PÊWENDÎYÊN BAWERÎYÊN ÊZDÎTÎ Û YEZDANÎ-YÊ




ÊZDÎYETÎ; REHÊN DÎROKÎ

Tosinê Reşîd

Salên dirêj, piranîya zanyarên bi ola êzdîyan ve dibûn gîro, dîroka wê olê ji Şêx Adî dest pê dikirin. Lê van 20-30 salên dawî, bi serî lêkolînên Kryenbroek Ph., Şêx Xelîlê Cindî Reşow, Bruinessen M., Alison Christine, Xana Omerxalî û çendekên mayîn, gelek pirsên ola êzdîya û dîroka wê olê, hatine zelal kirin. 

Em dixwazin li vir, gor karibûna xwe, bingehê wê bawarîyê bigerin.

Îro piranîya kurdan ser wê bawarîyê ne, wekî berî pejirandina ola îslamê, kurd zerdeştî bûne. Ew bawarî salên dirêj ji alîyê ronakbirên kurd ve hatîye belav kirin û hê jî tê belav kirin. Bingehê vê bawarîyê ew e, wekî zerdeştî oleke îranî ye, kurd jî gelekî îranî ne, lema jî ola kurda, ya berî îslamê divêt zerdeştî be. 

Ji alîkî mayîn ve, ji alîyê gelê bi piranîya xwe ve misilman, pejirandina bawarîya ku berî îslamê zerdeştî bûne hê hêsa ye, ne ku bêjî, wekî kurd berî ola îslamê bipejirînin, êzdî bûne.

Ola îslamê anegor şertên olên xweyî kitêb, êzdîyatîyê wek ol nas nake. Paşê jî nêrîna misilmanaye nêgatîv ser Tawisî Melek, ku di ola êzdîyan de piştî Xwedê ew e, bûye sebebê dijminaya hezarsalan di navbera êzdîya û misilmanan de. Lema jî bawarîya ku kurd berî îslamê êzdî bûne, wê ji alîyê granîya misilmanan de nehata pejirandin.

Bê guman sebebekî giring jî, wekî êzdîyatî wek ola kurdaye kevn nehatîye naskirin ew e, wekî li meydanê lêkolînên rêk û pêk ser ola êzdîa kêm in, yên ku hene jî bi zimanên bîyanî ne û zêde belav nebûne. 

Lema jî lêkolîna dîrok û ola êzdîya, dîhar kirin û belav kirina bawarîyên êzdîya, wê têgihîştina wê olê hêsan bike, wê bawarîya şaş, ku bi hezarsalan derheqa ola êzdîyan da heye, ya ku bûye bingeha bi seda fermanên serê êzdîya, bide guhastin. 

*

Navbera sedsalîyên IX û VII BC eşîrên îranî ser axa Kurdistana îroyîn bi cîh bûn. Ew hê jî peyçûyên bawarîyên arîyan û hinda bûn. Gor bawarîya zanîyarê kurd T. Wehbî, xwedayê wan, yê sereke, ku nîşana başî û qencîyê bû, Baba Esman bû, ku jê ra usan jî Baba Dîyaûs digotin. Ew anegor xwedayê hindîya, Dîyaûs Pîtar, yê Romîya yî Jupiter bû. 

Ji xwedayên rada duyemî re (roj, heyv, stêr) digotin ‘dîva’, yan jî ‘dîvas’, bi xwebêja yên ronahîyê tînin.

Zerdeşî bi sedsalan li Kurdistanê ola serdest bûye û bandûra wê ser kurda û ola wan gelek mezin bûye. Usan jî em wê bawaryê ne, wekî pareke kurdên rojhilat ola zerdeştî di dema xwe de pejirandibin. Lê piranîya gelê Kurdistanê zerdeştî tu caran ne pejirandine û ser ola xwe, ya kevn mane.

R. Reşîd dinvîse, wekî sedsalîya VI berî zayîna Îsa ola zerdeştîyê li Mîdîya ê jî belav bû, lê nebû ola serdest, ji ber ku ola cîh, ku berî zerdeştîyê hebû, bi hêz bû.

