Ji Devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê



Ji Devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê


Wergera ji tirkî: Agît Yazar


Xelek 1
"Ferman bi destê Melek Ahmed Paşa fetihkirina çiyayê bi por, çiyayê Sîncarê”

Ezbenî. Wexta Melek Ahmed Paşa waliyê Diyarbekirê bû, ev Yezîdîyên Çiyayê Sîncarê, êrişî mal û milkên gundiyên Mêrdînê dikir û riyên bazirganan dibirrî û ew dişêlandin. Paşê temamê xelkê herêmê hatin cem Paşayê me yê dilfireh. Gilî gazinên xwe jêre gotin û merhemet ji wî rica kir.
Paşayê me ê dûr didît ev kesên giliyên xwe anîbû gel wî, li dîwana Diyarbekirê li huzûra xelkê, ew ji cem xwe qewirandin. Ewan kesan jî nifir li Paşê kirin û bi dilên şikestî li Mêrdîn û li gundên xwe vegeriyan. 

Lê li hêla din Paşa di dilê xwe pilanê fermanekê rake li ser van Kurdên bi porr û ser bi mû. Paşê di dilê xwe de got: 'watey şiîrê di dilê şaîr de veşartiye...'

Rojekê Melek Ahmed Paşa bi ûcba cixurandinê nameyek şermezarkirî ji Xanê Bilîsê re şand. Wî jî nexwest di bin şermezarkirina Paşê de bimîne û wî jî nameyek nelirê ji Paşê re şand.
Hingê Paşa bû xwê û ket agir. Ferman da ku ew ê fermana Xanê tûj ê Bilîsê rake. Rabû yek nekir dudu li wîyalî şetê Diyarbekir, li gundê Sa'îd kon vegirt û şand dû eskerên wilayeta Wanê. Roj bi roj esker kom bûn. Tevî eskerên Amîde, esker bû derya û çû.
Di vê navberê de Paşa, ji Diyarbekirê 70 beyraq û sekman civand ser hev. Her bayraqek ji sed heb eskerî pêkdihat. Bayraq vekirin qanûn bû. Hin ji wan peyade û hinek ji wan jî siwarî bûn.

Bi vî awayî artêşa îslamê, tevî eskerên paşayên derdorê, wilayeta Wanê û wilayeta Diyarbekirê hejmara 87.000 esker komî ser hev bûn. Esker tev bi rext û rivig bûn. Êdî artêşê xwe ji êrişa li ser 3.000 heb eskerên di kela Mâferîka Bilîsê de bû re hazir kiribû

Ji hêla Xanê Bilîsê Abdâl Xan, Molla Mehemedê Hakkarî, Zirikî Molla Cebrâîl, Mûdikî Alî Axa û Alî Axayê Kanhaderelî. Bi kurtasî 70 heb kesên navdar û bi ewle hatin ku navbera Xanê Bilîsê û Melek Ahmed Paşa xweş bikin.

Hadîs: ji bo xweşkirina navbera du kesan, bi mebesta dayina xêra şehîdan, 80 kîs harcirah(?), 10 katar hêstir qumaş, zirx zireh-kulah, 6 tavla muteber hesp, 10 carîyên qîz û 10 heb koleyên ciwan yên nola gulmsnên bihuştê, her yek ji wan nola esilzadeyekî bûn.

Xanê Bilîsê ewqas diyarî şandibû, Axayên di di nava artêşa Melek Ahmed Paşa giş dewlemend kir. Tevdek şahî bûn, şikiriya xwe ji xwedê anîn gotin em ji seferê jî pak bûn. Wê şevê Paşê xebera min sefera li ser Bilîsê betal kir, belavkir û git hingê Mehmed Emîn Paşayê lawê Şemsî Paşa, tevî 10.000 eskerê wî, min ew peywirdar kir û bi mebesta ez guharekî têxim guha, min di wateya sond û peyman tiştek guhan de kir kurtepist û min jêre got 'de haydê bimeşe, Allah rêber û alîkarê te be! Paşê jî min fatîheyek xwend. Mehmed Emîn Paşa cardin derbasî wî aliyê din ê şet bû.

