"SERWERÊ MED AŞTÎYAGO" DERKET



Berhema mamosta Fergin Melik Aykoc a bi navê "SERWERÊ MED AŞTÎYAGO" ji hêla Weşanên AR ve hate weşandin...

Bersiveke zexm û di cî de li hember berovajîkirina dîroka gelê kurd... Romaneke dîrokî di der barê rastîyên pêşîyên kurdan, ên MED de....

**********************



Wek ku tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeke kevnar e. Ji ber xwedîlêderneketinê, mixabin gelek car ji hêla biyanî û dagirkeran ve hatîye berovajîkirin û bi ser de jî, hêjayî û nirxên dîrokî yên gelê kurd, ji wan hatîye dizîn û ew hêjayî û rastîyên dîrokî dîsa ji hêla wan biyanîyan ve hatîye manipûlekirin. Ev rewşa bêehlaq û li dijî sinca zanistê, di gelek çavkanîyan de xwe dide der... 

Lê, li gel hişyarbûnê û pêşveçûna dîroknûsîya kurdî, ev helwesta xerab a dagirkeran êdî nema xwe li ber rastîyan digire û berhemên hêja û rastîyên dîrokî ve dagirtî, hêdî hêdî wan derew, fetl û fûtên biyanîyan betal dike. Mamosta Fergîn Melîk Aykoç jî, ji ber vê yekê hewl daye û serdema dawîn a Medan, serdema Aştîyago yê Keyê Medan ê zana, bi pênûsa xwe hunandîye û rastîyên wê serdemê yek bi yek pêşkêşî xwendevan kirîye. Ev berhem ne wek romanek tenê, her wiha divê wek çavkanîyeke dîrokî bête nirxandin... 

Niviskar der heqê berhema xwe de dibêje; 

Romana Imparatoriya MED: “SERWERÊ MED AŞTIYAGO“
Ev roman e, lê rastiya MED e
Li "QESRA ROJÊ“ (qesra Medan) çi hebû?
Serwerê (qiralê) Med Aştiyago (Astiyages / Îştumego /Îştumemgo) Kî ye?
Nebe "Memê Alan“ bixwe be ?
Keyxatûn Alyanis (Zeine Alyanîs) a keça Alyattesê II yê serwerê Lidya bû, kî bû?
Nebe ew Zîna Memê Alan be?
Herpago kî ye? Çima îxanet kir? (Herpago >Herbako >Herbeko > Beko?)
Ma bi îxanetekî serweriyeke hildişe?
Tev de di vê romanê de ye.
Ji devê dengbêjê Keyêkeyan (qiralêqiralan) Aştiyago PÎR ZERO bixwînin!
Divê her kurd vê romanê sedî sed bixwîne.
Ne ku romana min e, rastiya dîrokê xwe bi qelema min da nivisandin.

Têbinî:
Gelê dost û embazên hêja, hê neketiye destê min. Hûn dikanin, rasterast ji weşanên Ar (Aryayinlari) yan jî ji Pirtuka Kurdî bixwazin.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)