RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN
RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN
Xerzî Xerzan
Erndnigarîya ku kurd li ser dijîn, an ku welatê wan
Kurdistan, ne tenê ji boyî gelê kurd lê her weha ji boyî bi dehan gel û
kêmnetewan, ji demên nayên zanîn heta
dema me ya îroyîn wek stargehekê ye, wek maleka hevpar e. Ji roja dîroka
mirovahîyê hatîye tomarîkirin heta îro, ev rastî ji hêla hemû dîroknasan ve,
wisa hatîye pejirandin. Sedemên taybet ên vê rewşê (yên dagirkerî, erdnigarî û
yên rêyan) helbet hene, lê divê mirov mêvanperwerî û toleransa çanda gelê kurd
jî deyne li alîyekî taybet û wisa jî ev rewş binirxîne, ya rast û sincî ev yek
e.
Kurd, ji mêj ve li
hember dagirkerên welatê xwe li ber xwe dane, qet serî netewandine û ji boyî
azadîya xwe tim têkoşîyane. Carna, bi sedan sala li ser çiyayên xwe yên asê û
bilind, di nav bêderfetîyan de birçî û tazî jiyîne lê qet dest ji serbixwebûn û
azadîya xwe nekişandine, tim li hember dijmin û dagirkeran nav şer de bûne.. Ev
taybetmendîyeke şêwaza jiyana gelê kurd e û dîsa hemû otorîteyên dîrokê yên
bêalî, ev rastî weke ku heye, wisa jî nivîsandine. Lê dijî vê, dîsa ew otorîte
qebûl dikin ku, Kurdistan an ku welatê kurdan, ji boyî gel û netewên mêwan, yên
ku ji zilma dewletên cînar revîyane an jî ji ber şerên dijwar baz dane, bûye
stargeheke bê hempa. Ji lew re, çanda kurdî û bawerîyên wan ên kevnar fermana
parastina belengaz, bindest û fermalûyan û her weha bawermendên olên cûda dida û ev yek wisa kir ku, Kurdistan ne tenê
wek welatê kurdan, her weha welatê hemû gelên bindest dihat û îro jî tê naskirin.
Bavê dîroknûsîyê Herodot, di pirtûka xwe ya navdar “DÎROK”
de, sedema hatina ermenan li Medyayê xweş nivîsîye û dîsa dîroknûsên ermenên
destpêkê jî (wekî Movses Xorenatsî) xwedîderketina Medan li ermenîyan yek bi
yek tomar kirîye. Med, yên ku pêşîyên gelê kurd in, erd û ax dane ermenîyan û
wan ji zilma dewletên cînar parastine. Yekemîn hikimdarê ermenan, ji hêla Keyê
Medî Keyakserê Gewre ve hatîye tacîdarkirin û ji wê rojê we ermenî yek jî gelên
Kurdistanê ne. Her wiha, gelên asûr, kildan, nestûrî û cihû jî, weke ermenan,
xwe li kurdan û welatê wan parastine û ew gel jî di nav kurdan û di welatê wan
de bi aramî û bi serbilindî jiyana xe domandine. Lê mixabin, bi destpêkirina
şerê cîhanê yê yekemîn ve, ew aramî ji holê rabûye û bi hevkarîya împeryalîstên
mezin û dagirkerên biçûk ve, Kurdistan vegerîya qadeke şerekî dijwar û ew
împeryalîst û dagirker, berê hemû gelên Kurdistanê dane hev. Bi xeyalên pûç û
vala ew gelên kemnetew xapandin, serê wan germ kirin û aştî û aramîya ku li
Kurdistanê seda sala desthilatdar bû,
cîyê xwe şer û xezebê re guhert. Êdî, hemû gelên Kurdistanê, kurd jî tê de, ji
boyî parastina hebûna xwe ketin nav şer û mixabin ew baxçeya rengîn a kulîlkan,
an ku Kurdistan, ji boyî hemû gel û netewan bû dojeheke nebînayî. Ji 1914-an
heta 1922-an, xwîna hemû gelên Kurdistanê rijîya û herî kêm çar mîlyon însan
jiyana xwe ji dest da. Di vê rêjeyê de, hejmara kurdan nîvenîv e, nîvê din jî
gelên din ên Kurdistanê, yên ermen, asûr, kildan, cihû û nestûrî ne. An ku,
şerê yekemîn, ji boyî hemû gelên Kurdistanê bi xwe re tenê mirin, dijminahî, êş
û koçberî anîye, ne tiştekî din, weke hemû şeran….