Di vê navberê de gurr û gûmana ti mexlûqatî ji ti tiştî re çênebû. Gnaayî Efendî, ji Xanê Bilîsê re nameya dostaniyê û ji bo li ber dilê wî bigere nivîsand û bi Ahmed Axayê Bilîsî ê ji Erxaniyê ku bûbû navbênkar ber bi Bilîsê ve şand.

Wê şevê Paşayê xwedî keramet, 70.000 esker derbasî vî alî şet, hêla Diyarbekir kir û li hêviya berbangê sekinî. Kude Mehmed Kedhuda, li gel Receb Kedhuda kir serdar. Wê şevê zaboqa Zerzevanê derbas kirin, berbanga roja din xwe gihandin Mêrdîn û di konik monikê piçûk de bi cîh bûn. Xwarin û vexwarin. Paşê tew tu nabê Mehmet Emîn Paşa bi 40.000 eskerên siwarî derdora Çiyayê Bi Mû(çiyayê şengalê) dorpêçkirye jî û Yezîdiyê Kurdên bê îman yên ku reviyane Çiyayê Bi Mû(çiyayê şengalê) daye li ber guleyan..."

Wê bidome.
_________________________
Têbinî 1: Diyare hinek hevkarên Osmaniyan ên Kurd(nola kurdên AQPê yên niha) henin

Têbinî 2: Melek Ahmed Paşayê Osmaniyan bi dekbaziyek mezin, biyê haya kesekî jê bikî oparasyonê bi rêve dibe. Daku kezebşewat û xêrxwazên miletê Kurdên Êzdî, berî artêşa Osmaniyan bigihêjin Şengalê, xeberê bidin wan, daku ew jî bergiriyên xwe bigrin.

*****************************

Xelek 2

....Eskerên li gel Paşayê me hatibûn, di sawgura sibehê de xwe di nava zinarên Sîncarê de veşartin û ketin kemînê. Heta Serlekê me Serlek Zipir 40 bêyreq, nola mozên zer, arê bi şewat bera Çiyayê Bi Porr(çiyayê şengalê) û ew jî ketin kemînan. Dema roj hilat û dinya ronî bû, konên artêşên bi qasî deryayê li Pahnava Sîncarê vegirtibûn û nola lalezaran ew der xemilandibûn.

Heta sê rojan eskerên îslamê lek bi lek kişiyan hatin li Guherra Sîncarè kon û holikên xwe vegirtin û ew der xemilandin. Roj bi roj esker nola deryayê museletî li ser Kafirên Bi Por bûn.

Dema min ev hîkaye ji Firarî Mustefa Paşa re digot, ew ji xwe re dima seyer û heyirî. Wî jî li min vegerand û got:
'Ewliya Efendiyê can û ceger, ew çiqas ceng kiriye û çendîn malê ganîmetê ji vî çiyayê bê yom anîye! Tu pê nizane bê van melûnên Yezîdî çiqas kul xistine li ser dilê min. Di rûyê wan de Paşê gelek name ji min re şand û ez şermezar dikirim. Lê min ji ti kesî re negot û min rakirina fermana van kesên bi porr di dilê xwe de kedî kir. Paşê me sefera li ser Xanê Bilîsê ji xwe re kir hincet û me berê eskerên xwe yê nola deryayê arasteyî wê hêlê kir. Bi emrê Elahê qadir û zindî, bi saya wan nameyan min guhê gelek kesan kişand û min tibabek malên wan ji wan sitendin. Paşê jî me rişmeyên hespên xwe ber bi vî alî ve şikandin û biner vaye me ev der dorpêçkiriye.

Paşê jî Firarî Mustefa Paşa ji min tika kir got: 'can û cegera min Ewliya Efendî, tu dide xatirê xwedê tuyê ji min re tim wanî qala fethên Melek Ahmed Paşa bikî.

