dîrokzanên mîna Ibnûl Esîr, helbestvanên mîna Abdullah El Kazarûnî û El Tîhamî li hawirdora bajarê zadegan ê ku ji hêla tava rojhilat ve dihat ronîkirin, civandin. Ewî, penaberên sîyasî yên wekî Muqtadî (1075-1099) ê Xelîfeyê Ebasî yê siberojê, li ba xwe  parastin. Ewî, çavê xwe li carîyeyên herî xweşik û aşpêjên herî hosta digerand, lê dîsa jî, ji ber ku pir oldar bû, peywirên xwe yên dînî bi hişmendî pêk  tanî. Civata wî ya ronak bi lûks û zerafeta  xwe, bandoreke ecêb li ser mêvanên xwe dihişt û ew civata wî wisa dikir ku, mêvanên wî bi vexwarina qedeheka şerabekî kevnar , serxweş û kêfxweş dibûn. 

Wezîr Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî û Elîas ê Metropolît

Nasir El Dewle ê Merwan, ji zêdetirî pêncî salî hikimdarî kir û di nav gelê xwe de aştî saz kir. Ewî, wezîrên herî payebilind hilbijartin, ên ku aramî û zengînîyeke gewre li Diyar Bekrê ava kir. Werin em behsa Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, ê ku berê de wezîrê yekem ê Mîrzayê Uqeylên Musilê Karwaş ê El Muqallad bû û pişt re jî wezîrtîya Xelîfeyê Bexdayê El Qadir kiribû, bikin.

El Maxrîbî,  ji 1025-an heta 1027-an di xizmeta Nasir El Dewle de ma û di vê demê de peywira xwe pêk anî. Zilamekî şareza û xwedîyê pirtûkxaneyeka zengîn bû. Ewî, hin xebatên siyasî  nivîsîbûn; di nav wan xebatên wî de pirtûka wî ya “Kitab fil Siyasa” jî hebû ku ev pirtûk der barê birêverina herî baş a dewletekê de, li ser navê hikimdarekî hatîbû nivîsandin û bê guman ew hikimdar Nasir El Dewle bû.

Li Mîrnişînîya Kurd a Farqînê , El Maxrîbî der barê mijarên xwe de, bi zanyarên Asûr re têkilîyên dostane danîbû. El Maxrîbî, bi Metropolîtê Nisêbînê Elîas ê ku li ser hîmê zanayî û zanistî rûniştî bû, zilamekî oldar û di heddê xwe de xwedî biryarên baş bû û terbîya dîplomasîyê baş dizanibû re, der barê pirsên dînî de gotûbêjan pêk tanî û bi vê yekê pir kêfxweş dibû.

Di xebata ceribandinên xwe yên  olî ya “Pirtûka Gotûbêjan” de, Elîas, hevdîtîna wan a yekemîn û hin gotûbêjên nav bera wî û wezîrê gewre de, yên ku di sala 1026-27-an de derbas dibe, bi awayekî serketî rave dike:

 “Wezîr –Xwedê ew biparêze-, par bist û şeş a Cemazîyûlaxir a 410-an, roja Înê  hate Nisêbînê (bi salnameya erebî 410 – bi salnameya Mesîhi 1026) . Roja Şemîyê ez çûme balê (berê de min ew qet nedîbû): Ewî gazî min kir, rêz li min girt û li ba xwe rûniştand.   Piştî ku min ji bo wî ji Xwedê re dia kir û bo hatina wî ew pîroz kir, min kir ku ez rabim û herim lê ewî ez sekinandim û got: “Ev yek baş bizanibe, zû de bû ku min pir dixwest bi te re hevdîtîn pêk bînim û te bibînim, û ez vêga jî dixwazim ku tu werî mala min û bikevî xizmeta min û heta dema ez bixwazim tu ji ba min herî, wê demê tu bikaribî ji mala min herî”.

Min jî got,  ji bilî bicîanîna fermana wî, tu daxwaza min nîn e û careka din ez li ba wî rûniştim”
(Elîas ê Nisêbînî, “Pirtûka Gotûbêjan”, wergera wê Benedicte Landron, “Helwestên Nastûrîyan li hember Îslamê” , Cariscript, Parîs, 1994, r.290).

Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî, pişt re dîtineka xwe ya derasayî ya di rêwîtîyekê de rûbirû mabû, ji Metropolît re qise kir. Ev dîtin, wisa wî dabû bawerkirin ku, Xristîyan ne ew çend  bêbawerî bûn, weke ku ew dizanibû.

