EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ



EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ

Faysal DAĞLI

Demeke ku li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepîşandan û protestoyên dijî rejimê ket rojeva cîhanê, çav li rêye ku li vî welatî pêvajoya guherîn an jî têkçûnekî mezin rû bide. Bi taybetî ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê û siyaseta Tahranê ya heremê ku hemû dengeyên Komara Îslamî serûbino kir, niha li ber teqînê ye. 

Rojhilatê Kurdistanê ku demekî dirêj e, bê deng e, niha tevî serhildan û raperînan careke din bû xalekî sereke ya rojeva Kurd. 

Rojhilat wek dûyem mezintirîn perçeyê welat, di dîroka siyasî ya Kurdan de xwedî ezmûneke dûrdirêj e jî. Ji bo îstîfadekirina ev mêjû û ezmûnê pêwîstî bi zanîna dîroka vê beşa welat heye. 

Bi vê armancê min rêzenivîsekî di derbarê salên 1940-1947’an de amade kir, ku di wê demê de Komara Kurdistanê û Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê hatiye damezirandin. 

Balkêş e di van salên ku şerê cîhanê yê dûyem qewimî û Îran ji aliyê Sovyet û Amerîka/Brîtanya ve hat dagirkirin, bi taybetî vekişîna van hêzan ji Îranê û tenêhiştina Kurd û Azeriyan li hember rejima Îranê (û pelixandina van herdû gelan) bi gelek awayî dişibe rewşa îro ya Rojavayê Kurdistanê. Bi hêviya îstîfadekirinê ji vê ezmûna dîrokî… 

Di rêza yekem de bi giştî dixwazim bahsa pergala siyasî û coxrafî ya Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Mahabadê bikim.

1-) PERGAL Û REWŞA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ

Xaka Rojhilatê Kurdistanê li gor pergala rêvebiriya Dewleta İranê wek pênc eyaletan ji hev hatiye veqetandin. Eyaleta bi navê Kurdistanê ku peytext Sîne ye, ji bajarên Seqiz, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kamyaran û Dîwandere pêk tê.

Bajar û heremên din yê Rojhilatê Kurdistanê jî wek eyaletên; Kîrmanşa, Îlam û Loristan ji hev hatine xistin. Bajarê Urmiye û navçeyên wê jî di nav sînorên Eyaleta Azerbaycana Rojava de cîh digrin.

Eyaleta Loristan bi navê Lornişîn û Leknişîn an jî Loristana Mezin û ya Biçûk wek dû heremên etnîkî ji hev vediqetin. Lekên herêma Pêşkû xwe perçeyekî netewa Kurd dizanin. Lorên herêma Piştkû jî xwe wek netewekî xweser dihesibînin. 

Şêniya Kurdên Rojhilat îro tevî rewenda Xûresan û deverên din ji 15 milyonî zêdetir e.
Li vê beşa welat; Soranî, Kurmancî, Goranî û Lekî-Lorî hemû zaravayên Kurdî tên axaftin.
Herwiha olû baweriyên wek Îslam (Şia û Sune) Ehlîheq/Yaresan/Kakeyî/Şabek û beşek Bahdînî (Zerdeştî) di nav Kurdên Rojhilat de serdest in. 

Xaka Rojhilatê Kurdistanê ji bilî herema Loristanê nezîkî 175 hezar kîlometreqare fireh e. Rûberê Rojhilatê Kurdistanê ji çiyayên bilind pêk tê. Bilindahiên deverê girên rêzeçiyayê Zagrasan e. Zagros ji herema Serhedê destpêdikin û heta herema Loristanê 1000 kîlometre dirêj dibin. Ev rêzeçiya sînorên her sê perçeyên Kurdistanê jî ji hev diqetîne. Li Rojhilatê Kurdistanê çiyayê herî bilind Sarîdaş e ku 3608 metre bilind e û li herêma Mako ye. 

Li sirûşta rengîn a Rojhilatê Kurdistanê gelek deştên fireh jî hene. Deştên Soma, Urmiyê, Bêlewar, Mêrgewer, Şarwêran, Hûbeto, Dêgûlan, Merîwan, Kamyaran, Elwend, Sehne, Kirmaşa, Mayîdeşt, Îslamawa, Kerend, Pataq, Xosrewî, Îlam û Eywandeşt de kiştûkal tê kirin û fêkiyên cûrbicûr tên çandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek rûbar û çem jî diherikin. Çemên Zêrîn, Sîmîn, Kelwê, Aras, Qizilozûn, Sîrwan, Elwend, Qeresû û Gamasawîş piştî rêwîngiyên dirêj yên nav xaka Rojhilatê Kurdistanê, derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Hin ji van avan jî tevlî Gola Urmiyê dibin.

Remza Rojhilatê Kurdistanê Gola Urmiyê ye. Gol li rojhilatê Bajarê Urmiyê cîh digre û sînorê navbera Azarbaycan û Kurdistanê jihev diqetîne. Dirêjiya golê nêzî 135 km û firehiya wê jî di navbera 15 û 50 km dugehure. Gola Urmiyê ji derya yê 1267m bilind e. Rûberê golê bi giştî 6000 km qare ye. Kurahîya golê di navbera 6 û 16 metreyan de ye. Ava golê bi xwe ye û nayê vexwarin.

MAHABAD; TACA ROJHİLAT

Bajarê Mahabadê di nav pêşveçûnan dîroka Rojhilatê welat de bi serê xwe xwedî rolekî sembolîk e. Herçend ev bajarê biçûk ji çavan dûr di nav çiyayên asê de veşartî mabe jî, di rojên damezirandina bîr û ramana netewî ya dîroka nêz ya Kurdistanê de wek stêrkekî geş e.

Mahabad ji bakûr ve cîranê Gola Urmiyê û herêma Sildoz, ji rojhilat ve cîranê Miyandûaw û Tîkab, ji başûr ve cîranê bajarê Bokan û ji rojava ve jî cîranê Başûrê Kurdistanê ye.

Li derûdora Mahabadê êl û eşîrên wek: Qebîlên Eşîra Bilbas; yanê Mameş, Mengor, Pîran, Gewrik, Sosinî, Milkarî, Biryacî û li herêmên Şarwêran, Bihî û Axtaçî; eşîrên Dîbokrî û Dêhbokrî dimînin. Dîsa tayfeyên Begzade û Axazade jî li herema Mahabadê bicîhbûne.

Mahabad ji deryayê 1320 metre bilind e û di nav çiyayên Kanîşêxan, Qulqulax, Kela Sarimbeg, Çiyayê Zawaboke, Deşta Mecîd û Berde Sipiyan de cîh digre. 

Rûbarê Mahabad di nav bajar de ji kêleka Meydana Çarçira derbasdibe û bedewiyeke taybetî dide bajêr. 

Navê Mahabadê yê kevn Sawicbûlaxa Mûkrî ye, ku niha jî wek ‘’Seblax’’ tê binavkirin. 

Navê Mahabad ji alî Şah Riza ve hatiye danîn. Li gor hin jêderan navê bajêr bi peyva Mad-abad vê girêdayî ye. Li gor vê peyva Mahabad, tê wate ya ’’bajarê ku mezinan ava kirine.’’ Herwiha, peyva Mahabad di mitolojiya Ariyan de jî wek navê pêxemberekî tê zanîn.

Betlemyos ê dîroknas, navê Mahabadê wek Daroşah, dîrokzan Ravlînson jî navê Mahabadê wek Darayas bibîr tîne. 

Li gor jêderên Asûrî yên nivîskî jî li derdora rêzeçiyayên Zagros çend îmaretên bi navê, "Xirxar, Elîpî, Elbiriya û Mana" hebûne. Mahabad nawenda şaristaniya Manayî bûye. Li gor belgeyên Asûriyan berî zayînê di sedsala 7'an de, başûrê Gola Urmiyê û Mahabad di bin desthilatdariya Medan de bûye.

Yek ji nîşan û hebûna Medan li heremê, bermayiyên "Feqreqa" ye ku li bakûrê Mahabadê ye. Di vê bermayiya kevnare de qebrê mîrên Medan cîh digrin. Feqreqa 20km dûrê Mahabadê, li nêzî gundê Îndirqaşê, di singa çiyayekî de hatiye kolan. Li Feqreqayê sê gor hene ku li gor hin dîroknûsan Ferwertîşê padîşahê Medan jî di van goran de radizê.

Mahabad û derûdorê li gor pêvajoya dîrokî di bin desthilatdariya Medî, Axamenişî, İskenderê Mekedonî, Eşkanî, Sasanî, Erebên Emewî û Ebbasî de maye. Kurdên "Hizbanî" di dema Ebbasiyan de, heremê ji Ereban girtine. Mongol di sedsala 13'an de ketine heremê û demeke dirêj li heremê mane. 

Di sedasala 15'an de Mîrê Kurd Seyfeddînê Mukrî ku ji tayfa Kurdên Baban bû, heremê ji Mongolan stend û li derdora Mahabadê asasê mîrnîşina Mukriyan avêt. 

Di dema Mîr Siltan Budaq de, Mahabad bûye navenda desthilatdariya Mukriyan. Mîr Bûdaq ji bo avedaniya Mahabadê gelek hewldaye.

Ji berhemên vê demê Mizgefta Sor hîn jî li ser piya ye. Mizgeft li kêleka Çemê Mahabadê ye. Ev mizgeft, beriya ku li Îranê xwendingehên nûjen bên vekirin, wek nawendeke zanyariyê jî bûye. Di vê mizgeftê de Mela Camiî yê navdar ders daye xwendekaran.
Di sedsala 19'an de jî serhildanên netewî yên Kurdan, herema Mukriyan yanê bajarê Mahabadê û derdorê xistine bin bandora xwe. Tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak û Hemze Axayê Mungûr heta Mahabadê fireh bûne. 

Bajarê Mahabadê di dema Şerê Yekem de jî leqayê gelek êş û eleman hatiye. Serokeşîrên ku di bin bandora xelîfeyê Osmanî de bûne, bi fîta wan qonsolosê Rûs li Mahabadê kuştine. Piştî vê bûyerê leşkerê Rûs ketiye bajêr û tevkujiyekî pêk aniye. Di vê bûyerê de bi sedan kes hatine kuştin. Di berxwedana li dijî Rûsan ya Mahabadê de serekê demê yê Malbata Qaziyan jî gelek wendayîyan dane.

2-) SALÊN ŞER - DAGİRA ÎRANÊ Û VEKİŞÎNA Jİ KURDİSTANÊ

Serpêhatiya Kurdên Rojhilat yên ku di dîroka me de wek 'ezmûna Komara Kurdistanê li Mahabadê' tê nasîn û di encam de bû demên destpêka rêxistinbûna ku rîşeyên wan digîje roja me di salên Şerê Cîhanê yê Dûyem de geş bû. 

Balkêşe bi destpêka Şerê Cîhanê yê Dûyem, konjonktura ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rû da, bi xetên giştî dişibe rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistan a îroîn. Di vê demê de jî Sovyet û Amerîka/Brîtanya li heremê rola sereke lîstin û rejima Şah ji Kurdistanê vekişiyabû. 

Di vê beşa rêzenivîsê de ezê bahsa rewşa demê û rêya ku gihîşt damezirandina Komara Kurdistanê bikim.

Bi destpêka Şerê Cîhanê yê Dûyem, agirê ku li Kurdistanê di bin pûş de dişewitî, carekê din geş bûbû. Nexşe û dengeyên cîhanê ji nûh ve dihatin rîsandin. Bi taybeti tevgerên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji nûh ve vejiya bûn. Ev herdû beşên Kurdistanê ji alî artêşên İngîlîz û Sovyetê ve hatibûn dagirkirin.

Pergala nû ya cîhanê li dij faşîzmê, ji gelên bindest re mizgîniya azadî, wekhevî û bratiyê dida. Kurd di serê salên 1940'an de vê carê jî bi vê hêviyê rabûbûn ser lingan. Perçe yê ku herî nêzî van hevîya bû Rojhilatê Kurdistanê bû. Ev beşa Kurdistanê ji alî leşkerên sor yên Sovyetê ve hatibû dagirkirin. Sovyet a ‘hêviya gelên bindest’ li dij faşîzma Alman di nav şerê hebûn û nebûnê de bû.

