Rojnameya Kurd û Ramanên Simkoyê Şikak



Rojnameya Kurd û Ramanên Simkoyê Şikak


Kakşar Oremar

21’ê Tîrmehê sala 1930’an bû ku lîderê naskirî Simkoyê Şikak di dema hevdîtinên siyasî de bi rêbazên xapandkarîyên rayedarên leşkerî-siyasî ên îranî li bajarê Şinoyê hate şehîdkirin. Ji serdema Sefewiyan heya roja îro: derew, xapandin û bi hemû rêbazên dûr ji prensîpên exlaqî kuştina gire-gir û lîderên kurd karê sereke yê hakîmên îranî bûye.
Simko rêberek bû ku di mercên dijwar û hestiyar de jiya lê rewşa jiyana kurdan di hinek waran de guherî. Di warên weke: xwerêxistin, hevgirtina hêza eşîretên kurd, dîplomasiya derekî, xebatên çandî û ragehandinê kar û xebat kir ku rûpekî nû di jiyana civakî-siyasî ya kurdan de veke. Ramanên wî yên afirandkariyê bihêz bûn û di vê mijarê de avakirina xwendingeheke modern li bajarê Xoy mînakeke dîrokî ye. Armancên wî mezin bûn û zû dixebite ku rojname û kovarên kurdî bide weşandin. Di rojnameya kurd de ew behsa dagirkeran dike û pêre jî daxwazên doza netewa kurd bi bîra wan tîne. Simko di salên 1917 heya 1926’an rêberekî ciwan bûye lê ji bo guherandinên giştî kesekî amade ye. Ji gotina rewşenbîr û şêwirmendên xwe dernakeve. Heseretên wî dûr û dîrokî ne, haya wî ji qedera lîderên kurd heye û dizane ku dijiminên bav û kalên wî dixwazin kesên zana li Kurdistanê nebin ku doza kurd jî bê liv û lebat bimîne. Ew kesek bû ku guhdarî derdê dilê xelkê dikir û nêrînên xwe ji wan re vedigotin. Ev jî bû sedem ku di nava civakê de xwedî hêza herî mezin a hemû çînan be. Hêviya gundî û cotyarên kurd bû. Em vê rastiyê di stranên dengbêjên kurd de jî dibînin. Xala dawiyê ku Simkoyê Şikak ji lîderên din cuda dikir ew bû ku hêviyên wî yên pêşerojê mezin bûn. Dema ku derfeteke biçûk jê re dihat pêş, kar û xebat dikir ku pêngavekê ber bi pêş ve here.
Di nivîsa vê heftê de min xwest behsa naveroka rûpelên rojnameya kurd bikim ku organa fêrmî ya desthilata Simko bû û li bajarê Urmiyeyê dihat belavkirin.
Xizmetên çandî û navroka rûpelên Rojnameya Kurd
Di 25 salên jiyana siyasî ya serdema şoreş û desthilatdariya Simkoyê Şika de, em rastî hinek karên wî yên girîng tên ku hingî cîbicîkirin û pêkanîna wan ne hêsan bû. Bihayê wan karên hanê bi li ber çavgirtina îmkana madî û derfên civakî-siyasî yên kêm û taybetî pir bilind e. Sala 1912-13’yan bi hevkarîya Ebdulrezaq Bedîrxan( 1864-1918 ) kovara bi navê ‘Kurdistan’ tê weşandin. Li bajarê Xoyê komeleya bi navê Gihandaniyê tê çêkirin ku têde armanca pêgihandin û perwerdekirina zarok û ciwanên kurd e. Dîsa li sala 1916’an, xwendingeheke kurdî ji zarokên kurd re tê vekirin û Simko bi hemû hêza xwe ya siyasî û madî pişta wê pêngava mezin jî digire. Di warê aborî de, maliyata ji bazirgan û dewlemendên herêma desthilatdariyê tê standin û ew bi hemû hêza xwe dixwaze ku gel ji hikûmdariya wî razî û memnûn bin. Helbet tevahîya van kar û xebatên wiha divê li gor derfetên wê serdemê bêne nirxandin.
