XALTÎ - ÛRARTÛ; "Efendiyên Welatê Jor"
Efendiyên Welatê Jor
Egîd Yazar
Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez
bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek caran kelecanê ez girtim û yek caran jî
henase/bîhn li min çikiya.
Li ser rûyê vê dinyalikê, ti şaristaniyeke din weke
Ûrartûyan ev çend mutewazî, mirovhez, afirîner û xwediyên nirxên bilind
nehatiye dîtin.
Meriv çiqas wesfê van mirovên henûn, zîrek, kêrhatî û ehlên
jiyana xweşguzarî bide jî, dîsa meriv dibêje qey têra ciwanmerdiya wan nake.
Ûrartûyan, ti carî ji bo desthilatdariyê bi hev re şer
nekirine. Qralên Ûrartûyan, wexta qala îcraetên xwe kirine, ewil navê xwe û
paşê jî navê bavê xwe hildane. Çaxa derketine cengê jî, dia ji xwedayê xwe re
kirine. Herdem xwe ji xwedayê xwe re nizm kirine. Peyker û kêlberên (rulyef)
xwedayên xwe çikandine, lê peyker û kêlberên şexsên xwe nedane çêkirin û
neçikandin.
Ûrartûyî, xwediyê baweriyeke pirr-xwedayî bûne. Navê
serxwedayê Ûrartûyan, Yezan Xaldî ye. Di heman demê de Yezdan Xaldî, yezdanê
şerr e jî û xwedayê wan ê neteweyî bûye. Navê hevjîna Yezdan Xaldî, Xwedawend
Arûbanî ye.
Hemû qralên Ûrartûyan, serkeftinên xwe yên di şerr de bi
hêza Yezdan Xaldî ve girêdane. Ev yeka hanê bi me dide selimandin ku Ûrartûyan,
di şerran de û di her astengiyên giran de, motîvasyoneke mezin ji Yezdan Xaldî
wergirtine. Yezdan Xaldî, li ser pişta şêrekî hatiye sêwirandin. Ji gewdeyê wî
aleviyên agir vêdikeve û rima wî ya navdar bi aleviyên agir pêxistî ye.
Ûrartûyan ewqas bi xwedayê xwe ve girêdayî bûne, li her
bajarên xwe perestegeh û mabedên olî ji Yezdan Xaldî re nezir kirine.
Em ji vê rewşa hanê serwext dibin ku yewnanan, çanda
nezirkirina perestegehan a ji bo xweda û xwedawendên xwe, bi temamî ji
Ûrartûyan wergirtine. Selimandina vê yekê jî ew e ku mîmariya perstegehên
yewnan, hema hema ji ber perestgeha Yezdan Xaldî hatibû nezirkirin û qopî
kirine.
Yezdan Teîşeba jî, xwedayê ba û bahozê ye. Li ser pişta
ganêrekî hatiye sêwirandin û gurzek tîrêjên birûskan di destê wî de ye.
Yezdanê di rêza sêyemîn de jî, Yezdan Şîvînî ye û ev jî
yezdanê rojê ye.
Li ser deriyê Mehîr ê Yezdan Xaldî, navê 79 xweda û
xwedawendan nivîsandî ne. Ji van xweda û xwedawendan 63 heb mêr û 16 heb jî jin
in. Ji bo van xweda û xwedawendan, her sal dewarên sitûr û pez ji wan re hatine
nezirkirin.
Ji ber navê seryezdanên wan Xaldî bûye, wan jî xwe wekî
miletê Xaldî bi nav kiriye. Yek caran jî ji xwe re gotine Bîanîlî, ango
Biyanistan. Lê cîranên wan, nexasim jî Asûran ji wan re gotiye Ûrartû û Naîrî.
Ûrartû tê wateya Qewmê Çiyayî û Naîrî jî tê wateya Qewmê Çeman.
Em Ûrartûyan nas bikin
Piştî Mîtanî ji hêla asûran ve têk diçe, hemû kurdên deştî
xwe li êlatên azad ên li derdora gola Wanê digirin. Ev êlatên azad, hûrriyên
Zagrosî bûne û ew jî pêşiyên kurdan e. Her êlek, serbixwe bûye û qralekî wê
hebûye.
Di sedsala 13’emîn de, qralên asûran ji bo huner û xezeba
xwe raberî herkesî bike, êrîşî ser van êlatên li derdora gola Wanê dikin.
Qralên asûran di salnameyên xwe yên şer de dinivîsin dibêjin: “Me êrîşî ser
welatê Ûrartûyan kir. Mîna çûka di ser hêlînê de me dest danî ser wê û hêkên
wê. Me ji serê wan ê jêkirî, pîramîd çêkirin. Newal ji laşên wan tije bû û
laşên wan mabû di nav xwîna xwe de. Me 8 welat û 51 bajarên wan şewitandin û
wêran kirin.” Ev êrîşên asûran ên bêeman, derdora 400 salî dajo. Her cara
qralekî Asûr ê nû derdikeve ser text, derdikeve nêçîra xelkên cîranên xwe,
nexasim jî xelkên Xaltî-Ûrartûyî
Ti miletî bi qasî asûran, wesfê qetlîamên xwe nedane û bi
dilbijandinek ev çend mezin qala xwînrijandina mirovan nekiriye. Meriv ji xwe
re dimîne heyirî, ka çawa însan dikane ewqas bi herikandina xwîna însanan
kêfxweş bibe û bi vê hezê kêfxweşiya xwe bîne ziman.