Şah Riza yê layangirê Naziyan ji alî Sovyetê ve hatibû qewirandin. Kurdên Rojhilat xwe nêzî xeyalên xwe dihesibandin.

Riza Xan an jî bi navekî din Rizayê Mîrpenç, di sala 1921'an de di encama derbeyekê leşkerî de bi alîkariya İngîlîzan hatibû ser hikum. Ew di artêşa İranê de fermandarê hêzên Qazaxî bû. Bi hatina Riza Xan, li İranê dawî li hikumdariya Sefewiyan hatibû û Şahê Ecem yê dawîn Mihemed, cîhê xwe dabû desthilatiya Farisan.

Riza Xan di sala 1925'an de xwe wek ‘Şah û sazûmankarê xanedana Pehlewî‘ binavkir. Riza Şah piştî hat ser hikum xwest li İranê dewleteke nawendî damezrîne. Ji ber vê yekê dest bi siyaseta bêtesîrkirina desthilatiya eşîran kir. Di bin navê modernîzekirina İranê de, çandên cuda û axaftina zimanên dervayê Farsî qedexe kir. Şah Riza, pîlana asîmîlasyona hemû gelên İranê dabû ber xwe. Navê bajar û gundan dihat guhert, kincên netewî û zimanê netewên din qedexekir. Di daîreyên dewletê de tabelayên ‘’bi Farsî biaxafe’’ da daleqandin. Wezareta Çandî ya İranê di pirtûkên dersên dibistanê de Kurdan wek Faris dida nasandin.

Heman siyaseta dijberê Kurd, li Tirkiyê jî ji alî Mistefa Kemal ve dihat meşandin.

VEKİŞÎNA ARTÊŞA ÎRANÊ Jİ KURDİSTANÊ

Li ser zextên rejima Şah Riza li Kurdistanê gelek caran serhildanên gelêrî derketin. Serhildana Simko di serê sedsala 20'an destpêkiribû û di dema Riza Şah de Kurdan gelek deverên Rojavayê Gola Urmiyê ji hêzên İranê stendibûn. Di sala 1924'an de Heme Reşîdê Baneyî, di sala 1926'an de Mahmûd Xanê Merîwanî, di heman salî de Muxtar Omerê Serdeştî, di sala 1928'an de Mele Xelîlê Mûngûrî, di sala 1930'an de Broyê Hiskê Têlî û di sala 1931'an de Cafer Siltan li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejima Riza Şah serhildan. Lê ev hemû serhildan ji alî rejima Şah ve bi awayên cûrbecûr hatin tefandin.

Serokê serhildana Kurd, Simko Axayê Şikak di sala 1930'an de di encama dafika Riza Şah de hat kuştin. Dîsa serhildana Heme Reşît Şah di sala 1930'an de û ya Cafer Siltan di sala 1931'an de têk çûn. Herwiha di nav de Heme Reşît jî, gelek serekeşîrên Kurd ji ber zexta Şah xwe sipartibûn Başûrê Kurdistanê.

Piştî salên 1930'an êdî li Kurdistanê serdestiya rejima Tahranê xwe dabû xuyakirin. Di heman demî de rejimê, serhildanên heremên Lûrîstan, Belûcistan, Xûzîstan û Azarbaycanê jî tefandibû. Zindana navdar Kasrî Kacar bi dijberên rejimê ve tijî bûbû.

TÊKİLİYÊN RİZA XAN Bİ NAZİYAN RE

Şah Riza herçend bi alîkariya İngîlîzan hatibû ser hikum jî, piştî destpêka Şerê Cîhanê yê Dûyem, di binî de nezî Almanya ya faşîst bû. Şebekeyên casûsî yên Alman li hemû deverên İranê bicîh bûbûn.

Hêzên Alman di bere ya Moskova û Qafkasya de ji ber kêmasiya petrolê nikaribûn pêşkevin. Wan çav berdabûn çavkaniyên dewlemend ya petrola İranê û duxwestin pişt cepheya Sovyetê sabote bikin. Helbet petrol ji dewletên hevkar re jî lazim bû. Ya girîng berbendkirina têkiliyên Almanan û Riza Şah bû.

Piştî ku Artêşa Alman di nav xaka Sovyetê de pêşket, Artêşa Sor ber bi Qafqasan ve vekişiya. Hêzên Alman gihîştibûn nêzî Baku ya Azarbaycanê. Ji ber vê rewşa nû, pişt cepheya Qafqasan ji bo Sovyetê gelek girîng bûbû. İngîlîz û Amerîkiyan bi rêya Basrayê alîkariya Sovyetê dikirin. Ev rêya îqmalê gelek pêwîst bû. Ji bo hebûna Sovyetê lazim bû ev xet vekirî bimana.

Ji ber vê yekê di 25'ê Tebexa sala 1941'an de Yekîtiya Sovyetê, Brîtanya û Amerîka, ji başûr û bakûr ve xaka İranê dagîrkirin. Hêzên rejîma Şah Riza Pehlewî ji heremên dagirkirî û ji beşek Kurdistanê vekişîyan.

21 roj şûnde piştî dagira İranê, di 16'ê İlonê de Riza Şah cîhê da kurê xwe Mihemed Riza û berê xwe da sirgûna Başûrê Afrîkayê. Şahê nû li gor bavê xwe siyaseteke nerm dimeşand.
Rayedarên İranê li heremên dagirkirî bê destûra Sovyet û İngîlîzan nikaribûn tevbigerin. Ewlekarî û jiyana rojane ji alî efserên dagirker ve dihat birêvebirin.

Piştî dagirê zextên rejima Tahranê sistbûbûn û li gor rewşa demê careke din ‘demokrasî’ vegeriyabû İranê. Gelek partî û komelên ku heta wê demê hatibûn qedexekirin, careke din derketibun rûyê erdê.

Leşkerên Sovyetê di rojên pêşîn yê dagirê de heta xeta Senendacê meşîyan. Paşê hinek paşve kişiyan û li nezî Eşnewîye û Meyanduawê sekinîn. Artêşa Sor li bajarên Xoy, Urmiye, Mako û Şahbûrê bicîh bûbûn û bargehên mezin yê leşkerî vekiribûn.

Li başûr jî hêzên İngîlîz heta Kermanşahê hatibûn û heta Sinê jî di bin sihêtiya wan de bû.

Xaka navbera Kermanşa û Meyanduaw, yanê herema Mukriyan vala mabû.

Hêzên İranê yê vê heremê jî vekişiyabûn û cepxane û sîlehên wan ketibû destê eşîrên Kurd. Piştî vekişîna İraniyan serokeşîren sirgûnî jî careke din zivirîbûn Kurdistanê.
Azarbaycan di navbera Sovyet û İranê de bûbû dû şeq. Li Azarbaycana Sovyetê, rejimeke sosyalîst hatibû damezrandin. Li Azarbaycana İranê jî rejima Şah Riza serdestî dikir. Piştî dagirê sînorê navbera herdû perçeyên Azarbaycanê rabûbû.

Serokê Azarbaycana Sovyetê Cafer Bakirov siyaseta Sovyetê ya İranê birêvedibir.

GEŞBÛNA MAHABADÊ

Di salên 1940'an de şêniya bajarê Mahabadê nêzî 20 hezarî bû. Navçeyên Bokan, Nexedê, Şîno, Mîyandûaw, Şahîndêj, Tîkab, Saqiz, Bane, Serdeşt û Pîranşar bi Mahabadê ve giredayî bûn.

Di sala 1941'an de Artêşa Sovyetê ket İranê û leşkerên Şah ji Kurdistanê vekişiyan.

Mahabad li dervayê herema dagirê mabû û êdî ketibû destê rêvebiriya Kurdan.

Li ser vê yekê di sala 1943'an de rejima Tahranê, bajarên derdorê ji Mahabadê veqetand û bi Urmiye û Sine ve girêda.
Bi vî awayî sînorê Mahabadê hat biçûkkirin.

Dagira İranê ji alî Artêşên Sovyet û İngîlîzan ve û guherina rewşa siyasî ya heremê di nav Kurdan de bû sedemê legerînên tayinkirina qedara xwe. Bi vî awayî serekên Kurd yên Mahabadê jî ketin nav hewldanan.

Qazî Mihamed wek stêrka dema nû derketibû pêş. 

3-) KOMELA JİYANAWE Û TOVÊN SERXWEBÛNÊ

Di vê beşa rêzenivîsê de zêdetir ezê bahsa damezrandina rêxistina JK’ê bikim ku di dîroka siyaseta Kurd de mirov dikare wê wek 'yekem rêxistina nûjen/netewî' binav bike. 

Damezirandina JK’ê leqayî hatina Artêşa Sor û dagirkirina İranê û vekişîna leşkerên Şah ji Kurdistanê jî dibe. JK ku, bi gelek awayan heta îro jî bûye bingeha tevgera Kurd li hemû beşên welat bi vê taybetiya xwe di dîroka me ya siyasî de dewrekî girîng leyistiye.
...
Roja 16'ê İlona 1942'an nêzîkî 20 kesayetiyên naskirî yê Mahabadê li kewiya Çemê Seblaxê, li bin darên baxçeyê Hecî Dawid kombûbûn. Armanca wan kesan ku ji çavan dûr di nav daristanekî de civiya bûn, damezirandina rêxistineke veşartî bi navê Komela Jiyanewey Kurd (JK) bû.

Di civîna damezrandina JK'ê de ji Başûrê Kurdistanê jî çend efserên Artêşa İraqê yên wek Mîrhac û Mistefa Xoşnaw jî amede bûn. Li gor belgeyên demê, ev efserên Başûrî, wê demê endamên rêxistina Hîwa bûn û di vê civînê de ji Kurdên Rojhilat re behsa tecrubeyên xwe yên siyasî û rêxistinî kirine. 

Di nav damezrênerên JK'ê de ji Mahabad û derdorê kesên wek: Evdirehman Zebîhî, Mihemed Nanîwazade, Qasim Qadirî, Mihemed Yaho, Husên Firoher, Mela Evdila Dawudî, Qadir Muderîsî, Evdirehman Îmamî Eqdem, Evdirehman Kiyanî, Sidîq Heyderî Faroqî, Hemîd Mazûçî, Elî Mehmûdî, Mihemed Selîmî, Mihemed Şahpesendî, Mihemed Eshabî û Necmedîn Tuhîdî hebûn.

Komela Jiyanewey ku paşê wê bi navê JK (JeKaf) bihata naskirin, di demek kin de gelek malmezinên heremê jî li dora xwe kom kir. Di nava şeş mehan de tenê li Mahabadê 100 endamên rêxistinê çêbûbûn.
JK bi awayekî veşartî, wek şaneyan kar dikir. Endaman tenê hevalên xwe yên şaneyan û bi navên kodkirî nasdikirin. Serokatiyeke diyar ya rêxistinê nîn bû. Bi awayekî kolektîf dixebitîn.

Di sala 1943'an de qasî 100 serkirdeyên JK'ê li baxçeyê Xwedaparêst careke din civiyan û Komîteyeke Nawendî damezrandin. Wê endamên vê komîtê di pêşerojê de bibûna damezrênerê Partî Demokratî Kurdistan.

Di sala 1944'an de Qazî Mihemed jî bû endam û di nav rêxistinê de bi navê “Bînayî” xebitî. Bi tevlîbûna Qazî Mihemed ya rêxistinê di nav gelê herêmê de li hembere JK'ê sempatiyekî mezintir peyda bû.

Komela Jiyanawe piştî hingê bi taybetî di nav Kurdên di herema dagira Sovyetê de bi awayekî çalak geş bû. Di vê demê de rêxistinê êdî nîv vekirî dixebtî. Hemû serokeşîr û oldarên bitesîr bûbûn endamê rêxistinê.
JK'ê di propogandayên xwe de girîngî dida yekitiya Kurdistanê. Ji bo vê yekê di sala 1944'an de li sînorên İran-Turkiye û İraqê li Çiyayê Dîlanbar bi nûnerên perçeyên din yên Kurdistanê bi navê Peymana Sêsînor civînekî sembolîk jî hatibû lidarxistin û sozên hevkariyê dabûn hevûdû.

Dirûşma JK'ê ‘serxwebûn û yekgirtina Kurdistana mezin’ bû. Li ser bergê Kovara Niştiman ya weşana fêrmî ya JK'ê de wiha dihat nivîsandin: ”Bijî Kurd û Kurdistanî gewre!” 