 “Pêşî, tiştê min li wir dîtin, di der barê bêbawerîbûna xrîstîyanan de ez xistim nav gumanê. Dema ku ez nû hatibûme Diyar Bekrê, ji bo pêkanîna hin peywirên xwe, ez ber bi Bedlîsê ve bi rê ketim.. Bi gihîştina vî bajêrî, ez pir nexweş ketim, nexweşîya min ew çend dijwar bû ku ez ji hêzê ketim, tama ti tiştî nema û hêvîya min a jiyanê qut bû. Min biryar girt ku vegerim Farqînê, ji lew re ti kes nikare ji biryara Xwedê - Pesin tenê bo wî ye – xwe bifilitîne, çi li vî bajarî, çi li devereka dî, tiştê ewî dixwest dê her biqewimîya.  Min nekarî xwarin an jî vexwarin hilbigirta û ji ber westana siwarbûna hespî, min pir êş kişandin. “Her roj min rêyeka kurt diajot lê her diçû bêhêzbûna min zêde dikir, ez ji qewetê diketim, nexweşîya min xerabtir û xerabtir, dijwartir û dijwartir dibû; Ez gihîştime dêreka li ser rêya xwe ku wek Mar Marî dihat binavkirin û êdî ez ketibûm rewşa xwe ya herî lewaz û nexweşîya min jî gihîştibû asta herî bilind.”.

Keşeyekî ku xizmeta dêrê de bû, ji Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî re ava hinarên dêrê anî û dayê, ji ber ku ew av pîroz bû û dê kêrê Wezîr bihata. Ev ava ku bi hêzên sihiran ve dagirtî bû, wisa kir ku Wezir ji mirinê filitî û dilê Wezîrê nexweş êdî diçû nan:

“Keşe, ji bo ciwanan şorbenîsk çêkiribû; Min jî xwest û bi wan re têra xwe xwar. Serê sibê ez zû ji xew rabûm, li serbana dêrê bi kêfxweşî meşîyam û cî de baş bûm. Ez li ber vê qewamê  şaş û metal mabûm – û her kesê ku bi min re bû jî her wiha - Û hîn jî, dema ku ew bûyêr tê bîra min,  ez careka din şaş dimînin û difikirim ku ev nîşaneyeka derasayî ye; Ez li her deverê, ji her kesî re ev mesele dibêjim.

Ev yek wisa kir ku êdî ez bawer nakim Xristîyan bêbawerî ne û kafir in.”. 
(Werger: Benedicte Landron r.291)

Çend salên dî, Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî dîsa pir nexweş ket û li ba Elîas ê Nisêbînî, gilîya birayê wî yê bijişkê binavûdeng Ebû Saîd bîn Mensûr kir, ji ber ku Ebû Seîd dermandayîna Wezîr sekinandibû.  Lê Ebû Seîd ê bijişk, ne ku gunehkar bû, tenê ewî di xewna xwe de dîtibû ku Wezir hatibû dawîya jiyana xwe û li ber mirinê bû.   

Û bi rastî jî wisa bû, Ebu El Qasim El Huseyn El Maxrîbî ê ku hîn li ser kar bû, di sala 1027-an de li Farqînê koça dawî kir.

Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa Nexweşxaneya Farqînê ava kir

Hin bûyêrnûsên Ereb wekî Ibn Ebî Ûseybîye (1194-1270), bi pesindayînê behsa Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa yê bijişkê Farqînê dikin, ê ku nasnavê Zahîd El Ulama (zanyarê herî qenc ê ku haya wî ji malê dinyayê nîn e), heq kiribû.

 “Zahîd El Ulama, Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa ye; ew xrîstîyanekî Nestûrî yê bi helwestên xwe ve binavûdeng bû û birayê wî jî Metropolît ê Nisêbînê bû.  Ewî, di xizmeta Nasir El Dewle de bibû pisporê tendurustîyê (ew kesê ku, Ibn Bûtlan pirtûka xwe ya “Şahîya Bijişkan” li ser navê wî -Nasir El Dewle- nivîsîye).   Nasir El Dewle pir rêz li  Zahîd El Ulama digirt, di warê tendûrustîyê de ewlehîya xwe gelekî pê tanî û bi nêteka pir baş nêzîkatî lê dikir..Zahîd El Ulama Nexweşxaneya Farqînê ava kir.”