Ez ê bûyera Çiyayê Bi Por(çiyayê şengalê) bikudînim û pêde biçim:

Ez benî wekî cenabê we jî pê dizanî, hingê tam 70 beyreq sekman û piyadeyên bavê te, herwiha 10.000 jî yên axayên din hebûn. Tevdekê wan egîtên Abaza, Çerkez û yên Gurciyan bû. Evana tev di gotina hev de bûn û xwedî namûs û xîreta Muhemedî bûn. Tevdekên wan ji dil û can êriş dibirin li ser Yezîdên Melûn yên li serê Çiyayê Bi Porr. Evana digotin înşalaleh em ê bi şûrên xwe yên tûj, pirça serê temamê Yezîdan buqusînin, em ê mal û milkên wan ji xwe re wekî xenîmet ji xwe re bînin û em ê tola şehîdên Kerbelayê tola hz Husên ji wan hilînin. Evan egîtên Çerkez, Abaz û Gurciyan xîret dikirin êrişî ser Yezîdên Ser Pirç dikirin û digotin; em ê qîzên wan yên nola sitêrkên ezmana pak û bedew bînin ji xwe re bikin carî û kole.

Û eskerên me yên Saricayê şikir dikirin ji tanriyê mezin re û digotin înşaleh em ê tevî wezîrê pîrê me Sultan Ahmed Han, Nasûh Paşa efendî ew ê ji heq van Yezîdên Bi Porr were der. Ew ê tola Saricayên me ji vî Çiyayê Bi Porr bistîne. Li cenga vî çiyayî, 7.000 egîtên me şehîd ketibûn. Înşaleh em ê tola van şehîdên xwe ji van Yezîdan hilînin. Hingê temamê tufnekçiyên me bi sond û peyman bi dil û can, temamê xaziyên muslumanan û bi hewldanan Melek Ahmed Paşa efendî temamê xaziyan xeletdar kir û ew teşwîqî şer kirin. Hinek jê ji wan bi çavtirsandinê ew şandin cengê.

Serê sibê ji 70-80 dera Çiyayê Sîncarê bi werîsan hilkişyan li serê çiyayê asê derketin li ser her dera Çiyayê Bîsutûnê cî cîna dest bi cengê kirin. Şerr, tam heft saetan di navbera Qewmê Şeytên de û eskerên Melek Ahmed Paşa de kudand. Şerr ew çend dijwar bû, Melekên li ezmanan li ber şerrê Melek Ahmedê li ser rûyê erdê lêvên xwe digezandin. Di vî şerrî de 700 heb cengawerên me ketin li ser axê û şerbeta şehadetê vexwarin. Herwiha 3.060 Yezîdên Ser Bi Porr telef bûn çûn.

Şerr, heta tarî ket erdê berdewam kir. Paşê, dawêla navberê bidin şerr lêxist. Herkes di kozikê xwe de tilî li ser dîkê tivingê sekinîn. Xwarin û pêdivoyên wan li wan belav kirin.

Di wê tariyê de Kurdên Yezîd hatin diziya tiştên eskerên me. Eskerên me 800 heb kelê wan bi dest xist û ew şandin cehnimê, 75 heb ji zindî ji wan zevt kirin.

Wexta rojè avêt der û bû sibe, temamên xaziyên misilmanan kentin nava rez û malè Çiyayên Sîncarê, 300 herêm talan kirin ji hev de xistin. Lêbelê ne mirîşkek, ne çivîkek, ne ta, ne derzî, ne kelpîrek, ne xwarin, ne vexwarin û heta ne libek xerdel jî nedîtin(ango gûyê xwe jî ji wan re nehiştine) bi fermana Paşê melên wan da li ber pêta arekî kulxan, suloriya pêta agir çû bi qatê ezmanê heftan û heyştan re derket..."
__________________________________

Têbinî 1: çi eleqeya tola Hz Husên bi vê komkujiya miletê Êzdî heye gelo? Gelekî eşkereye dekbaziyek mezin di virde xwe didi der. Ji qazî xwe li kerikî û nezaniyê datînin; Êzîdî wekî Yezîdî bi nav dikin, ango herwekî heşa xelkê me yên Êzdî ji Yezîdê lawê Muawiye ne û bi vî awayî miletên alîgirê Hz Elî jî li Kurdên Êzdî gurêx dikin.

