Di şerê cîhanê yê yekem de mihacirbûna kurdan

Mesela mihacirên kurd di navbera salên Şerê Giştî yê Yekem de Seîd Veroj Mesela mihacirên kurd di navbera salên Şerê Giştî yê Yekem de Ji berîya Şerê Giştî û ji wê şûn ve, tehcîra di nav sînorên Dewleta Osmanî de, koçberîya mecbûrî, “mubadele” yan jî koçberkirina komeyên dînî û neteweyî, hemû bi siyaset, biryar û rêxistinên legal û îlegal ên bi dewletê ve girêdayî çêbûne. Divê rol, hewldan û tevgerên rêvebir û aktorên herêmî jî di nav vê çarçoveyê de bêtin nirixandin. Lewra ji bo pêkanîna îskanê, ji alîyê hikûmet û desthilatdarîyên wê demê ve qanûn hatine çêkirin û bi hikûmetê ve girêdayî teşkîlatên nû hatine damezirandin. “Di serê sala 1914 de bi Wezareta Daxilî ve girêdayî, Îskan-î Eşaîr û Mudurîyeta Mihaciran tête damezirandin. Di nîzamnameya vê teşkîlata bi girêdayî Wezareta Daxilî de, wezîfeyên vê mudurîyetê weha hatine nivîsandin: Lêkolîna li ser rewşa giştî û taybetî ya eşîretan û bicîkirina wan; sewq û îskan û pêkanîna îaşeya mihacirên ku ji der ve b...