Yek ji wan kemnetewan, gelê kildan bû. Kildan yek jî gelên
kevnar ên Kurdistanê û rojhilata navîn e. Anegorî dîroknûsîya Kildanan, Kildan
xwe bi Kaldeyîyên kevnar ve girê didin. Kaldeyî, gelê desthilatdar ê Dewleta
Babîlîyan e. Yek ji gelên aramî yên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ne. Keda
wan a li ser şaristanîya mirovahîyê, ne cîyê niqaşê ye. Kaldeyî an ku Babîlî,
li gel cînarê xwe Medan, hê di sala 612-an (berîya zayînê) de, peymaneke
hevkarî û aştîyê girê didin û li hember dewleta koledar Asûrîstanê şer dikin.
Xala wan her du gelan a hevpar
rizgarbûna ji bindestîyê ye û bi hev re bi ser dikevin, 612-an a berîya zayînê
de Nînova zevt dikin û dawî koledarîya Asûrîstanê tînin. Ev bûyer, di
mîtolojîya kurdî de wek “NEWROZ” hatîye tomarîkirin û heta serdema me ya nûjen
jî zendî hatîye.
Ji wê rojê heta destpêka şerê cîhanê yê yekemîn, hevaltî,
hevparî û dostanîya gelên kurd û kildan wisa hatîye û dewam kirîye. Weke ku li
jor hate gotin, mixabin ew şerê dijwar (şerê cîhanê yê yekemîn), ew dostanî û
hevaltî jî ji holê rakir û weke gelên din, li gel propagandayên qirêj ên
dagirker û împeryalîstan, berê gelên kurd û kildan jî kete ber hev. Lê dîsa jî, zana û rûspîyên kurd û kildan hay
ji lêstokan hebûn û di wê demê dijwar de, a ku dê weledê xwe diavêt, gotinên
xêrê dubare dikirin û nedihiştin berê gelên Kurdistanê bikeve ber hev. Her
çiqas, îro jî berovajîkirin û manûpîlasyon li ser têkilîyan van her du gelan tê
kirin jî, baş tê zanîn ku dîroknûs û bûyernûsên xwedî sinc û wijdana zanyarî,
her tişt weke ku heye wisa jî nivîsandine. An ku xerabîyan jî, qencîyan jî
tomar kirine. Ti kes nikare înkar bike ku hevkarên Osmanî yên nijadkurd hene û
destê wan jî xwîna kêmnetewên Kurdistanê de qirêj bûye. Ew kesên bêehlaq helbet
hebûn, weke ku îro jî hene…! Lê ev kêmayî ne ya gelê kurd e, di her zemanî de helbet
kesên berjewendperest, xayin û diz û kûjer hene, di her gelî de hene. Çawa ku
kurd nikaribin kirinên çeteyên ermen û asûr ên wê demê bikin malê hemû ermen û
asûran, ti kes jî nikare sûcê hin bêehlaqan bêxe stûyê gelê kurd bi tevahî. Li
vira, em dixwazin mînakeke biçûk lê watedar bînin û pêşkêşî xwendevan bikin. Bi
vê yekê belkî, em ê jî bikaribin dostanî û biratîya dîrokî ya gelên kurd û
kildan derêxin ronahîyê û dibe ku ev jî bibe bersiv ji boyî hin derûdorên
xêrnexwaz;