Têbinî 2: werger ne bi dilê min e. Lewra bi Tirkiyeke gelekî tevlihev û lewitî hatiye nivîsandin. Encax ez dikanim wanî li hev biedilînim.

********************************

Xelek 3
....Xwedê dizane di vî temenê xwe yê ku ev 41 sale ez seyahim, vî qûlê hakîr, Ewliyayê reben li ti derek din li rez û dahlên wanî bi xêr û bir rast nehatime. Ji tirasa canê xwe re. dev ji van hubûbat, rez û hoqên xwe berdabûn û tevî zar zêçên xwe reviyabûn ketibûn şikeftan û xwe di wan şikeftên kûr de veşartibûn; ketibûn li bin zikê erdê. Di wan her şikeftên di bin zikê herdê de, her yek ji wan hezar-duhezar hebî Yezîdên Kurd yên bêîman xwe têde veşatibûn. Tevî jin, zarok, xwarin vexwarin, û alavên xwe yên giranbiha xwe di wan şikeft û stargehên kûr û di bin zikê erdê de veşartibûn.

Me gelek casûsên wan zeft kiribûn, ewana yek yek cîhê şikeftan raber me kir. Wexta Mehmed Emîn Paşa ev çiya dorpêçkiribû, hingê negihaştibû hubûbatên xwe ji erdê rakin. Me bi wan casûsên hêsîr girtibûn re, xeber ji wan re şand daku werin teslîm bibin. Lê ka! Yekî bi tenê jî teslîm nebûn. Her carê ji bin erdê derdiketin dihatê bi hezaran tiving bera me didan û diçûn xwe vedişartin. Kêsa me li wan nedihat.

Ev melûnên hanê ji ewla ewil de wanî hîn bûnin. Di çiyan de serî pêre dernakevin. Heta di wexta Sultan Ahmed de, van melûnan li vî çiyayî, Wezîr Nasûh Paşa têkşikandibûn. Hîn jî hestiyên eskerên Osmaniyan kom kom li van deran li ser hevin.

Paşa, bi vê yekê dizanîbû û vê rewşa hanê pêta agir berdida dilê wî. Paşê ferman da eskeran got herin ji jêr sapên garis bînin û li ber devê deriyê şikeftan bikin kom. Eskeran sapên gatis anî li ber devê deriyê şikeftan kom kir bi qasî çiya û agir berdayê. Paşê kûpên sîrkê anîn berdan ser. Nola ciyagerên pîspor ên kolandinê, ferşên keviran ji ber hev rakirin. Bi Kulungên Ferhadî taht şikandin. Li jora şikeft û sitargan de qul vekirin. Di wan taq û qulan re, agir berda nava wan. Bi hezarn gurzên garis ji jor de berda nava wan. Wexta agir bi wan melûnan diket, dibû zarezar qîreqîra wan, jin û zarokên wan.

Û paşê ji kela Mêrdîn bi deveyan şeş heb topên bi erebe anîn. Golê topê berdan devê şikeftan. Bi vî awayî melûnên di hundur de telef dibûn.

Û kesên ji kolandinê famdirin, bi kulunk, manêre û metqebê taht qul kirin. Şûşeyên kûmbarên desta avêtin hundur. Her kûbarên desta di nava wan melûnên Yezîdên Bi Por de diteqiya, melûn perçe perçe dibûn.

Deriyên hinek şikeftan di jor de bûn. Eskerên îslamê coyên avê dikolan dianîn berdidan nava şikefta di bin zikê erdê de. Her ku avê didan li ser kesên di hundur de, eman dixwest û bi canilametî bazdidan derve. Li ser vê yekê, ev rêbaz li her dera pêkan pêkanîn.

