PÎRÊ ŞALYAR

PÎRÊ ŞALYAR Yaqûb Kurmanc Pîrê Şalyar kurê yek ji rêber û muxên Zerdeştiyan bû ku li gor baweriya xelkê Hewramanê, gihiştibû radeya bilind ya manewiyet û arîşenê û hin mûcizeyên wî jî hebûn. Hin zanistvan dibêjin ew di salên dawî yên imrê xwe de ,Dînê Îslamê pejirandiye û tevahiya hewl û xebata wî ew bûye ku Îslamiyetê bi gel bide nasandin. Hin kesan wî re digotin hekîm ji ber ku Pîrê Şalyar bi giyadermankan kesên nexweş derman dikir û gelek kesan jî ew wek helbestvan nas dikirin. "Guhişt ce wateyî Pîrê Şalyar bû Huşt ce kiyasteyî zanayê sîmiyar bû" Yanî "guh bide gotinên Pîrê Şalyar,ji bo têgihiştina nivîsarên Zerdeşt,zana û hişmend be" Yek ji rêûresmên kevnar ku li Hewraman tê lidarxistin,rêûresma" Daweta Pîrê Şalyar e" Xelkê Hewramanê çendîn û çend sal in ku vê rêûresma dîrokî nifş bi nifş bibîrtînin.ev rêûresm her sal di 4 sibatê de di salvegera daweta Pîrê Şalyar de tê lidarxistin. Keça Şahê Bîxarayê ,Şabihar Xatûn ...