Li gor rêbazên JK'ê ji çar perçeyên Kurdistanê Kurd dikarbûn bibin endamê rêxistinê. Şertê sereke yê endamtiyê ew bû ku sedem çi dibe bila bibe, xiyanetê li doza xwe nekin. Kesêkî dema dibû endamê JK'ê, bi Quranê sond dixwar û ev şertên rêxistinê qebûl dikir:

1. Bi çi awayî li gelê Kurd xiyanetê nake.
2. Hertim ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite.
3. Bi hîç awayekî sirrên rêxistinê eşkere nake.
4. Heta dawiya temenê xwe, wê wek endamê rêxistinê bimîne.
5. Çi jin, çi mêr, hemû Kurdan wek xwuşk û birayê xwe bizanibe.
6. Bê agahiya JK’ê, nabe endamê rêxistineke din.

Di serdema damezrandina JK'ê de, ji Başûrê Kurdistanê jî hin Kurdên welatparêz hatibûn Rojhilat û tevlî xebatên JK'ê bûbûn. Herwiha di navbera endamên Hîwa û JK'ê de çûndin û hatin jî domdikir. JK'ê rêxistinê bi navê Qolsor hêzeke çekdarî jî damezrandibû. Ev hêz ewlekariya rêxistinê pêkdianî. Xebatên JK'ê bi vî navî heta roja 16'ê Tebaxa sala 1946'an domkir.

Ala Rengîn jî ku îro wek remza netewî tê qebûlkirin di gulana sala 1944'an de ji alî rayedarên JK'ê ve hatibû amadekirin.

Piştî ku di sala 1941'an de artêş û rayedarên İranî ji Kurdistanê vekişiyan JK jî êdî bi awayekî eşkere dest bi xebatê kiribû û derketibû rûyê erdê. Ji sala damezrandinê, heta dawiya vê rêxistinê ku di sala 1946'an de navê xwe wek Partî Demokratî Kurdistan guhert, desthilatdariya siyasî ya xaka Rojhilatê Kurdistanê, ji alî JK’ê ve hat birêvebirin.

MALBATA QAZÎ

Malbata Qaziyên ji serê sedsala 20’an ve li Rojhilatê Kurdistanê di warê rêvebirina civakê de rolekî sereke leyistine. Endamê malbatê Qazî Mihemed piştî ku serokatiya Komara Kurdistanê jî kir, di dîroka siyasî ya Kurd de bû hîmekî esasî. Ji ber vê yekê nasîna wan girîng e.

Secera Malbata Qazî digîje sedsala 3'an dema dagira Mongolan. Li gor agahiyên di destên endamên malbatê de bapîrê wan di dema sefera Bûdax Begê Mukrî de ji alî Qafqasya hatiye Kurdistanê.

Bavê Qazî Mihemed, Qazî Elî, bapîrê wî jî Qazî Qasim e. Bavê wî Qazî Elî li heremê wek alimekî mazin dihat naskirin. Ji alî bav ve ji malbata Qaziyan, ji alî dê ve ji eşîra Fedlûlah Begî ye. Bi navê Ebul Kasim Sadri Qazî brayekî Qazî Mihamed û çar xuşkên wî hebûne.

Brayê Qazî Mihemed, Sadri Qazî di hilbijartinên sala 1943'an de wek endamê Meclîsa İranê hatibû hilbijartin. Wî di navbera Komara Kurdistan û Rejima Tahranê de navbençîtî dikir û di dema nûneriya xwe ya parlamenê de nêzî partiya çepgir, Tûdehê bûbû.

Endamê din yên malbata Qazî, Mihemed Husên Seyfî Qazî bû. Ew mirovekî navdar û dewlemend bû. Di hikûmeta Mahabadê de wê bibûya Wezîrê Parastinê. Li nêzî bajarê Muyanduwê 6 gundên wî hebû.

Qazî xwendina xwe li Qutabxane ya Mahabadê û li cem bavê xwe kiribû. Di xortaniya xwe de demekî wek Mudûrê Waqfa Mahabadê jî xebitîbû. Qazî di sala 1927'an de ji dêlva Apê xwe Sêyfulquzat ve wek Qazî li Mahabade dest bi kar kir. Sêyfulquzat alimê herî gewrê yê demê dihat naskirin.

Qazî Mihemed, li gor rewşa heremê yek ji rewşenbîrên dema xwe bû. Bi biyaniyan re têkiliyên baş datanî. Wî bi zimanên Farsî, Rûsî, İngîlîzî û Esperanto jî dizanibû.

Qazî Mihemed bi Mîna Xanim re zewicî bû û kurek û 7 keçên wî hebûn. Kurê wî Elî Qazî niha li Almanya dijî. Dû keçên wî jî bi komployên rejima İranê ve hatine kuştin.

Dema ku Artêşa Sor hat Kurdistanê û rêvebirên İranê ji heremê vekişiyan, rayedarên Sovyetê bi Qazî Mihemed re têkili danîn û wî revebiriya bajêr girt stûyê xwe. Li gor dîplomat û rayedarên biyanî yên demê, Bajarê Mahabadê di pêvajoya rêvebiriya Qazî Mihemed de dema xwe ya herî baş dîtîye.

DESTPÊKA TÊKİLİYÊN KURD Û SOVYETÊ

Di meha tebaxa sala 1941'an de İran û beşekî Rojhilatê Kurdistanê ji alî Artêşa Sovyetê ve hat dagirkirin. Artêşa İranê ji heremên dagirkirî vekişiya. Sovyetê nikaribû sihêtiya Kurdan bike. Li herema dagirê pirsgirêk derdiketin. Ji ber vê yekê rayedarên Sovyetê bi Kurdan re têkilî danîn. Di dawiya sala 1941'an de Sovyetê ji Kurdan xwest ku heyetekî bişînin Bakûyê. Piştî ku serekên Kurda ji alî Sovyetê ve hatin dawetkirin, heyetekî ji 30 kesî pêkhatî, komkirin û di dawiya sala 1941'an de çûn Bakûyê.

Di heyeta Kurd de ji bilî Qazî Mihemed û pismamê wî Seyfî Qazî, kesên wek, Mecîd Xanê Mîrmukrî, Elî Axayê Êlxanîzade û kurê wî, ji eşîra Herkî; Reşîd Beg, Taha û Zêro Beg, Seyîd Muhemed Sidîqê Şemzînî, ji eşîra Şikak; Hesen Hinare û Hesenê Têlo, ji eşîra Zerza; Mûsa Xan, ji eşîra Mameş; Hecî Qerenî Axa û Kek Hemze yê Nalûs, ji Begzadeyan Nûrî, ji Feyzullahbegiyan Ahmed Beg û ji Eşîra Gevirk; Beyazîd Axa hebûn.
Endamên heyetê ji eşîr û malmezinên herema nufûza Sovyetê hatibûn hilbijartin. Heyeta Kurd pêşîyê çû Tebrîzê û li wir tevî General Selîm Atakşiyov bi trênê berê xwe da Bakûyê.

Heyeta Kurd piştî ku çend roj li Bakûyê li tesîsên sanayî û li çewlikên kolhozan geriyan, derketin pêşberî Cafer Bagirovê Serokdewletê Sovyeta Azarbaycanê. Bagirov behsa bratiya Azerî û Kurdan dikir u digot Yekitiya Sovyetê dostê gelên bindestê. Heyeta Kurd doza mafên netewî û piştgiriya Sovyetê dikirin.
Piştî gera dû hefteyan heyeta Kurd zivirî Kurdistanê. Li gor çavderiyên wan Sovyetê wê alîkariya wan bikra. Rayedarên Sovyetê herçend di vê hevdîtinê de sozên vekirî nedan Kurdan jî, aliyan êdî hevûdû naskiribûn û zanibûn kî doza çi dike.

Di vê navberê de efserên Sovyetê jî li bajarên Kurdistanê belavbûbûn. Beşek lazmatî û pêdiviyên rojanê yên leşkerên sor ji Kurdistanê dihat temînkirin. Di sala 1943'an de bi navên Edvilaov û Haciov du efserên Sovyetê hatin Mahabadê û bi Komela Jiyanewe re têkilî danîn. 

Li Urmiyê jî di navbera serekeşîrên Kurd û rayedarên Sovyetê de têkili hatibû danîn û li bajêr konsolosekî Sovyetê jî bicîh bûbû.

Ji bo pêşxistina dostaniya navbera Kurd û Sovyetê wê di îlona sala 1945'an de li Mahabadê bi navê Encumenê Ferhengî Kurdistan û Şûrewî komelekî dostaniyê hatibû vekirin.

Piştî ku Almanya di sala 1942'an de êrişî Sovyetê kir û artêşa Alman heta nêzî Bakûyê hat, Sovyetê, li Kurdistan û İranê li dij xebatên Naziyan hassastir bû. Ji bo ku li heremê heyraniya Almanan pêşnekeve, hinek jî xwe nêzîktirê Kurdan kirin.

Sovyetê di nav Kurdên Rojhilat de li serokekî bibandor digeriya ku bi saya wî bi Kurdan re têkilî deyne. Piştî hin hewldan û lêgerînan wan jî li ser Qazî Mihemed biryar dan. Di vê navberê de di sala 1943'an de li Kurdistanê JK hatibû damezrandin û Kurd ketibûn nav hewldanên siyasî.

Di sala 1945'an de roja 3'ê Cotmehê, Sovyetê careke din heyetekî Kurd vexwend Bakûyê. Di şandeya Kurd ji alî Qazî Mihemed ve hatibû diyarkirin de ji heremên cuda yên Kurdistanê kesen wek; Menaf Kerîmî, Elî Reyhanî, Qasim Axa Elxanîzade, Seyfî Qazî, Evdila Qadirî, Kek Hemze Nalûsî û Nûrî Begzadê hebûn.
Heyet pêşîye çû Tebrîzê li wir tevlî merasima damezrandina Partî Demokratî Azarbaycanê bû. Azeriyan di serî de Cafer Pîşewerî, bi dilgermî şandeya Kurd pêşwazî kiribûn. Kurdan piştî hevdîtinên Tebrîzê bi trênê berê xwe dan Bakûyê. U li wir derketin peşberî Cafer Bagirov.

Di vê navberê de şerê cîhanê bidawî bûbû û Sovyetê ji şer de Almanyayê pelixandibû. Rejima Bolşewîk û Stalîn êdî di dengeyên siyasî yê cîhanê xwedî gotina dawîn bû. Hêz û qudreta Sovyetê di şere de hatibû îsbatkirin. Moskowayê vê hêza xwe niha jî ji bo berjewendiyê xwe yê İranê wê bikarbaniya. Çavê wan li nefta İranê bû. Stalîn heta ji rejima İranê garantiya îmtiyazên petrolê negirtana wê ji Îranê venekişiya. Pirsgirêkên Azarbaycan û Kurdistanê jî di siyaseta Sovyetê ya İranê de qertên girîng bû.

Bagirov siyaseteke Pan-Turkîst dimeşand. Li pey Azarbaycaneke yekgirtî bû. Duxwest ku Azarbaycana İranê bi Azarbaycana Sovyetê ve girêbide û Rojhilatê Kurdistanê jî wek eyaletekî tevlî Azarbayacana İranê bike. Bagirov di hevdîtina Bakûyê de duxwest rayedarên Kurd qayil bike ku ew wek eyaletekî tevlî Azarbaycanê bibin. Wî digot 'heta pirsgirêka Kurdistanê ji kokê bê çareserkirin, divê Rojhilatê Kurdistanê wek eyaleteke otonom tevlî Azarbaycana İranê bibe.'

Lê heyeta Kurd, daxwazên Bagirov qebûl nekirin. Serokê Heyeta Kurd Qazî Mihemed, bi awayekî vekirî digot, Kurd bibiryar in ku bi serê xwe tevgerin û wek Azeriyan rêvebiriya xwe damezirînin.
Herwiha Bagirov soz dabû ku, wê Sovyet çekên giran, çapxane û alikarîya diravî bide Kurdan. Ji bo 55 xwendekarên Kurd jî li zanîngeha Bakûyê jî wê kontenjan bihata veqetandin. 