Useybîye gotinên xwe didomîne û ji xwendevanên xwe re sedema avakirina nexweşxaneya Farqînê rave dike; “Doteka Nasir El Dewle ya kêfa wî pir jê re dihat hebûye û piştî ew dota wî, bi nexweşîyeke pir  dijwar ketîye. Ewî (Nasir El Dewle), bext daye ku, kê dota wî baş bike, dê bi qasî giranîya wî pereyan, bi xêra xwe bide wî kesî. Û dema ku Zahîd El Ulama nexweşîya dota wî baş dike, peşnîyarekê ji Nasir El Dewle re tîne û dibêje  ku heger bi dilê wî jî be, bi wan pereyên ku soza diyarîya bi xêra xwe dabû wî, ew dikare nexweşxaneyekê ava bike û bi vê yekê her kes dê jê sûd werbigire.  Û bi vê yekê, ewî dê heqê xwe bistanda û dê nav û dengê wî jî dê belav bûya.  
“…Nasir El Dewle fermana avakirina nexweşxaneyê da wî û gelekî pere li ser xerç kirin; Nasir El Dewle,  ji bo debara nexweşxaneyê bête mîsogerkirin û siberojê de xizmeta wê qût nebe, hin erdan li ser nexweşxaneyê weqf kirin û amûr û alavên bijişkîyê yên herî baş jî tê de bi cî kirin. “.
Useybîye, “Uyun El Anba Fî Tabaqat El Atibba”, berhevkirina 380 jinenîgarîyan, li Misirê di 1921-an de hatîye weşandin,  li Beyrûtê careka dî hatîye çapkirin, r. 341, wergera wê Ephrem Isa YOUSIF)

Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa, bi dilekî esîl û nizm, bi hêjayîbûna pesindayîna xwe, nexweşxaneyê bi rê ve bir û bi dilsozî hay ji nexweşên niştecihên Farqînê ma û wan baş kir.

                                                         Derîyê Keleha Farqînê

Ew, her wiha niviskarekî bû. Ewî di der barê dermanan de gelekî ceribandinan nivîsîn û li ser şîrovekirina xewn û dîmenan jî pirtûkek nivîsî. Têkilîyên wî û birayê wî Elîas, ê ku xebata xwe ya “Pirtûka Pakîyê” li ser navê wî (li ser navê Zahîd El Ulama) nivîsîbû, pir baş bû.

 Ibn Bûtlan ê Felsefevan û Bijişk di civata Farqînê de

Bijişkê din ê binavûdeng ê wê demê, Ebû El Hesen El Muxtar bû, ê ku wekî Ibn Bûtlan dihat zanîn û di nav bera wî û Mîr Nasir El Dewle de têkilîyên pir baş hebûn.  Ew pisporekî navdar, felsefevan, civaknas û polîgrafekî (kodveşêrekî) bû. Ev zanyarê Asûr ê Rojavayî, xwendekarê bijarte yê Ebu’l Ferec ibn El Tayyîb bû, ê ku keşetî, bijişkî  dikir û her wiha şîrovekarê Arîsto bû (mirina wî (ya Ebu’l Ferec ibn El Tayyîb) ; piştî 1043-an)

Ibn Bûtlan ê ku ji hemû ramanan re rêza wî hebû, pirecaran rêwîtîya ber bi Sûrîye, Misirê û Stenbolê ve pêk tanî. Ewî serîyekî li Dewleta Farqînê jî da  rewşa wê a ronak û bêhempa, Ibn Bûtlan ber bi xwe ve vekişand. Ewî, ji bo ku dixwest Merwanî jê hez bikin, pirtûka xwe ya “Şahîya Bijişkan”  li ser navê Merwanîyan nivîsî,  a ku nav de bijişk û tevgerên wan, bi awayekî pêkenokî  dihatin rexnekirin.

Ibn Bûtlan Elîas ê Nisêbînî re jî hevdîtin pêk anî û pê re têkilîyên dostanî danî. Metropolîtê ku Ibn Bûtlan wekî “Şêxê me” bi nav dikir, rêza xwe ya bo wî teqsîr nekir û pirtûka xwe ya “Pirsên di der barê Peymana Nû De” li ser navê wî nivîsî.


                                                 Ibn Bûtlan – Teqwîma Tenduristîyê

Ibn Bûtlan di der barê tenduristîyê û olê de xebatên dî jî nivîsî, yek ji wan şîretên paqijmayînê “Taqwîm El Sıhha” bû ku em dikarin weke “Jinûveavakirina Tenduristîyê” biwergerînin. Di salên xwe yên dawîn de, ewî xwe ber bi dêreka nêzî Antaqîya ve kişand û di sala 1066-an de li wir koça dawîn kir.