Dûarojê, gava zerdeştî bi hêz bûn, wan xelkê ku pey ola kevn diçûn nav kirin “dêva yasna”, bi mana “koleyên dêw”. Gor bawarîya hinek lêkolînvanên kurd “dêva yasna” bi hinek guhastinan îro bal kurda maye. Peyva ‘dasnî’ ku eşîreke êzdîyan bi wî navî heye û demên berê mîrgeheke êzdîyan bi wî navî hebûye, hema ji guhastina peyvên dêva yasna çê bûye. Pir caran di dîrokê de ji êzdîya gişkan re gotine dasinî. Mîrgehên dasinya hebûne, ku serbajarê yekê ji wan Duhoka Dasinya bûye.

Çawa tê xuyayê demên berê dasnî devereke hê fire belavbûyî bûne. A.H. Layard dinvîse, wekî êsîreke bi navê dasinî li çîyayên nêzîkî Silêmanîyê heye.

Ne dûrî aqilane, wekî navê “dêwperest” ku heta îro jî hinek êzdîyan usan nav dikin, hema ji wê dewranê tê.

Li “Zênd Avêsta” ê, tevsîra “Avêsta” bi zimanê pehlevî, dêw bi cûrê ‘dîva’ tên bi bîranîn. Di zimanên samî da peyva şeyd e anegor peyva dîva, ku di jimara gelekanî de dibe şeydan. 

Wekî usane dema belavbûna zerdeştîyê, xelkê Împêratorîa Mîdîya, ku zerdeştîya ji wan re dêwperest digot, karibûne ola xwe biparêzin, zerdeştî nepejirandine. Divek hema ew navê dêwperest e, wekî paşê bal gelên samî û nonerên gelên olên bi bingeha xwe ve samî pejirandî, bûye şeydanperest, şeytanperest. Û divek ev navê şeytanperest tu pêwendîyê xwe bi şeytanê pirtûkên olên îslamî û xaçparêz re tune be.

Ji zerdeştîyan re usan jî li hev hat navê patşê Mîdîya; Riştî Vêga-Azhî Dahak bikin navê xwedayê xirabîyê. T. Wehbî wê bawarîyê e, wekî Zohak ê ‘Şah Namê’a Fîrdowsî hema Azhî Dahak e. Gor evsenetîyên zerdeştîya, wî xwedayî çemên di nav bajaran re dikşîyan didan rawestandin û xelkên bajêr neçar diman çend keçan ji wî re bikin cangorî, heta dîsan av berda. Vê carê ew wek zîya raber dikirin.

Divek hema ji vir tê, wekî êzdî bi Zîyayê zer sond duxun. Ji bo wan Azhî Dahak ne bûye nîşana xirabîyê, wan bawarîyên zerdeştîya ne pejirandine.

Gor bawarîya T. Wehbî di sedsalîyên IV-V AD, piranîya kurdên rojava Zagros; Cizîr, Botan, Kirkûk, başûr-rojhilata Kurdistanê a çîyayî, ne zerdeştî bûn. 

Çawan em dibînin, ola Împêratorya Mîdîya, ku em xelkê wê wek pêşîyên kurdan dibînin, ne zerdeştî bûye. 

*

Navê ola Împêratorîya Mîdîya di dîrokê de nemaye, ew ji alîye peyçûyên wê hatîye ji bîra kirin. Îro dewsa navê wê olê, navê sê beşên ji wê peyda bûyî li meydanê mane; êzdîyatî, yarsanî (Ehli Heqq, kakeyî) û elewî.

Bi texmîna M.R. Izady divek navê wê olê yazdanî be, lê ew sedî-sed ne bawar e. Lê dîsan jî di lêkolîna xwe de, seva navê wê olê ji navê ola êzdîya bê cihêkirin, ew navê yazdanî bi kar tîne. Ew herdu nav jî xwebêja melekîyan didin.

Çiqwasî navê wê olê dikarî bû yazdanî bûya, ewqasî jî dikarî bû êzdîyatî bûya, lê dîsan jî ji bo ew herdu ol ji hev bên cihê kirin, em ê ji bo ola Împêratorîya Mîdîya navê yazdanî bi kêr bînin.

Himberî hev kirina olên yazdanîya û êzdîya mînakîyên bingehîn tînin ber çavan.