*******************
Di destpêka şerê cîhanê yê yekemîn de, Osmanî biryara
komkujîya hemû kêmnetewan û bi taybetî yên Mesîhîyan girtibû. Li Kurdistanê, bi
destpêka bihara 1915-an ve, dest bi kuştina ermen, asûr, kildan û nestûrîyan
kiribû. Yek jî komkujîyên herî qirêj û dijwar jî, di Hezîrana 1915-an de, li
bajarê Sêrtê, yê ku li herêma Botan dima, dest pê kiribû. Leşkerên Osmanî, di
şerê li gel Rûsan ê li Bedlisê şikestibûn û berjêr dihatin. Li ser rêya wan
Bajarê Sêrtê hebû û nîvê nifûsa Sêrtê Mesîhî bû. Gelê Kildanî jî, gelê mesîhî yê
herî pirjimar bû. Serfermandarê artêşa Osmanî Cevdet Beg, ferman dide leşkerên
xwe û talan û kuştina hemû Mesîhîyan serbest dike. Bi vê yekê, leşker û
hevkarên wan ên niştecî, êrîşî hemû Mesîhîyan dikin, komkûjîyeke nebînayî pêk
tê, talan û ferman dîsa li dar e.
Di wê demê de li Sêrtê, Sermetranê Dêra Kildanîyan, zanyarê
binavûdeng Addaî Şêr (Eddeî Şêr) e. Pêşî divê em Addaî Şêr bidin naskirin û pê
re jî em ê mijara xwe bidomînin. Addaî Şêr, Kildanîyekî ji bajêrê Şeqlawayê
(Darabad) ya başûrê Kurdistanê ye. Sala 1867-an ji dîya xwe dibe. Ji malbateke
oldar û rûhanî ye. Bavê wî keşeyekî naskirî, Yaqûb Şêr e. Navê fermî û rasteqîn
ê Addaî Şêr, Îbrahîm Şêr e. Paşnavê wî “ŞÊR” bi kurdî ye û ji hêla cînarên wan
ên kurd ve, li kalikê wî hatîye danîn, ji ber ku kalikê wî mirovekî wêrek û
rast bûye, kurd ew wisa bi nav kirine. “Addaî - Eddeî” jî nasnavê wî ye û
wateya “Ronakbîr-Peyamnerê Rojhilatê” dide. Sala 1902-an, Patrîkê Kildanîyan ê
wê demê Mar Emanûel Toma, Addaî ŞÊR bi peywira Sermetranê Dêra Sêrtê, dişîne
bajarê Sêrtê û Addaî ŞÊR li wira bi dehan berhemên bê hêmpa dinvîse û diweşîne.
Heta 1915-an, di nav pirtûkxaneya dêra Kildanî ya Sêrtê de dixebite û gelek
pirtûkên veşartî, tomarîyên bêhempa derdixe ronahîyê. Berhemên wî ya serî
bistan e. Hêjayî gotinê ye ye ku yek ji
wan pirtûkan jî, “ Episodes de l’histoire du Kurdistan / Beşên ji Dîroka
Kurdistanê – 1910” e. Ewî li ser zimanê kurdî û dîroka Kurdistanê jî ked dide.
Ferhengeke bi navê “Peyvên Kurdî-Erebî” amade dike. Berhemên xwe dibe Parîs û
Romayê, li Roma Papa dibîne, pê re diaxive û li Stenbolê jî dibe mêvanê
Abdulhemîdê II ê padşahê Osmanî. Her wiha ber bi Heleb û Bêyrûdê ve jî diçe û
berhemên xwe belav dike. Îro, piranîya berhemên wî hatine çapkirin û hêjayîya
wî, ji berhemên wî, xwe dide der.
