Dîroka Kurdên Êzdî yên Welatê Xalta


ÊZDîYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JÎ XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E

Kemal Tolan

Dema ez bala xwe didime hinek berhemên nivîsakarên Cîhanê û Kurdan, ez dibînim gelekan ji wan heta ku karîbûne birastî û gelekan jê jî bi xêrnexwazî di derheqê dîroka Êzdiyan a  dema berî û piştî zayîna Îsa de nivîsandine.

Nimûne:

1. Hinek ji dîrokzanên Cîhanê û Kurdan dibêjin: “ Êzîdî bermayê Hurrî, Mîtanî, Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Urartî, Assurî, Zerdûştî, Sabî, Budhîzmiya û w.d. ne “

2.  Hinek xêrnexwazên Êzdîyatiyê dibejin:” Êzdî ne Kurdin. Êzdî qûreşî û Emewî ne. Êzdiyatî ji ber ola Cuhu, Mesîhî û Musilmanan zêde buye. Tû kitêb, cî û warên Êzdiyan tûne ne û w.d. “ Armanca van kesan belu ye, ku dixwazin dîroka Êzdîtiyê hê jî şêlû bikin û naxwazin yekîtî di nav netewa û olên Kurdîstanê de hebe.

Ez dixwazim îro bi taybetî li ser şaxê di nimûna yekê de, ku dibêjin “Urartu- Orarto yan pêşiyên Êzîdiyên Xaltiya ne“, li gorî zanebûn, hiş û taqeta xwe kû Xwedê û Tawisî–Melek daye min rawestim.

Gelek ilimdar, dîroknas, erdkolog û rojnamevan hene, bi delîl û gotinên şadên dîroka kevn didine xwanê û dibêjin: ”gotina Xaltî anjî Haldî ji wexta dewleta Hurriyan û bi taybetî ji navê Xwedayê ola dewleta Urartu- Orarto yan tê “. 

Rast e li ser vê Împaratoriya Xaltiyan gelek lêkolîn hatine kirin, lê bi dîtina min tev jî bi sedemên başqe başqe û axlebên wan ne xwastine wê împaratoriyê bi kokeka Kurda ve girêbidin. Li gorî baweriya min çend egerên ne gotina wan jî ev in:

1. Piraniya lêkolînvanan ji miletê cînar bûne û ne xwastine wê bi Kurdîtiyê ve girêdin.

2. Xuya ye ku kêm kesan ji wan haj ji kevneşopên Xaltîyan yên ku di nava Êzdiyan de hê jî têne parastin hebûye.

3. Gelekan ji wan jî ne xwastina kevnariya dînê Êzdiyatiyê kifş bikin.

4. Herçiqas hineka ji wan ne xwastine bi hemda xwe di berhemên xwe de bahsa desthilatdariya li Êzdîxan û Kurdîstanê bikin jî, lê gava ewan bahsa ol û netewên li Mezopotamiyayê kirine, ew nikarîbûne bêyî bahsa rewşa Kurdên Êzîdî gelek tiştan diyar bikin. Weha gelek ji wan mecbûr mane, bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdên Êzîdî kirine, bikin.

5. Û hwd.

Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzdî û Musilman. Her weha hê jî gelek nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda yê herî kevn têne belakirin. Ez bawer nakim êdî, ku tu kes ji me û dostên me dikarîbe temamiya kronolojiya dîroka Êzîdiyatiyê birêz bike .

Vêca ka werin em pêşîn birênin, bê kî ji ilimdar, dîroknas, rojnamevan û xêrxwazên Êzdiyan, di lêkolîn û pirtûkên xwe de bahsa Êzdiyatî û Êzdiyên Xaltiyan kiriye ?.

Li gorî gotina Etem Xemgin Kaldî an jî Xalidî kîne ?