Rojnameya ‘Kurd’ peyvdara desthilatdariya Simkoyê Şikak bû ku bi texmînî tenê 6-7 hejmar jê derketine. Rûpelên wê dêr bi dêr xwedî naverokeke pir dewlemend bû û peyamên siyasî-civakî yên wê serdemê tê de cih digirtin. Bi xwendin û şîrovekirina wan gotar û peyamên wê, rêyeke tijî ronahî li ber me vedibe ku em baştir bîr û ramanên Simkoyê Şikak û armancên şoreşa wî binasin. Armancên wî çi bûn û çima serî hildabû li dijî desthilatdarên nelayîq û sîstema desthilatdar ku li Îran û Kurdistanê xwedî berpirsên sitemkar û xerabker bû. Wî çend caran bi bîra wan anîbû ku her tişt: “Ne bi zorê ye, belkî bi dorê ye!” û êdî dewrana wan jî divê bê dawiya xwe. Wiha jî kir û di dema çend salan de nîvê axa Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Simko wekî bazekî, nêçîra koremaran dikir; ew koremarên ku jehra xwe bi ser jiyana xelkê de belav kiribûn.


Kesên wekî Mihemed Temedon îdia dikin ku navê rojnameya serdema Simko berê: “Rojî Kurd û Şewî Ecem” bû lê logoya hejmara yekem di destê me de ye ku roja pêncşemê, 12’yê meha Şewala sala 1340’î ya Hicrî-Qemerî ( 08.06.1922 a zayînî ) li Urmiyeyê hatiye weşandin. Rojname heftane bû û tevî ku hejmara duduyan hîn peyda nebûbû, lê divê ew hejmar jî di 15.06. 1922’yan de hatibe weşandin. Hejmara sisêyan jî ku hemû rûpelên wê di destê me de hene, roja duşemê, 28’ê Zulqeideya sala 1340’î ( 23.07. 922 )an hatiye weşandin. Werin em 6 rûpelên wê rojnameyê vedin ka çi tê de ye:
Rojname heftane û di nava du xêzan de bi kurdiya naverast û bi tîpên erebî wiha li ser hatiye nivîsandin:
“Rojnameke siyasî, edebî, exbarî, sermeqale tercume dekirê be Farisî denûsê Kurdek bo hemû Kurdan. ”
Li aliyê rastê yê rojnameyê jî wiha hatiye nivîsandin:
“ Cîgey îdare Wirmê
Çapxaney Xîret
Modîr: Mihemed Turcanî
Meqalatek menfeitî Kurdan tê da bê werdegîrê.
Carê le her hefte da yekek çap dekirê
12 mang Şiwal 1340.”
Li vir, xala herî balkêş ew e ku birêveberên rojnameyê bi awayekî zelal didin diyarkirin ku tenê ew gotar têne belavkirin ku di ber berjewendiya kurdan de bin.
Di naverasta rûpela yekê yê rojnameyê de, sûreta Al Umran, ayeta 103’yan hatiye nivîsandin:
“We i`tesimû bi heblillah cemîen we la teferreqû – واعتصموا بحبل الله جميعاً و لا تفرقوا(1)
Li jêr wê ayetê jî du destên hevgirtî hene ku wekî sembola yekitî û tifaqê hatine diyarkirin. Di nîvê rûpela yekê yê rojnameyê de jî navê rojnameyê ‘Kurd’ hatiye nivîsandin.
