Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

 


Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra


 Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me hevpeyvîneke delal bi yek ji zaneyên dîroka Kurdistanê ra kirîye; 


-Ferîd Mîtan: Di berhevkirina agahîyên dîroka kurdî de herî zêde xwe disipêrî çi jêderan?

Xerzî Xerzan: Di der barê dîroka Kurd û Kurdistanê de gelekî manîpûlasyon û berovajîkirin hene. Û tev jî bi beloqî li ber çavan in.  Ji ber vê ye ku, kesê bi zanyarî nêzî lêkolîn û lêgerînên dîroka Kurdî bibe,pêşî di warê dîtin û peydakirina jêderk-çavkanîyan de, divê pir û pir baldar be û hay ji sedema nivîsandin an jî tomarîkirinên van çavkanîyan hebe. Ji lew re, Kurdistan û her weha gelê Kurd, ji destpêka dîrokê ve  di navenda Hîvika Zêrîn de cî digire û ev herêm an ku derguşa şaristanitîyê, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, qada şerên desthilatdarîyê û olî ye. Kes û dewletê ku li vir hikma xwe zexm nekiribe, nikaribûye xwedî temenekî dirêj bibe. Û ev rewş, îro jî didome…  Ji ber vê sedemê, hemû desthilatdar, ya rasttir hemû dagirkerên herêmî û her weha împeryalîstên gewre, dîrok anegorî berjewendîyên xwe tomar kirîye û carna jî dîrok serobino kirîye. Bi rastî, ji destpêkê vir ve, helbet girêdahîyê mijarê ku ez lê dikolim, hema bibêje hemû çavkanîyên têkildar, ez li ber çavan derbas dikim, nakokîyên di nav wan tomarîyan de hemberîhev dikim, û ya dawîyê nêrîn û şîroveyên xwe, li gel alîkarîya zargotina kurdî û çavkanîyên zanyarên kurd zexm dikim û wisa jî bi şewaza dawîn diweşînim. An ku, ji hemû çavkanîyên têkildar sûd werdigirim, lê ya sereke; zimanê kurdî,  zargotina kurdî û berhemên ku ji  ziman û zargotinê sûdwergirtî ye.  Ji lew re, dîroka gel û netewekê, bi taybetî di ziman, çand û zargotina wê de veşartî ye, nemaze ya gelê Kurd..! Sedemên vê rewşê piralî ye û zimanekî bi seda sala qedexekirî, çand û dîroka xwe di zargotina xwe de diparêze û ev ya xwezayî ye. Zimanê Kurdî, çand û zargotina Kurdî  laboratûarên zindî ne û li benda hemû lêgerîneran in.

Ferîd Mîtan:  Tu "Şerefname"ya Şerefxanê Bedlîsî û "Dîroka Kurd û Kurdistanê" ya Mihemed Emîn Zekî Beg, çawa dinirxînî?