Bagirov di hevdîtinê de xebera koça hêzên Başûrî û eşîra Barzanî jî da heyeta Kurd û ji wan xwest ku ew dûrî Başûriyan bisekinin. Li gor wî Barzaniyên ku ji ber balafirên İngîlîz xwe sipartibûn Rojhilat, casûsê İngîlîzan bûn. Bagirov neduxwest ku Kurd hevûdû bigrin û ew her di bin siya Azeriyan de bimînin.

PÎLANA AZERÎYAN YA Lİ SER KURDAN

Di vê navberê de Azarbaycana Rojava di fîîliyatê de ji dewleta nawendî ya İranê veqetiya bû. Di dawiya Tebaxê de li Azarbaycanê di bin serokatiya Cafer Pîşewerî de Partî Demokratî Azarbaycan hatibû damezrandin. Di meha kanûnê de jî bargeha Tebrîzê ya Artêşa İranê ji alî fedayiyên Azerî ve hatibû dagirkirin û li gel sîleh hatibû belavkirin. Ji Azarbaycana Sovyetê jî gelek partîzan hatibûn İranê. Azeriyan ji mîlîsên partîzan hêzekî xurt damezrandibûn.

Azeriyên bin siya Sovyetê êdî bi serê xwe tevdigeriyan. Sovyetê jî yekîneyên nû jî şandibûn Azarbaycanê û nedihiştin ku İran tedaxulê Azarbaycanê bike. Di serî de li Tebrîzê, li hemû bajarên Azarbaycanê li dijî hevkarên rejima Tahranê û dijberên Sovyetê kampanya şîddetê hatibû destpêkirin û gelek kes ji alî van partîzanan bi van tawanbariyan hatibûn kuştin.

Meclîsa ku Azeriyan damezrandibû ji 101 endamên pêk hatibû û di 12'ê Kanûnê de civiyabû. Meclîsê di çarçova dewleta İranê de otonomî îlankiribû. Li Azarbaycanê êdî zimanê fermî û yê perwerdê Azerî bû. Esasen Zagona bingehîn ya İranê jî ji bo damezrandina meclisên heremî dest dida. Bi wî awayî ev helwesta Azeriyan dernediket dervayê qanunên İranê. Meclîsa Azarbaycanê hin biryarên sosyalîstî jî derxistibû. Wek minak bankayan nasyonalîzekiribû û erdê di destê axayan de duxwest li gundiyan belav bike.

Li ser daxwaza rayedarên Sovyetê ji herema Mahabadê jî; kesên wek Seyfî Qazî, Menaf Kerîmî, Hecî Mistefa Dawûdî, Kerîm Ehmedyan û Vehab Bilûryan jî tevlî civînên Meclîsa Azarbaycanê bûbûn. Lêbelê Azeriyan wan ne wek nûnerên Kurdistanê, wek kesên ku ji heremên din yên Azarbaycanê hatibûn hilbijartîn, qebûlkirin. Azeriyan duxwest Kurdistanê daqurtînin. Li ser vê helwesta wan, piştî sê civînan, Kurdên Meclîsa Azerbaycanê dev kar berdan û vegeriyan Mahabadê.

Rejima Tahranê bi giştî ji Azarbaycanê destên xwe şûştibû. Şah herçiqas hewlda ku mudaxele ya tevlîheviyên Azarbaycanê bike jî, yekîneyên wan li Kazwînê ji alî Artêşa Sor ve hatibûn berbendkirin. Herçend Amerîka û Brîtanya vê helwesta Sovyetê şermezar kirin û tarîxa vekişîna ji İranê avêtin pêş jî Moskowayê wan guhdar nedikir.
Piştî ku heyeta Kurd ji Bakûyê vegeriya, ji bo damezrandina rêvebiriyeke netewî ket nav hewldanan. Diveyabû Kurdan jî li çarenûsa serê xwe binêrtana û bilezandana. Bi vê mebeste wek gavê peşîn, damezrandina Partî Demokratî Kurdistanê hatibû rojevê.

4-) Lİ ÇARÇİRA COŞA SERXWEBÛNÊ

Di Tebaxa sala 1945’an de 270 serek û endamên JK'ê û hin kesên din bi serokatiya Qazî Mihemed de li Mahabadê li avahiya komelê kombûn. Qazî digot; ‘’Divê êdî JK eşkere bixebite û wek parti ji nûh ve bê rêxistin.’’ Sovyetê jî wê alikariya partiya nû bikra. Bi vî awayî bi îmzeya 106 serekên Kurd daxuyaniyekî hat belavkirin. Di encama civînê de Partî Demokratî Kurdistan hat îlankirin. Ji perçeyên din yê Kurdistanê jî çend kes beşdarî kongra damezrandina Partî Demokrat bûbû. Di kongreyê de li ser hevkarî û yekîtiya Kurd û Kurdistanê jî hat axaftin. Qazî Mihemed di kongrê de bi kirtahî wiha digot: ‘’Cîhan ji faşîzmê rizgar bûye. Gelê Kurd duxwaze ji vê yekê îstîfade bike. Em tenê duxwazin ku mafên xwe yên însanî û zagonî ku Riza Şah înkar dike, bidestbixin.’’

Qazî Mihemed endamê partiyê bû, lê neketibû nav Komîte ya Nawendî jî. Lê esasên serokê tevgerê bû. Komîta Nawendî ya partiyê ji dema JK'ê mabû. Piştî damezrandina partiyê, êdî pêwîstiya JK’ê nemabû.
Di bernama partiyê de 8 xalên sereke hebûn: 

1-Gelê Kurd yê li İranê ji bo rêvebirina karûbarên xwe yên siyasî wê bibe xwedî îdareyeke xweser.
2-Kurdî wê bibe zimanê fermî û yê perwerdê.
3-Li gor zagona esasî ya İranê ji bo sihêtiya hemû karûbarên dewletî wê meclîsekî bê damezrandin û ji bo vê meclîsê hilbijartin bê kirin.
4-Wê hemû karmendên dewletê Kurd bin.
5-Bac û hatina ku ji Kurdistanê tê komkirin wê li Kurdistanê bê serfkirin.
6-Partî Demokartî Kurdistan ji bo tesîskirina têkiliyên bratî û dostanî bi Azerî û gelên din yên heremê re wê hewlbide.
7-Wê di nav gundî û axayan de hevbeşiyekî qanûnî bê sazkirin û paşeroja herdû aliyan jî bê di bin garantiyê de be.
8-Partî ji bo pêşxistin û bilindkirina çanda gel, xizmetên tenduristiyê, bazirganî, kiştûkal û aboriyê wê bixebite

Piştî damezrandina partiyê jî êdî dor hatibû ser damezrandina rêvebiryeke xweser. Bi vî awayî di dîroka Kurdên Rojhilat de rûpelên serpehatiyeke nûh vedibû.

RAGEHANDİNA KOMARÊ

Roja 17'ê Kanûnê 1945'an Mahabadiyan bi daxwaza otonomiyê li bajêr meşekî lidarxistibûn û avahiya Adliyê ya remza dawîn a rejimê dagirkiribûn. Ala Kurdistanê hatibû daleqandin. Edî tenê roja îlankirina Komarê mabû. Qazî Mihemed ji bo ku hêzên dagirker ji pîlanên xwe agahdar bike, Evdirehman Zehîbî û Elî Reyhanî şand bo konsolosên Brîtanî û Amerîkî. Ew jî li Tebrîzê bi rayedarên Sovyetê û Serokê Azarbaycanê Cafer Pişewerî re rûnişt.

Bi vî awayî Roja 22'ê Çileya 1946'an wek roja îlankirina Komara Kurdistanê hat tesbîtkirin. Meha Çile, zivistana sala 1946'an e. Rayedarên Partî Demokrat, ji mêj ve ji bo rojeke dîrokî amadekariyan dikin. Ji Mako, Xoy, Selmas, Urmiyê, Seqiz, Bane, Sine, Kirmaşan û Îlamê gelek Kurd bûne mêvanê Mahabadê. Şêniyê bajêr gelek zêdebûye û di hemû malên Mahabadê de mêvan hene. Bi hezaran kes di nav kincên xwe yê cejnê de di sehera roja 22'ê Çile ya sala 1946'an de li Meydana Çarçira kombûne. Di malan de kes nemaye. Peşmergeyên Kurd di nav ûnîformayên leşkerî yê fermî de, li derûdora meydana rêzbûne. Kursiya axaftinê û avahiyên derûdorê bi alên Kurdistanê hatine xemilandin. Ji çiyayên derûdorê bayekî cemîdî di nav kolanên Mahabadê de digere. Lê Mahabadî li benda pêşwaziya dîrokê ne û ne di xema serma û seqemê de ne.

Qazî Mihemed tevî heval û rayedarên Partî Demokrat û mêvanan ber bi Çarçira ve dimeşe. Li kêleka wî kesên wek Hacî Baba Şêx, Qedrî Cemilpaşa, Hêmin, Hejar, Mela Mistefa Barzanî, Sidîq Heyderî, Menaf Kerîmî, Seyîdxan Humayon, Sêyfî Qazî û gelek kesên naskirî civiyane. Serok û mezinên eşîr û malbetên Kurd biheyecan û hurmeteke mezin li dora meydanê rêzbûne. Qazî di nav qapûtekî leşkerî de derdikeve ser kursî û bi dengekî bilind û bi hîssen mexrûr dest bi axaftina xwe dike: ‘’Ji niha û pêva Komara Xudmuxtar ya Kurdistanê hatiye damezrandin.’’

Ev mizgîna Qazî tevî dirûşme, tilîlî û dengê fîşekan li asîmanan belav dibe. Piştî sikûnetê Qazî wiha didomîne:

‘’Min be Xuda, be kelamî ezîmî Xuda, be nîştiman, be şerafetî millî Kurd, be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexûm, ke ta axir henasey giyanim û rijandinî axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî û berzkirdinewey alay Kurdistan da, têbikoşim û nisbet be cimhûrî Kurdistan û yekitî gelî Kurd û Azerbaycanê, mutî û wefadar bimênim.’’

Piştî vê axaftinê, Sêyfî Qazî hat ser kursî û Qazî Mihemed wek Serokkomarê Kurdistanê ragehand. Meydana Çarçira ji çepik, fîgan, dengê tifingan û tilîliya Mahabadiyan kerr bûye. Mahabad êdî paytexta Komara Kurdistanê ye. Paşê dema def û zirne û govendê tê. Mahabadî heta tariya şevê li kolanan şahiyan lidardixin.

Efserê Sovyetê Yarmakov ji dûrî ve di hindirê jîpa xwe de merasima komarê temaşe dikir. Sovyet durî Kurda sekinîbû û tevlî îlana komarê nebûbûn. Piştgiriya Sovyetê kerhen hebû.

HİKÛMETA KOMARÊ

Piştî ragehandina Komarê, di cîvina 11'ê Sibatê de wezîrên hikûmetê hatin diyarkirin. Pirraniya wezîran ji kesên xwenda yên malmezin hatibûn hilbijartin. Qazî Mihemed jî êdî wek ‘’Pêşewa’’ dihat binavkirin.
Li gor Rojname ya Kurdistan, kabîne ya hikûmetê wiha bû:

Serokkomar; Qazî Mihemed.
1. Serokwezîr; Hacî Babe Şêx.
2. Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar; Mihemed Sêyfî Qazî.
3. Wezîrê Propaganda yê; Sidîq Heyderî.
4. Wezîrê Perwerde û Hîndekariyê; Menaf Kerîmî.
5. Wezîrê Karê Navxweyî; Mihemed Emîn Mûînî.
6. Wezîrê Tenduristiyê; Seyîd Mihemed Eyûbiyan.
7. Wezîrê Aboriyê; Ehmed Îlahî.
8. Wezîrê Kar; Xelîl Xusrewî.
9. Wezîrê Ragehandinê; Kerîm Ehmediyan.
10. Wezîrê Bazirganiyê; Hacî Mistefa Dawûdî.
11. Wezîrê Dadê; Mele Husên Mecdî.
12. Wezîrê Kiştûkal û Çandiniyê; Mihemed Welîzade.
13. Wezîrê Kar Derve; Hacî Ebdulrehman Elxanîzade.
14. Wezîrê Avadankirinê: Îsmaîl Elxanîzade.
Her wezîrekî li gor pereyên demê 65 Dolar maaş digirtin. Qazî Mihemed maaş nedigirt.