Li aliyê çepê jî wiha hatiye nivîsandin:
“Heqê rojnamê pêşekî werdigîrê. ”
Bihayê rojnamê yê nav û derveyî welat jî wiha hatiye diyarkirin:
”Daxile: Salek 50 Qiran. Şeş mang 27 Qiran
Xarice: Salek 60 Qiran. Şeş mang 35 Qiran
Qîmetî yek nusxe deh Şahî
Qîmetî îlanan her dêrî du Qiran. ”
Nêrîn û daxwazên Simkoyê Şikak
Tevî ku ew hê ciwan û li pey kuştina bab û birayê xwe li herêmê bûye kesekî xwedî karîzma, lê mirovekî dûrbîn û xwedî ramanên kurdayetiyê ye. Simko xwedî armancên pîroz û dîrokî bû. Ji hemû kar û xebatên çandî, rewşnebîrî û siyasî yên ku di serdema serîhildana Simko de li Kurdistanê hatine kirin, mirov hingî dizane ka çima ji hêla desthilatdar û îraniyên nasyonalîst ve ewqas rik û kîn li hemberî Simko hebû ku hîn jî ew dijberî bi dawî nebûne. Heta rewşenbîrên wê serdemê jî tevî ku baş dizanîn Riza Şahê Pehlewî dê welêt ber bi sîstemeke dîktator ve bibe, dîsa jî xwe ji vegotin û nivîsandina rûdanên rast vedidizin û bi bêşermî li dijî şoreşgerên kurd û armancên wan ên siyasî dinivîsin.
Rojnameya Kurd wekî yekemîn rojnameya kurdî ya rojhilatê Kurdistanê, xwedî hinek taybetmendiyên berbi çav e:
  1. Bi du zimanan kurdî û farisî, hatiye weşandin.
  2. Bi du zaravayên kurdî ango kurmancî û soranî, hatiye amadekirin û weşandin.
  3. Di rojnameyê de, ji hêla lîderên şoreşê ve, rêbaz û armancên şoreşa Kurdistanê hatine şîrovekirin.
  4. Rewşenbîrên navdar û sernas li dora Simko hebûn: Mîrza Ebo Elhesen Seyfulquzat ( 1876-1945 ), Mihemed Turcanîzade, Ehmed Turcanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan( 1864-1918 ) û kesekî kêmnaskirî bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî ku wekî qaziyê wî yê karên dadwerîyê bû.(2)
  5. Ji naveroka rojnameyê tê kifşê ku wan xebat kiriye da ku sîstema xwe ya desthilatdariyê bidin rûniştandin û bêhtir bi gel bidine naskirin. Her wiha pê re jî ji dijmin û dewletên biyanî re îspat bikin ku ew ne ajaweçî, talanker û tevlihevkar in, lê berevajî wê, şoreşa wan xwedî armancên bingehîn, siyasî û civakî ye.
Di rûpela yekê ya hejmara sisêyan a rojnameya Kurd de, kesek bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî bi zaravayê kurmancî nivîsek belav kiriye. Wî di dawiya nivîsê de wiha nivîsî ye: “Qazîyê Simko, Mihemed Cemaledîn Elhekarî. ”
Li vir, du pirs derdikevin holê: Ew kes kî ye û haya Simko qaziyekî wî hebû ku şêwira xwe pê kiriye û ramanên xwe pê re parve kirine ku di pey re jî di nav raya giştî de belav bike? Naveroka nivîsê xwedî hin peyamên siyasî ye ku armancên serhildana Simko didin xuya kirin û ji hêla din ve jî behsa siyaset û rêbazên çewt ên dewleta Îranê li Kurdistanê dike. Nivîs bi du zimanan û bi awayê jêr (bi kurmamcî û li hember jî bi zimanê farisî) hatiye belavkirin û ez jî li vir, nivîsê wekî orjînala wê, lê bi tîpên latînî dinivîsim û radixim ber çavên we:
Çar sal e wiqûatêt li wan serhedan waqêi dibin, bi wasita xezetêt(3) xwe bi navê şeqawet(4) îlan dikin(5). Mirovêt dûr jî çi ko ji heqîqeta şolî(6) bêxeber in, bi wî terzî dizanin, hal ewe heqîqeta şolî ne we ye. Me hêvî heye cerîda(7) Kurdan îro û paş ve rastîya dê şêt(8) wiha binivîsît da xelq heqîqetê bizanit:
Di wê babê(9) da çend xeberan ez dê bêjim:
Bal her kesî meilûm e ku di wê herba umemî(10) da, Îranê bêterefîya xwe îlan kiribû. Hal ewe miletê çi dewletêt miharib(11) hindî Kurdêt keftî di serheda Îranê da mutezerzir nebûye(12) û ewe li meydanê ye û her kes bawer neket bilan(ê) bêt bibînît. Ne nifûs, ne mal bo Kurdên feqîr nemaye. Aya ewe ji çi bû? Eger Dewleta Îranê -ku heta xwe metbûî(13) wî miletê Kurd ê feqîrkeftî di wî muhîtî(14) dizanî- miharib bû lewra miletê tabiê wî mutezerir bû. Kanê îlan(a) herb di gel kî dewletê kiriye bila bide zanîn. Hal ewe bêterefîya xwe resmen bi defeatan(15) îlan kiriye, her wekî li nik hemî (kesî) meilûm û miqeyd e.