Addaî (Eddeî) Şêr /
Sermetranê Dêra Kildanî ya Sertê – (1867 – 1915)
Addaî Şêr, ti cudahî nedixist nav bera gel û
bawerîyan û xwedi li hemû mirovan
derdiket, bi taybetî mirovên feqîr û belengaz. Bi her awayî destê xwe li ser
wan digerand û di serdema erka xwe ya 13 salî ya li Sêrtê, gelek dost û nasên
wî yên kurd çê bibûn. Yek ji wan, Osman Axa yê Tanzêyî bû. Tanzê, yek ji
navendên girîng ên herêma Botan bû û îro jî wisa ye. Osman Axa, mirovekî zana,
pêşverû, bibandor û bihêz bû. Xwedî hêzeke berbiçav bû. Di bin fermana wî de seda kurdên şervan hebû.
Osman Axa, ewil ve bi Osmanî re şer dikir û nav bera wî û dewletê nebaş bû.
Osmanî bi çavekî nerênî lê dinihêrî û her du alî jî li ber fersenda xwe bûn. Ji
ber ku nav bera Osman Axa û Addaî Şêr pir baş bû, neyartîya Osmanî li hember
Osman Axa zêde dibû. Addaî Şêr û Osman Axa ji bo feqîr û belengazên bajarê
Sêrtê hewl didan û bi hev re firûneke nanê (nanpêjxane) vekiribûn. Li wê
firûnê, nan li gel belaş dihat belavkirin. Hîn wê demê, ev yek li ber çavê
Osmanî û memûrên wê ve, wek “serhildan” dihat nirxandin lê rewş û serdem rê
nedida ku pêşîya Addaî Şêr û Osman Axa bigirin. Pêvajo hîn dest pê nekiribû. Lê
mixabin, ew pêvajo û fersenda ku li Osmanî û hevkarên wî li bendê bûn, bi
destpêka şerê mezin kete destê wan û hemû qirêjîyên xwe li ser Kurdistanê û
gelên wê ve rijandin, şîn û êş û mirin hat, hemû kulîlkên çîya û deştên welatê
hevpar bi “fermana fila” hate çilmisandin….
Em vegerin mijara xwe, li ser çîroka zanyar, alîkar û Sermetranê Kildan
Addaî Şêr û hevalê wî yê birûmet Osman Axa;
Dema komkujî li Sêrtê dest pê dike, Addaî Şêr 500 zêrên
Osmanî dide Walîyê Sêrtê Hîlmî Beg û dixwaze ku dest nedin kildanî û Mesîhîyên
Bajêr. Bi wan zêran, Walîyê Dewleta Osmanî qayil û qanî dibe û ji boyî demekî
kurt, dest nade Kildanî û Mesîhîyan lê ev tenê rewşeke demkî ye û tenê xapandin
e. Addaî Şêr jî, ji ber ku kesekî zana û jîr e, haya wî ji vê rewşê heye. Jixwe
li dêrê hatîye zindankirin û destûra wî ya jê derketin jî nîn e. Walî,
derketina wî ya ji dêrê qedexe kirîye. Addaî Şêr bilez hawara xwe digihîne
Tanzê û ji Osman Axa yê hevalê xwe alîkarî dixwaze. Osman Axa heman şevê,
sê-çar pêşmêrên xwe dişîne Sêrtê û hevalê xwe Addaî Şêr ji dêrê der dixe. Cilên
kurdan li Sermetran Addaî Şêr dikin û bi xef ew direvînin. Li gel Addaî
Şêr,katibê wî û hevalekî wî yê kurdekî êzdî jî heye. Zilamên Osman Axa, van her
sê kesan dibin ba Osman Axa û teslîmê wî dikin. Ji ber ku Osman Axa helwesta
Osmanî dizane, Addaî Şêr û her du hevalên wî li şikeftên Çiyayên Milan, ên li
nêzî Tanzê ne, diveşêre û dîsa hin zilamên xwe li ba wan dihêle.
