EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ

EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ Faysal DAĞLI Demeke ku li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepîşandan û protestoyên dijî rejimê ket rojeva cîhanê, çav li rêye ku li vî welatî pêvajoya guherîn an jî têkçûnekî mezin rû bide. Bi taybetî ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê û siyaseta Tahranê ya heremê ku hemû dengeyên Komara Îslamî serûbino kir, niha li ber teqînê ye. Rojhilatê Kurdistanê ku demekî dirêj e, bê deng e, niha tevî serhildan û raperînan careke din bû xalekî sereke ya rojeva Kurd. Rojhilat wek dûyem mezintirîn perçeyê welat, di dîroka siyasî ya Kurdan de xwedî ezmûneke dûrdirêj e jî. Ji bo îstîfadekirina ev mêjû û ezmûnê pêwîstî bi zanîna dîroka vê beşa welat heye. Bi vê armancê min rêzenivîsekî di derbarê salên 1940-1947’an de amade kir, ku di wê demê de Komara Kurdistanê û Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê hatiye damezirandin. Balkêş e di van salên ku şerê cîhanê yê dûyem qewimî û Îran ji aliyê Sovyet û ...