HATİNA KURDÊN BAŞÛR BO MAHABADÊ

Di sala 1945'an de eşîrên herema Barzan û Rêxistina Hîwa li Başûrê Kurdistanê ji bo mafên netewî serhildabûn. Nevbera deşta Hewlêr û Dihokê xaka Kurdistanê ji Artêşe İraqê hatibû paqijkirin. Di pevçûnên ku çend meh domiyan de hêzên Kurd derbeyên mezin li Artêşa İraqê xistibûn. Li ser vê yekê Artêşa İngîlîz bi alîkariya hin eşîrên Kurdên hevkar mudaxeleyê serhildanê kiribû.

Mele Mistefa ji bo ku di nav Kurdan de şerê navxeyî dernekeve û sivîlan ji balafirên İngîlîzan biparêze, biryar da ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe. Hêzên Başûr ku pirraniyan wan Barzanî bûn berî ku derbasî İranê bibin, bi rêya efserên Kurd İzzet Evdilezîz û Mistefa Xoşnav jî ku endamên Hiwa bûn, li Tebrîzê bi rayedarê Sovyetê Dr. Samedov re têkili danîbûn û ji bo derbasbûna ji sînor Moskowayê agahdar kiribûn. Di Cotmeha 1945'an de gundiyên Barzan di bin sihêtiya Peşmergeyan de ji heremên Gelyêşîn û Mêrgewerê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn. Balafirên İngîlîz heta koma dawîn ji xeta sînorê İraqê derbasbû sivîlan bombardiman kiribû. Hijmara penaberan nezî 10 hezarî bû.

Piştî ku Mele Mistefa Barzanî derbasî Rojhilat bû, rayderên Sovyetê ji wî rica kirin ku demekî ji çavan dûr keve. Li ser vê yekê Mele Mistefa tevî hin şerwanên xwe qasî dû mehan li herema Serdeşt li Gundê Mîrava bicîh bû û paşê derbasî Şîno bû.

Serokê Barzaniyan Şêx Ehmed jî tevî malbata xwe li Mahabadê bicîh bûbû. Rewşa Barzaniyan ne baş bû. Birçîbûn û nexweşî dibû sedemê mirina gelek jin û zarokan. Di rojên peşîn de hin serekeşîr û malmezinên Rojhilatî biguman nêzikî Barzaniyan bûbûn. Bi wan re têkilî dananîn û alîkarî nekirin. Piştî ku di navbera rayedarên Partî Demokratî Kurdistanî İran û Barzaniyan de têkilî çêbû ev rewş guherî û Rojhilatiyan dest bi alîkariya penarberên Başûrî kirin. 

Hingê Qazî Mihemed bi fermaneke nivîskî ji serekeşîr û malmezinên heremê re nameyan şand û ji wan xwest ku ew bi hemû derfetên xwe alîkariya penaberên Başûr bikin. Kurdên Başûr li Mahabadê bi hurmet û rêzeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di nav de endamên komîte ya navendî ya Partî Demokratî Kurdistan û gelê bajêr li derveyê Mahabadê çubûn pêşiya Barzaniyan. Roja îlana Komara Kurdistanê jî, Mele Mistefa li kêleka Qazî Mihemed bû.

TİFİNGÊN SOVYETÊ

Di Newroza sala 1946'an de şerwanên Başûrî li Mahabadê kombûn û çekên nû li wan hatin belavkirin. Piraniya çekan tifingên Brûno û Colt bûn û ji alî Sovyetê ve hatibûn şandin. Sovyetê piştî damezrandina komarê di meha Sibatê de, di dû seferan de 5 hezar tifingên piyade, tifingên otomatîk û demançê teslîmê rayedarên Kurd kiribûn. Dema ku heyeta Kurd ji Bakûyê zivirîbû jî rayedarên Sovyetê 1200 tifingên Brûno şandibûn Mahabadê. Ev jî sîlehên Artêşa İranê bûn û Sovyetê dest danîbû ser. Evan çekan, heta damezrandina artêşê di depoya tutûnê ya Mahabadê de hatibûn veşartin. Sovyetê sozê dayina tank û topan jî bicîh neanîbû.

Hêzên Başûrî/Barzanî wek sê yekîne hatibûn tanzîmkirin. Mele Mistefa jî wek fermandarên Hêzên Komara Kurdistan hatibû tayînkirin û rutbeya genaraliyê dabûn wî. Ji Başûrê Kurdistanê efserên wek İzzet Evdilezîz, Seyîd Ezîz, Seyîd Evdila, Mistefa Xoşnav, Mîrhac Ehmed, Mihemed Mahmûd Kudsî, Evdirehman Muftî, Şevket Efendî, Bekir Evdilkerim, Xeyrûlah Evdilkerim, Nûri Ehmed Taha, Mihemed Salih û Ehmed Efendî Goyî jî derbasî Rojhilat bûbûn û di Artêşa Mahabadê de cîh girtibûn. Gelek ji van efserên Başûrî endamên Hîwa bûn.

Piştî ku 2200 şerwanên Başûrî bi çekên nûh hatin tanzîmkirin li Saqiz li dij Artêşa İranê ketin sengeran. Ew der sînorê navbera Komara Kurdistanê û İranê bû. 

8 hezar şerwan jî ji eşîrên Rojhilat tevlî artêşa Komarê bûbûn. Di artêşa Komarê de qasî 70 efserên Rojhilatî jî hebûn ku wan di Artêşa İranê de karkiribûn.

XEBATÊN ÇANDÎ Û REWŞENBİRÎ

Sînorên Komara Kurdistanê li herema ku di navbera sektorên dagira Sovyet û Brîtanya de dirêj dibû. Ji Mako heta Seqiz, ji Miyandûaw heta sînorê Başûrê Kurdistanê di bin sihêtiya rêwebiriya Kurd de bû.
Li aliyê din têkiliya komarê, bi bajarên Kurdistanê yên di bin herama dagira İngîlîz û Sovyetê û dewleta İranê re jî didomiya.

Yek ji karên sereke, ku Komar pê rabûbû û girîngî didayê, damezrandina çapxaneyeke mezin bû. Di meha mijdarê de Sovyetê ji Kurdan re çapxaneyekî şandibû. Ji bo di warê têkiliyan de pirsgirêk dernekevin di fermiyêtê de ev çapxanê bi 100 hezar Tumenê İranî hatibû firotin.

Piştî ku çapxane gihîşt Mahabadê, gelek rojname, kovar û pirtûk hatin weşandin. Rojname ya Kurdistan dest bi weşanê kir. Ev rojnameya ku wek organa fermî ya PDK’ê bû, li heremê di warê rewşenbîriyê de pêleke nûh afirandibû.

Kovara Niştiman di Çile ya sala 1943'an de dest bi weşanê kiribû. Ev kovar ji alî Komelayî Jiyanew Kurdistan yanê JK ve dihat derxistin û organa fermî ya vê rêxistinê bû. Li Tebrîzê bi awayekî dizî dihat çapkirin û li Başûrê Kurdistanê jî dihat belavkirin. Sernûserê Kovarê Ebdulrehman Zebîhî bû û bi navê Bêjen nivîsên xwe dinivîsand. Niştiman heta dawiya sala 1943'an de derdikeve û bi giştî 9 hijmarên wê tên zanîn.
Hijmara yekem a Rojnama Kurdîstan di 11'ê Çile ya sala 1946'an de derdikeve. Di serê ewil de dû rojan carek, an jî heftê sê car derdiket. Kurdistan bi giştî 113 hijmar hat weşandin. Heta niha 60 hijmarên vê rojnamê bidest ketiye.

Kovara Hawarî Nîştîman ku ji alî Sediqê Enciri Azer ve dihat derxistin yek ji weşanên komarê bû. Hijmara yekem di Newroza sala 1946'an de hatiye derxistin.

Ji bo zarokên Kurd bi navê Girûgalî Mindalanî Kurd weşanek ji bo zarokan hat derxistin. Sernûserê vê kovara yekem a zarokên Kurd, Mela Qadirê Muderesî bû û tenê 3 hijmar hatibû derxistin.

Disa li bajarê Bokanê bi navê Helale kovarekî heremî hat derxistin. Sernûserê Helale Hesenê Qizilcî bû.
Herwiha Kovara Hawarî Kurd jî hatiye weşandin. Ev kovar berî Rojname ya Kurdistan tê derxistin. Sernûserê vê kovarê Mihemedê Shapesindî bû û bi navê Azer dinîvsand.

Kovara Kurdîstan jî vê demê di kanûna 1946'an de hatiye weşandin. Sernûserê kovarê Seyd Mihmedê Hemîdî bû.

Li aliyê din di vê demê de li Tahranê ji hin kovarên Kurdî hatine weşandin. Yek ji wan Kûhestan e ku ji alî Dr. İsmaîl Erdelanî ve hatiye derxistin. Di Kûhestanê de nivîsên Farsî jî cîh girtine. İhsan Nûrî Paşa jî di vê kovarê de nivîsandiye.

Ji bilî çapemeniyê radyoyeke Kurdî jî dest bi weşanê kiribû. Di hijmara 43'an ya 4'ê Gulana sala 1946'an a Rojname ya Kurdistanê de nûçe ya weşanên Radyo ya Mahabadê tê dayin û wiha tê gotin: Li Mahabad a peytexta Hukûmeta Netewî ya Kurdistanê, Radyo ya Kurdistanê diaxife.

Radyo ya Kurdistanê herçend tenê li derûdora Mahabadê tenê dihat guhdarkirin jî li ser guhdarvanan bandora xwe hebû. Sovyetê li gor peymana Bakuyê ev radyo tevî çapxanê, wek alîkarî dabû Kurdan.
Sînemayeke seyar jî li herêmê digeriya û filmên welatparêziyê û bi taybetî filmên li ser şoreşa Sovyetê nîşandida. Hin kampanyayên sînemaya seyar yên İngîlizan jî li Mahabadê fîlman nîşan didan.

Gelek komên şanoyê bi lîstikên ku temayên wan welatparêzî bûn, di nav gel de digeriyan. Bi pêkanîna ev komên şanoyê astê rewşenbîriya gel dihat bilindkirin. Bi taybetî şanoya Dayîkî Niştiman, ku pir deng veda, rojnameyên İranî behsa pêşwaziya Kurdan ya vê şanoyê dikirin.

Rayedarên komarê ji bo di nava gel de xwendewarî bipêşbikeve, ji bo mezinan jî dersxane hatibûn vekirin. Ji bo ku zarok hissa dewlemendî û feqîriyê nekin, hemû zarokan kincên wekhev lixwe dikir û ev kinc ji alî dewletê ve dihat dayîn. Tenê li Mahabadê 200 hezar xwendekar hebûn. 

Dibistanên ku wek Medreseyên Gelawêj dihatin zanîn, di dîroka Kurdistanê ya dema nûjen de mektebên yekem bûn ku te de xwendina bi kurdî dihat kirin.

Li Komara Kurdistanê ji bo mafên jinan ji girîngî dihat dayin. Di adara sala 1946'an de li bajêr Yekîtiya Jinên Kurdistanê hatibû damezrandin.

Ji bo derfeta xwendina zarokên keç li Mahabadê ji bo keçan jî dibistanekî hatibû vekirin û gelek keçên Kurd li vê dibistanê dest bi xwendinê kiribûn.

Wêje û çanda Kurd di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de gelek geş bûbû. Bi saya rojname, pirtûk, dibistan û xebatên din hijamara nivîskar û xwendevanan Kurd zêdê bûbû. Helbestvanên navdar Hêjar û Hêmin ji berhemên dema Komara Kurdistanê ne, ku di wêje ya Kurdî de wek stêrka tên naskirin.

Li gor peymana Kurd û Sovyetê, xwendekarên Kurd wê li Sovyetê bihatana bicîhkirin û di zanîngehan de buxwendana. Di dawiya meha nîsanê de dû komên cuda ku bi giştî ji 55 xwendekarên Mahabadî pêkhatibû, berê xwe da Bakû yê. Ew li vir di Dibistana Leşkerî de hatibûn bicîhkirin. Li gor peymanê wê di demên paş de gelek komên din jî bihatana şandin û ev xortên Kurd wê bibûna kadroyên Komara Kurdistanê.