1.      -„Ji destpêka dewleta kurdên Hûrrî(b.z.Îs. 4000 k.t.) hetanî ya Mîtanîiyan(b.z.Îs.1550 k.t.) û heta tê digîje dewleta Urartu(b.z.Îs.835 k.t.), hemû gelên heremê ji Xwedayê herî mezin yê bi navê Kald  bawer dikir û di heremê de weke bawermendên Kaldi dihatine naskirin. Lêkolînvanên Alman (C.F. Lehmann-Haupt û W.Belck “10 “k.t.) di sala 1898 de li Kela Şîn ya ku di nava Uşnu û Rewandizê de lewheyeke(nivişteke) nivîsandî dibînin. Ev nivîşt bi zimanê Kaldî û Assurî hatiye nivîsandin. Ev destana bahsa diyaloga di nava Melîk Kalda Işpunî û Xwedê de buyî dike. „4:58. Li ser dîroka dewlet û kronolojiya Urartu birêne li 3:124 – 141 û bi sedan Çavkaniyên di Bibliyografi ya di dawiya pirtûka Mirjo Salvini (10) de.

Li gorî di nivîsên Sumeriyan (yê 2350 sal b. z. Îsa k.t.) de tê xwanêkirin û dibêjên, heremên ku Gutî lê dijiyan welatê (Mirovên ku ji Milyaketê nebaş bawerdikin k.t.) bu. Evdên ku li pey vê baweriyê diçin, îro hê jî di nava gelên Kudîstanê de hene“ 3:44

3.      „Li gorî delîl û nivîsên di erdkolojiya li derûdora bajarê Wanê de hatine dîtin û didine xwanê, navê Xwedayê dewleta Urartu yê herî mezin Kaldî buye.(3:137)”-
Li gorî gotina Cîgerxwîn , Xalidî kîne ?

Cigerxwîn pêşîn guh dide van camêran :

- „ Sîdînî Simît dibêje: di sala 1260 berî zayînê de li hawîr Gola Wanê miletekî taze bi navê Xaldî hatiye xuyakirin. Navê welatê wan Orarto yan jî Erarat bû. Gerçî raste navê wî ji me ve nehatiye xuyakirin. Lê li  gora baweryeke tevayî, ku navê Xweda yê wan Xaldiyan bû. Ji lewra pêzanê tarîxê dibêjin, gereke navê vî miletî jî Xaldî bî û dibêjin, gereke ji miletên Qawqazî-Asyewî bî.
Fon Mînorskî dibêje: Navê Xaldî di nav Orarto yan Aşûrî de bêtir hatiye naskirin. Di serê pêşî de li çiyayê Erarat bûn û ev miletê Xaldî ye ku di sedê nehê berî zayînê de di welatê Ermenîstanê de dihate xuyakirin. Lê paşê di welatê Wanê de dewletek li darxistin û hetta bi sedê şeşê berî zayînê jî, her bi vî navî bi nîşan û rûmet bû. Bajarê Xelat ê dibî, ku ji bajarên Xaldiyan be .
Cigerxwîn dibêje: navê Xalidi niha buye navê çend eşîrên kurd, ku bi mêranî deng dane. Êşîrên Xaldî-Kurdî, li nav Bota, Xerza û di hindama Bedlîsê de bi payedarî xwe dane nîşandan.
Zimanê Xaldiyan: Bê guman ji kurmancî pêve tiştekî dî nizanin û paytexta wan bajarê Toşpa-Wan bû. Paşê meznahiya Madiyan li ser xwe kêmasî nedîbun û xwe sipardibune pismamên xwe û bi hevre li dijî dijminê xwe şerkirine (6: 86-87)”

Li gorî gotina Ekrem Cemîl Paşa, Xaltî kîne ?

-“Xaltî di sala 1500 B.M da li Araratê û Kurdistana navîn  de ferweraniya Xaltî  serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana, hişdar û cengawer bu. Tospa- (Wan) paytextê Xaltiyan bu. Paş ku Xaltî li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baş xurt bûn, erdê xwe fireh kir, gihiştin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande deryayê Reş. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên Xaltiyan hene.