Eger miharib nebû, miletê tabiê wî çira hinde mehû û mutezezir bû. Elbet ewî sebeb heye bilê sebebê wê ewe ye ku Dewleta Îranê muqtedir nebû (ku) miletê tabiê xwe ji pinca(16) ecnebîyan mihafize biket. Dewletêt micawirî(17) wî ku miharib bûn, hatine nav milkê wî ehalî û miletê tabiê wî mehw û perîşan kirin. Paş ku du dewletêt xarcî ji nav milkê wî paş ve çûn, Îranê dîsa îdara xwe ya zalimane teisîs kir. Miletê Kurdan fikirî ewe ne careke herçî zemanê yek ecnebî hez ket daxil miklî dibît, miletî mehû diket, kes lê napirsît. Zêde(tir) ji wê û bi rikî û tekalîfêt mafoqeltaqet(18) û cirîmêt bêqanûn(19)hindî hez diket ji Kurdan distînît, li keyfa xwe mesref diket, ne mektebekê, ne fabrîqekê, ne rêyekê, ne pirekê, ne eczaxanekê, hasilî çu(ti) eserêt medenîyetê bo Kurdan teisîs naket, çi kesê hez diket bê siwal û cewab dikujît, digirît, ne qanûn, ne şerîet, ne sîyaset çu(ti) destûrekê emel naket(20). Roja lazim jî bît, miletê tabiê xwe nikarit mihafize biket. Belke(î) bi xwe jî hawî(21) ecnebîyan miletê tabiê xwe diherişînît her wekî çar salan ber(î) niha Kurd û Ermenîyêt (di nava) milkê Îranê da ku çend esran(22) heta niha wekî biran derbas dikirin, Îranî tehrîk kirin berdane hemû nifûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan wa mehû kirin. Namûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan ji nav birin; Ermenî û Aşûrî weke zarokên xweştivî birin nik xwe û ew hembêz kirin. Di destpêka kar de Kurdistan teşwîq û terxîb kirin û gotin: Meger Ekrad Misilman nînin, çira întiqama xwe ji Asûrî û Ermenan nastînin? Wan ser Kurdan gelek şolêt wiha kirine. Kurdên feqîr ji wê zulmê, ji wê cebirê bêtab man, êdî tehemula wam nema, mecbûr bûn îdia kirin madam Dewleta Îranê neşêt me mihafize bikit û ji xeyr(î) zulmê çu(ti-çi) muamilêt dîtir di gel me naket, bilan destê xwe ji me bikêşît em bo xwe dê îdara xwe bikin û milk û cîyê xwe jî dê mihafize bikin. Kurdên feqîr çi ku wasita neşirê, û mirovêt wan li nav meclisa dewletan tinebûn ji bo wê fikira xwe ji xeyr silahî çu wasite(yên) dîtir nedîtin, dest dane silaha xwe, Ecem hêdî hêdî ji nav xwe derxistin, ewên ku mayî jî înşelah dê dema nêzîk da ji eceman tamîz kin. Eceman ew fikire dizanî, sebebê êqdama Kurdan dizanî, belê rastî nedigot(in), digot(in) Kurd şeqawetê dikin, her dem orduyek tertîb dikir, sewq dikire ser Kurdan, belkî Kurdan temamen mehû ket, şocaeta xwe ya fitrî îzhar kirin, (lê) di hemî şeran da xalib bûn. Niha şol gehiştîye derecekê, nêzîk e Ecem bo xwe jî mexlûbîyeta xwe(23) û xalibîyet û heqanîyeta Kurdan îqrar ket, eger îqrar neket jî weqayêi dê şehadetîyê li heqîqetê bidin, mecala înkarîyê namînit. Ew wiqûatêt(24)çar sal e di wî muhîtî (de) diqewimit sebeb ew bû ku min erz kir, şeqawet nîne madfia heqî ye(25).