Bê guman nav van hezarsalên buhurî de, ew jî gava Şêx Adî guhastinên mezin kirin nav ola êzdîya, ew herdu ol nikaribûn di her tiştî de wek hev bimana. Lê dîsan jî ew bi bingeha xwe ve nêzîkî hev in.
Bingehê ola êzdîya piştî bawarîya, wekî Xwedê yek e, bê heval û bê şirîk e, parastina hevt melekane, bi seroketîya Melekî Tawis, ku cihanê ji hêzên tarî diparêzin. Bal yazdanîya û peyçûyên beşên wê, yên rojên me; elewîya û yarsanîya, parastina hevt melekan bingeha olên wan e.

Di herdu olan de jî bawerîya kirasguhêrînê serdest e. Gor wê bawerîyê, Xwedê dikare di irasê xasan de ser erda dîhar bibe. 

Êzdî bawarîya xwe kirasguhêrînê tînin û bawar dikin, wekî xas ji kirasê xasa dertên. Ew bawarî usan jî di ola yazdanîyan de hebûye. Di herdu olan de ew bawerî heye, wekî Xwedê dikare di kirasê xasan de ser erda dîhar bibe. Ȇzdî dibêjin, wekî hezar û yek navên Xwedê hene. Ev ji wê bawerîyê tê, wekî Xwedê dikare di kirasê xasan de peyayî erda be.

Gor ola yazdanîya xasên ku ji kirasê xasên pîroz dertên, yan sura wan li erda bal wan dîhar dibin, ji wan re Bab, yan jî Baba dibêjin. (Baba peyveke aramî ye, ku xwebêja dergeh dide. Baba ew dergeh e ku rastî bi wî re dîhar dibe). Ew nav heta îro jî di ola êzdîyan de maye; Baba Şêx, Baba Qewal, Baba Çawîş…

Hinek kes bêyî ku zanibin xwebêja peyva Baba çî ye, wê peyvê bi peyva Bav diguhêzin. Ew dibêjin; Bavê Şêx, Bavê Qewal, Bavê Çawîş. Lê ew ne rast e, ji ber ku peyva Baba xwebêja xwe heye û anegor statûsa wan dunavên me ye.

Cawan me êdî li jor bîr anîye, gava eşîrên îranî sedsaliyên IX-VII BC hatin ser axa Kurdîstana îroyîn, navê xwedayê wan, ê sereke, Baba Esman bû.

Yazdanîya jî nolî êzdîyan, bawarîyên xwe olî ji xelkê bîyanî vedişartin.

Ne êzdîya, ne jî yazdanya, tu caran dijminayî bi olên mayîn re nekirin e. Wan bawar kirîye, wekî Xwedê (yan Gîyana Giştî) seva her dewranê pêxemberekî nû dişîne, wekî mirovan ji şaşîya û karên ne baş biparêze.

Peydabûna olên nû gişkan ji bo amanceke pîroz e, ji bo mirovan ji şaşî û xirabîyê dûr bihêlin.
Ew ku êzdî û yazdanî wê bawarîyê ne, wekî her car pêxemberekî nû tê, wekî mervayê biparêze, hema bûye sebeb, wekî ew ol bi navê pêxemberekî re nayên girêdan. 

Ola yazdanîya bi hêsanî bawarîyên olên mayîn hildane nav xwe û bi wê jî di wê ola kevnar de beşên nû peyda bûne, di nav hezarsalan de guhastinên mezin tê de çê bûne. Ola êzdîyan jî bi hêsanî bawaryên Şêx Adî û hogirên wî pejirandin. Lê çawa tê xuyayê, piştî guhastinên Şêx Adî bawarîya bi hêsanî pejirandina olên nû, wek berê nema. Lê dîsan jî di ola êzdîyan de tu dijminayî himberî bawarîyên olên mayîn tune.

Parastina Xidir Nebî, ku ji ola yazdanîya tê, usan jî di ola êzdîyan de heta îro jî maye. Çawa bal êzdîya, usan jî bal yazdanîya, yarsanîya, elewîya Xidir Nebî mirazbexş e.

Bal yazdanîya jî mîna bal êzdîya û zerdeştîya dunav (terêq) bi nisletin. Ji bo mirovek bibe dunav divêt dê û bavê wî dunav bin.

Rengê sor temamîya dîrokê da seva ola yazdanîya û beşên wê wek nîşan bûye. Di ola êzdîyan da dibêjin: “Ol, ola Êzîdê Sor e!” Gava kurikê êzdî sunet dikin, gerek bêje: “Ez berxê Êzîdê Sor im.” Cejna êzdîyan, ya sersalê, “Çarşêma Sor” e.