KÊMNETEWÊN Lİ KURDİSTANÊ

Di nav sînorê Komara Kurdistanê de wê demê kêmnetewên olî-netewî yên wek Cihû û Ermenî jî dijiyan. Komara Kurdistanê, ji bo mafên çandî û siyasî yê kêmnetewan tedbiran girtibû. Cihûyên Mabahadê di roja 26'ê Çileyê de merasimek mezin lidarxistin û damezrandina Komarê pîrozkiribûn.

Di salên rêvebirya Kurd de hîç kesek ji bo bîr û rayên siyasî û olî nehatibûn lêpirsîn. Komar bi awayekî demokratîk dihat birêvebirin. Wek mînak zindanên Azarbaycanê bi girtiyên siyasî ve tijî bûn. Gelek kesên, ku dijberê Sovyetê bûn an jî hevalbendên rejima Şah bûn, hatibûn kuştin. Lê di Komara Kurdistanê de hîç kesek, ji ber ramanên cuda nehat girtin an jî cezakirin. Dijberên Komarê û yên Qazî Mihemed, dîsa ji alî Qazî ve dihatin parastin.

Di hemû dema desthilatdariya Komara Kurdistanê de tenê kesek bi navê Xefur Mehmûdyan, bi sûcê casûsiyê ji alî rayedarên Sovyetê ve li Mahabadê hatibû kuştin. Bi vê taybetiya xwe Komara Kurdistan li heremê dewleta herî demokratîk bû.

Komara Kurdistanê ji bo debara dewletê karê aborî jî dikir. Wezaretên Bazirganî û ya Aboriyê bi rêkûpêk bacê komdikirin. Ji bo bazirganiyê şirketeke bi navê ‘’Tûrûkî’’ hatibû damezrandin. Tiştên firotin û bazirganiyê yê serekê titûn û hesp bûn. Rayedarên komarê dû ton tutûn firotin Sovyetê. Yekitiya Sovyetê li Mahabadê bi navê Esadov, berdevkekî bazirganî jî bicîhkiribû. Dîsa efserên Sovyetê ji Kurdistanê hesp jî dikirîn. Herwiha di navbera Kurdên başûr û rojhilat de ji bazirganiya sînor domdikir. Dîsa Komara Kurdistan bi taybetî bi Azarbaycanê re jî pêvendiyên bazirganiyê pêşbiribû.

TÊKİLİYA KURDİSTAN Û AZARBAYCANÊ

Dewletên cîran yên Komara Kurdistanê, yanê Tirkiye, Iraq û İran damezrandina Komara Kurdistanê ji bo berjewendiyê xwe xeter didîtin. Ji ber vê yekê, bi rayedarên Komarê re têkilî dananîn. Lê ji ber tirsa Sovyetê wan nikaribûn destdirêjiya komarê jî bikin.

Piştî dagira İranê ji bo bi Kurdan re di têkiliyê de bin, Sovyetê çend efser wezîfedar kiribûn. Serokê vê komê General Atakşiyof bû. Paşê efserên wek Gazalyof, Selahadin Kazimof, Caferof, Fetullahof, Haşimof, Yarmakof û Dr. Samedof bû. Ev rayedarên hanê hemû Azerî bûn û heta rûxandina Komara Kurdistan li heremê mabûn. Herçend Kurd û Sovyetê di gelek xalan de lihev nedikirin jî di navbera wan de têkiliyên germ hebûn.

Têkiliya Kurdan ya bi rayedarên İngîlîz û Amerîkî jî bi rêya balyozxana Tahran û Tebrîzê didomiya. Ji dîplomatên Amerîkî Archibald Roswelt piştî vegera xwe ya Amerîka, di derbarê Komara Kurdistanê de, di kovara Middle East Journal de, di Tîrmeha sala 1947'an de lêkolînekî dirêj û pozîtîf nivîsandibû.

Ji mêj ve di serî de Bakirov, rayedarên Yekîtiya Sovyetê û Komara Azarbaycana İranê ji serê ewil ve xwestibûn ku Kurdistanê wek eyaletekî bi Azarbaycanê ve girêbidin. Lê piştî ku Kurdan van daxwazan qebûlnekir û komara xwe îlankirin, ew neçar man ku bi vê rewşê razî bibin û Kurdistanê nasbikin. Li aliyê din li dijî dewleta nawendî pêdiviya herdû komaran bi hevre hebû. Di navbera herdû hikûmet u gelan de carna hin pirsgirêk jî derdiketin. Sînor tevlîhevbûn. Di nav xaka Azeriyan de Kurd, di nav xaka Kurdan de jî Azerî hebûn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wiha di 23'ê Nîsana sala 1946'an de li Tebrîzê di navbera Kurd û Azeriyan de Peymana Yekîtî û Bratiyê hat morkirin. Serokê Kurdan Qazî Mihemed û Serokê Azeriyan Cafer Pîşewerî di hevdîtinan de tevî heyetên xwe hazir bûbûn. Garantiya peymanê di bin çavderiya Sovyetê de bû.

Xalên peymanê wiha bû:

1-Dema ku pêwîst be herdû alî jî, li welatê din karê nûnerekî fermî tayîn bike.
2-Li Azarbaycanê cîhê ku Kurd lê zêdene, di daîreyên dewletê de karmendên Kurd, li Kurdistanê jî cîhê ku lê Azerî zêdene, karmedên Azerî di daîreyên dewletê de tên wezîfedarkirin.
3-Ji bo pirsgirêkên aborî yê navbera aliyan, licneyeki aboriyê tê damerandin.
4-Pêwîst be herdû alî di navbera xwe de peymanên leşkerî lidardixin û alikariya hevûdu dikin.
5-Di hevdîtinên bi dewleta İranê re herdû alî, raya komara din jî digre.
6-Herdû komar ji bo pêşxistina derfetên bikaranîna ziman û çandî ya şêniya ji gelê din, ku di nav sînorê wê de dijîn, tedbîran digre.
7-Kesên ku ji bo têkbirina dostanî û hevkariya navbera herdû gelan hewlbide, wê ji alî herdû gelan ve tên cezakirin.

Herçend di navbera komarên Kurdistan û Azarbaycanê de peymaneke hevalbendiyê hatibû lidarxistin jî, ji aliyê îdeolojîkî û rewşa rêvêbiriyê de di navbera Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê ferqên mezin hebû. Azerbaycan bi sîstema komunîstî û di bin siya Sovyetê de dihat îdarekirin. Komara Kurdistanê bi sîstemeke lîberal dihat birêvebirin. Kurdistan di gelek waran de bi demokrasiya rasterast dihat îdarekirin.

5-) BÊDENGİYA SAR Lİ DİJÎ KURDAN
ÇARMÎXA MOSKOW-LONDON-WASHİNGTON Û TAHRANÊ

Şerê Cîhanê bidawî bûbû, divêyabû hezên dagirker ji Îranê vekişiyana. Beriya dagira Îranê di navbera dewletên hevpeyman de li ser mesele ya vekişîna ji Îranê îtîfaqekî jî hatibû lidarxistin. Li gor vê peymana navbera Sovyet, Amerîka û Brîtanya piştî teslîmbûna Almanya û mutefîkên wan, şeş meh şûnde yanê heta serê meha gulana sala 1946'an lazim bû hemû leşkerên biyanî ji Îranê vekişin.

Lê piştî bidawîbûna şerê cîhanê jî Artêşa Sor ji bo venekişînê hîç hewlekî nîşan nedabûn. Moskowayê ji bo destberdana xaka dewlemend ya Îranê xwe giran dikir. Sovyetê ji mêjve çav berdabû dewlemendiyên Azarbaycanê û dixwest ji rejima Îranê mafê derxistina petrol û gaza Derya Xezerê bistîne û li Îranê nifûza siyasî bidestbixe. Heta ev daxwazên xwe bicîh neaniyana niyeta wan ya vekişîna Îranê nîn bû.

Di destê Sovyetê de sê qertên sereke hebûn. Ya yekem Partiya Tûdeh bû. Tûdeh li hemû deverên Îranê gelek xurt bû. Çav li rê bû ku di hilbijartinên meclîsê de tevî endamên Azerî bibûya partiya yekem û di meclîsa Îranê de pirraniyê bidest bixistana. Tûdeh a çepgir nêzî Moskowayê bû. Bi vî awayî wê berjewendiyên Sovyetê li Îranê bi rêya Tûdehê bihata garantîkirin.

Qertê dûyem yê Sovyetê Azarbaycan bû. Rêwebiriya Azarbaycanê hemû komunîst bûn û wek perçeyek ji Sovyetê tevdigeriyan. Di hilbijartinan de wê hemû rayên Azeriyan jî li gel Tûdehê bûya.
Qertê seyêm Kurdistan bû. Kurd herçend bi Sovyetê re biqasî Azeriyan ne germbûn jî, li hember rejima Îranê ji bo hebûna xwe bidomînin muhtacê Sovyetê bûn.

Sovyetê li ser Îranê şertê hilbijartinên azad jî danîbû. Armanca wan ew bû ku di bin siya Artêşa Sor de hilbijartinekî çêkin û Partiya Tudehê bi awayekî xurt derbasî meclîsa Îranê bibe. Bi vî awayî wê bikaribûna, li ser siyaseta Îranê bandora xe bidomîn.

Sovyetê van qertan bi hebûna xwe ya leşkerî ku li ser rejima Şah zextê dikir, xemilandi bû. Artêşa Sor li Îranê nobedarê berjewendiyên Sovyetê bû. Heta ew bidest nexistana, wê venekişiya. Rayedarên Moskowayê bi van qert û hêviyan li ser Rejima Tahranê zextê dikirin.

Rejima Tahranê zahîren amade bû ku îmtiyaza petrolderxistinê bide Sovyetê. Lê bi şertê ku ew artêşa xwe ji Azarbaycan û Kurdistanê vekişînin. Rejima Şah li dijî daxwaz û niyetên Sovyetê xwe avêtibû bextê Brîtanya û Amerîka.

Piştî Şerê Cîhanê Rojhilatê Awrûpa bi giştî ketibû destê rejimên komunîst û Sovyet a ku di dema şer de heta Moskowayê hatibû dagirkirin, di encama şer de wek hêza herî xurt ya cîhanê derketibû meydanê û bûbû hêviya gelên bindest. Li aliyê din Çîn jî ketibû destê komunîstan. Li ser asîmanên cîhanê xeyaleta komunîzmê digeriya.

Ev belavbûn û mezinbûna rejimên komunîst li cîhanê ji bo Brîtanya û Amerika metirsiyeke mezin bû. Ger çavkaniyên petrolê yên Rojhilata Navîn jî biketa destê komunîstan, İmparatoriya Brîtanî û Amerika ya Yekbûyî diket xeterê. Ji ber vê yekê ew bibiryar bûn ku Sovyetê ji Îranê û ji Rojhilata navîn dûrxin.

U di nav aliyan de şerê dîplomasîyê destpêkir. Pirsgirêka Îranê di navbera herdû sîsteman de bûbû îşareta şerê sar ku wê bi salan li cîhanê tesîra xwe bikra.

Rayedarên Sovyetê li rejima Şah zextê dikirin ku, ew bi Azeriyan re lihev werin û ji bo statuya Azarbaycanê formulekê bibînin. Di meha Nîsanê de di navbera Tebrîz û Tahranê de hevdîtin destpêkiribûn.
Di 22 Nîsanê de Serokê Komara Azarbaycanê Cafer Pîşewerî çû Tahranê û bi serokwezîrê Îranê Qawam Sûltan û nûnerê Tahranê Mûzafer Fîrûz re rûnişt. Di hevdîtinan de Tahranê ji Azeriyan duxwest ku bi giştî teslîm bibin û li hember vê yekê jî wê Azarbaycanê wek heremeke otonom nasbikin. Di 13'ê Haziranê de peyman hat morkirin. Li gor peymanê Azarbaycan careke din tevlî Îranê dibû, hikûmeta Tahranê meclîsa Tebrizê wek meclîseke heremî nasdikir û hêzên Azerî wek perçeyek Artêşa Îranê dihat qebûlkirin.
Serokê Azeriyan Pîşewerî peymanê wiha rawe dikir: "Amerîkî û Brîtanî duxwazin pirsgirêka Azarbaycanê li dijî dostê me yê mezin Sovyetê wek alawekî lîstikê bikarbînin." 