Qazîyê Simko-Mihemed Cemaledîn Elhekarî.”
Para edebî ya Rojnameya Kurd
Di beşê edebî (wêjeyî) de jî peyamên balkêş hene ku helbesteke mamosta Seyful-Quzat bi awayê jêr hatiye belavkirin:
Qismet Edebî (eser qelemî Axay Seyfu’l-Quzat)
“Kurdîne, ta key ême le kêwan mîsalî dêw / Bêyn û biçîn û bo me nebê qet xudan û xêw?
Xelkî hemû le bax û le şaran a kêfxoş / Êmeş bilaw û bêsere mawîn le deşt û kêw.
Reşmal e mal û keşk û penîr e meta’î me / Qesr û serayî xelkî dî ye pir le zêr û zêw.
Jêrdestî û îta’etî bêgane ta be key? / Şerm e le bo me, hênde bijîn bênîşan û nêw.
Her mîlletê le la we heqî xoy be deste we / Kurdê ke ser helênê, delên bo te ser bizêw.
Azadî, serbexoyî, mîrî û gewreyî / Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw.
Her kes ke pirr tewawî heqî babî xoy newê / Ew bêbeş e le Kurdî, derî ken, neyate nêw.”(26)
Ew di helbesteke xwe ya din de behsa lîderê Şoreşa Kudistanê, Simkoyê Şikak dike û ji gel daxwaz dike ku bihagiraniya wî baş bizanin:
“Kurdan Kurdekan be Xuda rojî xeyret e / Des deyne xenceran û pêyawane bêne lêw.
Simko (Xuda) ke dawe be me sahib û reîs / Şukrî bikeyin bezar û ziban û didan û lêw.
Meqsud(î) wî eme: Ke heq(î) me bidate me / Teklîf(î) meş wiha ye feday bîn be nêr û mêw.”
Di rûpelên din ên rojnameya Kurd de, şîroveya qanûnên hikûmetê hene û bi giştî behsa sîstema desthilatdariyê hatiye ravekirin. Li ser vê mijarê nivîsek bi farsî li jêr nav-nîşanê «meramê ma – Armanca me« hatiye nivîsandin ku bi dirêjî û elbete bi zimanekî sade li ser daxwazên xwe yên meşrû nivîsandine.
Emiliano Zapata û Simkoyê Şikak
Emiliano Zapata (18791919) şoreşgerekî Meksîkayî bû. Ew gundiyekî çermsor bû ku li dijî kedxwarîya feodal û hakîmên herêma xwe serkêşiya şoreşekê kiribû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistinkirin û di destpêka serîhildana xwe de ji sê parên axa welêt parek rizgar kir. Piştre jî hemû axa Meksîkayê, hemû başûrê welêt bi dest xist. Lê belê serokkomarê wê demê yê bi navê Carranza xwest reforma zevî û axê ya ku E. Zapata dabû destpêkirin rawestîne û bi komployekê bi merema hevdîtinên siyasî ew lehengê xizmetkarê berjewendiyên gel, kuşt. Zapata dema ku ji aliyê hêzên dewletê ve li cihekî bi navê Cuernavacayê hate kuştin, 39 salî bû.