Encam

Pêwendîya rêzdar a di nav bera Nasir El Dewle û Elîas ê Nisêbînî, tenê bi mirina Metropolît a derûdora sala 1046-an de qut bû.

Nasir El Dewle ê Merwan, di sala 1054-an de bêgav ma ku serdestîya Tuxrul Beg ê Selçûqî bipejirîne, ê ku li piranîya Cizîrê desthilatdar bibû, lê Nasir El Dewle dîsa jî desthilatdarîya xwe ya li herêmên xwe parastin.  Ew jî di sala 1061-an de koça dawîn kir.

Ew serdema xweş, a ku nav bera kurd û Asûran de di nav aştî û hestên xweşik  de derbas bû, di qada jiyana çandî de zengînîyên bêhempa afirandin. Di warê bazirganîyê de têr û tije, di warê huner, pîşesazî û zanînê de çalak, bi kurtî serdemeke bêhempa bû. Nasir El Dewle ê Merwan, li Amedê nivîsarên qerase û dîrokî, yên ku hîn îro jî ronakbûna desthilatdarîya wî xweş nîşan dide, li dû xwe hiştin.

Piştî mirina Nasir El Dewle, hêza Merwanîyan şikest û Merwanî lewaz ketin. Kurê wî yê duyemîn Nîzam kete şûna wî û ew heta 1079-an hikim kir, pey wî  jî vêca kurê wî Nasir El Dewle Mensûr hat.

Pira Deh Derî ya li ser çemê Tîjle, ji hêla kurê Nasir El dewle Ehmed ê Merwan, Nîzam El Dewle ve derûdora sala 1065-an de li Amedê hatîye avakirin (Xerzî Xerzan)

Dawîya Xanedana Merwanî di nav bîneka xayintîyê ya genî de hat. Ibn Cehîr ê wezîrê wan ê berê, ji Amedê ber bi Bexdayê ve çû. Li wira, ewî Siltan Melîk Şah ê birazîyê Tuxrul Beg û wezîrê binavûdeng Nîzam El Milk qanî kirin ku destûr bidine wî, da bikaribe êrîş bibe ser Farqînê.

Dema bajêr kete destê Ibn Cehîr, ewî dest danî li ser xezîneyên bêhempa yên Merwanîyan û wan ji bo xwe hilanî. Ji wê rojê pê de, Amedê bêtir û hema rasterast kete bin rêveberîya Selçûqîyan. Mîrê dawîn Nasir El Dewle Mensûr, tenê dikaribû bajarê Cizîra Ibn Omer parasta.

Melîk Şah di sala 1092-an de mir û piştî mirina wî, Amed a ku pir tengasî kişandibû, bêtir azad û serbixwe ma.

Û her wiha, Merwanî bi tevahî winda nebibûn. Di bûyêrnameya Patrîkê Asûr ê Rojavayî Mîkhaîl ê Asûr, a ku  sala 1195-an hatiye nivîsandin de, hatîye tomarîkirin ku Merwanî di nîveka sedsala XII jî xuyayî ne û navê wan dibihure.

 (“Bûyêrnameya  Mihaîl ê Asûr” J.B. Chabot, Parîs, 1899-1910)

Mihaîl dinivîse ku, ji sala 1134-an pê de, Zengî yê Tirkê Selçûqî û walîyê Musilê, pirecaran bo talana kurdan êrîş birîye ser axa wan û li hemberî hin elên kurdan dest bi seferan kirîye û kelehên wan zevt kirine. Piştî zevtkirina Rihayê ya di sala 1144-an de, Zengî xwest ku desthilatdarîya xwe li seranserê mîrnişînîyên hawirdor ên cînar bide pejirandin. Ev yek wisa kir ku, bê guman herêma Nisêbînê jî xera bû, kelehên  wan nikaribû xwe li ber hêzên Zengî bigirin û ji ber vê yekê wan kelehan vale kirin, herêm beyar ma.

Yek ji nevîyên Merwanîyan, Ehmed, hîn jî li keleha Hetaxê dima. Mîrê Mêrdînê Tîmûrtaş Husameddîn, ê ku kurê Mîrzayê bihêz ÎlGazî (mirina wî piştî 1122-an) bû lê ne ji malbata Zengîyan, ji malbata Artûqîyên Tirkmen bû, dixwest ku ev keleh zevt bike û ji ber vê yekê amadehîya dorpêçkirina wê dikir. Ev xanedana biçûk a Tirk, ji 1102-an heta 1408-an li Amedê dem bi dem, desthilatdar dibû.

