BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (I)




BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ”

BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (I)

Xerzî Xerzan


Destpêk


Di destpêka vê gotarê de, pêşî ez dixwazim bala xwendevan bidim “pênaseya netewa kurd û peydabûna wê”, da ku xwendevan têzên em pêşkêş dikin, bi hêsanî têbigihîje. Weke ku em dizanin û hemû zanyarên binavûdeng bi hevparî qebûl dikin; Netewa kurd û bi wateya xwe ya berfirehtir “Gelê kurd”, pêkhateyeka êl û êşîr û kom û civakên erdnigarîya kevnar a Kurdistanê ye. Ji destpêka dîrokê ve, ji hêla cînaran û her weha ji hêla “kurdan” bixwe ve, bi dehan navan li vî “gelî” hatine kirin lê di bingehê de, ev navana pekhateyek afirandîye û ew “pêkhate“ jî îro wek “Gelê kurd“ tê zanîn û wisa jî tê pejirandin. Ji destpêkê heta dema me a îroyîn, ev gel bi navên “Ko-tî, Xorr-î, Kur-tî ,Kar-da, Sûbarî, Mîtanî, Ûrartû-Xaldî, mîd-Mid-Med-Mad, û hwd. “ hatîye pênasekirin û em îro baş tê digîhîjin ku, ev navana tev de ji boyî proto-kurdan (pêşîyên kurdan) hatine bikaranîn. Daneyên zexm ên piştrastkirî jî ev raman û rastî didin xuyan. Bi kurtî, em dikarin bibêjin ku, Gelê Kurd ê nûjen, pêkhateyeke zengîn a êl, êşîr, kom û civakan e, ya ku xwedî dîrok û çandeke kevnar û ya herî girîng xwedî zimanekî kevnar e. Di hêlekê de çanda Xorrîyan, di hêlekê de çanda Arîyan ev zengînî afirandîye. Û dîsa zimanê kurdî yê îroyîn jî, bermayîya zimanên van her du çand-gelên qedîm e. Ji lew re bi hinek taybetmedîyên xwe ve (mîna zayendî, ergatîvî û hwd.), zimanê kurdî ji zimanên din ên Arî-Îranî cuda dibe û ev jî kevnarî û hevparîya wî dide xuyan. Ev kom, êl û civakan bi hev ra di demajoyê dîrokê de çand û dîrokeke hevpar û her weha zimanekî hevpar afirandîye û “gelê kurd ê nûjen“ wisa pêk hatîye. Ev pêvajoyeke herî kêm 5 hezar salî ye û zengînîyeke mirovahîyê û cîhanê ye.

Anegorî dîroknûsîya giştî, gel û komên Arî (Îranî) û bi taybetî yên beşê bakûr-rojavayê Arîya (Îranê), yên ku bi zimanekî Îndo-Ewropî diaxivîn, di destpêka hezarsala sisîyan, an ku berê zayînê sê hezar sal, kom bi kom ber bi rojava ve herikîne û li Welatê Xorrîyan bicî bûne. Lê divê bê gotin, navenda Mitan derûdora Mêrdîn, Nisêbîn, Amedê, Riha, Serê Kanîyê, Minbic, Heleb û Şehbayê ye. Jixwe di belgeyên dîrokî de xuya dibe ku peytexta wan “Waşûkanî” ye. Waşûkanî di Kurdîya îroyîn de wateya Başkanî, Xweşkanî(kurmancî), Weşkanî(kirmanckî), an ku kanîya xweş û baş dide. Dîsa anegorî lêkolînên dawîyê, hatiye piştrastkirin ku Waşûkanî di cihê erdnîgarîya îroyîn a Serê Kanîyê de ava bûye. Girê Helefê yê dîrokî jî nêzî vê herêmê ye û dîsa tê dîtin ku pêwendîyeke zexim di navbera Çanda Helefê, Perestgeha Xerabreşkê û Mitan de heye. Ji ber vê yekê û li gel daneyên zanistî, em dikarin bibêjin ew têza hatina gelên Arî li welatê Xorrîyan a destpêka hezarsala sisîyan, hewceyî piştrastkirinê ye, ji lew ra, zanyarên mîna Andrew Collins û gelekên dinê, hin komên Arî jî weke Xorrîyan niştecîyên herî kevnar ên vê herêmê dinvîsin û bi me jî ev gotin, dîsa anegorî daneyan rast e.

 Bi kurtî, gelên Xorrî û gelên Arî, bi hev ra şaristanîyeke nû û bihêz afirandîye û ev şaristanî, di demajoyê de bi dehan rêxistin bi xwe ra pêk anîye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku; rêxistina yekan a hevpar, Konfederasyona Xorrî-Mitan e. Ev konfederasyon û hevgirtina êl û eşîr û civakên Xorrî û Arî, li hember împarartorîyên koledar, mîna Misirê û Asûr  hatîye avakirin. Taybetmendîya vê hevgirtinê, ev e ku, cara yekem her du gelên kevnar, bi hev ra ji boyî xweparastinê tevgerîyaye. Û ev hevkarî, bi xwe ra “netewek” nûjen afirandîye û heta dema me ya îroyîn jî, ew netew vêca bi navê “kurd” dijî”. Mitan, di vê rêxistinê de serî dikişînin û her wiha çîna torîn û erkdar xuya dikin.