Û hinek şikeftên ku gulê topê ew ji hevde xistibún, gurzên garis li ber devê derî dan ser hev û agir diberdanê. Jipare ba li agir dixist. Agirê Nemrûdî, Yezîd di hundur de dikir kebab. Kumbaran jî ji hêlekê de ew perçe perçe dikirin. Keleyên wan ji ber guleyên topan digindirîn û ava diherikîn hundurê şikeftan, ew difetisandin.

Bi kurtasî di roja heftan de, gotin el-eman ey guzîdeya Al-î Isman! û derketin derve. Her yek ji wan bûbû muptelayê derdan, lema ji kunên xwe derketin der.

Ji mezinahiya Tanri, hîn agirê Nemrûd di hundur de vêxistîbûn, xaziyêm Misilmanan ketin hundur. Sê roj û sê şevên din jî cî cîna cengê kudand. Eskerên misilmamanan bi porrên Yezdîdan girtin û kaşkirin anîn. Serê wanên yên bi porr bi şûrên xwe yên tûj, ji qewla şagirtiyên Selmân-i Pak kurr kirin.

Neçele neçele Yezîdan wexta dîtin zar zêçên wan, jinên wan teslî bûn, bi destên xwe çavên xwe derdixistin, neçele neçele ji wan Yezîdan xwe ji zinaran de davêtin xwarê pare pare dibûn, ewladên me neçele neçele bi hezaran jin ú qîzên wan kuştun, gelekkan jê ji wan xwe xencer dikirin û xwe dikuştun, xwe davêtin li ser şûr û xwe dikuştun, gelekê wan hîn jî êriş dikirin ya dikuştun yan dimirin, gelekan jî jê ji wan xwe tevî zarokên xwe xwe ji zinarên bilind diavêtin xwarê. Xwîna wan Yezîdan ji ser zinara diherikîn jêr. Înşaleh bi destê Melek Ahmed Paşa heyfa şehîdên Kerbelayê hate sitendin

Bi kurtasî deh roj û deh şevan cengek welê bú, encax cenga Ahmed Paşayê Piçûk ewqas mezin bû. Tam 9.000 kele, 13,600 jin, qîz û lawên Yezîdan hêsîr ket dest.

Û xirxalên zêr û zîv, gerdenk, kulah, qedeh, û sehan û gelek xenîmetên din, ew çend malekî xenîmetè ê pirr kete dest me, ne bi ziman dihat hejmartin û ne jî bi qelemê dihat nivîsandin.

Û heft heb Bapîrên wan hat zeftkirin. Ji Dadiger û Şêxên wan re digot Bapîr. Wexta destê Bapîrên wan girêdayî bûn, yekî jê ji wan Bapîran xencera Zipir Bulukbaş ê xew ve çûyî ji ber wî dikşîne û ew melûn, Zipir Bulukbaş xencer dike. Bi qasî çav bipistpisge, Zipir Bulukbaş ji heft dera canê wî, birîndar dibe. Hingê Zipir Bulukbaş xencerê ji desta digre û emanè nadê.

Ev Yezîdên melûn Yezîdên Kurd, heta tu bivê ew çend wêrekin. Kafirên bi culhet û mêrxas tevdekên wan ji seyê reş re şujde dibin.

Li yek gundekî wan mescît tineye. Ji zikat, rojî, nimêj, kelîmeya şehadetê û çûyina hecê bê xeberin. Tiriyên wan pirr bi avin, ji ber vê çendê, tevdekên wan şerabvexwurin.

Qina galgalê, eskerên ji Wilayeta Wan, Diyarbekir, Mêrdîn ú deverên din hatibûn alîkaroya Melek Ahmed Paşa, xenîmetên wekî paxir, xwarin vexwarin, dar berên malan, firax zêr zînetên ji şikeftên Çiyayê Bi Porr derketibûn, deh roj û deh şevan kişandin, mîna dilopek av ji behrê kêm bibe, mîna tîrêjek ji rojê kêm bibe. Aha ev Yezîd ew çend xwedî mal milkên Qarûnî bûn.

