Ji Devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê
Ji Devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê Wergera ji tirkî: Agît Yazar Xelek 1 "Ferman bi destê Melek Ahmed Paşa fetihkirina çiyayê bi por, çiyayê Sîncarê” Ezbenî. Wexta Melek Ahmed Paşa waliyê Diyarbekirê bû, ev Yezîdîyên Çiyayê Sîncarê, êrişî mal û milkên gundiyên Mêrdînê dikir û riyên bazirganan dibirrî û ew dişêlandin. Paşê temamê xelkê herêmê hatin cem Paşayê me yê dilfireh. Gilî gazinên xwe jêre gotin û merhemet ji wî rica kir. Paşayê me ê dûr didît ev kesên giliyên xwe anîbû gel wî, li dîwana Diyarbekirê li huzûra xelkê, ew ji cem xwe qewirandin. Ewan kesan jî nifir li Paşê kirin û bi dilên şikestî li Mêrdîn û li gundên xwe vegeriyan. Lê li hêla din Paşa di dilê xwe pilanê fermanekê rake li ser van Kurdên bi porr û ser bi mû. Paşê di dilê xwe de got: 'watey şiîrê di dilê şaîr de veşartiye...' Rojekê Melek Ahmed Paşa bi ûcba cixurandinê nameyek şermezarkirî ji Xanê Bilîsê re şand. Wî jî nexwest di bin şermezarkirina Paşê de bimîne û wî jî name...