Mitan, di warê hespajotin û hesinkarîyê de gelekî pêş de çûbûn. Cara yekem ewan erebeyên şer çê kirine û çêkirina warê çek – mertalên hesin de, gelekî hosta bûne. Yek ji şaxên Xorrî-Mitan, Hîksos, a ku di destpêka 1750-an (B.Z) de, ji Mezopotamya Jorîn ber bi Misirê ve herikîne,  bi xwe ra çekên xwe yên hesinî, hespên xwe yên bihêz û erebeyên xwe ên şer, ên ku bi hespan dihatin ajotin birine û bi wan  gelek biserketinên mezin bi dest xistine û dewleta Misrê 150-200 salên dirêj dagir jî kirine. Hîksos bi hatina xwe a ber bi Misirê ve, bi xwe re hesp, erebeyên hespî yên şer, çek – mertalên hesin anîn û Misirî jî ev zengînîyan bi saya Hîksosan nas kirin. Misirî bi Hîksosan, van dewlemendîyan hesîyane û bi taybetî di warê hespajotinê de sûd wergirtine û piştî têkçûna Hîksosan, van hêjayîyan ew bixwe bi kar anîne. Lewra hem di warê hespan de, hem jî çekên hesinî de Misirî li paş mabûn û bi saya Hîksosan van tiştana dîtine û bi kar anîne. Her wiha, bi vî awayî di şer û pevçûnan de bi pêş ketine. Ev dane bi tevahî, ji boyî ravekirina me ya pêşdeçûna Mitan a di warê hesinkarî û bikaranîna madenan de, hatine gotin. Belê, Mitan di warê bikarîna madenan de gelekî biserketî bûn. Û sedema biserketina wan a sereke jî, ev hunerana bûn.

Siwarekî Mitan-Hîksos 


Piştî van zelalkirinên dîrokî, ez dixwazim vegerim ber bi sedema nivîsîna vê gotarê. Dema min dest bi xwendina çavkanîyên kevnar kir, her tim pirs di mejîyê min de peyda dibûn. Gelo navê Mitan û Medan çima hevqas dişibe hev…? Gelo, têkilîya van her du êlên proto-kurd çi ye? Bi erdnigarî, hinek ji hev dûr in, yek li bakûr û rojavayê Kurdistanê (Mitan), ya dinê li başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Medan) derketine sehneya dîrokê…. Lê her tiştên wan, heta navên wan jî yek e… Anegorî bilêvkirinên biyan, yek Mit-Mid-Mîd, ya dinê Mad-Med û Mîd e… Gelo ev her du nav, ne yek e.? Ev pirsana tavetî nedidan min û piştî gelek xwendin û lêkolînan, ez gihîştim vê bawerîyê ku, Medên Rojhilatê Kurdistanê, nevî û dûhatîyên Mitan in… Ewan, ji ber ku dûhatîyên Mitan in, navê xwe ji Mitan girtîye û pêvajoya dîrokî domandîye. 

Dibe ku, ev têz hinek balkêş be, lê li gel hemberîhevkirina erdnigarî, njad, ziman, pêvajoya dîrokî, warê hunera madenî, xweyîkirin û ajotina hespan, tev de ev nêrîn û raman piştrast dikin. Û ne ev tenê ne… Heta navên bajarê wan ên ku ew bixwe ava kirine jî, heman nav in… Em ê li ser van xalan bi baldarî bisekinin û yek bi yek, em ê hewl bidin ku rûpeleke veşartîmayî ya gelê kurd, bi daneyên zanistî ronî bikin.. Û em ê li ser etîmolojî-wateya peyvên MID-MÎD û MAD-MED û her wiha bi van bidestxistinan, em ê bi hêsantir bigihîjin encamekê, ya ku her dibin mijara gotûbêjan… Ka çima navê Amedê, Amedê ye û çima nikare bibe Diyarbekir…  Em ê ev bersiv bigerin. Helbet di hêla zanistê dîrokê û pêvajoya dîrokî a hezara salan de… Û dîsa em ê hewl bidin ku piştrast bikin, navê Amedê, navê Mîdyadê, navê Hamedanê, navê Amedîyê xwerû bi kokê ve bi kurdî ne û ev navana tev de ji zimanê kurdî derbasî zimanên dinê bûne…  Bersiva me ya li hember manîpûlasyonên mîna “navê kevnar a Amedê Tîgranakerd e” û “Amîda-Amedê” navekî bi zimanê Asûrî ye”, yên ku dûrî ji hiş û aqilan û zanistê ne jî, di dûmahîka vê gotarê de, beş bi beş dê bête nivîsandin.

DÊ BIDOME…



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)