Banga Dr. Nûrî Dersimî ji boyî ciwanên kurd



MIZGOTINA NÛRÎ DERSIMÎ

Ey xortê Kurd, ey jêvemayê Miletê ciwanmerd yê ku sîtema sedsalan ji bo xwe kiriye kozik û çeper, guhdariya min bike.

Li serdema spîbûna elenda mêjûya mirovatiyê ku ji derava Hindê berew Qefqasan, ji piyakên Asyaya biçûk ku xwe dirêjî heta bi Asyaya Navîn dike, li van çiyayên bilind û li van zozanên têrhetav, evê ronahiyê tîrojên xwe yekemîncar li eniya Nîjada te ya payebilind daye.

Mêjûya te mêjûya şûnwarên lehengiya bênavebirr û berdewam e. Ji ber ku tu, paşmayê miletekî wusayî ku ji serê çel sedsalan e ji bo hebûneke aza û bi rûmet dicenge û îro bi xwe jî ji vê cengê nereviyaye.

Lêgerîna reh û egerên rûbirûmana azarkêşî û kambaxiyên jiyana kurdewarî ya duhî û ya îroyîn ku ji bahoz û bagêran dagirtiye, vekolîna yariyên dîrokê bi çavekî hişyar erk û barê me hemiyan e.

Ji bo hebûn û kesatiya xwe hîç miletek wekî me bi cengên dûr û dirêj ve ranebûye. Bi dirêjahiya dîroka me ya kûr û dûr, hîç hêzekê nekariye herêkirina têkçûnê bi me bide herêkirin. Serê mirovê Kurd, li hemî deman mîna gopîtkên bilindî çiyayên welatê xwe herî bilind maye û li pêşberî yek dagîrkerî neçemiyaye.
Rastiya jînenîgariya kurdewarî, rastiya bê xwarî ya îroyîn jî ye.

Ji ber ku mirovê Kurd, xebata man û nemanê ticaran nehêlaye, serdestî li ser xwe herê nekiriye, biryara cîgirtina xwe li rêza miletên cîhanê daye û dayexuyakirin ku miletekî dixwaze ji bo jiyanê jî bimre.
Ey lawê Kurd, ey keça Kurd, divêt cîhana me agah ji vê biryara te hebit!.

Her heyîneke ku nevêt bimre divêt şer bike!.

Her miletekî ku bixwaze li rûzemîn cihê xwe hebe divêt şer bike!.

Gerdişa suruştî ya ku nahête guhertin ev e!.

Gerdişa hevrikî ya herî dijwar, ya cîhana Kîmyayî, Giyayî û Giyanewerî ev e. Şer û Ceng e!..

Ev gerdiş, ji bo beşê mirovan hêj dijwartir e. Nîjad ji bo Nîjadê, Milet ji bo Miletî, mirov ji bo mirovî ejdehayekî bê mehrevan e.

Ji bo guhertina vê gerdişê şaristaniya mirovatiyê hêj negehiştiye û hêj nekariye yasaya cengê biguhere. Îro jî, ji bo jiyanê şerkirin divêt. 

Rev mirine!..

(...)

Mêjûya cîhanê li me dinêre.

Çavên pakrewanên me li rêya me ye.

Bi hezaran xwegorîkirên ku xwe pêşkêşî xwedayê azadiyê kirine, ji bo xwe goristanekê ji me dixwazin. Ji bo şemalkên xwe bendewarên Perestgahekê ne.

Ev Perestgah jî Kurdistana azad û serbixwe ye!.

Ev Perestgah, bi daxuyakirina cihê xwe yê bi rûmet li rêza Komela Miletan Dewleta Kurdî ya Paşerojê ye da em bikarin giyanê pakrewanên xwe şad bikin!.

Her bijî Miletê Kurd yê ku lehengan diafirîne

Her bijî Kurdistana azad û serbixwe.

(Dr. Nûrî Dersîmî -1948-)

Werger: Mamosta Dildar Şeko

Wêne: Dr. Nûrî Dersimî (1893-1973) û hevjîna wî Ferîde Dersimî (1920-1993)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)