Xerzî Xerzan: Şeref Xan ê Bedlîsî, di cîhana zanîna dîrokê de, wek “dîrokzanê kurd ê yekem” tê zanîn û nivîsandin. Her weha bi zanebûn tê gotin ku; “ Şerefname yekemîn pirtûka dîroka kurdî ye”.   Bi min, ev nêrîneke şaş û berovajîkirî ye. Ev agahî jî bi zanebûn tên belavkirin. Sedema vê pir hêsan e. Wekî ku tê zanîn, Şeref Xan, dawîya sedsala 16-an berhema xwe qedandîye. An ku, derûdorên xêrnexwaz ên gelê Kurd, bi belavkirina van agahîyan, dixwazin bibêjin û wisa jî bidin pejirandin ku, dîroka gelê kurd a li Kurdistanê  xwedî temenekî 300-400 salî ye…! An ku, berê 300-400 sal, gelekî an jî neteweka bi navê “kurd” û welatê wan Kurdistan, nehatîye tomarîkirin..!! Lê em dizanin ku, hîn berê 5 hezar sal, hîn di tabletên Sûmerî û Asûrî de, navê gelê kurd wek “KUR-TΔ, û navê welatê wan wek “KAR-DA-KA” hatîye tomarîkirin û nivîsandin. Û piştî van tabletan, bi sedan çavkanîyên nivîskî de dîsa ev navana hatine tomarîkin û bi awayekî eşkere…! Ji ber vê, divê kurd hay ji têz û şîroveyên biyanan hebin û kesê ku dixwazin “neyarê xwe bi şîr û şekir bikujin” baş nas bikin. Şerefname, berhemeke hêja ye, ji boyî ronîkirina dîroka me ya nêz pir kêrhatî ye, ji ber ku ji hêla zanyarekî kurd ve hatîye nivîsandin, ji boyî kurdan pir hêja ye. Ji boyî nirxandina têkilîyên kurd, tirk û farisan yên wê serdemê, berhemeke bêhempa ye. Lê ji boyî wê serdemê tenê, an ku ji boyî serdema navîn… Berê Şeref Xan, Ibnul Ezraq ê Fariqî (Silîvî), Ibnul Esîr ê Cizîrî (ne yek kesek tenê ye) û xeynî wan bi deha dîrokzanên kurd, berhemên dîrokî  afirandine. Bi taybetî, berhema Ibnul Esîr, di cîhana dîroka Îslamê de, berhema herî dewlemend tê zanîn. Berhema Ibnul Ezraq a bi navê “Dîroka Kurdên Merwanî”, hîn sedsala 12-an hatîye nivîsandin, berhema Xezrecî ya bi navê “Tarixa Dewleta Kurdan (Eyyûbîyan)” berê 700 sal hatîye nivîsandin û ev zanyarên hêja tev de kurd in û dîroka gelê Kurd û Kurdistanê jî nivîsîne.  Der barê Şeref Xan de, tenê dikarim rexneyek bînim û bibêjim, Şeref Xan anegorî şert û mercên serdema xwe, mixabin wek kurdekî, bi çavê netewî bûyeran nenirxandîye û bi taybetî neheqîyeke mezin li kurdên êzdî kirîye.  Ewî, kurdên êzdî ji çavê kesekî paşverû û bi awayekî  dûrî hestên netewî nirxandîye û gelek cîyên berhemê de ev yek li ber çavan e û berbiçav hatîye gotin.  Ez ne bawer im ku  yekî mîna Şeref Xan hay ji rewşa netewî ya gelê kurd nîn be lê mixabin di gotin û nirxandinên wî de xwe dide der ku, Şeref Xan pir li bin bandora paşverûtîya olî maye û bawerîya xwe pêşîya hestên xwe yên netewî girtîye. Û berhema Mihemed Emîn Zekî Beg… Rêzeka min a mezin hem ji sekna wî hem jî ked û xebatên wî re heye. Ez Mihemed Emîn Zekî Beg, wek “dîroknasê kurd ê sereke yê serdema nivîsandina dîroka nûjen” bi nav dikim. Ji lew re, M.E.Zekî Beg, li gel hemberîhevkirinên çavkanîyên curbecur, dîroka kurdî cara yekem bi zanyarî hilgirtîye dest û mîrateyeke bêhempa ji dûhatîyan re hiştîye. Berhema wî, wek bingeheke e. Bingehek e xurt û zexm. Divê bibêjim ku, berhema wî yek ji wan çavkanîyên hêja yên ez ji wan sûd werdigirim e.

Ferîd Mîtan:  Rojname û kovarên kurdî yên destpêka sedsala 20an, heta çi astê bûyîn û qewamên serdema xwe belge kirine û gelo agahîyên wan çi qasî piştrast û bipîvan in?

Xerzî Xerzan: Destpêka sedsala bîstan, ji boyî kurdan serdemeke gelekî girîng e û helbet ji boyî hemû gelên nav Osmanî de cî digirtin… Di wê serdemê de, bi destê Îttîhad û Terakkî-yê, nijadperestîya tirk şaxên xwe vedida û ev rewş, li ber çavê zanayên ciwan ên kurd diqewimîya. Ciwan û zanayên kurd, hay ji xetereyê hebûn û ji boyî hişyarkirina gelê kurd hewl didan û ji boyî vê jî, rojname û kovaran derdixistin. Kovarên mîna Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Kovara JÎN… Di van kovaran de em xweş dibînin ku hewlek ji boyî hişyarkirina gelê kurd eşkere ye. Her weha çawa ku tu dipirsî, qewamên serdema xwe jî tomar kirine. Mînak, Kovara Jîn de gotareke Law Reşîd heye û bûyerên serhildana Bedlîsê ya 1914-an qise dike. Di vê gotarê de agahîyên gelekî girîng hene û yek bi yek ji çavên yekî dîtî hatine nivîsandin. Ez dikarim bibêjim ku, yekane belgeya nefermî ye. Belgeyên fermî tev de tije derew û berovajîkirinan ve dagirtî ne lê gotara Law Reşîd hîn jî belgeya herî ewle ye. Wisa tê nirxandin. Lê ji ber ku rastî dihatin nivîsandin, Partîya  Îttîhad û Terakkî, hemû van weşanan qedeke kirin. Bersiva te divê ev be bi min; Rewşa îro û ya wê serdemê heger em hemberîhev bikin, em ê bigihîjin rastîyê. Îro jî li Bakûr, hemû weşanên ji bilî weşanên fermî, qedexe ne…. Pir dişibe hev ne wisa..!?.

