PÊWENDÎYÊN BAWERÎYÊN ÊZDÎTÎ Û YEZDANÎ-YÊ

ÊZDÎYETÎ; REHÊN DÎROKÎ Tosinê Reşîd Salên dirêj, piranîya zanyarên bi ola êzdîyan ve dibûn gîro, dîroka wê olê ji Şêx Adî dest pê dikirin. Lê van 20-30 salên dawî, bi serî lêkolînên Kryenbroek Ph., Şêx Xelîlê Cindî Reşow, Bruinessen M., Alison Christine, Xana Omerxalî û çendekên mayîn, gelek pirsên ola êzdîya û dîroka wê olê, hatine zelal kirin. Em dixwazin li vir, gor karibûna xwe, bingehê wê bawarîyê bigerin. Îro piranîya kurdan ser wê bawarîyê ne, wekî berî pejirandina ola îslamê, kurd zerdeştî bûne. Ew bawarî salên dirêj ji alîyê ronakbirên kurd ve hatîye belav kirin û hê jî tê belav kirin. Bingehê vê bawarîyê ew e, wekî zerdeştî oleke îranî ye, kurd jî gelekî îranî ne, lema jî ola kurda, ya berî îslamê divêt zerdeştî be. Ji alîkî mayîn ve, ji alîyê gelê bi piranîya xwe ve misilman, pejirandina bawarîya ku berî îslamê zerdeştî bûne hê hêsa ye, ne ku bêjî, wekî kurd berî ola îslamê bipejirînin, êzdî bûne. Ola îslamê anegor şertên olên xweyî kit...