Ev gotin tesîra Sovyetê ya li ser peymanê eşkere dikir.

Li gor peymana navbera Sovyet û Amerîka/Brîtanya de divêbûya hêzên dagirker ji Îranê vekişiyana. Amerîka û Brîtanya tevî Îranê li ser Sovyetê zexta vekişînê dikirin. Sovyetê jî dixwest ku berjewendiyên xwe yê Îranê bigre bin garantiyê û paşê vekişe. Bi vî awayî di navbera Sovyet û Îranê de hevdîtin destpêkirin. Di van hevdîtinên de xwuşka Şah, Prenses Eşref li Moskowayê rasterast bi Stalin re bazarê dikir.

Di pêvajoya hevdîtin û nîqaşên vekişînê de Meclîsa Îranê yasayekî derxist, li gor vê yasayê heta hêzên biyanî ji Îranê venekişiyana û li hemû Îranê serdestiya rejima nawendî nehatana damezrandin, wê li welat hilbijartin jî nehatana kirin. Rejima Şah bi vî awayî dixwest ji ser hilbijartinan siya Sovyetê rabike. Sovyetê li hember vê biryarê neçar mabû.

Piştî gelek hevdîtin û nîqaşan de, Serokê Sovyetê Stalîn, bi Rejima Şah re lihevkir. Li gor peymana navbera wan Îranê îmtiyaza petrolderxistinê dida Sovyetê. Li hember vê yekê jî Artêşa Sor ji Îranê vedikişiya û ji bo çareserkirina pirsgirikên Azarbaycan û Kurdistanê navbençîtî dikir.

Lêbelê demekî piştî vekişîna Artêşa Sor, Meclîsa Îranê, peymana bi Sovyetê re betal kir. Serokwezîr Qawam Sûltan jî ku vê peymanê morkiribû, ji kar hat dûrxistin. Bi vî awayî Stalîn ji alî Şah ve hatibû xapandin.

KURD Bİ TENÊ DİMÎNİN

Li gor daxwûyaniyên fermî yên Sovyetê leşkerên dawîn yê Artêşa Sor di 9'ê Gulanê de ji Îranê vekişiyabû. Lê hîn jî statuya Kurdistanê li holê mabû. Li gor peymana Sovyet û Îranê, wê komarên Azarbaycan û Kurdistanê, pirsgirêkên xwe di nav sînorên dewleta navendî ya Îranê de çareser bikrana.
Sovyetê di hevdîtinên navbera Rejima Îranê û Azerî û Kurdan de çavdêrî dikir. Li gor peymana navbera Rejima Şah û Komara Azerbaycana Îranê, Azerbaycan wek eyaleteke otonom dihat birêvebirin, lê behsa mafên Kurda nedihat kirin. Kurd jî di nav sînorê eyaleta Azarbaycana otonom de wek kêmnetewekî Îranî dihatin binavkirin.

Di peymanê de di xala 13em de ji bo Kurdên ku li Azarbaycanê dijîn mafê xwendina zimanê zikmakî heta sinifa 5’an dihat pejirandin. Ji bilî vê yekê di peymanê de hîç mafekî netewî yê Kurdan nehatibû destnîşankirin.

Li aliyê din li gor peymana navbera Azarbaycan û Kurdistanê, herdû alî jî bê erêkirina aliyê din divê bi rejima Tahranê re rûnenenişta. Lê Azeriyan vê yekê jibîrkiribûn.

Herçend Seyfî Qazî jî di hevdîtinan de hazir bû jî wî nikaribû encamê buguhrîne. Hukûmeta Tahranê Selamulah Cawîd jî wek waliyê giştî yê Azarbaycanê wî jî Seyfî Qazî wek waliyê Mahabadê tayînkiribû.
Li gor vê peymanê Asûrî û Ermeniyên Îranê jî mafê xwendina bi zimanê zikmakî bidest xistibûn.
Qazî Mihemed û rayedarên din yên Kurd vê peymanê qebûlnekirin û ji Dewleta Îranê xwestin ku Kurdistan jî wek eyaletekî otonom bê naskirin. Azeriya xwestibû Kurdan wek perçeyekî Azarbaycanê nîşanbidin.
Ev yek di navbera Kurd û Azeriyan de bû sedemê pevçûnan jî. Di 19'ê Tîrmehê de li herema Bakûr siwarê eşîrên Herkî û Şikak êrişî bajarên Mako û Xoyê kirin. Bi nabençîtiya Sovyetê ew hatin aştkirin. Herçend qismek mezin ji rûniştvanên wan bajaran Kurd bûn jî, revebiriya bajaran di destê Azeriyan de bû û Kurdan duxwest tevlî rêvebiriyê bibin û vê daxwaza xwe bidest xistibûn.

Bi vî awayî serekên Kurd jî ji bo danûstandinan berê xwe dan Tahranê. Qazî Mihemed bi nabençîtiya Sovyetê di serê meha Tebaxê de li Tehranê bi Serokwezîr Qawam Sûltan û Serfemandar General Razmara re rûnişt.

Qawam pêşniyazeke ecêb dikir. Wî digot; 'Sinê jî tê de hemu xaka Kurdistanê bi navê Eyaleta İstan wek statûya Azarbaycanê bi waliyekî giştî ve girêbidin.'

Qazî vê pêşniyazê qebûl dikir.

Lê rayedarên Sovyetê, digotin 'qebûlkirina vê yekê wê xiyaneta li Azarbaycanê.' Herwiha wan gefan jî li Kurdan dikir ku bi wan re hemû têkiliyên xwe qut bikin û li hember Îranê wan tenê bihêlin. Sovyetê dixwest li Îranê hemû tiştan bi rêvebiriya Azarbaycanê ve girêbide û Qazî jî mahkûmê Sovyetê bû, lewra şansekî din nîn bû.

Qazî Mihemed ji neçarî destvala zivirî Mahabadê. Piştî ev hevdîtinên bêencam jî, rejima Tahranê Yarbay Ali Esker Fûyûzî şand Kurdistanê, lê ji danûstandinên wî jî tiştekî nû derneket. 

Di vê navberê de koalîsyona eşîrên Kurd jî hêdî hêdî belav dibû.

Piştî helwesta Sovyetê di serî de Omer Xan Şikak û hin eşîrên din bê şêwra rêvebiriya Mahabadê bi Serokwezîr Qawam Sûltan re têkilî danîbûn. Omer Xan piştî peymana Azeriyan bi Îranê re ji erkên xwe yên Komara Kurdistanê îstîfa kiribû û çûbû gundê xwe. Li gor wî Azerî û Sovyet dijmintiya Kurdan dikirin. Qawam jî li hember peyama serekeşîrên Kurd digot 'wê helwesta rejimê li hember Kurdan li gor helwesta Kurdan be.'

Bi vî awayî Kurd bûbûn dû perçe. Rêvebiriya Mahabadê û hin serekeşîrên Kurd di derbarê paşêrojê de lihev nedikirin.

TÊKÇÛNA KOMARA AZARBAYCANÊ

Di serê meha Tebaxê de di carekî de li Îranê tevlîhevî destpêkir. 3 wezîrên Tudehê ji hikûmetê hatin avêtin. Li dijî endamên Tudehê û komunîstên din kampanya girtinê destpêkir. Tudehê bi grew û serhildanan bersîwa vê yekê da. Li başûrê Îranê eşîrên Kaşkayî û Bextiyarî (herdû eşîr jî Kurd in) li dijî Tudehê û hikûmetê ketin tevgerê.

Şah îstifakirina Serokwezî Qawam jî xwestibû. Lê paşê karê damezrandina hikûmeta nû dîsa sipart wî. Lê bi şertê li dijî Tudehê têkeve tevgerê û li Azarbaycanê dîsa desthilatiya rejimê sazbike wî anîbû ser kar.
Hêzên Sovyetê ji heremê veqetiyabûn. Artêşa Îranê ji bo êrîşeke berfireh li dij Azerbeycanê ket tevgerê. Artêş beriya êrişa ser Azarbaycanê li eniya Seqizê hêzên Kurd ceribandin û piştî çend pevçûnên biçûk, berê xwe dan Azarbaycanê. Ketina Azerbeycanê wê moralê Kurdan jî bişkanda.

Di serê meha mijdarê de Serokwezîr Qawam daxûyaniyeki da û got; Ji bo ewlekariya welat û sihêtiya hilbijartinan wê leşker bişînin Azarbaycan û Kurdistanê. Piştî vê daxwuyaniyê Balyozê Sovyetê yê Tahranê çend cara, rejima Îranê hişyar kir û got, 'wê li dijî tevlîheviya Azarbaycanê bêdeng nemînin.' Lê êdî kesî guh nedida wî.

Nûnerê Amerîka yê Tahranê George Allen jî digot; 'Rejima Tahranê dikare hêzên ewlekariyê bişîne her deverê welat.'

Di 16'ê mijdarê de Artêşa Şah derbasî bajarê Zencanê bû ku ewder li ser rêya Tebrîzê bû. Edî rêya Azarbaycanê vebûbû. 20 hezar leşkerên Îranê êrişê Komara Azerbeycanê kir. Serokên Azeriyan ji gel xwestin ku li dijî Artêşa Îranê berxwebidin. Lê Walî Selamullah Cawîd di binî de telgrafa teslîmbûnê şandibû Tahranê.

Rayedarên Azerî berê xwe dabûn Sovyetê. Azeriyan li hember êrişa Îranê liberxwenedan. Di 13'ê Kanûna 1946'an de Artêşa Şah derbasî Tebrîza paytexta Azarbaycanê bû. Li kolanên Tebrîzê nêçîra komunîstan destpêkiribû. Di nava çend rojan de bi sedan komunîst û rayedarên Komara Azarbaycanê ji alî hêzên rejimê ve bi awayên hovanê hatin kuştin. Serok û wezîrên Azarbaycanê yên ku ji komkujiyê filitîn reviyabûn Sovyetê. Hêzên Sovyetê jî li ser sînor, li bakûrê çemê Arasê qetilkirina komunîstan temaşe dikir.

DORA KURDİSTANÊ

Di bihara sala 1946'an de sê meh piştî piştî damezrandina Komara Kurdistanê li eniya Saqiz, Artêşa Îranê ketibû nav tevgerê. Ew der sînorê Komara Kurdistanê bû û ji alî şerwanên Başûrî ve dihat parastin. Generalên Îranî dixwestin hêza Kurdan bipîvin.

Di 20'ê Nîsanê de komekî leşkerên Îranê ji bo keşfê daketibûn herema sînor û leqayê êrişa hêzên Kurd hatibûn. Di şer de efserekî û dû serbazên Îranê hatibûn kuştin. Hêzên Kurd li sînor êdî rihetî nedidan Artêşa Îranê û xetên îqmalê tehdît dikirin û zexta psîkolojîk datanîn. Hêzên Îranê yên sînorê Kurdistanê bi tank, top û balafiran hatibûn taqwiyekirin û di bin Serfermandarê Artêşê General Razmara de bûn. Roja 24'ê Nîsana 1946'an di bin fermandariya Mîralay Kîsra de topavêjên Îranî tevî 600 leşkeran ajotin ser sengerên Kurdan. Piştî destpêka tevgera Artêşa Îranê şerwanên Başûrî li nêzî Gunde Qahrawa êrişî Îraniyan kirin. Di şer de 21 leşkerên Îranê hatin kuştin, 40 leşker û zabit dil dan û 17 kes jî ji wan brîndar bûn. Kurdan leşkerê Îranê heta Bajarê Saqizî qewirandin. Gelek çek jî xenîmet girtibûn. Esîrên Îranî tevî şandin Mahabadê. Hêzen Kurd rêyên lojîstika Îraniyan jî xistibûn bin sihêtiya xwe. Gel li kolanan şahiyan lidarxisibû. Ev serkeftin ji bo dijminên komarê bûbû çavtirsandineke baş. Piştî vê bûyerê Kurdan amadekariya êrişekê mezin, ku heta Senendacê bimeşin dan berxwe. Li ser vê yekê serfermandarê Artêşa Îranê General Razmara hat Saqizê û ji Komara Kurdistanê doza rawestandina şer kir. Di navbera aliyan de di 3'ê Gulanê de peymanekî hat lidarxistin. Li gor vê peymanê wê artêşa Kurd 3 kîlometre paşve bikşiyana û rêya lojîstika yekîneyên Îranê vekirina. Herwiha wê li Bajarê Seqizê nûnerên Kurd bicîhbûna û Artêşa Îranê hewlên erişê nekirana.
Piştî ku Artêşa Sor di 9'ê Gulanê de ji Îranê vekişiya, di 15'ê Gulanê de jî Artêşa Îranê li sînorê Kurdistanê ket tevgerê. Dû tabûrên peyadê tevî tank û topên giran, bi desteka balafiran ajotin ser hêzen Kurd. Li Çiyayê Memêşan di navbera aliyan de şerên giran qewimîn. Li vê heremê tenê 45 şerwanên Kurd hebûn. Yekîneyekî mezin ya Artêşa Îranê ketibû kemîna Kurdan. Di encama şer de 62 leşkerên Îranê hatibûn kuştin û brîndakirin. Ji hêzên Kurd jî fermandarê heremê Xelîl Xoşewî ku şerwanekî Barzanî bû, tenê jiyana xwe jidêstdabû. 

