SCHINDLER Ê KURDAN; CEMÎL (BAHRÎ) Ê KONÊ
CEMÎL Ê
KONÊ
Îbrahîm Osman
Cemîlê
Konê, gernas û mêrxasekî Êzdiyan bû, ku wî xwîna xwe xist mista xwe, di serdema
Komkujiiya Ermeniyan de, bi ked û wêrekiyake bêhempa bi sedan Ermenî ji ber
pêla komkujiyê rizgar kirin.
Du
miletên ferman lê rabûyi, xwedî dîrok û çîrokên reşqedera wan cêwîk, cîranên
hev, Ermenî û Kurdên Êzîdî.
Osmanî,
bermayên wanî îro ku navê komarê li xwe kirine û îslamîstên tundrew û
fûndamentalîstên mejî qilêr, her wext bûne qesasê serê her dû miletan,
nehîştine ku ev miletên belengaz rojekê bi tênê jî ber xwe bibînin. Ji ber ku
di ferhenga wan de yên xwe Tirk û musilman nebînin “Kafirin.“ Ew her bi vî çavî
li van ol, din û baweriyan dinêrin. Do jî û îro jî hê vê hovîtî, nijadperestî,
faşîstî û berberiya xwe li pêşberî çavê dinyayê eşkere dajon.
Ermenî û
Kurdên Êzdî, ji ber baweriyên xwe yên xweser bi gelek neheqî û zalimyan re rû
bi rû man. Hatin kuştin, mal û milkên wan talan bûn, koçber û derbeder bûn. Lê
belê, dibe ku ji sedema êşên wanî cêvî û hevpar bê, ev her dû cimat, gelek
caran li gel berdêlên giran jî, li hev xwedî derketine û di ber barên hev
rabûne. Ji hev re bûne destik û balpişt.
Mînakek ji vê xezîneya civakî a ku îro mijara vê nivîsê ye, li jêr e.
Di dema
komkojiya Ermeniyan (1915) de, Êzdiyê ku bi sedan Ermenî ji komkujiyê rizgar
kirin kî ye?
Ev mêrxasê
ku îro mijara vê gotarê ye, ji Cemîlê Konê (Bahrî) pê ve ne kesekî din e.
Cemîlê
Konê kî ye?
Cemîlê
Konê, lawê dê û bavekî kurdên Êzdî ye, bi eslê xwe ji herêma Efrînê ye. Cemîlê
Konê li sala 1892 li Helebê ji dayik bûye. Bavê wî ji herêma Efrînê, navçeya
Jindirêsê gundê Kurda hatiye û li Helebê bi cî bûye. Dayika Cemîlê Konê, Emîna
Elî ji herêma Reco, gundê Hopka ye.
Cemîlê
Konê, dema hê çarsalî ye, bavê wî dimre û ew di zarokiya xwe de sêwî dimîne.
Dayika wî, wî bi destê xwe mezin dike û mîna roniya çavê xwe li Cemîlê biçûk
mêze dike.
Cemîlê
Konê, li destpêka salên 1909 li Stenbolê dihere dibistana "Deniz Harp
Okulu. (Dibistana Herbê a Deryayê).
Di sala
1911 de wekî Mekanîk Mulazim-î Ewel (üsteğmen) akademiya deryayê diqedîne. Ji
xwe wî wextî navê wî dikin "Bahrí."
Di heman salê de, li Darülfünunê xwe li Fakulteya Hiqûqê qeyd dike. Salekê li vir perwerda hiqûqê dibîne. Pişt re bi mebesta bibe pisporê mekanîk ê fabrîkeyên Thorncroft ê, ku berê di vê mijarê de pewerdê dîtibû, ji bo perwerdeya xwe bi pêş bixîne û bibe pîsporê pîşeya xwe, perwerdeya xwe a hiqûqê di nîvî de dihêle û dihere Birîtanya yê.
Cemîlê
Konê, di sala 1912 de tevlî şerê li Balkanan dibe. Di van şeran de ji ber
werekîya xwe, xelat wêrekiyê werdigire.
Cemîlê
Konê, di destpêka şerê cîhanê ê yekê de û di pêvajoya jenosîda Ermenyan 1915
de, li navçeya Bîracûka Ruhayê tê erkdar kirin.
Li Bîrecûkê dibe rêvebirê atolyaya deryayê ya çêkirina kelek û belemeyan ji bo artêşê. Ev atolya ji bo xizmeta artêşê bike û di ser ava Ferêt re wezîfeya derbaskirinê bi cî bîne, ji bo çêkirina belemeyên ser avê, hatiye damezirandin.