Ê Kurd, bilez daxwaza girêdana peymanekê kir:

 " “Di vê kêlîyê de, cîyê zexm ê Hetaxê, ê ku qet neketibû destê Tirkan, di destê endamekî malbata Kurên Merwan de bû. Ewan xwedî pênaseya Siltan bûn û li Farqînê dijîyan. Di nav bera van torînan de şer, pevçûn û nerazîbûn rû da. Husameddîn,  dizanibû ku , ên Kurd  tim û daîm  li hev nakin û ji hevûdin acis in, dorpêçkirina kelehê salek û çar meh domand. Piştî, Ehmed daxwaza peymangirêdanekê kir. Tîmûrtaş zêran û hin gundên welatê xwe danê û kelehê jê stand.  . Lê pişt re, ê Kurd ji biryara xwe poşman bû û ji bo ku kelehê careka din bikaribe bistîne, hawara xwe gihand Mîrê Amedê û jê alîkarî xwest, lê bi ser neket". 
 (Bûyêrnameya Mihaîl ê Asûr, Cilda III, r. 264)

Axir, destana xweş a Merwanîyan bi dawî bû, ên ku di herêma Amedê hikimdar bûn û gelên cînar bi rê ve dibirin. Ma ew, li ser çiyayên bilind, mîna taca pirûpak a ji berfê, nedibirîqîya?  Bîranînên wan û bîranînên bûyêrnûs û  zanyarên Asûr ên Mezopotamyaya  Jorîn, îro di bîra kurdan û Asûran de hîn jî bi awayekî zindî tê parastîn û dijî.

(12ê Îlon a 2000-an)

Lîsta kronolojîk a Mîrzayên Merwanî

El Hesen ê Merwan (990-997)
Mûmehhîd El Dewle Seîd (997-1011)
Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan (1011-1061)
Nîzam El Dewle Nasır (1061 – 1079)
Nasir El Dewle Mensûr (1079-1085)

Zanyarên Asûr

Gabrîel bin Abdallah bin Boxtîşo (mirina wî; piştî 1002-an
Elîas ê Nisêbînî  (975-1046)
Ebû Mensûr Ibn Îsa (her wiha Ibn Bûtlan, mirina wî; piştî1066-an)
Mikhaîl ê Gewre (1126-1199)
Bar Hebraûs (1226-1286)
__________________________________________


*Ephrem-Isa YOUSIF kî ye: Ephrem Îsa Yousif, di sala 1944-an de, li gundê Sanateyê yê li Başûrê Kurdistanê hatîye dinyayê. Niştecihên gundê Sanateyê Asûr-Kildanî ne û Ephrem Îsa Yousif jî yek ji endamê wan malbatan e. Ewî pêşî li Musilê pişt re li Fransa perwerdehîya xwe temam kir . Heta sala 1980-an du têzên xwe yên doktorayê ava kir, yek ji wan li ser şaristanîtîyê, ya din jî li ser psîkolojîyê bû. Li Zanîngeha Toulouse-ê, dersên psîkolojîyê û perwerdehîya zimanê erebî da xwendekaran. Ephrem Îsa Yousif, derbarê Mezopotamyayê de û li ser çanda Asûrî gelekî pirtûkan nivîsîne. Xebata “Çand û Civakên Rojhilat” a Weşanxaneya L'Harmattan ji hêla wî ve tê birêvebirin û hê jî yek ji endamên Yekîneya Niviskaran a Fransayê ye. Her wiha şêwirmendê Konseya Bilind a Francophonia-yê ye. Heta vêga 14 lêkolînên wî (Erebî û Fransî)hatine çapkirin û hin ji wan li zimanê Ingîlîzî û Tirkî hatine wergerandin. Yek ji xebatên wî yên dawîn bi navê; “Selahaddîn û Destana Eyyûbîyan“, hatîye weşandin. Di civaka zanistê de, yek jî pisporên çand û gelên Mezopotamyaya kevnar tê zanîn û wisa tê pênasekirin.


**Ji bo wergera li kurdî, teksta bi Îngilîzî esas hatîye girtin û hin beşan de, ji teksta orîjînal a bi Fransî sûd hatîye wergirtin.

(Ev werger-gotar cara ewil di Kovara Sormey-ê de hatîye weşandin)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)