
Kurdên xiristiyan hebûn, hene? Fergîn Melîk Aykoç Wer xuya ye ku di dîroka me de arşîvkirin wek çandekê bi pêş neketiye, hin arşîvên mîrnîş û kesayetiyan jî bi aliyê dagirkeran ve yan hatine talankirin yan jî hatine sotin. Ji ber vê rastiyê, dema em dikevin nava lêkolînan, ji ber ku derfetên me yên em bikanin belgeyên orjîn bibînin tune, em neçar dimînin ku agahiyan wek mînaka bi serê derziyê bîra avê kolanê ji nava lêkolînerên dagirkeran derxînin û bi vegotinên çîrok, stranên dengbêjên Kurd re birûberînin, bi wê awayî bigihîjin rastiyê. Çend mînakên vê talana arşîvan: Mînak 1. Li gor hin daneyan dema Skenderê Girs di sedsala sisyan Berê Mîladê de li ser Medya û Prersan re digire, şirove û nirxandinê Avestayê li ser 12 000 çermên ga nivîsandîbûne. Wan hin birine û hin şewitandin e, jê tenê 17 çerm mane. Mînak II. Osmanî di ser mîrîtiya Bitlisê re digire, arşîva Mîrê Betlîsê li heft hêştiran bardikin û dibin Stenbolê. Mînak III. Hê ji vir dehsal berê hemû pirtûkên kevn yê...