Ahmet Refîq di nivîsa xwe ya dîrokê ” Büyük Tarihi Umumi” di rûpel 346 de weha dibêje : ”Berî ku Ermenî li heldorê Orarto- Ararat bi cî bibin, hawişekî din li van doran rûdinişt. Navê vî hawişî Xaltî bû.(7: 55-57)”

Kurdên Xaltî, ji Ermeniyên Penahvêj ra mêvanperweri yeke mezin kir. Ermenî ji van qencî û mihirvaniyên Kurdan pir dilşa bûn. Dostaniyeke hêja di nav bera Kurd û Ermaniyan da çê bû. Ev dostanî û niwazişên Kurdan ew çend çû ku Ermenî Xudayê Xaltiyan ku navê wî “HAY” bû ji xwe ra kir “Parastek”(Mabûd). HAY, ano Zaniş, Hiş, Bîrewerî. Û Ermeniyan navê xwe jî kir “HAYÎK” (7:231)”

Li gor gotina Avyarov “Dû eşîrên Asuriya ye kevn; Tayarî û Tuxumî ji qebîla Xalidî yê Xaçparêz bûn. Ev heta sala 1834 an jî tevî êla xwe ve li jora ava Zap ê diman û bi Kurda re yek tifaq bûn. ( 9:82)”

Li gorî gotina Herodot, navê Xaltiya “Alarodî” ye

1.      “Herodot ji wan (Xaltiya) re digot Alarod. Alarod(Orarto,Urartu= ARARAT) navê ciyê wan yê 829 Berî Zayînê ye. Urartu, ji yekbûna hemû Kurdên Sûbarî: Hûrî, Mîtanî, Nehrî, Mûşkî, Xaltî bûne. Ev di sala 612 B.Z. de gihîştine Imparatoriya Med. (7:302.)”

2.      “Alarodî- Urartuyî li nav sê enîşka Wan, Urmia û bahra Gökçe de diman.(8:465(79)”

Li gorî gotina Mohemed Emîn Zekî Beg,  Khaldi-Xaldi yî kîne?

“Khaldi-Xaldi:Renge, ku ev dewleta hanê ji dawiya sedsalê nehemînî p. z. de hate bipêkhatin.
Kêr û desthilatiya vê dewleta hanê di pêla Qeralê Mînwas de bi berzbûna xwe ve hate bigihaştin. Şopên dozandî(erdkolojiyê k.t.) li ser zinarên keleha Wanê de û li dorhêla bajarê Eliksender Pol-Kemri de vekirinên pirî vî Qralî didin biderxistin. Şopên dozandî li dorhêla wî bajarî dawî de şopên wî Qralî dane bimayînîkirin, mîna ku Bihiston jî şopên Dara datin bimayînkirin. (16:109)”

Weha dewleta Xaldî bes û bi tenha ve li ber parastina welatê kokiyî Orarto de didate bikirin. Tanî nemana pêla Senharîbê bi nav û deng ve jî weha Xaldi bi bêdeng ve hatibûn bimayîn.
Serdariya Orarto tanî pêla Germiya (625 p.z. de) date bidirêjkirin û wê hebûna xweyî siyasî ve date biparastin. Di pişt re ew demekê di bin parastina dewleta Mîdya de hate bijiyandin. (16:110)”

2.      “Xalidi- Orarto: Renge, ku ev Miletê hanê ji demeke nenas de ji Rojhilatê Asya Biçûk ji bona devera gola Wanê hatiye bibarkirin. Ji goyên Aşurî û nemaze dozandinên şop û belgeyên girêdayî bi taybetî ve ligel şerên Sergonê Qeralê Aşuriyî duwem de tête biderkevtin, ku sinorên vê dewieta Xildi di çaxekî de ji Jor de tanî gola Kokçe û Elêksender Pol li Qefqasya de, ji Rojava de tanî rûbarê Furatê, ji Jêr de tanî Rewaduz û çaviyên rûbarê Zab û ji Rojhilat de tanî gola Urmiyê dihatin bidirêjkirin. Herwehajî wê demekî jî li Jorî Surî jî de dayite biserdarîkirin. Paytextê wê bajarê Tospasi-Wan bü. Renge, ku ew ji bal Qeralê Sardorîsê Yekemî Xalidî de di sala 840 p. z. de hatiye biavakirin.