Ferîd Mîtan : Zargotina kurdî, bi taybet dengbêjî, dikare bibe çavkanîyeke dîrokî ya bikêrhatî?

Xerzî Xerzan: Çawa pirsa te ya ewilî de min got, bi min zargotina kurdî divê bi hêjayî û ya sereke bête nirxandin û bikaranîn, nemaze ji boyî dîroka gelê kurd. Ji lew re, zimanekî qedexekirî, rêyeka wî tenê heye xwe biparêze û ew jî zargotin e. Dengbêjî jî şaxeke zargotinê ye, bi taybetî stran û kilamên li ser qewam û şerên nav bera kurd-tirk û kurd-farisan hatine avêtin, divê  bi baldarî bêtin nirxandin. Hin kilamên Evdalê Zeynikê wisa nin. Lê bi serê xwe tenê nabe, divê bi çavkanîyên biyan û nivîskî bêtin hemberîhevkirin û pey re jî bêtin şîrovekirin û piştî jî tomarîkirin. Lê dixwazim vê jî bibêjim, stran û kilamên li dîwana Mîr, Axa û Şêxan hatine gotin û li ser wan hatine avêtin, bi min divê ne di hêla dîrokê de lê di hêla zimên de bêtin bikaranîn. Ji lew re, hin kilam û stranan de pir pesindayîn hene û xuya ne ku ne jî boyî tomarîkirinê, lê ji boyî berjewendîya denbêj hatine afirandin.  Ma ne, îro jî hin hunermend-nivîskar heman karî dikin û ji boyî berjewendîyên xwe rastîyan lepovajî dikin.

 Ferîd Mîtan: "Sala ku berfa sor barîya, me gund ava kir." "Roja ku kurê axê çû eskerîyê, filankeso ji dêya xwe bû." "Di çaxê bênderan de filankesê wefat kir." Eger te pirsa dîroka tiştinan ji kalemêrên kurdan kiribe, bê guman te yê gelek caran hevokên jorîn bihîstibin. Bi nirxandina bersivên wisa, tu nêzîkatî û guhdana kurdan a bi dîroka qewam û bûyeran, çawa şirove dikî?

Xerzî Xerzan: Ji ber ku adeta tomarîkirina nivîskî  li ber kurdan kêm bûye (an jî hîç tine bûye, sedema wê jî tirs û xweparastin bûye, her weha em baş dizanin ku gelek belgeyên dîrokî yên bi kurdî di destpêka sedsala 7-an vir ve hatine tinekirin û şewitandin), peyvên wiha helbet em pir dibihîsin. Jiyana gelê kurd, jiyaneke xwezayî ye,  xwezayperest e, ne jiyaneke standard e. Ev rewş wisa kirîye ku, jiyan bixwe tiştna xwezayî di nav pêvajoyê de xwebixwe afirandine. Çawa ku hatîye gotin; “Dîrok di roja me de, em (kurd) jî di destpêka mirovahîyê de veşartî ne…” . Ew jiyana gundîtî, xwezayperest û hêja di nav kurdan de hîn jî zindî ye.  Û baş e ku wisa ye….

Ferîd Mîtan : Çawa be û li kû be, bi her halî xebata li ser dîrokê û dokumentkirina rastîyên dîrokî berpirsyarîyeke mezin e. Lê eger mirov dîrokzanekî kurd be, çi qasî berpirsyarî mezintir û bar girantir e (û ji ber çi)?