Cemîlê
Konê, wezîfeya xwe di bin banê artêşa Osmanî ya pêncemîn de bi cî tîne. Ew
alîkariyeke bê hemta dide qefleyên sirgûnên Ermeniyan ên ku tên Bîrecûkê ji bo
di ser ferêt re derbas bibin û koçberî Sûryê bibin. Li sûryê jî dê çi were
pêşiya wan diyar e. Kuştin!
Cemîlê
Konê wî wextî hê di bihara temenê xwe de ye. Lê li gel vê jî, ew metirsiya li
ser cimata Ermeniyan dibîne, pê hest dike û dilê wî li ser wan pirr dişewite.
Ji ber ku, ew ji jenosîd û fermanên ku di dema Împaratoriya Osmanî de li
Êzdiyan rabûne agahdar e. Lema ew, heta ku derfeta wî heye, bi sedan sirgûnên
Ermen ên ji herêma Dilûkê ku ji bo sorgûnê hatine, wan li atolyeya ku ew bi rê
ve dibe, navên wan wekî hosteyan û karkeran dinivisîne, qeyd dike.
Bi vê yekê wan ji bela û bobelatê diparêze, li wan xwedî derdikeve. Ew Ermeniyên ji bo sirgûnê hatine ku di ser Ferêt re derbas bibin, bi saya serê Cemîlê konê, li wir dimînin. Li derdorê ferêt konên xwe vedigirin û malbat giş li ba hev dimînin.
Cemîlê Konê hejmareke mezin ji Ermeniyên ku wekî qurbanî hatine neqandin, ji mirineke misoger a kambax diparêze. Ew bi vê yekê tenê jî namîne, bi xaça sor re pêwendiyan çêdike, alîkariya cil xurek werdigre û pê wan malbatan xwedî dike. Bi taybetî ew alîkariya kalmêr û pîrejinan dike û qaşqûn û firarên eskeryê di bin siya xwe de diparêze.
Biryara İttihad û Traki aşkere bû. Kî yekî/e Ermenî biparasta û di mala xwe de xwedî bikra dê aqûbeta wan jî wekî a Ermeniyan bû ya. Cemîlê Konê ev berdêl dizanî bû, bi rixma wê jî a ji destê wî dihat texsîr nedikir.
Li gorî
nivîsa Bogharyan a di Ayntabagank ê de li sala 1974 an hatiye weşandin, malbatê
ku Cemîlê Konê ew rizgar kirine, hinek ji wana ev in:
M.
Sinanian • H. Sinanian • Levon Sinanian • S. K. Çokluyan • K. K. Çokluyan •
Harout Körükçüyan an jî Kürkçüyan • Levon Sinanian • Hagop Levonian • Yegia
Dağıcıkluyan • Hagop Miralyan • H. Sinanian • M. Çancıyan • Mihran Khaçeryan •
M. Taşçıyan • Arto Körükçüyan • Sarkis Kıbçıyan • Hovahannes Poladyan • M.
Avakian • Hovhannes û Kevork Şnorhokyan.
Cemîlê
Konê, di sala 1921 de li Helebê di nava cîgirên damezrêner ên "Komeleya
Qurbaniyên şer, Gazî û Mexdûran de cî digre û heta mirina xwe li wir xizmetê
dike.
Di sala
1923 an de dibe dîrektorê herêma Bilbilê. Di sala 1929 de jî dibe dîrektorê
herêma Cizîrê. Li ji bo perwerdeya maşîne û adewatên çandiniyê, li Edenê
dibistanekê dadimezirîne. Ji bilî we, di derbarê maşîne û amrazên çandiniyê de
gotaran dinivisîne û gotarên wî di rojnameyên herêmî de tên weşandin. Dibistaneke
dudiyan jî bi heman armancê li Helebê ava dike.
Cemîlê
Konê, wekî mirovekî wêrek, dilsoz, dilpak, jîr, rêzdar, çalak, mirovhez û
hûmanîst alîkarê jar û bêkesan tê naskirin. Di hêla ilm, zanîn, helbes û
nivisandinê de jî têra xwe jîr û têgihîştî ye. Ji bilî zimanê zikmakî ê kurdî,
bi zimanê tirkî, erebî, îngilîzî û hinekî jî bi almanî zanîbû.
Cemîlê
Konê di 25 Gulana 1967 an, di 75 saliya xwe de li Helbê li pey xwe du keç û du
kuran dihêle û diçe ber dilovaniya Xwedê. Wî ji zaroyên xwe re mîrateyeke
mirovhezî, civakî û çandî hîşt.
Bila
Ezdanê dilivan, wî giyan buhiştî birehma xwe birahimîne.
Îbrahîm
Osman
ibrahimosman@gmx.ch
ibrahimosman@gmx.ch
Yorumlar
Yorum Gönder