Gotinên dawî ewe ku 1.060 kêse mal, 11 kêse zêrê helal, 3.000 tiving, 300 qumaşê hevirşim denk ê rengo rengo, 300 heb hêstir, 1.800 piçûk mezin hêsîr û tibabek qumaşên din, gihaşt Melek Abmed Paşa û pê dewlemend bû û Sultanê Uşr-î pêbû(öşr-i sultan değdi)

Ew çend mal û xenîmetên gihaşt Beg, Axa û xaziyên din yên misilmanan, hew Elahê Kerîm pê dizane. Serê her konî û çergede, helbet 5-10 heb jinên xweşik para wan diket. Helbet hinek zilam û jinên din jî yên hêsîr hebûn. Gamêş, hesp û mîhên wan tine bûn. Lê hêstir û bizinên wan pirr hebûn..."

**************************

Xelek 4
"Jin û Mêrên vî Çiyayê Bi porr û mahsûlatên din.

Sedema ji vî çiyayî re digot Çiyayê Bi Porr ew e ku temamê xelkê li vir, nola jinan porrên xwe fitîl fitîl(kezî kezî)dirêj dikin. Û heta tu bibêji merivin pîs û bi qirrêjin. Ji serdema Hazret-î Nûh û virve, ji çaxa mar ji xweliya xwe çêbûye û heta niha bi sed hezaran kêç û sipiyan di nava porrên wan de hêlînên xwe çêkirine.

Temamê kincên wan, şalik û şapikên wan ji qumaşê hevirmêşê tuxobelekî bû. Kofiyên wan jî ji kitana tixobelekî bûn.

Çaroxwên pansadî, sidisî, hezârî, kepkebî û bi dûvik dixistên pê. Lewra deverek bi kevir e.

Sîlehên wan şûr, xencer, tiving û câb bûn. Câb, ew tişta nola gedeleka Entebê, tîr û kevan dixistinê û bi kemera xwe ve dikir, ji vê re digitin Câb. Lê ewqas ji derb berdanê re jêhatî bûn, dikanîbûn gule li kêçê bixistana, lê te tivingên wan bidîtana, te ew bi mangirek paxir nedikirrî jî. Lê gelekî sekvan bûn.

Gelemperî merivin kurt û ser-lehanî bûn. Te digot qey hustuyê wan tinebûn; nola serê wan bi gewdeyên wan ve bûn. Lê bi navpişt bûn defa sîngên wanê fireh, tije kîn bûn. Bi kulêmek û zend stûr bûn. Pêtik pahn û lep mezin bûn. Lê ne siwarî bûn.

Çavên wan reş û buruyên wan heta tu bibêje kulx bûn. Kurdên wekî din ji vana re digotin heyşt simbêl. Lewra du simbêlên wan, du buru, du firnikên pozên wan û guhên wan nola simbêlan bi mû hebûn. Laşê wan nola postê mîha reş li xwe bipêçin, wanî bi pirç bûn.

Devên wan ew çend mezin bûn, papûç diketin devên wan û diran hespînî bûn. Bi rastî jî merivin gelkî neçopeço/sik, bi hêybet û serçav mezin bûn. Zarokên wan ji deh saliya xwe û pêve nola merivên mezin ew jî wekî wan Yezîdên bi pirç dibin.

Û heta tu bibêjin mêrkuj bûn. Jinên wan jî wanî bûn. Lê hema meriv dibû bengiyê keziyên wan yên reş ku li pahiniya wan diketin û bi erdê re dikişiyan. Jinên wan her sal zarok dianîn. Ewil şîrên seyên reş didan zarokên xwe. Li welatê vana tu kevirekî bavêje ji kelbekî de, eman zeman nadin te, dê te li wêderkê bukujun. Li ber devê deriyê her malê 5-10 kûçik henin. Ewil nan didin kûçikên xwe, paşê ew bi xwe nan dixwun.
Lewra tevdek ji kûçikan re şujde dibin û bi kûçikên xwe re vediketin. Bi hezar quruşî, bi deh hêstiran kûçikên reş dikirrin.