Xerzî Xerzan: Berê de jî min got, barê herî giran xwegihandina çavkanîyên bêalî û rast e.  Her weha lêgerîner-dîroknasekî kurd, pêşî divê wergêrekî baş be jî…  Ji lew re, çavkanîyêm tên bikaranîn an jî sûd ji wan tê wergirtin, bi piranî bi zimanên biyan, mîna erebî, tirkî, farisî, ingilîzî, Rûsî, Frensî û hwd. in. Kesê vî karî bi heqî bixwaze pêk bîne, herî kêm divê du-sê zimanan (bi taybetî ingilîzî, tirkî û erebî) baş bizanibe û bikaribe wan daneyan biwergerîne li zimanê kurdî. Helbet li vira xaleka girîng heye. Heger mirov kurd be û dîrok-çanda kurdî ve mijûl be, bi min divê berhemên wî jî bi zimanê kurdî be. Ya etîk ev e. Kesê ku herî kêm zaraveyeka zimanê kurdî nizanibe, herî kêm din av beşekê Kurdistanê de negerîyabe, nikare dîroka gelê kurd û Kurdistanê binivîse, heger binvîse jî, karekî seqet dê pêk bîne. Çawa te got, rast e bar giran e, lê ji ber ku armanc ronîkirina dîrokeka veşartî ya gelekî ye û ev gel û çand-dîroka wî zengînîyeke mirovahîyê ye, ev karekî pîroz e û bar her çiqas giran be, ne xem e. Ji lew re, berpirsîyarî ya lêgerînerîya dîroka kurdî, ji boyî min sedema jîyanê û her weha cîyê kêfxweşîyê ye. Erka me ye, deynê me ye...  Deynê me hemûyan e. Dîroka gelê kurd û Kurdistanê, bi min dîroka mirovahîyê ye. Dibe ku îdîayeke pir mezin be ev gotin, lê dema mirov dikeve nav vê dîroka bêserûbin, xweş tê digîhîje ka çi karekî pîroz e. Û ne tenê ji boyî gelê kurd…  Ji boyî hemû mirovahîyê….  Hevoka ewil a nivîskar-lêkolîner Andrew Collîns, di pirtûka wî ya "Ji Xwelîyên Melekan" de wisa ye; " Ev pirtûk ji bo navê gelê Kurdistan, ê ku bingehên şaristanîyê ava kirine, hatîye amadekirin. Hêvîya min ev e ku, di dawîyê de hûn ê bigihêjin serxwebûn û aştîya ku hûn hêjayî wê ne...." B i min, Collins ramana min a giştî jî xweş  rave kirîye.

 

 Ferîd Mîtan: Tevger û alîyên sîyasî yên kurdî, çi qasî destdirêjî li dîroka kurdî kiriye; yan jî, hin alîyên kurd hene ku dîrok berevajî kirine?

Xerzî Xerzan: Ev gotina te, an ku berovajîkirin û manîpûlasyon, dibe ku ji boyî dîroka herî nêz bête gotin, hene jî û sedema vê jî helbet hene lê ji boyî dîroka kevnar em nikarin vê bibêjin. Ji lew re, mixabin lêkolîn û lêgerînên li ser dîroka kurdî kêm mane, tevî ku bi taybetî li başûr sazî û zanîngeh pir in jî. Li Bakûr, Rojava û Rojhilat rewş li ber çavan e, lê li Başûr hêvîya min ew bû ku, li ser dîrok û çanda kurdî sazî û zanîngeh bêtir ked û xebatên berbiçav pêk bînin. Lê, dilsarî û xemsarîyek xuya dike. Her wiha, pirsgirêka alfabeyan (mijareke kûr e), rê nade lêkolînerên beşên din bigihîjin çavkanîyan. Tiştên ku netewek dike netew, ziman, çand û dîrok e… Ev her sê pê tine bin, netewek nikare li ser lingan bisekine.  Yek jî nîn be, nabe. Li vira erk dikeve li ser milên hemû kurdan, lê bi taybetî îro yên başûr bêtir berpirsîyar in. Divê siyasetmedar û biryardarên başûr bêtir û çêtir bala xwe bidin vê yekê û valahîya li ba me xuya dibe, bi dilsozî dagirin, derfet ji boyî lêkolîneran biafirînin û dest ji hemû berjewendîyên siyasî berdin û ji boyî siberoja gelê me, van her sê pêyan zexm û xurt bikin. Komxebatan pêk bînin û ji boyî siberojê di nav tevgerê de bin. Ev rexneyeke xêrxwazîyê ye û ji boyî rênîşandayînê tê gotin. Û her weha, ev gotin û peşnîyar ji boyî hemû erkdar û biryardarên hemû perçeyên Kurdistanê ye.