Asûr, ji qewmê samî ne û ji başûrê Afrîkayê hatine. Xezeba
wan bi ser kevir û daran de nebare! Bi hêsanî meriv dikane bibêje, heke ne ji
komkujiyên asûran bûya, niha serjimara kurdan ew ê bi sed milyonan bûya. Ez
dixwazim hinekî din vê îdiaya xwe bi pêş ve bibim: dîsa heke ne ji komkujiyên
dewleta Asûr bûya, niha gelek dewletên dinyayê bi kurdî diaxivîn!
Pêşiyên asûran, ango qralên akadiyan bi xwe gotine, ewqas
qewmê Zagrosan pir in, hejmara wan bi qasî stêrkên ezmanan dibiriqe. Qewmê
Zagrosan jî, pêşiyên kurdan ên hingê ne.
Hêjayî gotinê ye ku ti caran kurdan rê nedaye ti kesê, heta
dijminê wan werin hikum li Zagrosan bikin; hîn jî hukumdarên Zagrosan, tekane
qewmê kurd in. Her çiqas berdêlên pir giran jî dabin, ev çarenûseke neguherbar
e û hukmê ti kesê nagihêjê heta vê çarenûsê biguherînin. Meriv dibêje qey ev
fermaneke xwedayî ye!
Dewleta Xaltî-Ûrartû
Lûtîprî, merivekî gelekî zana û jêhatî bûye. Lûtîprî,
temamên êlatên welatê Xalta dicivîne ser hev û yekitiyek xurt di navbera wan de
ava dike.
Lûtîprî yê zana û wêrek, cara duyemîn temelê dewleta
Xaltî-Ûrartûyî B.Z di sedsala 9’emîn de datîne. Ev yekitiya êlatên Xaltiyan,
xwe li hemberî êrîşên dijwar yên artêşa nîzamî ya Asûran xwe li ser piya
digirin û Asûran paş ve dehf didin.
Sardûrî yê kurê Lûtîprî B.Z di sala 832’an de dibe qral û
Qral Sardûrî, ji bo xwe ji êrîşên muhtemel ên Asûran bihefidîne, serbajarê
welatê xwe koçî Tûşpayê dike û li ser bilindahiya Tûşpayê, kelateke niwaze ava
dike.
Qral Sardûrî, li ser dîwarê keleha Tûşpayê wiha dinivîse:
“Nivîsa Sardûriyê kurê Lûtîprî; qralê mezin, qralê bihêz, qralê cîhanê, qralê
welatê naîriyan, qralê raqîbê wî tine, şivanê gel, qralê ji şerr natirse. Ez
Sardûrê kurê Lûtîprî, qralê qralan, qralên ku ji hemû qralan xwîkiyê (xeracê)
distîne. Sardûriyê kurê Lûtîprî wiha diaxive: “Min ev kevir ji bajarê Alnûnûyê
(Xelat) û ev dîwar ava kir.”
Piştî Sardûrî, kurê wî Îşpûînî dibe qral û Îşpûînî
îdarekirina welatê xwe, bi kurê xwe Menûa re parve dike. Meriv dikane bibêje
bav û kur bi hev re dibin qral. Ev yeka hanê, bawerî û ezmûneke mezin dide qral
Menûa yê ciwan. Piştî mirina bavê xwe jî, qral Menûa peywira xwe, bi awayekî bê
qusûr tîne cih.
Tûşpaya paytexta welatê Xalta-Ûrartû tam 100 salî malovaniyê
ji miletê Xaltayî-Ûrartûyî re dike. Tirba pênc heb qiralên Xalta di tahtên asê
yên Tûşpayê de hatine kolan. Her yek ji wan tirbên bîrdarî, yek ji ya din
niwazetir e. Ew tirbên hanê bi hostahiyek were hatiye çêkirin, meriv fedî dike
ji xwe re lê binihêre.
Ev tirbên bîrdarî yên qral Sardûrî yê 1em, Îşpîûnî-Menûa,
Argiştî û Sardûrî yê 2’yemîn, ewqas dêwasa mezin in, her yek ji wan artêşek
dikane xwe tê de veşêre.
Ji ber ku Îşpîûnî û kurê wî Menûa di heman demê de bi hev re
welatê xwe îdare kirine, her du qral jî di yek tirbê de hatine definkirin…
Qral Sardûriyê 2’yemîn
Di serdema qral Sardûrî yê 2’yemîn de, firehiya hikumdariya
welatê Xalta, digihêje sînorê xwe yê herî mezin.
