…ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!..
…ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ T’UNEKIRIN Û JI HOLÊ R’ABE?!.. Ezîz ê Cewo “R’astîyeke tal ji hezar derewên şêrîn şêrîntir e!” (Gotina pêşîyan) Helwest heman helwest e, tiştekî nû li holê nîne! Lê, dîsa jî… Piştî weşana nivîsa ‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’[1] a Hoşeng Broka min hinek nirxandin di gotara xwe ya “Helwesta bêsînor a asta absurdê û nedîtina r’astîyan”[2] da li ser wan helwest û nêr’înên wî biraderî kiribûn, ên ku di wê nivîsê da dabûn der. Û kekê Hoşeng li ser van nêr’înên min gotareke ji heyşt beşan bi sernivîsa Ezîzê Cewo û „Çîroka Xwedayekî Sextekar“[3] dinivîse û şûna ku dîtinên min bi zanistî binirxîne, şiroveyên xwe bîne, eger tiştek jî hebe, bi zanistî gotina xwe bibîje, li r’û erdê çi buxdan, şer’ û şilt’ax û t’ewanbarî hene û t’unene, davêje p’êsîra min û hewl dide, dîsa berê me bide “Êzdaname” û “Çîroka ’Xwedayekî sextekar’”, a ku, wek ku ew bi xwe dinivîse, ewî, “hem wek „şahidekî“ vê pirtûkê û Xwedayê wê...