 Ferîd Mîtan: Gelek angaşt û reşkirin li ser dîroka kurdên rojavayê Kurdistanê hene; wekî dîroka bicihbûn  wan li deverê ku dibêjin "ji bakur koçber bûne û di sedsala 20'an de li Sûriyeyê bi cih bûne" û gelek gotinên wiha... Bi belge û dukomentên dîrokî, tu çawa dikarî evan gotinan biderewînî?

Xerzî Xerzan: Mirov tenê li ser vê gotinê dikare bikene…. Ev berovajîkirineke nebînayî ye. Kesê bêhiş û nezan dema ev gotin dubare bikin, mirov hema tenê dîroka Mitanîyan ji wan re bibêje bes e. Di gelek belgeyan de, berê Zayînê 1500-an ev rêxistina proto-kurd (pêşîyên kurdan) li ser axa Rojavayê Kurdistanê hatîye tomarîkirin. Di belgeyên Asûrî û Hattî û Misrîyan de hatine nivîsandin. Ev herî kêm dîrokeke 3500 salî ye. Her weha Dewleta Mirdêsîyên Kurd hîn destpêka sedsala 11-an, li beşekê mezin ê Rojavayê Kurdistanê de nêzî 120 sal hikim kirîye. Ew Keleha Kurdan (Hisnul Ekrad) ma çima ya Kurdan e…!!?. Berê hezar sal hatîye avakirin, ne wisa? Dîroka kurdên êzdî yên Rojavayê Kurdistanê jixwe ne hewceyî gotinê ye.  Ji demên nayên zanîn heta roja me, kurdên êzdî li Efrînê, li Şehbayê, li Kobanî û hwd. bicî ne… Û bawerîyên kevnar ên Mitanîyan û Êzdîtî hîç ji hev ne dûr in, her weha zimanê kurdî û zimanê ku Mitanîyan bi kar dianî, ji malbatekê ne. Malbata Îndo-Ewropî… Dîsa hemû dîroknas qebûl dikin ku Mitanî Arî ne, Îndo-Ewropî ne…. Kurd jî wisa nin, ne? Ma di Rojavayê Kurdistanê xeynî gelê kurd, gelekî  otokton ê Îndo-Ewropî heye gelo? Hebe jî, ez nizanim. Nexwe bi hêsanî em dikarin bibêjin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê, nevîyên Mitanîyan in. Û ev rastî bêniqaş di cihana zanîna dîrokê de tê pejirandin.

Ferîd Mîtan:  Ereban berî hezarên salan, navên dever û warên xwe, serwer û mezinên xwe, bav û pavpîrên xwe, rewşa civaka xwe û gelek agahîyên din ku dikarin wekî belgeyên dîrokî bêne hejmartin di malikên helbestên xwe de bi cih kirine. Mirov dikare bi heman çavî li helbestên kurdî yên klasîk jî binihêre?

Xerzî Xerzan: Belê, mirov dikare. Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bi min ev peywir bi cî anîye. Bi taybetî Ehmedê Xanî, bi tomarîkirina Cejna Newrozê, an ku cejna netewî ya gelê kurd, xizmeteke pir hêja pêk anîye. 

Ferîd Mîtan:  Serokwezîrê Brîtanyayê yê berê Winston Churchill gotiye: "Yên biserkeftî dîrokê dinivîsin." Heta çi radeyê tu bi vê gotinê re hemnerîn î?