ADDAÎ (EDDEÎ) ŞÊR
Lê Walîyê Sêrtê û fermandarê Osmanî, bi reva Addaî Şêr
dihesin û li pey dikevin. Piştî îşkencekirina hin kildanan, hîn dibin ku Osman
Axa ew revandîye û birîye ba xwe. Çar hawirdora Tanzê dorpêç dikin û Tanzê
dişewitînin. Osman Axa bi zorê difilite lê zar û zêç û mirov û pismamên wî bi
piranî tên qetilkirin. Li wira şopa Addaî Şêr jî dibînin û Addaî Şêr ji şikefta
ku lê dimîne der dixin û hema li wir her du hevalên wî, katibê wî û hevalê wî
yê kurdê êzdî şûn de dikujîn. Addaî Şêr jî digirin, lê dixin, îşkence lê dikin
û ew dibine Sêrtê. Leşkerên din jî, bi alîkarîya çete û milîsên kurdnijad ên
neyarê Osman Axa ve, Osman Axa jî digirin û wî jî dibine Sêrtê. Anegorî gotinên
kesên şahidê bûyerê bûne, li Meydana Sêrtê pêşî Osman Axa bi derbekî dikujîn û
pişt re jî Addaî Şêr bi 8 guleyan qetil dikin. Gustîlka wî ya zêr bi jêkirina
tilîkê wî, der dixin û zabitekî Osmanî ew gustîlk têxe destê xwe. Serê Addaî
Şêr jê dikin û bi wî şiklî dibin ba Walîyê Sêrtê. Cenazeya wî diavêjin li sergo
ji boyî gur û çûk ew bixwin. Bi awayekî hovane, mînaka biratî û hevaltîya du
gelan, gelên kurd û kildan, Osman Axa yê Tanzêyî û Addaî Şêr ê Sermetran ê Dêra
Kildanî ya Sêrtê qetil dikin, bi vê yekê xof û tirs di nav gel de belav dikin.
Peyam ev e: “Kesê ku alîkarîya Kildanîyan bike, ew jî weke wan dê bê kuştin…”.
Peyam tê belavkirin û komkujî bi awayekî dijwartir didome….
Peykera Addaî Şer li Şeqlawa –
Başûrê Kurdistanê.
Ev serpêhatî, bi taybetî yek bi yek ji çavkanîyên Asûrî û
Kildanî hatîye tomarîkirin. Me xwest ku mînakeke watedar a alîkarîya kurdên
birûmet a wê demê, bi devê Kildanî û Asûrîyan pêşkêşî xwendevan bikin. Helbet
ev tenê mînakek e, di nav gelê kurd de seda mînak û gotin û serpêhatîyên mîna
vê hene û divê ew jî yek bi yek bêtin tomarîkirin. Bersiva xêrnexwazan û kesên
ku hîn jî bi korane dixwazin nakokî di nav gelên Kurdistanê de biafirînin, helbet
ne ev mînak tenê ye û em ê hewl bidin di siberojê de rastîyên dîrokî yek bi yek
derêxin ronahîyê….
________________________
WÊJE Û ÇAVKANÎ
1-) Siirt
Vakayînamesî – Yaba Yayınları / İstanbul ,2002 (Bûyernameya Sêrtê – Weşanên
Yaba / Stenbol, 2002). Bi tirkî.
2-) Ünlü
Asurlardan (Kildanilerden, Süryanilerden) Seçmeler – Nsibin Yayınevi, 1996 /
Kuroş Hermez Nazlu (Bijarteyên ji asûrên navdar (ên kildan û sûryan) –
Weşanxaneya Nisêbînê). Bi tirkî.
3-) Asur-Kildaniler
ve Ermeniler – Jozef Nacim / Mezopotamya Enstitüsü,1999 (Ên asûr-kildan û ên
ermen, ev pirtûk ji hêla Jozef Nacim ê oldarê asûr ve di sala 1920-an de hatîye
nivîsandin)
4-) Lêkolîn û
gotarên nivîskar Şefîk Gorgîn ên li ser malpera Mezopotamya
5-) Gotûbêjên li
gel rûspîyên Sêrtê
Yorumlar
Yorum Gönder