Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr
Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr Ephrem-Isa YOUSIF* Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan Îro, ez ketim pey şopa xeyala Mezopotamyaya jorîn û lehengên wê. Min hew xwe dî, ez di dawîya sedsala dehan, an ya rasttir, di sedsala yanzdehan (piştî zayînê) de bûm. Ev yek, wekî rakirina lehîyê ji hêla pêlên deryayê yên serdema me ya ber bi serdemeke dî ve bû, a ku hin warên ji hêla dîrokê ve dewlemend û veşartîmayî derdixist meydanê. Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî) de, herêma berfireh a Diyar Bekr bi rê ve dibir. Çalakîyên wan ên ronak, hêza wan a hikimdar, serketina wan a bicoş, efsaneya wan a leheng dê careka dî çawa bê dîtin? Ewan, ji bo damezirandina dewleteke nû û xanedaneka ronak, dema xwe derbas kir, di wê serdemê de, ciwanî, hostatî, wêrekî û jîrîya xwe bi camêrî xerç kir. Cizîrê Diyar Bekr (peytexta wê Amedê ye, îro bi fermî Diyarbakır), yek ji her sê herêmên Ciz...