Bal yazdanîya cejna Cam hevtê carekê hebûye, lê salê carekê jî Cam a mezin bûye. Bal êzdîyan jî gor gotina Pîr Xidir ê Silêman berî êrişa Mirê Rêvandûzê sala 1832-emîn, hevtê carekê Cam hebûye. 

Şêx Rostem dibêje roja înîyê, roja Cama mêra ye. Usane bi bawarîya wî jî Cam hevtê carekê bûye. Lê niha bal êzdîya tenê ya mezin, ya salê carekê maye. Ew usan jî dema heca êzdîyan e.

Yazdanîya jî mîna êzdîya sê roja rojî girtine. Yarsanî û elewî jî sê roja rojî digrin.

Bal yazdanîya jî pirtûka olîyê tune bûye.

Kûçik çawa nîşana başîyê û mar jî çawa nîşana xirabîyê bûne bal yazdanîya. Marê bi serê kûçka nîşana pêşvaçûnê bûye.

Wêneyê kûçka û mara ser dîwarê Lalişa Nûranî jî hene. Lê êzdî maran çawan nîşana xirabîyê nabînin. Ji bo mar keştîya Nû Nebî ji niqo bûnê parast, rûmeta maran bal êzdîya heye. Ji bo êzdîyan kuştina maran guneh e. Xasekî ola êzdîya, Şêx Mend, mîrê mera ye.

Bi bawarîya yazdanîya qencî û xirabî ji bo cihana matêrîyalîyê wek hev giring in û bingehî ne. Bi bawarîya wan ev herdu bêyî hev nabin. Eger sar tunebe, germ jî wê tunebe, eger nizim tunebe, bilind wê tunebe, eger tarî tunebe, ronahî wê tunebe. Ev yek di ola êzdîyan de jî heye. 

Di ola yazdanîyan de hebûna buhuştê û dojê bi fîzîkî tune bûye. Bawarîya buhuştê û dojê niha bal êzdîya heye, lê ne bingehîn e. Gor bawarîya êzdîya gîyana (ruhê) mervê baş berê diçe buhuştê, paşê ber mirovekî baş de tê. Dawîya paqijaya tam ew digihîje Xwedê, lê naçe buhuştê. Bawarîya buhuştê û dojehê, çawan tê xuyayê, piştî guhastinên Şêx Adî ketine sîstêma bawarîyên êzdîya, lê nebûne bawarîyên bingehîn.

Çawa di ola êzdîyan de, usan jî di ola yazdanîyan de, jimarên 7 û 3 pîrozin. 

Destûra vexwarina alkoholê di herdu olan de jî heye.

Bi bawarîya me ev mînakîyên di olên êzdîya û yazdanîyan de, ku bawarîyên bingehîn in, bi tam mak dikin, wekî bingeha van herdu ola yek e, hê rast ev herdu nav, yazdanî û êzdîyatî navê olekê ne. 

Usane eger ola êzdîya ne ola Împêratorîya Mîdîya be jî, ew ji wir tê, ew şaxekî ola wê Împêratorîyê ye.
Ji bo Zerdeşt pêxember bal êzdîya bawarîke balkêş heye.

Şêx Dewrêşê şêx Keleşê, ku zaneyê ola êzdîyayî naskirî bû, digot, wekî Zerdeşt êzdî bû, ew ji nav me çû, lê dema vegerîya me dînê wî qebûl nekir. 

Ji vir jî gelek mînakîyên navbera ola êzdîya û zerdeştîyan de. Lê divêt em ji bîra nekin, wekî ew mînakî ne ku ola êzdîya ji zerdeştîyê hildane, çawan hinek zanîyar dinvîsin, lê berovajo, zerdeştîyê ji ola êzdîya hildaye, ji ber ku Zerdeşt pêxember bi xwe berî bibe pêxemberê oleke nû, yan êzdî bûye, yan jî ser wê ola yazdanîya bûye, ku êzdî jî berê ser bûne.

Niha ez çapa nû, ya pirtûka “Ȇzdîyetî; oleke hê jî ne naskirî” amade dikim. Besa vê pirsê û gelek pirsên mayîn wê di wê pirtûkê de bi firehî bê kirin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Mêrxasekî Botan: ELO DÎNO

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)