Xerzî Xerzan: Heta dawîyê… Û ez ê gotineke pêşîyên Afrîkayî jî lê zê de bikim;  “ Heya şêr dîroka xwe nenivsînin, helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…”. Her wiha dixwazim beşekê gotara xwe ya “Kurdistan û Şaristanî”  li gel xwendevanan par ve bikim da ku ez baş bêm têgihîştin;

“Dîroka mirovahîyê çawa hatîye nivîsandin? Bi gotineke dinê, metodên nivîsandina dîrokê çi ne ? Gelo dîrokzan, dema dîrokê nivîsandiye, bi tenê rastiyan tomar kirine? An jî anegorî berjewendiyên desthilatdaran û ji boyî berjewendîya gelê xwe, rastiyên dîrokî, bi zanebûn berovajî  nekiriye? Ev tev pirs in û bersîvên van pirsan jî helbet hene. Wek tê zanîn, û her wiha rastiyeke dîrokî ye, a ku hertim tê gotin,  “Dîrokê, ên biserketî dinivîsînin….” .  

Û ên biserketî , anku ên serdest, ji bo meşrû-rewakirina desthilatdariya xwe yên paşerojê, îro û siberojê, dîrokê serobino kiriye, û qet mafê bersvê nedaye ên bindest. Her tim serdest heqdar bûye, baş bûye, şervan bûye, wêrek bûye, her tim tiştên baş pêk anîne û xwedîyê eslî yê erd û axên dagirkirî bûye. Dema bindest xwestiye ku bersivek bide û dîroka xwe binivîsîne, astengî afirandine û nehiştiye ku rastiyên dîrokî ronahî bibinîn, lewra ev yek , meşrû-rewabûna wî û desthilatdariya wî û serdestiya wî betal kiriye û bûye sedema hişyarbuna yê bindest.”

 

Ferîd Mîtan:  Bi pêşketin û berfirehbûna şaxên zanistê re, her wiha hevdemî peydabûna derfetên guncaw û hêsan ji bo belgekirin û dokumentkirina hemî bûyîn û qewaman kêlî bi kêlî, gelo êdî dîrok dikare wekî berê were berevajîkirin û reşkirin?

Xerzî Xerzan: Bi awayekî “fermî” be, erê dikare lê dem êdî pê re gihîştîye, ti tişt li bin keviran namîne. Her tişt li ber çavan e, her tişt beloqî  xuya dike. Lê erk ew e, mirov têgîhiştî be, haydar be, zana be û qewamên dema xwe jî bikaribe bê dastdan  ji  berovajîkirinê biparêze, heger tu nekî, biyan weke dilê xwe dê binvîse û dîsa tu ê tenê bixwînî û gilî û gazinan bikî. Divê tu jî binvîsî, tomar bikî û ragihînî…. An na, tiştê heyî , wek ku rast e dê bê pejirandin, weke berê…. Ji lew re, “Gotin difire lê nivîs her dimîne… “. Erka zanyaran ne tenê xwendin û şopandin e, nemaze yên kurd divê rastîyên xwe xwebixwe binvîsin û belav jî bikin.  Zanîna veşartîmayî, kerî ti tişt û kesî naye. Zanîn divê bête belavkirin da ku, hişyarbûn jî pê re belav bibe.

 Ferîd Mîtan : Çîroka te û xebata li ser dîrokê çawa dest pê bû?

Xerzî Xerzan: Di serdema xwendekarîya me de, nijadperestên biyan tim pirtûk û belgeyên nivîskarên xwe wek rastîyên dîrokî nîşanê me didan û di niqaşan de tim tinebûna dewletên kurdan, zimanê kurdan û dîroka kurdan dixwestin li ser me ferz bikin û wisa jî bidin pejirandin. Jixwe dîroka wan a fermî de gelekî wek kurd, welatekî wek Kurdistan û zimanekî wek Kurdî nîn e…!!! Ma  sedem hewce ye ku mirov bala xwe nede hêjayî û zengînîyên xwe…  Mirov divê wan ji bin erdê derxe û avek lê bike û nîşanî wan bide. Ji lew re zêr her zêr e, dixwaze bi hezara sala li binê erdê bimîne, ti tişt jê kêm nabe. Armanca min û destpêka çîroka min ev e; Min xwest xwedî li hêjayîyên veşartî yên gelê xwe derkevim û wek kurdekî, wek mirovekî ked û xebateke pîroz pêk bînim û ji nifşên nû re bikaribim “destpêkek” bihêlim.  Da ku ew jî li ser bingeheke biçûk jî mabe, bikaribin bimeşîn û lê zêde bikin. Karê me hîn dest pê dike, Xwedê bibêje erê heta em bikaribin, em ê karê xwe bidomînin.