Vê dewleta hanê di dawiya sedsalê heftemînî p. z. de jiber xurtbûna desthilatî û kêra Mîdya serxwebûna xwe date biwindakirin. Ew demekê li jêrdestiya wan de hate bimayîn. Di dawî de jiber biderkevtina desthilatiya Ermenî de, yên ku ew li Rojavayê welatê Xalidi de hatibûn birûniştin, ew bi carekê ve hatin biqirkirin.(16: 79)”

Li gorî gotina Şerefxanê Bedlîsê, navê Xalid ji kurê tê ?


-„Ew yeka li gor gotin û nivîsandinên dîroknasan eşkere û zelal e, xelekên zincîra bingeh û koka Mîrên Cezîrê digihîjin Xalidê kurê Welîd. (Xalidê kurê Welîd mêrekî jêhatî bûye û li ba wan wisan e ku dema ji xwe re bêjin em ji nesla wî ne, ew dê bibin esîlzade û pê mezin bibin. Şerefname rûpel: 494). Navê yekem bab û bapîrên wan ê ku cara yekê li ser textê Fermanrewatiya Cezîrê rûniştiye, bi navê Suleymanê kurê Xalid tê naskirin.Di destpêkê de kesên vê xanedana han ên xwedî paye, li ser rêça Dînê Êzîdîti yê  û ….……(Melekê nebaş k.t.) dimeşiyan.( 1:156 )”

Li gorî gotina C. Rojbeyanî, Xalidî an jî Xaldî kîne ?

„ Ez di wê baweriyê de me, vê eşîretê ev bi xwe ve girêdaye, paşvemayên Xaldiyan in ku bab û papîrên kevin ên kurdan bûn. Ev yek di vê de jî tê dîtin ku heta van dawiyan, ew li ser dînê Êzîdî (Yezdanî) mabûn. Ev jî mimkun e, navê serokê eşîreta wan (an jî navê eşîra wan e sereke Xaltî be k.t.)  ê pêşî  Xalid bibe (1: 494.)”

Li gorî gotina Torî, Halidi an jî Xalidî kîne ?

- “Di wexta dewleta Hurriyan de, her melîkekî Hurriyan ji xwedanekî cûde cûde bawerdikirin û Xwedayekî netwî ji bo ola dewlta wan tûnebu. Piştî helweşandina dewlata Hurriyan, melîkên Urartu yan di sala 1300 an ya berî z.Îsa de dawî li wan baweriyên gelên Hurriyan anîne û ji bo netewiya ola dewleta Urartu baweriya bi Xwedayekî seranser yê ku navê wî Haldî „Xaltî k.t.“ buye qebulkirine. Ev baweriya bi „Haldî k.t.“ Xwedanê seranser heta sala 900 û 600 berî z.Îsa jî di nav olên Kurdan de gelekî bi quwetbuye.(2:18 û 22)”

„Wek tê zanîn navekî Êzîdiya jê „Halidi“ buye. Ev navê „Halidi“ ji Xwedayê dewleta Urartu  tê. Weha di dîrokê de tê xwanêkirin ku qismekî Êzîdiya ji wexta dewleta Urartu  ya 1300 salên berî z.Îsa hebûn e û ew heta îro hêjî hene. Wekî demên kevn didine xwanê, hingê di nava Êzîdiyên „Halidi“ya de qismekî bi navê Manî (oldar k.t.) hebûn e û ev îro hêjî di nava Êzîdiyan de xwanê dikin. Wan oldaran bi xêra sir û keramtan(Magiyan) xwe heta dema Medan parastin e.Di nava gelên Medya de, ciyê civata yên oldar (Magiciya- Maniyan) gelekî mezin buye (2: 125)” Li ser vî babetê manîyan birêne li 4: 133-140.