Ev qewm, penêrê bi sîrik û pêvazê di paxila xwe de digerînin. Heke yek li ber wan bi humtuka xwe pêvazekê bipelêxîne, ew ê serê wî kesî li wir bipelêxin.
Û tişta seyr û ecêb jî ew ku, wexta yekî dewlemend ji vana bimre, wan bi ava pîvazan dişuşt û 9-10 serî pîvaz dixistin tirba wî kesî. Û tew di ser de jî pirça kûçikan jî dixin li ber berateya wan a pîs û wanî miriyên xwe didefinînin. Bi caran min ji hêsîrên wan dipirsî, ji min re rast nedigotin. Wan digotin 'pivaz hoşet' "yanî soğan iyidir". Qina galegalê ew e: ji Kurdekî pirs kiriye gotiye 'tu bibe Padîşah teyê çi bixwara?' gotiye min ê zîlika pîvazê bixwara. Bi rastî jî Kurd pirr ji pîvazê hez dikin, dibêjin 'pîvaz hub hub'

Tiştek din ya xerîb: tu dora van Kurdan bixêzîne û wan têxin hundurê xelekê, bimrin jî îhtimala ji hundurê wê xêzikê derkevin tineye. Tu nabêje heta yek ji derve de deriyekî vedikin û şûnde, ji wê xelekê derdikevin. Ew Yezîd bizanibin bimrin jî ne mumkun e ji hundurê wê xêzikê dernakevin.

Li vî diyarî kûçikek biteilqiya, didan lotikan direqisîn. Kûçikekî wan yê reş bimra, ew bi ava pîvazê duşuştin, kefen dikrin û dibirin di mezelên xwe de ew didefinandin. Heta şîna kûçikê mirî jî digerandin. Ji bo kûçik mîhî serjêdikir, dikir kebab û dida kûçikên xwe. Bi rastî jî kûçikên wan nola şêran bû. Û li vî diyarî qetiyen gur nayên dîtin. Kûçikên wan gur nehiştibûn.

Hîkmeta Tanri li vî çiyayê pîroz û ev bêîman û bê mezheb lênin. Lê wexta Şam wilayetek pîroz bû, li wir jî li Çiyayên Durziyên Sipî Sor, Yezîdî, Mervanî, Teymânî û qewmê Nusayrî yên bê mezheb hebûn. Lê ti qewm bi qasî vî qewmê melûn ê Bi Porr ne bê xêr û bê yom in.

Mahsûlatên wan pirrin. Cara pêşîn helawa qudretê li wan dibarin. Diyarbekirî jê re dibêjin 'gezenguvî'. Mushîl, helawa qudretê bi rengekî kesk e.

Û çivîkek bi navê Menn-î Selva tên li çiyayên wan diçêrin. Ev çivîk ji umeta Hezret-î Mûsa re jî hatibû û goştê wê tê xwarin.

Û hinguv û tirîyê wan li devereke din a cîhanê tineye. Tucarên Sîncarê, Bexda, Besra û Lasha yê bi mewîjên van rezan ditêrînin.

Ew çend darên wan yên tûyê, pirrin, qumaşên wan yên ji hevrmêşê rûyê cîhanê dinuxwumîne. Heta têştên giranbiha yên li kela Mèrdîn tên dirûtin, tev ji qumaşên Çiyayê Sîncarê ne. Lewra av û hewa vî Çiyayê Sîncarê xweşe. Erda wê a tê çandin, di nava xelkê de giranbiha ye. Lê deşta wê ji welatê Keys Ûrbanê xerabtir e.

Li ser van sebebên li jor, bi destê efendiyê me Melek Ahmed Paşa, fetih kir û mal û milkên wan yên bê ser û ber û bê hejmar, bi kêfxweşî û bi dewlemendî giahşt Kela Diyarbekirê.

Bila fetha vî Çiyayê Bi Porr bibe nisîbê Cenâb-i Bârî jî.