Êdî ji deryaya Xezarê bigre hetanî Deryaya Reş, ji wir
hetanî Kapadokya û heta welatê Kilikyayê ango heta peravên Deryaya Sipî û heta
qismekî Mezopotamyaya jêrîn, dikeve bin hikumdarî û bandora qral Sardûriyê
2’yemîn.
Wexta Sardûrî yê 2’yemîn xwe li çemê Firatê dixîne derbasî
rojavayê Firatê dibe, welatê Melîteayê vedigre û li ser tahtê rexa Firêt wanî
dinivîse: “Yezdan Xaldî bi rima xwe daket cengê. Qralê welatê Melîteayê
Hîlarûadayê kurê Saha têk bir. Ew li pêşberî Sardûrîyê kurê Argiştî li erdê
xist. Yezdan Xaldî bihêz e, rima wî jî hêzdar e. Sardûrîyê kurê Argiştî derket
seferê. Sardûrî dibêje: “Çemê Firatê aram bû. Ti qral nikarîbû li vir xwe li
çemê Firatê bixista. Ji ber ku min ji mezinahiya wan a Xwedayî alîkarî xwest,
ez li ber Yezdan Xaldî, Yezdan Teîşeba, yezdan Şivînî û hemû yezdanên welatê
Bîanîliya geriyam û lava kir, wan jî dengê min bihîst û rê şanî min dan. Li ber
bajarê Tûmîşkî ez bi şervanên xwe re derbasî wî aliyê çem bûm. Ez ji başûrê
welatê Qalaniya derbas bûm, ez gihaştim çiyayên Karnîşiyê yên ku dikevin bakûrê
Meletiyê. Ez heta welatê Mûşayê bajarê Zapşayê bi pêş de çûm. Di rojekê de min
14 kelat û 80 bajar (gundê hingê) xistin destê xwe. Min kelat wêran kirin û
bajar jî şewitandin.”
Qral Menûa û êrîşên aramiyan (ermen)
Gelê aramî ango gelê ermen, nola begligek piçûçik, li bakûrê
Îdirê dijiyan. Di serdema qral Menûa de, keleş û rêbirên aramiyên pêşiyên
ermenan, êrîşî ser mal û milkên gundiyên Kaxizmana Qersê dikirin. Ev êrîşên
hanê ji mêj ve pêk dihatin û gelê herêmê ji van êrîşan bêzar bûn. Li ser vê
yekê gundiyên Xaldî, giliyê van destdirêjiyên aramiyan li cem qral Menûa dike.
Qral Menûa pir hêrs dibe û leşkerên xwe dişîne ser vê begliga ermen û wan tevdekan
dîl digrin û tînin Tûşpayê. Bi vî awayî em serwext dibin ku xelkê ermen B.Z di
sedsala 8’emîn de ji hêla qral Menûa ve di nav axa welatê Xalta de, nexasim jî
li derdora gola Wanê tê bicihkirin. Di nav demajoyê de xelkê ermen êdî wê
herêmê wekî welatê xwe dipejirînin.
Ji vê yekê tê famkirin ku, gelê ermen ji Xaltî-Ûrartûyan
hînî hunera dîwarlêkirinê bûne. Lewra gelekî berî xelkên ermen, miletê
Xaltî-Ûrartûyan kelat û perestegehên niwaze avakirine.
Qral Menûa, xizmeteke pir mezin ji xelkê xwe re dike û asta
xweşguzariyê derdixîne asta herî jor. Coaveke zêdeyî 50 km dikole û tîne
berdide nav zevî û bajarê welatê Xalta. Li her derê rezên tirî datîne û şeraba
pirr xweş ji wan rezan hildiberîne. Menûa, wan rezan ji jina xwe Tirîlîlayê re
nezir dike. Xwînerên hêja! Ev navê Tirî û Tirîlîlayê bi we jî balkêş hat ne
wanî?
Tê gotin ku wexta gelê ermen çûne Fransayê, ji rezên Wanê
ango ji rezên Menûa, tovên tirî bi xwe re birine û li wir çandine. Roja îro,
şeraba navdar a Nice û Lyon a Fransayê jî ji wan rezan tên hilberandin.
Dema qral Argiştî
Piştî qral Menûa, Argiştiyê yekem derdikeve li ser text û
dibe qralê çarem ê welatê Xalta. Qral Argiştî di şerê li hemberî dijminê xwe de
gelekî dijwar bûye.
Qral Argiştî, berevajî hukumdarên kurdan çi yên berî xwe û
çi jî yên piştî xwe, qet dilê xwe bi dijminê xwe neşewitandiye. Ji ber vê
taybetiya qral Argiştî, navê ku di kurdiya roja me de tê wateya Arê-geş li xwe
kiriye û ji xwe re gotiye Argiştî!
(Çavkanî: XWEBÛN)
Yorumlar
Yorum Gönder