Weke ez ji lêkolîn û nêrînên van nivîskar û dîroknasên Kurdan yên li jorê hatine binavkirin fahmdikim, ewan jî xwastiye xwe bigihînine ser riknên ola Kurda ye herî kevn. Dibînim tev jî di yek nêrînê de didine xwanê, ku gotina Xaltî anjî Haldî ji navê Xwedayê dînê dewleta Urartu tê û baweriya dînê Xaltiyan  ji kevn de Êzîdîtî buye.

Dema em li naveroka dokument, sîstem, baweriyên ol û mîletên dewleta Urartuyan dirênin, em dibînin ji xeynî ku zimanê wan, wekî dinê gelek şopên Êzîdiyatiyê di nava urf -adetên ol û  dewleta Urartu de xweya dikin. Dîsa gelek dîroknasên Cihanê hene û dibêjin: “Xwedayê bi navê Haldî ne tenê li ba padîşah û dewleta Urartuyan pîroz buye, ev baweriya bi Xwedayê Xaltî hêja di dema beriya avakirina dewleta Urartuyan de jî li ba evd û dînên Mezopotamiya yê hebuye û ew hingê jî pîrozbuye. (10:39 û 183-193)”

Belê, ji xwe dîroknasên ku dîroka dînê Êzdî nasdikin, ew dizanên ku  Êzdî di wan herêmên dewleta Uratuyan de xwedî gelek erd û quweteke mezin bûne. Her wusa hê jî di hinek qewl û duayên me de xweya ye ku Mîrgeha Hekariya (derdora Wanê), ji berê ve ciyê sed û hedên Êzdiyan e .

Nimûne:

Di dû sebeqên “Qewlê Şêx Adî û Mêra” de weha tê gotin:

Şêx Adî xudanê keremê
dahir bû li erebe li ecemê
*********************
dahir bû li beyit fare
qesid kir hate hekare  (Çavk.:11:101-102)
 *****************

Dîsa di Zargotinên Êzîdiyan de tê gotin:

Hekarî Şêx Adî hate harî
Çî bi şîrî û çî bi mertalî

Weke ku di van zargotinên me de jî hatiye gotin, zelale ku neyarên dînê Êzdî û sultanên Osmaniyan , bi taybetî jî “roma reş” di her demê de Êzdî qir kirine.

Nimûne :

“Murtaza paşa yê Wan ê, di sala 1127 de hûcûmî ser kela Hoşab ê dike, lê eşîrên Êzdiyan yê li Hoşabê û li derdora Hoşabê bi tevlî çar hezar siwariyên xwe ve li dijî çarsed û pêncî leşkerên Murtaza paşa derdikevin û cengeke mezin di navbêna gundê Canika û Bedehşanê de çêdibe. Di vî şerî de her 4000 siwariyên Êzdiyan û 400 siwariyên leşkerê paşê têne kuştin.Dure dema Ballı Mehmed di sala 1128 de dibe paşayê Wan ê , ew dixwaze tola xwe ji eşîrên  Êzdiyan hilîne û ew tevlî 7000 leşkerên xwe ve hûcûmî ser Êzîdiyên di herêma Abaxa bêçekbun dike. Leşkerên wî kîjan Êzdiyên digrin dikujin û hemû malên wan dişewitînin. Demsal zivistan û herder berfbû. Gelek Êzdiyên ku xwe di nava çiyan de veşartibun, ew di bin berfê de ji serma re dimirin. Di nava sîh rojan de hemû gund û bajarên Êzdiyan dagir kirin. Di peyre Ballı Mehmed paşa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzdiyan xelaz bikim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser Bargiri de birine ser Êzdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber dabune Êzdiyan û gelek Êzdî reviyan. Lê ezê wan di biharê de xelazbikim.(13)“

 Ji ber ku siltanên dewleta Osmanî , paşweruyên kurd û dewleta tirkan di her demê de Êzdî qir kirine, ew qet naxwazin  meriv li tu deveran de bi rastî bahsa Êzdiyan bikin. Lê dema ewan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda Wanê nivîsandine, ew mecbur bune bahsa Êzdiyan bikin.

