Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bi Xerzî Xerzan ra Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me hevpeyvîneke delal bi yek ji zaneyên dîroka Kurdistanê ra kirîye; - Ferîd Mîtan: Di berhevkirina agahîyên dîroka kurdî de herî zêde xwe disipêrî çi jêderan? Xerzî Xerzan: Di der barê dîroka Kurd û Kurdistanê de gelekî manîpûlasyon û berovajîkirin hene. Û tev jî bi beloqî li ber çavan in. Ji ber vê ye ku, kesê bi zanyarî nêzî lêkolîn û lêgerînên dîroka Kurdî bibe,pêşî di warê dîtin û peydakirina jêderk-çavkanîyan de, divê pir û pir baldar be û hay ji sedema nivîsandin an jî tomarîkirinên van çavkanîyan hebe. Ji lew re, Kurdistan û her weha gelê Kurd, ji destpêka dîrokê ve di navenda Hîvika Zêrîn de cî digire û ev herêm an ku derguşa şaristanitîyê, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn, qada şerên desthilatdarîyê û olî ye. Kes û dewletê ku li vir hikma xwe zexm nekiribe, nikaribûye xwedî temenekî dirêj bibe. Û ev rewş, îro jî didome… Ji ber vê sedemê, ...