Ferîd Mîtan:  A niha xerîkî çi xebatan î û çi projeyên te ji bo demên bê hene?

Xerzî Xerzan: Niha pirtûkên xwe amade dikim, lê lez nakim. Ez naxwazim kêmasî bikeve berheman. Bi hemdê xwe û bi heddê xwe hewl didim ku şaşî nekim. Bila dereng be lê bila kêrhatî be. Dîrok ne zanîneke hêsan e, mirov heta pirtûkek, an jî rasttir heta gotareke zanistî dinvîse, herî kêm bi deha gotar û pirtûk ji ber çavan derbas dike, notan werdigire, zargotina kurdî re hemberîhev dike û hîn dikare…  Vêga tenê li kovar û malperan gotarên xwe yên amade diweşînim û helbet ew jî dê bibin pirtûk. Êdî çi ji me hat.

Ferîd Mîtan : Bi hevokekê: - Şaşîya kurdan a ku bi dirêjahîya dîrokê gelekî dubare bûye, çi ye?

Xerzî Xerzan:  Belkî klîşeyeke binavûdeng e lê ez ê dubare bikim…. Bi min hevqebûlnekirin e….  Û ev jî rê nade yekîtîya gelê kurd.  Helbesta Seydayê Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûna mirîşkan”, ez bawer im bersiva pirsa we ye.

Ferîd Mîtan : Di roja îroyîn de, kurdan ji şaşîyên dîrokî ders girtiye?

Xerzî Xerzan: Negirtîye, mixabin beşekê mezin negirtîye... Lê baş e ku, beşek (biçûk be jî) girtîye û hawar-hawara wan e. Divê hemû kurd guhê xwe bidin wan. Guhê xwe bidin wê hawarê.

 Ferîd Mîtan Di pelandina rûpelên dîrokê de, tu rastî tiştinan hatiyî ku te dil nekiriye belav bikî?

Xerzî Xerzan: Na…  Rastî jî, şaşî jî, qencî jî xerabî jî divê weke ku hene wisa jî bêne nivîsandin. Sinca zanîna dîrokê wisa ferman dide.

Ferîd Mîtan : Misilmantîyê çi da kurdan û çi ji kurdan sitand?

Îro heger tu pirsek ji erebek, ji tirk an jî farisekî misilman bikî û bibêjî; “Gelo tu pêşî ereb î, tirk î, faris î an misilmanî ?”, ez bawer im her sê jî pêşî netewa xwe û piştî jî bawerîya xwe bibêjin. An ku ereb pêşî ereb e piştî misilman e, tirk pêşî tirk e piştî misilman e û faris pêşî faris e piştî misilman e. Lê ez disa bawer im, tu ji kurdekî misilman bipirsî û min gelek car pirsîye, bersîva te dê ev be; “Ez pêşî misilman im û piştî kurd im…!”. Ev bi serê xwe  pirsek e.  Pirseke derûnî û pirgirêkeke mejîyê bindestîyê ye… Sedema vê rewşê piralî ye, lê ya sereke polîtîkayên serdestan e. Ewan vê pergalê rûniştandîye û bin navê “Biratîya Îslamê” de, gelê kurd ji nirxên xwe yên netewî  dûr kirîye. Tiştê ji wan re heq e, ji “birayên wan ên misilman(kurd)” re ne heq e…?! Û kurd pirsa vê nake…! Ji ber vê ye ku, bersiva min ev e: Tiştê ku standîye, helbet ji tiştê dayê zehftir e…  

 Ferîd Mîtan : Di dîroka kurdan de, xala herî balkêş ji bo te çi ye?

Xerzî Xerzan: Îxaneta Herpago li dijî Aştîyago yê Serwer ê Med e…. Ev xaleka pir xerab û pir dijwar e, ew îxanet wisa kir ku kurd ev e 2500 sal e bindestê xelkê man.

Ferîd Mîtan:  Bi hevokekê, dîrokê vebêje, pênase bike.

Xerzî Xerzan: Dîrok , li gel çand û ziman, yek ji her sê pêyên hebûna netewekê ye, sedema wêrekbûnê,  birûmetbûnê û şanazîyê ye.

 -Ferîd Mîtan: Mala te ava be.

Xerzî Xerzan: Ya we jî. Gelekî sipas.

(Çavkanî: Malpera Rıa Taza – Adar a 2019-an)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)