Ew îro jî weha dinivisînin :

 “ Di dema berî sala 1591 de 18 eşîrên mezin li Wanê û derdora wanê hebun, lê belê îro ne mumkune ku meriv rastî navên wan hemuyan bê.

Hinek çavkaniyan eşîrên li derdora Wanê weha bi rêz kirine:

MAHMUDIYAN , Êzîdiyên li derdora Hoşabê.
DUMBLIYÊN BOHTÎ, Êzîdiyên  li deşta Sekmenê
MAM REŞAN, li  Hoşabê
BAZUKI, li Ercîşê
BRADOST, Tirgeverê
RUJIKÎ, li her deverî…..…
Eşîra ŞÎKAN : (Reşi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî… ev tev Êzîdîne.), (Şikak, Dakurî, Şevlî, Ademî, Şemsikî, Mukrî, Livî, Sî  çarikî…)
Eşîra ERTUŞÎ (Hertoşî) = (Weke Gevdan, Giravî, Zirkî,…. )
Eşîra DUNBLÎ (ZAZA) = (Çarik, Hormik, Lolan-haltî, Hatî…)
Eşîra HAYDARAN, SPİKÎ(Hatî), CÎBRANÎ, HASENIYAN(Halidî)………………(14)”

Dîsa Bê guman û eşkere ye heta salên 1889-1898 an gava ku Şemseddîn Samî pirtûka xwe ya bi navê -Ansîklopediya navên bi taybetî- anjî “Kamûs’ul-A’lam” li Îstenbulê bi zimanê Osmaniyan weşandiye û M.Emin Bozarslan ev wergerandiye Tirkî û her çiqas ewan ne bi hemda dilê xwe jî bahsa hinek herem û hêjmara Êzîdiyan kiribin, lê Êzîdî hingê jî li gelek cîh û warên derûdora wileyata Wanê hebûne. Birêne çavkanî “15” li van navên di rûpel: 146 Imadiye, 159 Mahmudi, 190 Sencaqa Maraş, 180 Muks, 204 Ridwan, 210 Wîleyeta Siirtê û bajarên li derûdorê, 230 Wileyata Wanê û li derûdorên wê, 240 li Xerzan, 243 Yezidi û.w.d. de

Em dizanin gelek kesên ji van eşîrên ku li jorê hatine birêzkirin, ji ber zilma siltanên dewleta Osmanî, paşweruyên kurd û dewleta tirkan reviyane çûne nava dewletên Soviyetê ( Ermenîstan, Gurcîstan û. w.d.) û ew eşîran heta îro hêjî tev Êzdî ne. Min li ser vî babetî, bermayên Xaltiya yî ku heta roja îro bi çend nimûnên dinê jî di pirtuka xwe “Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan tev romanên zindîne” de diyar kiriye ku Êzdî heta sala 1914 an jî di wan herêmên dewleta Uratuyan de xwedî gelek erd û quweteke mezin bûne. Eşkere ye ku „Piraniya kurdên Soviyetê ji Tirkyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûş, Diyarbekir, Êrzûrûm, Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê wan hatine. Piraniya kurdên li Ermenîstan û Gurcîstanê kurdên Êzdî ne. 6:34”  Dîsa min di kitêba xwe de, bi taybetî ji rûpel 27 heta 103 an bahsa dîroka rewşa jiyan û eşîrên Êzdiyên Xaltî yên ku heta îro (Gulan.2001) jî hene kiriye.
 Îro cardin dixwazim kevnariya ola Êzîdîtiyê bi çend sebeqên “qewlê afirandina dinya yê”  û “Qewlê îmanê bi çi nîşane” diyarî dîroknas û xwendevan hêja bikim.

 “Ya rebî dinya hebû tarî
Têde tunebûn mişk û marî
Te zindî kir teze halî
Çû nema gul jê barî
Ya rebî tu hosteyê kerîmî
Te vekir rê û dirbê tarî
Tu hosteyê her tiştî
Bihişt çêkir rengebî

Erd û ezman tûnebûn
Dinya fire bê binbû
Însan û heywan jî tûnebûn
Te xalê sazkir
Di bahrade tenê hebû dur
Ne dîmaşiya, ne dîmaşiya
Te xaşruh anî ber
Nûra xalê peydakir
Goşt û ruh hatine ber
Nûra çavan jê hate der“ Berdewama vî Qewlî birêne li 11: 53-58

Di naveroka çend sebeqên vî qewlê li xwarê de jî xweya dibe ku, haveynê Êrdê pêşîn li Lalişê bi kaniya sipî hatiye avîtin.

