BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (IV) Xerzî Xerzan Li beşên dinê , hate piştrastkirin ku, Bajarê Amedê, piştî êrîşa Naram Sîn ê Akkadî (berê mîladê sedsala 23-an), wek bajêrekî bi sûr û beden, li navenda Amed a kevn ( keleha hindûrîn a îroyîn ) di serdema Xorrî-Mitan de, dawîya hezarsala 3-an ( dora 2200-2000berê mîladê ) hatîye avakirin. Û ji wê rojê ve, di belgeyên dîrokî yên Asûrî de, wek “Amedê/Amedî” hatîye nivîsandin û pêvajo dewam kirîye. Piştî Asûran heta hatina Împaratorîya Romê ( derûdora 550 sal ), li Amedê, bajêr gelek car dest diguhere û hemû rêxistin-dewletên Mezopotamyaya Jorîn hikim kirine, pêşî berê xwe didin Amedê û dixwazin ev bajêr bi dest biixin. Em ê vêga, ew serdem a 550 salî binirxînin… Serdema XALDÎ-Ûrartûyan de, vêca bi navê NAÎRÎ û URUADRÎ ( Xelkê Çeman û Bilindahîyan ), Xaldî di belgeyên Asûrî de wek dûhatîyên Xorrî-Mitan xuya dibin û em dîsa dibînin ku, di serdema Xaldîyan de, A...