Piştî vê serkeftinê rayedarên Komarê pîlana êrişa Bajarê Sinê amade kirin. Ger herema Sinê jî bidestketa, wê nêzî hemû xaka Kurdistanê tevlî desthilatiya Komarê bibûya. Lê rayedarên Sovyetê bilez li hember vê pîlana Kurdan derketin û ji bo dest bir nabençitiyê kirin.

Piştî pevçûna Çiyayê Mameşan di navbera Qazî Mihemed û General Razmara de li Gundê Serê careke din peymaneke şerrawestinê hat lidarxistin û li ser şertên peymana berê hat lihevkirin. Konsolosê Sovyetê Haşimov jî hatibû Gundê Serê û li Kurdan zextê dikir ku ew bi Îraniyan re lihev werin û êrişê wan nekin.
Sinê nêzî bîrên petrola Kermanşa bû ku ewder sektora İngîlîzan bû. Sovyetê guman dikir ku êrişa Kurdan wan û İngîlîzan bîne rûbirû. Bi vî awayî pîlana êrişa mezin ya Sinê hatibû betalkirin.

Di 5'ê kanûnê de Qazî Mihemed ‘Konseya Şer’ komkir. Li hember biryara leşkerşandina Kurdistanê ya rejimê biryara berxwedanê derket. Paşê roja din ji bo nîqaşên li ser biryarê li Mizgefta Ebas Axa bi endamên partiyê û serekeşîran re civînek mezin hat lidarxistin.

Bi taybetî Sedrî Qazî ku mebûs û waliyê Kurdistanê bû li gel berxwedanê bû. Lê ji civînê mizfetê dengên cuda derketin. Gelek endamên partî û serekeşîr li ser bêfeydebûna berxwedanê raya xwe diyar kirin. Ji civînê bêhêvîtî û lewazî derketibû û bi vî awayî belavbûbûn.

Di 15'ê Kanûnê de nûnerê dawîn yê Sovyetê jî Mahabadê bi cîh de hiştibû û zivirîbû welatê xwe. Hêzên Îranê ji bo dagirkirina xaka Komara Kurdistanê li ser xeta Meyanduawê kombûbûn. 
Fermandarê hezên Îranê General Fazlûlah Humayûnî bû. Artêşa Îranê ji ber tirsa şerwanên Kurd, êriş nedikir.

Serekên Kurdan heta hingê biryarekî misoger nedabûn. Lê, aqûbeta Azarbaycanê, bêdengiya Sovyetê, hovîtiya Artêşa Şah û dûdiliya hin serekeşîrên Kurd, li ber Qazî Mihemed û rayedarên Komara Kurdistanê reyekî tenê hiştibû.

Di 16'ê kanûnê de Qazî Mihemed, tevî heyetekî çû serdana General Hûmayûnî. Qazî ji neçarî bi şertê ku zirar nedin Kurdan û Mahabadê, derbasbûna Artêşa Îranê ya nav bajêr erêkiribû.

General Hûmayûnî, ji bo derbasûna nav Mahabadê şertê vekişîna şerwanên Başûrî jî danîbû ber heyeta Kurd. Li ser vê yekê Qazî Mihemed zivirî Mahabadê û biryara teslîmkirina bajêr ragehand.

Qazî soz dabû ku heta dawiyê li Mahabadê bimine û nehelê ku bajêr ji alî rejimê me bê tahrîbkirin. Artêşa Îranê roja 17'ê Kanûnê ji bakûr ve, bêpevçûn, di nav aramiyê de derbasî Mahabadê bû. Bajêr di nav bêdengiyeke sar de bû. Serpêhatiya Komara Kurdistanê piştî 14 mehan bi vî awayî bidawî bûbû.

GİRTİN Û DAREZANDİYA QAZİYAN

Piştî dagirkirina Mahabadê 4 roj şûnde Qazî Mihemed û 45 serekên Komara Kurdistanê ji alî rayedarên Îranê ve hatin girtin. Di serê meha Çile ya 1947'an de li Mahabadê ji bo darezandina serekên Kurd dadgeheke leşkerî hatibû damezrandin. Serokê dadgehê Alyab Parsî Teber, dozger Serheng Fûyûzî bû.
Li dadgehê ji bilî Qazî Mihemed 28 serekên Kurd dihatin darezandin û ew di hicreyan de hatibûn hepiskirin. Dozger bi destpeka rûniştinan fermana girtina mebûsê Mahabadê Sedrî Qazî jî xwestibû. Ew jî di 30'ê Kanûnê de ji Tahranê şandibûn ber dadgehê.

Pismamê Qazî Mihemed, Wezîrê Parastina Komara Kurdistanê Seyfî Qazî jî di nav girtiyan de bû. Dozger 22 sûcdarî xistibû stûyê serokên Kurd. Sûcdariyên girîng evbûn: Binpêkirina destûra Îranê, damezrandina Komara Kurdistanê, belavkirina payeyên leşkerî, guhertina ala Îranê, peymanên bi Azarbaycanê, têkiliyên bi Sovyetê re û erişên ser Artêşa Îranê.

Roja 9'ê Çileyê Qazî Mihemed dest bi parastina xwe kir. Esasê parastina wî wiha bû: Piştî ku di sala 1941'an de Îran ji alî Sovyetê ve hatibû dagirkirin, dewleta navendî nikaribû li Kurdistanê erkên xwe pêk bîne û valahiyekî rêvebiriyê rûdabû. Ji ber vê yekê ji bilî damezrandina hûkûmetê rêyekî din nema bû. Herwiha Qazî Mihemed li hemû kiryarên Komarê Kurdistanê xwedî derdiket û berpirsiyariyê digirt stûyê xwe.
Di pêvajoya rûniştinên dadgehê de dadger û dozgerên Îranî çend cara xwestin bêhurmet bi Qazî Mihemed re tevgerin. Lê Qazî bi merxasî bersîwa wan dabû û carekî jî li hember heqaretên dadger, êrişê wî kir û got wê êdî bersîwa kesên wiha bêdeb nade û wî wek mûxatap qebûl neke. Li ser vê yekê heyeta dadgehê Serheng Receb Eta wek serokê mahkemê wezîfedar kir.

Berî ku dadgeh destpêbike biryara Şah diyar bû. Rûniştin û lêpirsîn wek şanoyê û ûsûlen dihatin kirin. Dadgeha Leşkerî di roja 26'ê Çileyê de biryara sêdarekirina her sê qaziyan diyar kir. Lê biryara xwe eşikere nekirin. Li gor encama dadgehê li 28 girtiyên Kurd jî di navbera 2 û 15 salan de cezayê zindanê hat birrîn. Tahranê fermana dardekirinê di 30'ê Adarê şand Mahabadê.

WESİYETA QAZÎ MİHEMED: 

"Remzê serkeftina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e"

Qazî Mihemed şeva sêdardekirinê wesiyeta xwe nivîsand: 

‘’Bi navê xwedayê mezin û dilovan! Miletê Kurd û birayên min yên ezîz! Ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîrretan li we bikim; Ji bo xatirê xwedê êdî dijminatîya hevûdû nekin, pişta hev bigirin, li hemberî dijminê zordar û zulmê rawestin, xwe nefiroşin dijmin. Dijminên gelê Kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serketina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e.

Gelê Kurd, bi hîç tiştekî xwe ji gelên liser rûyê erdê kêmtir nîne, belkî di mêrxasî, xîret û jêhatî bûnê de zor ji wan gelên rizgarbûyî li pêştir e. 

Wesiyet û şîreta min ew e, ku zarokên we bidin xwendin, ji ber ku milletê Kurd ji tu milletên din kêmtir nîne. Bixwînin, heya hûn ji karwanê gelan paş nekevin, xwendin çekekê kujere bo dijmin.
Nabe ku bi kuştina min û bira û pismamên min hûn bitirsin. Pêwîste zor kesên din, yên wek me di vê rê de bikin qurban, heya digihîjin hêvî û merema xwe. Hêvîxwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret.
Ji bo dilsozên gelê Kurd, min wesiyeteke din heye; ku ji xwedayê mezin daxwazê bikin, ku hûn çi ji bo serfirazîya Kurd dikin, alîkariyê bi we re bike. Ez pirr bawerim xwedayê mezin wê alîkarîya we bike û we serbixe.

Reng e ji min bipirsin çima tû biserneketî? Di bersivê de dibêjim, bi wî xwedayî, ez yê serkeftî me. Çi serkeftin ji vê mezintir e ku niha ez di rêya gel û milletê xwe de ser û mal û canê xwe dikim qurban? Bawer bikin min bi xwe pirr ji dil hezdikir eger mirin di rêya xweda û pêxemberê xweda û gel û miletê Kurd de be û bi rûyek geş bimirim, ji bo min ev mirin, serkeftin e.

Yekîtî û tebayî yê di nêv xwe de biparêzin, karên neçak nekin, li hemberî hevdû di hesûd nebin, nemaze di xizmetê de.

Bawer ji dijminan nekin, nemaze dijminê Ecem. Ji ber ku bi çend rêyan Ecem dijminên we ne; dijminên gel û nîştîman û ola we ne. Ji bo çend rojên jiyana xwe ya bêqîmet ya vê dinyayê, xwe bi dijminî re nefiroşin, çunke dijmin, dijimin e û ciyê tu bawerpêkirinekê pê re nîne.

Xiyaneta hevûdû nekin; ne xiyaneta sîyasî, ne giyanî, ne ma1î, ne namûsî. Çunke xiyanetkar li cem xwedê û mirovî, sivik û sûcdar e, xiyanet wê bi rûyê xiyanetkar de vegere.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan! Miletê Kurd û birayên min yên ezîz! Ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîrretan li we bikim; Ji bo xatirê xwedê êdî dijminatîya hevûdû nekin, pişta hev bigirin, li hemberî dijminê zordar û zulmê rawestin, xwe nefiroşin dijmin. Dijminên gelê Kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serkeftina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e."

SÊDAREKİRİNA QAZİYAN

Hukmê dardekirinê di şeva 31'ê Adara sala 1947'an de hat bicîhanîn. Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedrî Qazî bi dirûşmeyên qahramane çûn ber sêpeyê. Her sê qaziyên Kurdistanê şeva dawiya meha Adarê li meydana Çarçira, li meydana ku 14 meh berê mizginiya damezrandina komarê dabûn, hatin sêdarekirin.
Heman dadgehê di 7'ê Nîsanê de Elîxan Şîrzadî û Elî Şîrazî jî dardekir û Emîn Kesnezanî, Ahmed Xan Faruqî û dû brayên wî, Mihemed Şîrzadî, Ahmed Xan Keltikî, Mahmûd Xan Tirkmenkendî, Mihemed Xan, Baba Xan Begaxa, Sidiq Yazbilaxî, Eli Qxa Temûte û Resûl Axayê Merdî jî ji alî leşkerên Îranê ve hatin kuştin.

Bi wî avayî li Rojhilatê Kurdistanê serdestiya rejima Şah careke din hat damezirandin û Kurd di nav dengeyên berjewendiyan de hatin fetisandin. 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)