« Berî ne êrd hebû, ne êzmane
Ne Bahr hebû, ne Binyane
Ne Çiya hebû, ne sekane
Îman hebû Merîfate
Ewê rojê Kaniya Spî kir qublete

Ewê rojê Kaniya Spî kire qubleta mêrane
Ji berî ne erd hebû, ne ezmane
Ne çiya hebû, ne sikane
Da em medeha jê bideyn nîşane » 
Berdewama vî qewlî birêne li 12:74-75

Ez jî wekî ku di ilm û qewlê me de hatiye gotin  bawer dikim û dibêjim; Heta Êzdiyatî neyê şîrove û naskirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal ne be. Di qewl û duayên me de xweş xweya ye, ku Êzdiyatî  ne tenê di wexta Uratuyan de hebûye, Êzîdiyatî bingeha hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê ye. Hinga ku dîroknas û lêkolînvan karibin van qewl û duayên me Êzdiyan baş şîrove bikin û ev ewrê reşî tarî li ser dîroka ola Êzdî  rabin, dê ev kevnariya ola Êzditiyê, ya ku haveynê mirovatiya Mezopotamiyayê û bi taybetî jî ku xizna nasnama gelê Kurd e zelal bibe.

W'ENE: Peykera Xwedayê bawerîya Xaldaîyan (Ûrartû) - XALDÎ

ÇAVKANÎ :
_________________________
1.      Şerefxanê Bedlêsê-ŞEREFNAME –Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weşanxaneya Apecê, weşan Nr.: 129 hatiye weşandin.
2.      Torî-Yezidilik ve Yezidiler. 2000 Istanbul
3.      Etem Xemgin – Islamiyete Kadar Kurdîstan Tarihi Cilt-1
4.      Etem Xemgin – Kürdistan da Dini inaçlar ve etkiler.
5.     Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl- Zargotina Kurda Para I. Moskva 1978.
6.     Cîgerxwîn- Tarîixa Kurdîstan Cîld.:1 Stockholm 1985
7.     Ekrem Cemîl Paşa –Dîroka Kurdistan bi kurtebirî. Çile 1995 Bruksel.
8.      Herodot- Historien- Deutsche gesamtausgabe, Übersetzt von A.Horneffer. Stuttgart 1955-
 9.     Avyarov, Osmanli-Rus ve Iran savaşlarinda Kürtler 1801-1900. Ankara 1995 . Osmanlicadan Tercüme eden : Muhammed(Hoko) Varli(Xanî)
10.   Mirjo Salvini- Geschichte und Kultur der Urartäer- Darmsatdt:Wiss.Buchges.,1995
11.   Pîr Xidirê Silêman & Xelîlê Cindî- Êzîdiyatî, li ber ronahiya hindek têkistên ola Êzîdiyan- 1995
12.    Pîr Xidirê Silêman- Êzîdiyatî- 1996.Dihok.

13.    http://members.nbci.com/avrasya/depo1/yazma.htm,: Yazma Van Tarihi’nden Notlar: VAN’DA YEZİDİLERLE KANLI SAVAŞLAR

15.    M.Emin Bozarslan, Tarihteki ilk Türkçe Ansiklopedde Kürdistan ve Kürdler- Mart 2001 Istanbul, Weşanên Deng:51-
16.   http://www.geocities.com/barzani2000/zaki/index.html,-Mohemed Emîn Zekî Beg, Kurtiyeke Mêjûwa Kurd û Kurdistanê -



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xerabreşk; Perestgeha herî kevnar a cîhanê

Nêrîn û Ramanên Balkêş Di Der Barê Êzdîtîyê de

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)