Çaxa min qala van tiştên li jor nivîsandî yek bi yek dikir, Fîrarî Paşa ji min re digot: "Ewliya Efendî, li gorî van gotinên te, gelek esker ew ê qîma xwe bi zehmetiyên giran di vê rê bînin. Bila Tanri vê fetha te li ser xêrê bike nisîbê min jî" Kesên li wir, tevdeka bi hev re gotin "amîn!" Û bilandin.

Roja dîtir li civîna huzûra Paşê nameyek di derheqa Qewmê Bi Porr de nivîsand, di namê de nivîsî bû "ger hûn ji Paşê re îttiaet bikin, bax, benâk û edet-î axnamên din(baca mîha) û bacên wekî din yên nola orfî bidin..." Ji bo şandina nameyê ya ayânê Mêrdîn û Begê Sîncarê, ev hakîr û Firarî Mustafa Paşa em bi hev re hatin peywêrdarkirin. Menzîla derketina li ser Çiyayê Bi Porr, em derketin jora çiyê nav gundê Bapîr. Em bi 300 zilamî gihaştin wir. Em çûn mala Bapîr, ango mal Hakîm. Wexta me nameya Paşê da wî, esla nexist dewsa kâxiza helwacî. Temam îş li huzûra eran(?) Xwend. Tercûmanî Mêrdînî jê re tercûme kir. Tişta dihat xwestin ji wan re ragihand.

Wan jî gotin: "me bi kirinên Melek Ahmed Paşa netirsînin. Wezîrekî wanî ne hatiye û ne jî tè. Me bihîst Melek diçî Wanê. Ger dîsa were bibe waliyê Diyarbekirê, em ê tevî zar ú zêçên xwe werin rûyê xwe bi toza nigê wî bidin(?) Mal û canê me li oxra wî ye. Emê tenê barê deh hêstirên sor qumaş bidin vî Wezîr Mustafa Paşa û wekî din tiştekî din em nadin."

16 hêstirên bi barê hevirmêş şand. Û pênç okka hevirmêş dan her yek îlerîgelenên kesên bi me re hatibûn. Ewana qedrê vî Hakîrî jî girtin, barê hêstirek sor hevirmêş, barê hêstirekî tirî hejîr û gelek tiştên din danin min. Wê şevê heta serê sibê em li wir bûn mêvan û heta êvarê ez li wan deran gerriyam.

Lê di ser wêrankirin û şewata Melek Ahmed Paşa re 15 sal derbas bûbû. Di nava vê wextê de dîsa ew çend dor û dor ava kiribû û ew çend ciwan çêbûbûn nayê ravekirin.

Berbanga sibê em li hespên xwe siwar bûn û tevî diyariyan em meşiyan. Çaxa me Katareke/karwanek hêstirên bi barê hevirmêş barkirî anîn teslîmî Firarî Mustafa Paşa kir, Paşa tibabekî hêrs bû û kir kufekuf.

Ji bo seferekê derxin li ser wanên ji Çiyayê Bi Porr, ferman da tevahiya Wilayeta Diyarbekir. Lêbelê ka qey mumkun bû! Ji bo vê yekê 80.000 esker û 200 kêse mesref jêre lazm bû. Hîkmeta Tanriyê mezin dotira rojê gaziya Alî Fâris ê Urbânê Çolê hat got; "eman Sultanê min, eman Padîşahê çolê(--)(--) ez perîşan kirim, werin xwe bigihînin hewara min; min xwe avêtiye bextê Padîşahê xwe, " nameyek tevî pênc heb kuheylanên mihîn hat. (--) (--) (--) (-) (-) (--) (-) (-) (-) (-) (-)"


Dawî
________________
Têbinî 1: ji dawiya nivîsê wer tê famkirin ku Ewliya Çelebî piştî 15 sal di ser fermanê re derbas bûye û şûnve, cara dûyemin çûye Çiyayê Şengalê.

Têbinî 2: min werger li gorî nivîsa wê a Tirkî wergeran. Heta min hinek şaşiyên Tirkiya wê jî bi heman awayî wergerand. Ger kêmasiyek min çêbûbe jî lêborînê ji we dixwazim





Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)