Xala balkêş ew e ku di awayê kuştina Zapata û Simko de wekhevî pir in. Her du jî şoreşger û di dema hevdîtinên siyasî têne kuştin. Yek rêberê Şoreşa Meksîkayê û yê din jî serokê Şoreşa Kurdistanê ye. Dijberên her duyan jî dîktator û mirovên virek û sextekar bûn ku pişta wan ne bi hêza gel, belkî hêzdarên kedxwar bûn. Her du jî di dîroka welat û gelê xwe de wekî “qehremanên milî”, xwedî navekî xweş in.
Li pey şehîdbûna her du lîderan, ji hêla gel ve gelek stran û helbest hatine gotin û nivîsandin, lê biqasî ku li ser Zapata filmên sînemayê, konferans û semînar hatine çêkirin û lidarxistin, mixanin li ser Simko xebatên wiha kêm in. Dema Simko tê şehîdxistin, helbesta jêr li her derê dikeve ser zarê xelkê:
“Rijandî namerd xwênî merdanit / Tolet estênît lawî Kurdanit.”
Di folklora kurdî de, nêzî 20 stranan ji hêla dengbêj û hunermendên kurd ve li ser Simko û endamên din ên malbata wî hatine gotin. Kawîs Axa, Şakiro, Hecî Ebdulkerîm, Kazo û Şehram Dostanî hinek ji wan kesan in ku bi peyvên xweş li ser jiyan, qehremanî û şerê mêrxasên kurd, kilamên xweş gotine. Di kilamên dengbêjên me de, li ser zilm û zora serdestan û hejarî û li berxwedana bindestan, bi zelalî behsa gelek rûdanên nexweş tê dikin.
Jêder û Têbînî
(1). Wateya wê ayetê wiha ye: “Û hûn tev lepên xwe biavêjin benê Xwedê û ji hev belav nebin.”
(2). Lêkolîna min a li ser jiyan û kesayetiya wî heye lê hîn bi dawî nebûye. Bes a girîng ew ji Colemêrgê bû û kesekî pir zana û şoreşger bû. Dema dibîne ku rojhilatê Kurdistanê azad dibe, xwe digihîne cem Simko û wekî qaziyê wî pê re kar dike.
(3). Rojnameyên
(4). Tevlihevkar, têkder.
(5). Belav dikin, diweşînin.
(6). Ji rastiya kar û şixul.
(7). Rojname.
(8). Dikare.
(9). Di vê derbarê de, li ser vê mijarê.
(10). Yanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de (1914-1918).
(11). Dewletên şerker, dewletên di halê şer de.
(12). Rastî xisar û zîyanê nehatiye.
(13). Girêdayî.
(14). Cih, herêm.
(15). Bi caran. Çendîn caran.
(16). Ji destê.
(17). Dewletên cîran.
(18). Li derveyî sînorê hêza wan.
(19). Cezayên li derveyî qanûnê.
(20). Cî bi cî nake.
(21). Wekî, mîna, bi awayê.
(22). Çend qirnan, çend sedsalan.
(23). Şikestin û binketina xwe.
(24). Bûyer, rûdan.
(25). Parastina maf û emekê ye.
(26). Ew helbest di nava Kurdan de naskirî ye û xwedî peyamên civakî û sîyasî ye ku rewşa Kurdan a serdema Qacarî û Riza Pehlewî bi eşkeretî dide xuyanîkirin. Mamosta Seyful-Quzat, bi zimanekî wêjeyî û xweş, gilî û gazinên xwe ji dagirkerên welatê xwe vedibêje.
Têbînî: Di gotara jêr de min bi dûr û dirêjî behsa malbata Simko û armancên xebata wî ya siyasî kiriye:

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)